Bibliothek Bibliothek
Suchen

Kurdipedia ist die grösste Quelle für Informationen


Suchoptionen





Erweiterte Suche      Tastatur


Suchen
Erweiterte Suche
Bibliothek
Kurdische Namen
Chronologie der Ereignisse
Quellen
Geschichte
Benutzer Sammlungen
Aktivitäten
Suche Hilfe?
Kurdipedische Publikationen
Video
Klassifikation
Zufälliger Artikel!
Registrierung der Artikel
Registrierung neuer artikel
Bild senden
Umfrage
Ihre Rückmeldung
Kontakt
Welche Informationen brauchen wir!
Standards
Nutzungsbedingungen
Artikel Qualität
Instrumente (Hilfsmittel)
Über
Kurdipedi Archivare
Artikel über uns!
Fügen Sie Kurdipedia auf Ihre Website hinzu
E-Mail hinzufügen / löschen
Besucherstatistiken
Artikel Statistik
Schriftarten-Wandler
Kalender-Konverter
Rechtschreibkontrolle
Sprachen und Dialekte der Seiten
Tastatur
Lebenslauf Nützliche Links
Kurdipedia extension for Google Chrome
Kekse
Sprachen
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Mein Konto
Anmelden
Mitgliedschaft!
Passwort vergessen!
Suchen Registrierung der Artikel Instrumente (Hilfsmittel) Sprachen Mein Konto
Erweiterte Suche
Bibliothek
Kurdische Namen
Chronologie der Ereignisse
Quellen
Geschichte
Benutzer Sammlungen
Aktivitäten
Suche Hilfe?
Kurdipedische Publikationen
Video
Klassifikation
Zufälliger Artikel!
Registrierung neuer artikel
Bild senden
Umfrage
Ihre Rückmeldung
Kontakt
Welche Informationen brauchen wir!
Standards
Nutzungsbedingungen
Artikel Qualität
Über
Kurdipedi Archivare
Artikel über uns!
Fügen Sie Kurdipedia auf Ihre Website hinzu
E-Mail hinzufügen / löschen
Besucherstatistiken
Artikel Statistik
Schriftarten-Wandler
Kalender-Konverter
Rechtschreibkontrolle
Sprachen und Dialekte der Seiten
Tastatur
Lebenslauf Nützliche Links
Kurdipedia extension for Google Chrome
Kekse
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Anmelden
Mitgliedschaft!
Passwort vergessen!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Über
 Zufälliger Artikel!
 Nutzungsbedingungen
 Kurdipedi Archivare
 Ihre Rückmeldung
 Benutzer Sammlungen
 Chronologie der Ereignisse
 Aktivitäten - Kurdipedia
 Hilfe
Neue Artikel
Bibliothek
Themen Aus Der Kurdischen Wortbildung
06-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothek
FREIHEIT FÜR DIE KURDISCHEN POLITISCHEN GEFANGENEN IN DEUTSCHLAND
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Der Iran in der internationalen Politik 1939-1948
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Die neue Kurdenfrage: Irakisch-Kurdistan und seine Nachbarn
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Tausend Tränen, tausend Hoffnungen
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Revolution in Rojava
28-03-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Die türkische Filmindustrie
26-03-2024
هەژار کامەلا
Biografie
Müslüm Aslan
17-03-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
saiten Her biji Azadi!
17-03-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
LEIDENSCHAFTLICHE LIEDER AUS KURDISTAN
17-03-2024
هەژار کامەلا
Statistik
Artikel  517,178
Bilder  105,497
PDF-Buch 19,117
verwandte Ordner 96,144
Video 1,293
Bibliothek
Die WELT hat mich VERGESSEN
Biografie
Said Nursi
Artikel
Gökay Akbulut zu Solidaritä...
Bibliothek
Konflikte mit der kurdische...
Bibliothek
Themen Aus Der Kurdischen W...
DI DÎROKÊ DA; NASÎNA KURDAN
Suchen Sie mit einer prägnanten Schreibweise in unserer Suchmaschine, Sie werden bestimmt gute Ergebnisse erhalten!
Gruppe: Artikel | Artikel Sprache: Kurmancî - Kurdîy Serû
Teilen Sie
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Rangliste Artikel
Ausgezeichnet
Sehr gut
Durchschnitt
Nicht schlecht
Schlecht
Zu meinen Favoriten hinzufügen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!
Geschichte des Items
Metadata
RSS
Suche im Google nach Bildern im Zusammenhang mit dem gewählten Artikel!
Googeln Sie das ausgewählte Thema.
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

DI DÎROKÊ DA; NASÎNA KURDAN

DI DÎROKÊ DA; NASÎNA KURDAN
$DI DÎROKÊ DA; NASÎNA KURDAN$
1-Hûrî Pêşiyên Kurdan di dîrokê de cara destpêkê bi navê Hûrî B.Z. di 6000’an de derketîne holê. Di destpêka dîrokê de ku piştî qebîleyên ku weke aşîret hatine bi nav kirin Hûrî ne. Lê belê herî zêdetir B.Z. 3000 behsa Hûriyan tê kirin. Hûrî ji ber çanda çandiniyê, bandoreke gelekî xûrt li ser jiyana herêmê dikin. Li gorî lêkolînên dîrokî Hûriyan cara destpêkê li derûdora Mêrdinê jiyan kirine. B.Z. di 2500’an û pê de jî belavî herêmên berfireh yên weke bakurê Sûriye, Kîzzîwatna (çûqûrova), deştên Amîkê û navênda Qiraliyeta Hîtîta Kevin Anatoliyê dibin. Qiralê Hûriyan ê destpêkê navê wî Alî-Şan e. Hûriyan bi Lûwî, Îyonî, Pers û Hîtîtiyan re danûstandin çêkirine. Hûrî, weke perwerde­vanên hespan hatine pejirandin û cara yekem erebeyên cengê bi karanîne. Bajarên girîng yên Hûriyan; Arafa (Kerkuk), Nûzî, Kargamêş, Orkêş (Amûdê) û li deşta Mêrdinê bajarekî bi navê Taîte bûn. Weke din herêmên wan yên bi navê Amedannû (Amed), Xanîgalbat, Pûlûrûmzî, Alzî û Îşûwa jî hebûn.

