Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 517,477
Bilder 106,122
Bøker 19,169
Relaterte filer 96,503
Video 1,308
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-...
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-k...
Bibliotek
Det som var vanskelig å lev...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
DÎROKA ZIMAN
Gruppe: Artikler | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

DÎROKA ZIMAN

DÎROKA ZIMAN
$DÎROKA ZİMAN NAVEROK:$
Dildar Satî
Ziman û civakbûn
Şêwazên belavbûnê û ziman
Kok û warê belavbûna zimanê aryan
Kurte dîroka zimanê kurdî
Malbata zimanê kurdî
Alfabeyên ku kurdan bi kar anîne
Bi gistî pişaftin
Polîtakakyên pişaftinê yên li ser kurdan
Îraq
Sûriye
Îran
Tirkiye
Bi gîştî encamên pişaftinê
Jin û ziman
Rista jina kurd di parastin û pêşvebirina zimanê kurdî de
Di wêjeya devkî û nivîskî de rista jina kurd
Di parastin û dewlemendkirina zimanê kurdî de rista wêjeya devkî
Wêjeya kurdî ya nivîskî
Navdêrên ku di pêşxitina wêjeya kurdî de rist lestine
Rewşa zimanê kurdî ya îro
Sosyolojiya zimanê kurdî

DÎROKA ZİMANÊ KURDÎ PÊNASE: Ziman çiye?
PÊNASE
Ziman navgînemke xwezayîye ku têgihîştinê di navbera mirov de çêdike.
Ziman heyîneke zindiye ku zagonên wî yên xweser hene û encex li ser bingehê wan pêşdikeve.
Pergalêke hevpeymanên veşartî yên ku bingehê wê di demên ku neyên zanîn de hatiye avêtine.
Saziyeke çandî neteweyî û civakî ye ku ji dengan hetiye hûnandin.
Ziman hêza civakûyînê ya herî bingehîne. Yanî ziman civakbûyîn bi xwe ye. Girêdana zarok û dayîkê çibe girêdana ziman û civakûyînê jî ew e.
Zinam hem civakbûyîne hem jî hîs û çande.
Bi gotineke din ked bi xwe ye. Gotineke çîniyan heye dibêje: zimanê xelkê cil û berge zimanê mirov cildê mirov bi xwe ye.
Mirov di zimanê xwe de veşartiye
Zimanê mirov tixub ango sînorê cîhanê mirove.
Ziman şertê heyînê bi xwe ye ( wîngesteyîn)
Ziman hizir bi xwe ye (Marks)
Çi tiştê ku mirov dihizire û wateyekê digire zimane, kesê ku bizane bipeyîve qet ne feqîre ( gotina pêşiyan ya Efrîqa )
RÊBER APO
Rêber APO dibêje: ziman hêmanê sereke û yê yekemîn ê pêşistin û pêşvebirina civakbûyînê ye
Navgîna ragihandina mirov çand û civakan e, sedema hebûna mirove.
Zimanê gelê kurd nasname û bîra wî ya civakî û neteweyî ye
Zimanê neteweyekê giyana wê ye û giyana wê jî zimanê wê ye. Di rastî de her tiştê ku di xwezaya daringî û giyanî de hebe û di mêjiyê mirov de li beranberî weteyekê bide ziman e. Gotina ku kesê an jî gelê ku zimanê wî hebe dîroka wî/ê jî heye, kesê / an jî gelê ku zimanê wî/ê nebe dîroka wî/ê jî nîne wate dibîne.