HIN QIRAL Û PRENSÊN HÛRIYAN: Kummûhû, Melîdî, Gûrgûm, Ûngî/Ûnqî, Kaman, Kaska, Naîrî, Şûprîa, Orkêş, Mûşku, Ûrartû, Namar, Sûbarû, Mard, Lûlûbî, Kardû, Zamûa, Elîppî, Manna û Gûtî. Hwd. Şaristaniya Hûriyan; Bi taybetî di mîtolojî, ol û qada nivîskariyê de gelek pêşketinên girîng bi destxistin e. Nivîsa Hûriyan: Nivîsa bizmar bi kar anîne, nivîsa bizmar a Hûriyan û Hîtîtan gelek dişibe hevdû.
Zimanê Hûriyan: Li Rojhilata Navîn ji yek zimanên balkêş ango herî balkeş jî zimanê Hûriyan e. Zimanê Hûriyan zimanê proto Kurdan (Kurdên destpêkê) ye û niha tûnebûye. Zimanê Ûrartiyan domkirina zimanê Hûriyan e. Zimanê Mîtaniyan, jî ji zimanê Hûrî ya proto-Kurdan û ji Kurdiya Aryen pêktê. Nivîsara herî girîng a dema Hûriyan hatiye nivîsandin, nameya ku Qiral Tûşata B.Z. di navbera 1380 û 1350 de ji qiralê Misirê re rêki­riye ye.

XWEDA Û XWEDAWENDÊN HÛRIYAN Xwedayên Hûriyan ji hêla Hîtîtan ve hatinê pejirandin. Xwedawenda Hûriyan“Hepat”pişt re bi şîroveyeke cûda dibe Hawa. Di Hîtîtan de dibe: Kupapa, di Firîgan de dibe: Kîbela, Di Ereban de dibe: Kîble, Di Sûmeran de dibe: Îştar-Înnana, li Misirê dibe:Îsîs, di Yewnaniyan de dibe: Afrodît, li Romayê dibe : Venûs, di ola Îsa de dibe Meryem.
XWEDA: Teşûp, xwedayê bahozê ye; xwedawend Hepat; Şîmegî xwedawedaya Rojê ye; Kuşûh xwedawendaya heyv û stêrkan. Şaûşka xwedayê çiyê ye. Namnî û Hazzî xwedayên ku ji Hûriyan hatine standin. Xwedayê Hîtîtan Înra, Mîtra, Warîna jî dişibin hev.

MÎTOLOJÎ: Mîtolojiya Hûriyan bandoreke mezin li Hîtît, Fenikî û Helenan kiriye. Efsaneya Gilgamêş yê ku li Hatûşaşê belgeyên wê hatine dîtin bi zimanê Akadî, Hûrî û Hîtîtî hatine nivîsandin. Nivîsa Hûriyan nivîseke nû û şîroveyeke taybet e. Xwedayê Hûriyan ê herî mezin efsaneya Kumarbî ye. Wergera vê efsaneyê ya ji zimanê Hûriyan derbasî zimanê Hîtîtan li Hatûşaşê hatiye dîtin. Ji Hîtîtan derbasî Fenîkiyan û derbasî Helenan dibe. Bandoreke mezin li berhemên Homeros û Hesîodos kiriye.
OL; Di Hûriyan de hîmên ol, gelek saxlem in. Ol ji hêla rahîbên gelekî bi hêz û pêşketî ve dihat bi rêxistinkirin. Ji ber vê ola Hûriyan heta welatê Hîtîtan jî belav bûye. - Di warê Mîmarî, wênesazî, çêkirina vazo, bikaranîna moran de... hwd. pêşketinên gelekî hêja pêşkêşî mirovahiyê kirine.
$XWEDAYÊN HÛRÎ Û SÛMERAN$
HÛRÎ SÛMER
Xwedayê esman Annû En
Xwedayê erdê Kumbarî Enkî
Xwedawend Teşûpba- Hepat Înana
NÎŞE: Derketina xweda a ramanî û hişmendiya wî, destpêkê di Hûriyan de pêş dikeve, pişt re derbasî Sûmeran dibe. Di Grekan de: Zeûs, Apollon û Afrodît e Di Romayê de: Venûs û Jûpîter e
2-Gûtî Wateya Gûtî; Xwedanê dewarane. Navê Gûtî cara yekem di belgeyên qiralê Akadiyan Naremsî de ha­tiye dîtin.
Gûtî; Erdingariya Gûtiyan ji derdora başûrê Gola Ûrmiyê destpêdike heta kendava başûrê Îranê diçe. Çiyayên Zagrosan jî di nav vê erdnigariyê de ne. Ji Zapa biçûk heta Diyalayê jiyane. B.Z. di 2700’an de derdikevin pêş û di xakên bi berhem yên Mezopotamyayê de bi cih dibin. Zimanê wan û yên Hûriyan yeke. Lê, Gûtiyan di xebatên fermî de zimanê Akad û nivîsên wan bikaranîne. Nivîsa wan nivîsa bizmariye. Konfederasyona Gûtiyan ji hêla Qiral Qarnassî ve B.Z. di 2700 salî de hate avakirin. Paytexta wan bajarê Kerkuk e. Gûtî, di welatê Sûmer û Akadê de ji B.Z. 2250’an heya 2113’an di pêşengtiya Gûdea de dibin desthilatdar. Konfederasyona Gûtiyan ji gelek êlên (eşîr) Hûriyan ve pêkdihatin. Dewleta Gûtiyan pêkhatineke Konfederal bû, serokê her êlekê (eşîr) hebû, serokê konfederalê ji bo 3 salan ji wan serokê eşiran yek dihat hilbi­jartin. Ji ber vê jî 21 Qiralên Gûtiyan ên ku tên zanîn hene. Navê wan ev in; Înkîşûş, Sarlagap, Şûlme, Elûlûmeş, Înimabakes, Îgeşaûş, Îarlagab, Îbat, Kurûm, Habîl-kîn, La-Erebûm, Îrarûm, Îbranûm, Hablûm, Pûzûr Sîn, Îarlaganda, Yarlagan, Lasîrab, Warlagaba, Tîrîgan. Qiralê ku dewleta Gûtiyan ava dike navê wî Qarnassî ye. Ji demekê şûn de hêzên ku di nav konfederalê de cih digrin, ji wan hêzan Lûlû, Sûsa, Kîmaş û Ûrbela dest bi hewldaneke cûda dikin. Tevgera wan a ji konfederalê cûda ya bi serê xwe dibe sedema qelsbûna konfederala Gûtiyan. Di vê qelsbûnê de dewleta Ûr êrîş dibe ser konfederala Gûtiyan û B.Z. 2120'an de Gûtiyan têk dibin. Qiralê Gûtiyan ê dawî Qiral Tîgran piştî vê têkçûnê, dîsa xelasî di çiyan de dibîne û xwe vedikşîne çiyayên Zagrosan. Gûtî di çiyayên zagrosan de bi navê konfederala Gûtiyên Anzan heta Konfederala Medan hebûna xwe diparêzin.
3-Lûlû (Lûlûbûn) Di sala 2800'an de jiyan dikin. Di pêvajoya desthilatdariya Gûtiyan ve, hêzeke din ya bi wan re xwediyê heman ziman û çandê ku ji wan re Lûlû dihat gotin jî jiyan dikirin. Lûlûyiyan di qadeke ber­fireh ya ji başûrê Gola Ûrmiye destpêdike û heya Gola Wanê dirêj dibe de, bi Gûtiyan re jiyana xwe derbaz dikirin. Lûlûyî, di aliyê vê herêmê yê ber bi rojava dirêj dibû de, Gûtiyan jî, li herêmên bakurê rojhilat jiyana xwe didomandin. Lûlûyî, yek ji civakên Zagrosan bûn û li herêma Silêmaniyê niştecih bûn. Navê Qiralên Lûlûyan ê yekem Anûbanînî ye. Qiralê Akada Naramsîn B.Z. di 2190'an de êrîşekê dibe ser Lûlûyan. Li hemberî vê êrîşê tifaqa Lûlûyan û Gûtiyan çêbû. Bi vê îtîfaqê bi şerekî dijwar Akadan têkdibin. Ev şer di navbera Gevara Kara­daxê de li ser zinarekî bi nivîskî hatiye vegotin. Ev konfederal hergav bi Qiraliyeta Ûr re di nava şer û pevçûnê de bûye. Di dema qiraliyeta dewleta Ûr a 3. de Qiral ŞÛLGÛ careke din êrîş bir ser Lûlûyan, di vê êrîşê de Lûlûyan têkdibin. Lûlûyî herdem bi êrîşa Asûra re jî rû bi rû diman. Qiralê Lûlûyan Anûbanînî di neqeba Gawîriya de li ser zinarekî bi awayekî nivîsekî serweriya Lûlûyan a li ser herêma Hîlwan û jiyana wan a hevpar a bi Gûtiyan re tîne ziman. Di vê vegotinê de dibêje ku me bi saya xwedawend Înanna qiralê Akada Naramsî têkbir. Ev nîşan dide ku çanda jinê çanda xwedawendiyê hê jî li Kurdistanê serdeste. Lûlûyî ji bo ku bikaribin xwe li hemberê van êrîşan biparêzin tevlî konfederesyona Gûtiyan dibin. Piştî hilweşandina konfederesyona Gûtiyan Lûlûyî li derdora Zagrosan hebûna xwe heta konfederesyona Medan diparêzin.