ZIMAN Û CİVAKBÛYÎN Çend zaroka dixin xaniyekî cihekî tarî û kes bi wan re na_ axive ew zaroki tenê heta ku dimire jî nizane biaxive, lê du zarokan dixine cihekî ew di nav xwe de zimanekî taybet çêdikin, lê ji bilî wan kesek ji wan fêm nake Ziman hizire, hizir jî bi kedê pêşketiye! Bi pêşketina zimên re çandeke civakbûyînê çêbûye , ev jî bûye sedema guherînên civakê Piştî hilweşîna newala rîfê rewşa kîşwerî tê guherîn. Lawir neçar dimînin dakevin erdê, êdî neçar dimînin ku li erdê bijîn. Di wan rewşan de di navbera cureyên zindîwaran de jî cûdahî çêdibe. Lê bi ezmûnan hatiye misogerkirin ku her çiqas hidamê organên deng û hizirê girîng bin jî di derbas bûna ziman de mîsiger bi jiyana bi wateya civakî re digihêje çawaniyeke û pêşdikeve. Çend hêmayên hizirê yên bi tixûb û awayê anîna wan a zimên ku jest û mîmikên rastî serdema kilanê tên ku ew jî teşeyê civakbûnê yê herî sertayî û teng e. Zimanê destpêke xwe dispêre îşaretan jest û mîmîk hê jî ji hatina asta dengan pir dûr in. Her ku jiyana civakî pêşdikeve ziman pêşdikeve, her ku ziman pêdikeve jiyana civakî pêşdikeve. Di vê pêk hatinê de pêşketina hizir û ziman vebeyîneke ne qels e li ser ava kirina civakî, vebeyîneke pir bi hêz û wate ye Ev di heman demê de pêşketina dualîteya civakî jî nîşan dide. Divê li vir yanî di avakirin û pêşketina civakê de rista dayîkê bê zanîn. Ango ziman çawa bi rêka dayîkê pêş ket Dema ku em berê xwe didine rastiya dîroka avabûna jiyana civakî û pêşxistina civakê em her dem dibînin ku jinê ango dayîkê risteke dîrokî lîstiye. Ango rista dayîka xwedawend gelekî mezin e. Bi gîştî di nava ahengiya xwezayê de jî her dem girêdana giyanewerên mê û çêlîkan zêdetir e. Ev girêdan ji bo cureyên despêkê ku dişibiya mirov jî wisa ye. Guherînên ku di kişwerî hewirdor û erdnîgariyê de çêbûyî sedema perasena derketina ziman e. Baş tê zanîn ku nas kirina civakekê bi naskirina mercên wê yên dîrokî û erdnîgarî ve girêdayî ye. Dîroka qut bûna jin ji piramîtiyê heta şoreşa cotkariyê heta heşt milyon sal diçe CİH RÎFA AFRİQAYÊ Hem delîlên şînwarnasî hem jî li herêmê peydabûna pir cinsên nêzîkî vê a niha vê tezê pişte rast dike Qutbûn ji nişkave çêbûye an bi parasanê çêbûye baş nayê zanîn. Ji xwe ev ji hêla mijara me ve jî ne pir girîng e Çêbûyîn û dest dayîna pergala zengelorê ji bo derxistina pir cure dengan û mezinahiya çapa mêjî jî ji avantajên me yên nû ne. Ji ber ku newala tebiqî ya Rîfa Efrîqeya Rojhelat hem xwedî çoltar û daristan bû, hem jî xwedî gol û gervok bû, lewre ji bo ewlekariya cureyên mirov stiratêjîke. Bi taybetî jî reva demdirêj ya ber bi golan ve bû sedem ku mirov mûyên xwe yên lawirî winda bike biweşîne û nêzîkî mirovê bi mû yê nû bibe. Kiswer ji bo vê heta dawiyê dest dide. Eventajekî din ê Rîfê ew e ku dema heman peraf bêne şopandan û heta dighêje torosan riyeke xwezayî pêk tîne. Di heman demê de xeta fayê û hatina ber hev û ji hev cihê bûna du perçeyên parzemînê asya û Efrîqa jî pêk tîne. Tê hizirîn ku di Newala Tebiqîn a Rîfê de bi milyonan salan bi awayê kilanî jiyane. Mirov dikare bêje ku ber