4-QASÎTÎ ( GELÊN KARKER) Di navbera sala B.Z 1900-1207'an de hegomaniyaya xwe dane meşandin. Di dîrokê de bi navên Qasîtî yan jî Qasayî hatine nasandin. Civakeke Çiyayên Zagrosan bûn. Cara destpêkê li herêma Kermanşanê hatine dîtin. Li herêma Lor jî jiyan kirine. Êrîşî Babîlan dikin. Dema ku bajêr dikin destên xwe li wî bajarî bi navê ÎŞTAR perestgeheke gelek mezin çêdikin. Navê xwedawenda Hîvê SÎN-ZÎN lê dikin. Qasîtî weke hemû civakên Zagrosan xwecihên herêmê yên resen in. Akadiyan ew weke “Kaseşî” bi nav kirine. Di dîroka Rojhilata Navîn a Kevin de B.Z. 1980'î û şûn de behsa Qasîtiyan tê kirin. Qiralê Qasîtiyan ê ye­kemîn Qiral Gendaş e. Navê xwe ji xwedayê xwe Kaşû yê digre. Navê qiralê Qasîtiyan Kastîlyasê yekemîn bû. Bi destxistina Babîlê navê konfederesyona xwe jî dike KARDÛNAJ. Qasîtî piştî bidestxis­tina Babîlê, Babîlê 440 sal di dest xwe de digirin. Di belgeyeke dîrokî de hate dîtin ku Qiralê Qasîtîan ê bi navê Qiral Agûmê 2. xwe weke Qiralê Elam, Babîl û Akadan bi nav dike. Qiralê Asûr Tîkultî û Nînûrta B.Z. di navbera 1244-1208'an de êrîşan dibe ser Qasîtiyan û herêma Gûtiyan digre bin kontrola xwe û Qasîtiyan têk dibe. Qiralê Qasîtiyan Qiral Kas­tilyas dîl dikeve dest wan. B.Z. di 1157'an de Qasîtî dikevin bin serweriya Elaman. Qasîtî di xwedîkirina hespan de û di karkeriya metalê de pisporbûn. Qasîtî her gav bi nûnerê zilm, zor û talanê yên Babîl û Asûran re pirsgirêk jiyane. Her çiqas konfederesyona Qasîtiyan têkdiçe jî Qasîtî hebûna xwe heta konfederesyona Medan diparêzin. Herî dawî jî bi konfederesyona Medan re bi hevkarî êrîş dibin ser Asûran û Asûran têkdibin.
XWEDAWENDÊN QASÎTIYAN: Mîrîaş, xwedawenda Roj ye. Sûrîaş, xwedawenda Bahoz ye. Ûbrûaş, xwedawenda Çiya ye.
5-MÎTANÎ (1800 – 1250 ) Qiralyeta Mîtanî, B.Z. Di navbera 1800-1250'an de jiyan kirine. Mîtanî weke çengekî yê Hûriyan li bakurê rojavayê Kurdistanê hatine damezrandin. Dewleta Mîtaniyan B.Z 1500'î di serdema xwe ya herî bihêz de bû. Di belgeyên Hîtîtiyan de bi navê “Xanîgalbat” hatine bi nav kirin. Qiraliyeta Mîtanî ji bajarê Qargamêş ê li peravên Çemê Feradê dest pê dikir, Xabûr û Belih dorpêçdikir, heya Nisêbînê, li rojhilatê bajarên Bedlîs, li bakur Xerpût û Meletî, li aliyê başûr jî bajarên Aleppo (Helep) û Kerkuk (Nûzî) digirt nava xwe. Li bakur û rojavayê wan a Xattî, li başûrê wan Asûrî û li rojhilatê wan jî qiraliyên biçûk yên ji aliyên qabileyên Hûrî ve hatin damezrandin cih digirtin. Paytexta qiraliyeta Mîtaniyan “Waşşûkanî” (Serêkanî) bû. Konfederasyona Mîtaniyan ji gelek êl(eşîr)ên Kurdan pêkdihat. Ev konfederasyon cara yek bi împaratoriyê tê binavkirin û heta wê demê di warê erdnîgariyê de Konfederasyona Mîtaniyan pêkhatineke herî mezîn e. Mîtanî ji 7 milan (heft êl (eşîr) an pêkdihat. Ji van her heft milan, her milek li herêma xwe êl (eşîr) ên din di bin kontrola xwe de bi rêxis­tin dikirin. Ji ber vê her milek jî di nav xwe de konfederal bû. Ev mil nîvkoçber dijiyan û her milek mîrekî wan hebû. Ev mîr bi şet-şah-qiral dihatin binavkirin. Taybetiya wan, her yek ji xanedana Mîtaniyan bû û ji malbata Kurdiyan bûn. Rêvebirên Mîtaniyan bi hilbijartinan derdiketin. Heft Mîran dengê xwe bidana kê ew kes dibû Mîrê –Mîran, dibû Şahê- Şahan. Mîtanî xizmên Hîtîtî û Lûviyan e. Navê Mîtaniyan yê din jî Maranî (Mêrxas) ye. Di encama konfederasyonek demokratîk de, dewleta Mîtanî ji 250 salan zêdetir hebûna xwe doman­diye. Mîtanî bandora xwe li ser herêmê dikin. Bi taybetî bi riya zewacê têkiliya xwe çêdikin. Çend qiralên Mîtaniyan bi keçên fîrewûnên Misrê re zewicîbûn. Qiralîçeya Misrê ya navdar Nefertîtî û Ne­fertarî ji Mîtaniyan bûn. Heman pêywendî bi Hîtîtiyan re jî hatibûn sazkirin. Misiriyan ji bo Mîtaniyan navê Nahrîn bikar dianîn, Asûriyan jî ji herêma Bakurê gola Wanê re digotin Naîrî. B.Z. Di salên 1596'an de bi Qiral Xattiya Mûrşît re peymanekê çêdikin û di encama vê yekîtiyê de dewleta Babîliyan têk dibin. Mîtanî hata sala 1250'an B.Z. ji Kerkukê heta derya Spî bandora xwe didin meşandin. Serdema 14 qiralan derbas kirine. Qiralê wan ê yekem Shûltarma û qiralên wan ê dawî Sahattûara ye. B.Z. di 1445'an de qiralê Misiriyan qiral Tûtme yê sêyemîn seferekê tîne ser Mîtaniyan û Sûriya û Fîlîstînê careke din ji destê Mîtaniyan derdixe. Bi tifaka Asûr û Hîtîtan B.Z. di derdora 1273'an de Mîtanî têk diçin û dikevin bin serweriya Asûriyan. Mîtanî piştî têkçûnê tevlî Naîriyan dibin. Êl (eşîr) ên îro bî navê Sîndî û Metîniyan tên nasîn domandina Mîtaniyan e.
6-NAÎRÎ (1302 – 900 ) Di derbarê vê civakê û rola wê ya dîrokî de belgeyên ji Asûriyan mayîn agahiyan didin. B.Z. di 1302’an de li derdora Zagrosan hatine dîtin. Asûriyan, di wateya welatê “Av” an jî “Rûbaran” de peyva “Naîrî” ji bo wan bikaranîne. Weke berdewama Hûriyan têne pejirandin. Piştî dewleta Mîtanî tê rûxandin, ev civak girîngiyê qezenc dike. Weke konfederasyon êdî di dîrokê de cih girtiye. Ev Konfederasyon ji 24 êl (eşîr) ên Kurdan pêkdihat. Konfederasyona Naîriyan ji dû rêveberên milên xûrt ve hîmê wê tê avêtin. Ev rêveber Lûtîprî û Arame ne. Erdnigariya navbera Cizîrê û Şemzînanê weke navenda Naîriyan bû. Li gor nivîsên Asûriyan welatê Naîriyan ji Erbîl heta Meletî bû. Ev qad ji hêla me­talên weke hesin, sifir û hwd. cûreyên sewalan, bereketa çandiniyê ve gelekî dewlemend bû. Di navbera Asûrî û Naîriyan de her tim şer û pevçûn hebû ye. Naîrî êrîşekê dibin ser Asûriyan û ji Zagrosan heta Dersim, Amed, Xarpût û Bedlîsê fereh dibe. Naîrî ji hemûû milan ve dewlemend bûn. Ev dewlemendî her gavê bala Asûriyan dikşand ser xwe û ev jî bûye sedema erîşên Asûriyan. Êrîşa yekemîn bi destê qiralê Asûriyan Qiral Adad Nîrarî B.Z. di 1304-1273 de pêk tê. Asûrî gelek êrîşan dibin ser Naîriyan, lê bisernakevin. Jin û mêrên Naîriyan bi hev re şer di­kirin. Di şer de serkeftî bûn. Jinên wan jî bi qasî mêran şervan bûn. Qiralê Asûriyan Tîglîatî Pîleser B.Z. di nivîsa xwe ya 1110'an de behsa şer a xwe û 23 qiralên Naîriyan dike. Qiralê Asûriyan Qiral Tûkultî 25 belgeyên ku B.Z. di 1249-1208 de nivîsîne di wan de behsa êrişên xwe yên ser Naîriyan dike. Qiral di nivîseke xwe da behsa têkbirina Gûtî, Hûrî-Sûbarûyan dike. Behsa têkbirina 40 qiralên Naîriyan dike. Armanca Asûriyan bidesxistina amûrên madenî, hesin, sifir, pêşketinên çandinî û talankirina dewlemendiya welatê Naîriyan bû. Sewalên Naîriyan ên ku bidestxistine bi zinditî birine berî çiyayên xwe dane. B.Z. di salan 900'an de bi êrîşeke Asûriyan ve rûbirû dimînin, di encama vê êrîşê de Naîrî têkdiçin. Naîriyan di serî de bi Xaldiyan re hevkarî kirine û bi hev re tevgeriyane. Şaristaniya Ûrartûyan bi hev re afi­randine. Piştî têkçûna Ûrartûyan jî bi Medan re dibin yek. Silsilê Yewnan û Grekan ji welatê Naîriyan re gotin e Kardûne.
7-ÛRARTÛ ( 900 – 606) KHALDÎ (XALDÎ) Piştî şikandina bandora Naîriyan, di welatê me de hêzekî nû yê bi navê Ûrartû derdikeve qada dîrokê (B.Z. sedsala X). Ûrartû, berdewama Naîriyan e. Zimanê wan zimanê Hûriye ye. Dema desthilatdariya Naîriyan têk diçe, di herêmê de begitiyên biçûk û serbixwe derdikevin holê. Ev begitiyên biçûk yên di bingeha xwe de digihên Hûriyan, bi civakên cûda yên di demên cûr be cûr de hatin herêmê û bi niştecihbûnê re tevlîhev dibin û bi demê re civaka bi navê Ûrartû pêktînin. Sînorê Ûrartûyan ji ber ava Feradê dest pê dike, heta Ermenîstan, Zagros û Torosan dirêj dibe. Dewleta Ûrartûyan di salan 875'an B. Z. de ji hêla Sardûr ve tê avakirin. Paytexta wan Tûşap (Wan) e. Bajarekî ji keleyê pêk tê. Li qeraxa gola wanê li ser zinarekÎ ji hêla qiral Sardûrê yekemîn ve hatiye avakirin. Kevirên vê keleyê tev ji ser avê ji Ercişê hatine anîn. Ev kevirên ku ewqas ji dûr ve hatine anîn di nav wan de ên ku giraniya wan 30-40 ton in hene. Hinek bajarên ku ji hêla Ûrartûyan ve hatine avakirin ev in: Sardûrîhînîlî; ji navenda Wanê 23 km dûr e ango pişt re ye. Bajar keleyeke navdare. Tîtûmînîa; li derdora Ercişê ye. Argîşthînlî; li bakurê rûbarê Arasê nêzî Êrîwanê ye. Teîşebaînî; nêzî Êrîwanê, derdora bajêr keleyeke ji kevir heye. Îrpûnî; li bakurê welat di erdnigariya Ermenistanê de cih digre. Tarûî,Tarmakîşa,Ûlhî; ev her sê bajêr jî li deşta Tebrîzê ne. Ardînî; li derdora Mahabad û di neqeba Geliyê Şîn de avakirine. Rûsahînîlî; nêzî bajêrê Wanê di serdema qiralê Ûrartûyan ê navdar Rûsayaya dûyemîn de hatiye ava­kirin û bûye paytexta dûyemîn. Li wî welatî dewlemendiya hesin, tûnç, zêr û zîv zede ye. Ji ber ku dewlemendiya hesin li ve derê heye, çendîn Asûrî êrîş dibin ser jî lê nikarın wê têk bibin. Li bakur Qiralê Maletye tek dibin û li başûr jî heta Helebê diçin. Li gor serdema xwe şaristaniyeke gelekî pêşketî derdikeve holê. Ev pêşketin xwe, di çêkirina rê, bêndav û cokên avê de nîşan dide. Pergala rêyên bejayî yekemîn bi destê Ûrartûyan ve hatine çêkirin. Her deverê welat bi rêyên bejayî bi paytext Tûşabayê ve hatiye girêdan. B.Z. di 650’an û şûn de dema Keyaksar dibe Qiralê Med’an êrîşên wî yên li ser Ûrartûyan jî dest pê dikin. Di encama van êrîşên berdewam de B.Z di 606’an de dewleta Ûrartû tê rûxandin.