bi hundirê Efrîqayê jî her dem di nava koçberiyê de bûne. Gelek agahî hene dibêjin ku belav bûna vî cinsî ya cîhanê esas li ser xeta bakûrê Rîfê çêbûye. Tê texmîn kirin ku heta dighêje homosapîyansan ( mirovê ku dihizire) gelek cureyan heman rê şopandine. Heta niha li ti cihên cîhanê ên din rastî cureyên din ên ku dişibin mirovan ne hatine, koka hemû cureyên ku dişibin mirovan li Rojhelatê Rfrîqayê ye. Heta niha li deverê cihê yên dinyayê gelek fosîlên temenê wan milyon sale hatine dîtin tê pejirandin ku tavahiya curyan beriya serdema çaremîna a qeşayê li dinyayê belav bûne. Tê hizirîn ku di tevahiya vê dema dirêj de cûreyên mirov wek klanê ji bîst- sî kesî tevgeriyane. Debara xwe bi nêçîrvanî û komkirina pincaran kirine. Pejirandineke giştî ya ku van her du cure çalakiyan li ser çêbûna dest û lingan bandoreke baş kiriye heye. Bermahiyên fosîlî didin nîşan dan ku di wê demê de di stargehan de di giravan de, di şkeftan de û li ser stargehên li ser daran jiyana xwe domandine û ev ji bo wan gelekî baş bûye. Ewlekariya wan baştir bûye. Wê demê hîn malbat û maldarî pêşneketiye. Klan bi xwe malbate. Tê zanîn ku karîbûne bi zimanê îşaretan (zimannê deng û beden) li hev bikin û xwe bigînin asta sembolan. Em niha baştir fêm dikin ku ji bo na ziman xwe bighîne asta sembolan pêvajoya karvaniyeke dirêj hewce dike. Lêkolîn didin diyarkririn ku nêzî sed û pêncî dused hezar sal berê nifşê homo sapîensan nêzîkî taybetmendiyeke zimanê sembolan bûye. Heman çavkanî didin diyarkirin ku cihê zimanê îşaretan yekem car bi dengan ê nûjen û di hevgirtin û belavbûna cîhanê de risteke mezin dilîze 50 hezar sal berê bûye. Ev çalakiya belav bûnê di heman xeta Rîfê de ber bi bakûr ve li dinyayê belav bûye. Di vê demê de komên ji hev dighêjin zêde dibin û ji wan cure û komên cuda jî ava dibin. Di despêka Homosapîens sapîensan ( mirovê ku di hizire û diaxive)de em rastî ji hev cuda -bûna ziman û nîjadan nayên. Lê mirov dikare texmîn bike ku komên xwe mezintirîn kirin. Jin di komkirin û berhevkirina giya de, zilam jî di nêçîrvaniyê de pispor bûne. Tê peyîtandin ku ev kom gelekî pêşketine. Resîm û xêzkirinên di hinek şkeftên li Colemêrg û herêma di navbera Spanya û Firansayê de pir bi hêz in û ji wê demê mayîn e. Li gorî teoriya koçberiyê: Giştî her du herêm ji bo koçberiyên ji Efrîkayê li cihekî baş in. Xwe gihandina wan di ser Rojhelat û Rojavayê Derya Spî re gengaz e. Ev teorî bi teoriya giştî ya koçberiyê û belavbûna li dinyayê re li hev dike. BEŞA 3. CİH Û WARÊ DUYEMÎN Ê KOMBÛN Û NAVENDA BELAVBÛNA CÎHANÊ YA NİFŞÊ MİROV Û ŞOREŞA ZİMAN Hêmanên mirov didin hizrandin ku piştî derketina ji Rîfa Efrîkkayê deriyê cihê bingehîn ê kombûnê û navenda belavbûna hemû dinyayê Toros – Zagros in pir in. YA YEKEMÎN: Ev kevan dawiya rêya xwezayî ya ji Rîfê ye. Heta bi van deran pêl bi pêl tên. Ji ber ku çolistana sehra mezin û çolên Erebîstanê deriyên Rojhelat û Rojava girtîbûn, coya sûveyşê û deryaya Spî bibûn cihê rêya belavbûnê ya xwezayî. Peravên başûrê Deryaya Spî di ser tengava( gewriya ) cebelûtarik de ber bi Spaniya