WANE 9.Pirsên Amadekariyê
Împeretoriya Medan kengî û li hemberî kê hatiye damezirandin? Destana Kawayê Hesinkar bi awayekî çîrokî vebêjin? Li Kurdistanê û Rojhilata Navîn wateya roja Newrozê çi ye? Baweriya medan ya wê demê çibû? Hûn felsefe û baweriya zerdûşt çawa şîrove dikin?_
7-MED
B.Z. di 1000’an de Asûrî li herêmê hatibûn asta xwe ya herî bilind. Asûriyan li derdora xwe bandoriyeke herî mezin dikirin. Li ser hemû gelê herêmê zilmeke pir mezin didan meşandin. Li herêma Mezepo­tamaya li hemberî Asûriyan têkoşîna Medan dest pê dike. Li gorî dîroknasê Yewnanî Heredot hêjmara qiralên Medan çar in û navên wan ev in: Diyako, Firortîş, Keyaksar û Astiyag. Diyako (Keykubat): Weke damezrênerê yekemîn yê Dewleta Medan tê naskirin. B.Z. di destpêka sed­sala 8’an de, dibe qiral. Di pêvajoya vî qiralî de Welatê Medan weke hêzeke nû derdikeve pêş. Med û êl (eşîr) ên din yên pêşiyên Kurdan li derdora wî kom dibin. Diyako, rêveberiyeke baş dimeşîne. Ji bo parastina welatê xwe keleyan dide avakirin. Li dijî êrîşên Asûriyan radiweste. Di dema desthilatda­riya Diyako de civaka wî di gelek aliyan de pêşketinên berbiçav bidest dixe. Diyako, zêdetir kariye di nava civakê de yekîtiyekê sazbike. Bajarê Ekbatanê (Hemedan) dike paytexta dewleta xwe. Diyako, 53ê salan bi awayekî serkeftî desthilatdariya dewleta Medan dike. Piştî mirina wî kurê wî yê bi navê Firortîş dibe qiralê dewleta Medan (B.Z. 655). Firortîş: Qiral Firortîş hinek qebîleyên Arî yên ji aliyê rojhilat hatin herêmê xistin bin desthilatda­riya xwe. Civaka Pers jî bi heman awayî bi xwe ve da girêdan. Bi van pêşketinan re dewleta Medan bi hêz û mezintir bû. Firortîş, xwest ji vê rewşa erênî ya derketî holê sûdê werbigire û îlankir ku tû caran wê bandor û gefên Asûriyan yên li ser welatê xwe nepejirîne. Li aliyê din, pêşveçûnên di welatê Medan de çêbûyîn, bala Asûriyan jî dikişand ser xwe. Rewşa derketî holê ji bo Asûriyan metirsî diafirand. Asûriyan li ser vê çenda derketî, ji holê bidin rakirin li ser welatê Medan êrîş dan destpêkirin. Di vê cenga qewîmî de Firortîş û piraniya serok êl (eşîr) ên pê re ji aliyê Asûriyan ve hatin kuştin (B.Z. 633). Piştî qiral Firortîş ji aliyê Asûriyan ve tê kuştin, birayê wî yê biçûk yê bi navê Keyaksar dikeve şûna wî. Weke xebata yekem dest bi ji nû ve rêxistinkirina artêşa Medan dike. Artêşa xwe weke siwar û peya belavî dû beşan dike. Piştî temamkirina leşkerî û sazûmankirina artêşê, li hember Asûriyan dest bi xebatên hevkariyê dike. Bi qiralê Babîlê yê wê demê Nabopolasar re peymaneke hevkariyê tomar dike. Bi heman awayî bi Îskîtiyan re jî peymanekê tomar dike. B.Z. di 1'ê Çileya 615'an de bi artêşeke mezin dikeve rê. Bi artêşa xwe ve ket nava welatê Asûriyan. Di demeke kin de bajarê Erebxa (Kerkuk) dagirkir û ji bo tevgera xwe ev bajar kir navend. Piştî bajarê Kerkuk kir deste xwe, ev der kire navenda amadekariyên êrîşên ser Asûriyan. Artêşa Medan di bin rêveberiya Keyaksar de B.Z. di sala 614'an de berê xwe da paytexta dewleta Asûriyan, Nînowayê. Bajarê Arbeziyê yê ku di rêya wan de bû dagirkir û pişt re bi leşkerên Babîlê re peywendiyê sazbike, berê xwe da aliyê başûr û bajarê Asûr ku navendeke pir kevin ya dewleta Asûr bû bi destxist û talan û wêran kir. Piştî ku ev bajarê girîng hat dagirkirin, qiralê Babîlê di derbarê yekîtiya li hember Asûriyan de û parvekirina sînorên Asûriyan yên piştî şer de, bi Keyaksar re li levhatinek pêkanî. Keyaksar jî, ji bo xûrtkirina vê peywendiya siyasî, neviya xwe ya keça Astiyag ku navê wê Emîtîs bû da Nebûqetne­zarê kurê qiralê Babîlê. Di heman demê de pêwendiyên yêkitiyê, bi rêveberên Îskîtiyan re jî hatin pêkanîn. Dû sal piştî dagirkirina bajarê Asûr (Şirgat) ango B.Z. di 612’an de hêzên Med, Babîl û Îskîtan, di eniyeke berfireh de ji sê milan ve êrîşeke mezin birin ser paytexta dewleta Asûr ya bi navê Nînowayê. Li gorî lêkolînan, bajarê Nînowayê piştî dorpeçeke sê meha û şerekî pir dijwar, B.Z. di 21'ê Adara 612’an de hatiye dagirkirin. Bajarê Nînowa di demeke pir kurt de ji aliyê hêzên hevkar ve hatibû talankirin û şewitandin. Qiralê Asûr yê wê demê Sîn-Şar-Îşkum, dema têdigehe ku bajar ji destê wî derdikeve, bi mal û malbata xwe ve xwe davêjin nav agir û xwe dişewitînin. Beşek ji Asûriyan yên ji kuştinê filitîn jî, bi rêveberê xwe yên bi navê Asûr Obalît re diçin Haranê û li wir ji nû ve dewletekê dadimezrînin. Piştî vê serkeftina dîrokî, qiral Keyaksar û artêşa Medan vegeriyan welatê xwe. Lê, sala piştî wê (B.Z. 611) li ser daxwaza Nabopolasarê Qiralê Babîl, berê artêşa xwe da paytêxta Asûriyan ya nû ba­jarê Haranê. Bi leşkerê Babîlê re ev bajar jî dagir kir û careke din paş ve vegeriya. ASTIYAG: Piştî mirina Keyaksar kurê wî yê bi navê Astiyag bû qiralê dewleta Medan. Bi desthilatdariya Astiyag re, pêşveçûnên ku di demên nêzik de pêkhatin, rawestiyan. Ji ber ku As­tiyag mirovekî aştîxwaz bû. Di pêvajoya desthilatdariya wî de aştî û azadî di asteke bilind de dihate jiyankirin. Di welatê Medan de pêşketina aştî û azadiyan, bi xwe re di aliyê leşkerî de lewazbûn û ji hêzketina împeretoriyê dianî. Di encamê de bandora Astiyag ya di nava civaka wî de kêm bibû û bi wî re, împeretoriya Medan jî ket pêvajoya lewazbûnê û hêdî hêdî bandora xwe winda dikir. Ev rewş di rêveberiyê de lewazîbûyîn derxiste holê, derfetên xwe bi rêxistinkirina xanedanekê ya Persa ku heya wê demê tû bandora wan di nava împeretoriyê de nebû, dabû afirandin. Kîros, serokê Persan û neviyê Qiral Astiyag bû, bi awayekî neyînî di nava dewletê de roj bi roj xwe bi rêxis­tin dikir. Hinek ji rêberên civakên Arî û xûyayiyên Medan jî di nava vê tevgera li dijî Astiyag de cihên xwe girtibûn. Berpirsek Medan ê leşkerî bi navê Harbakos jî bi Kîros re alikarî dikirin. Di da­wiyê de Kîros li dijî Qiral Astiyag serhildan da destpêkirin. Hêzên Astiyag û yên Kîros hatin hemberî hev û di navbera wan de cengeke giran pêkhat.. Di dawiya cengê de artêşa Astiyag têk çû û ew bi xwe jî dîl ket destê Persan . Bi vê bûyerê re împeretoriya Medan ku di pêvajoya pêşketinê de bû, ji holê hat rakirin û di şûna wê de pêvajoya desthilatdariya Kîros ku ji xanedana Axameniyan bû destpêkir (B.Z. 550). . Piştî ku Keyaksar tek diçe ji bo Harbakos wiha dibêje; “Mirovê xirab û bê rûmet! Madem çavê te li desthilatdariyê hebû, çima te bi xwe nekir. Ji ber çi te xwe spart hêzên biyanî? Bi vê helwesta xwe ya qirêj te dahatû û ewlekariya civaka Medan jî xist nava metirsiyê de”. Piştî ku desthilatdarî di keve destên Persan, Persî ber bi Anatolyayê ve diçin. Li vê derê êrîş dibin ser Lîdiyayiyan û di encamp dê wan têk dibin. Med ji desthilatdariya Persan ne rehatin û rahîbên max dibin serokatiya rahîp Goman de xwe bi rex­istin dikin. Dema ku qiralên Persan Daryos derdikeve sefera Misrê, Rahîbê Maxan Goman di sala 521'an de serhildanekê didin destpêkirin û ji nû de dewleta Medan didin avakirin. Lê Daryos sefera xwe dide seknandin û tê hemû êl (eşîr) ên Persan kom dike, êrîşekê dibe ser wan. Di encama vê êrîşê de Goman û hemû hevalbêndên wî tên kuştin. Heta wê demê zimanê dewletê Kurdî ye, li piştî vê serhildanê zi­manê Kurdî tê qedexe kirin, zimanê dewletê resmî dibe zimanê Farisî. [1]
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî - Kurdîy Serû) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol , um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 1,261 mal angesehen
HashTag
Quellen
[1] Website | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://wejeyakurdi.site123.me/- 22-01-2023
Verlinkte Artikel: 19
Gruppe: Artikel
Artikel Sprache: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 24-05-2021 (3 Jahr)
Art der Veröffentlichung: Born-digital
Dokumenttyp: Ursprache
Inhaltskategorie: Enzyklopädie
Inhaltskategorie: Report
Inhaltskategorie: Artikel und Interviews
Provinz: Kurdistan
Technische Metadaten
Artikel Qualität: 99%
99%
Hinzugefügt von ( ئاراس حسۆ ) am 22-01-2023
Dieser Artikel wurde überprüft und veröffentlicht von ( سارا ک ) auf 22-01-2023
Dieser Artikel wurde kürzlich von ( سارا ک ) am 22-01-2023 aktualisiert
URL
Dieser Artikel ist gemäss Kurdipedia noch nicht finalisiert
Dieser Artikel wurde bereits 1,261 mal angesehen
Kurdipedia ist die grösste Quelle für Informationen
Bibliothek
Tausend Tränen, tausend Hoffnungen
Artikel
Spontane Feiern zur „Revolution von Wan“ in Kurdistan und der Türkei
Biografie
Dilan Yeşilgöz
Biografie
Kenan Engin
Biografie
Fevzi Özmen
Biografie
Halil Öztoprak (Xalil Alxas)
Artikel
Die Ezid:innen und das Ezidentum
Artikel
„Die irakische Regierung muss Haltung gegenüber den Angriffen beziehen“
Bibliothek
Die neue Kurdenfrage: Irakisch-Kurdistan und seine Nachbarn
Biografie
Cahit Sıtkı Tarancı
Biografie
Sebahat Tuncel
Biografie
Saya Ahmad
Biografie
Ismail Küpeli
Bibliothek
FREIHEIT FÜR DIE KURDISCHEN POLITISCHEN GEFANGENEN IN DEUTSCHLAND
Biografie
Mely Kiyak
Artikel
KNK-Vorsitzende rufen zur Einheit auf
Artikel
Monika Morres: Mutig und beharrlich weitermachen
Bibliothek
Der Iran in der internationalen Politik 1939-1948
Bibliothek
Themen Aus Der Kurdischen Wortbildung
Biografie
Leyla Îmret

Actual
Bibliothek
Die WELT hat mich VERGESSEN
28-11-2018
نالیا ئیبراهیم
Die WELT hat mich VERGESSEN
Biografie
Said Nursi
19-01-2022
هەژار کامەلا
Said Nursi
Artikel
Gökay Akbulut zu Solidaritätsbesuch in Amed
30-07-2022
سارا ک
Gökay Akbulut zu Solidaritätsbesuch in Amed
Bibliothek
Konflikte mit der kurdischen Sprache in der Türkei
11-06-2023
هەژار کامەلا
Konflikte mit der kurdischen Sprache in der Türkei
Bibliothek
Themen Aus Der Kurdischen Wortbildung
06-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Themen Aus Der Kurdischen Wortbildung
Neue Artikel
Bibliothek
Themen Aus Der Kurdischen Wortbildung
06-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothek
FREIHEIT FÜR DIE KURDISCHEN POLITISCHEN GEFANGENEN IN DEUTSCHLAND
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Der Iran in der internationalen Politik 1939-1948
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Die neue Kurdenfrage: Irakisch-Kurdistan und seine Nachbarn
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Tausend Tränen, tausend Hoffnungen
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Revolution in Rojava
28-03-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Die türkische Filmindustrie
26-03-2024
هەژار کامەلا
Biografie
Müslüm Aslan
17-03-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
saiten Her biji Azadi!
17-03-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
LEIDENSCHAFTLICHE LIEDER AUS KURDISTAN
17-03-2024
هەژار کامەلا
Statistik
Artikel  517,178
Bilder  105,497
PDF-Buch 19,117
verwandte Ordner 96,144
Video 1,293
Kurdipedia ist die grösste Quelle für Informationen
Bibliothek
Tausend Tränen, tausend Hoffnungen
Artikel
Spontane Feiern zur „Revolution von Wan“ in Kurdistan und der Türkei
Biografie
Dilan Yeşilgöz
Biografie
Kenan Engin
Biografie
Fevzi Özmen
Biografie
Halil Öztoprak (Xalil Alxas)
Artikel
Die Ezid:innen und das Ezidentum
Artikel
„Die irakische Regierung muss Haltung gegenüber den Angriffen beziehen“
Bibliothek
Die neue Kurdenfrage: Irakisch-Kurdistan und seine Nachbarn
Biografie
Cahit Sıtkı Tarancı
Biografie
Sebahat Tuncel
Biografie
Saya Ahmad
Biografie
Ismail Küpeli
Bibliothek
FREIHEIT FÜR DIE KURDISCHEN POLITISCHEN GEFANGENEN IN DEUTSCHLAND
Biografie
Mely Kiyak
Artikel
KNK-Vorsitzende rufen zur Einheit auf
Artikel
Monika Morres: Mutig und beharrlich weitermachen
Bibliothek
Der Iran in der internationalen Politik 1939-1948
Bibliothek
Themen Aus Der Kurdischen Wortbildung
Biografie
Leyla Îmret

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Generationszeit Seite: 1.094 Sekunde(n)!