û Ewurupayê ve riyeke duyemîn û girîng pêk tînin. Lê şert û mercên erdnîgarî wê ne biqasî yên Derya Spî ne. Di navberê de astengên dijwar û pirsgirêkên zad hene. Riya herî mangî piştî peravên Deryaya Spî di vê kevana ku rêzezincîra çiyayên Toros – Zagros pêk tînin û wekî heyvika zêrîn hatî bi navkirin re derbas dibe. Şert û mercên vir ewqas li cihin ku ne gengaze mirov nebin civak û pêş nekev e. YA DUYEMÎN : Ji bo civakên mirovan mercên kişwerî di asta zeviyeke xwezayî de ne ku xwedî fêkiya ne. Herikîna gelek çem û dewlemendiya lawirên nêçîrê ji bo sitirîn û ewlekariyê hebûna şkeftên mangî. Mirov dikare bide diyarkirin ku piştî Rîfa Efrîqa cihê duyemîn ê bi cihûwarbûna mirovan ev axa pîroz ya Mezobotamiya ye. Weke cihê yekemîn kurk ketina mirovahiyê ye. YA SÊYEMÎN: Çêbûn û pêkhatina herêmeke fereh a ziman ji bo nifşên mirov derfetên pir mezin ên civakbûn, xwe parastin û zad bi destxistinê çêdike. Dibe ku şoreşa dîrokê a destpêkê şoreşa ziman be. Wê guncav be ku mirov ji vê şoreşa mezin ya destpêkê re bibêje şoreşa ziman. Lewre di vê erdnîgariyê de tu şoreşan bi qasî vê şoreşê xizmet ji mirovahiyê re nekiriye. Her roj têgîneke pîroz, mirov dikevin nava pergaleke nêzî pergala malbatiyê (klan) , cara yekem di stargehan de dibin xwedî jiyaneke bi ewle. Di çar demsalan de bi awayekî ewle dijîn. Dema ev pêvajona hemû dibin têgîn, zimanê hevpar ê civakên berferh derdikeve, ya rastir cara yekemîn NASNAMEYA ku civakan ji hev cihê dike çêdibe. KOK, CİH Û WARÊ VELAVBÛNA ÇAND Û ZİMANÊ ARYAN: Koma ziman- çanda Aryan çi di warê ziman de, çi jî di binsaziyeke bi kok a çandî de hîmekî girîng daniye, ev jî bi mercên dîrokî û erdnîgarî ve girêdayî ye. Salên di navbera 10.000 – 4000’ ê BZ’ê de dema dirêj ya bi cihbûn û sazîbûna vê çandê, vî zimanî îfade dike. Jixwe gelek berhem ên vê demê ne. Gêsin tekirlek, ajotina zeviyan, tevin, destar, çomlek, hunerê destan, û hwd. Hatiye destnîşankirin. Ol sazbûye. Bivir, kêr, aş, avanîsazî (mîmarî) tê vedîtin. Mînakên ku vê rastiyê pişte rast dike îro jî di erdkolanên li Riha ( gobeklîtepe ) û cihên din têne dîtin hene. Gelê hermê heta îro ji van amûrên çandê û koma gotinan bi kar tîne. Ev jî nasnameya devera kakil (dendik) ronî dike. Geo – cih, erd- jin, roj, mur – mirin, sol, neo- nû, ga, gran-gran, meş , xweda, guda, gudea û hwd. Ji koma gelên xwe cih ên kevin ên herî têne naskirin, kurd, fars,belocî, efgan, hîna ji wan gotinên kok ên me jimartin bi kar tînin. Ev jî dest nîşan dike ku koka zimanê arî ne ji Hînd- Ewrupayê hatiye. Ya me gotî berovajî vê dide nîşan dan. Ev çanda ku em behsa wê dikin dikarin koka wê bibin heta bi heta 12 hezar sal berî vê û ev di metnên nivîskî yên sumerande jî hatine nivîsandin. Di dema vê çandê de Ewrupa di serdema kevir a kevin de bû, Hîndîstan jî di dema pîgmeyan de bû. Vê çanda Arî di serdema xwe de amûrên ku afrandine heta roja me ya îro jî hema bêje biqasî ku hemû mirovahî bi kar bîne û hîna bi kar tînin e. Jixwe gelên wê demê cih û warên wan bi serê xwe şûnwarnasîne. Mirov dikarê wekî nasname berî 6000 sal diyar bike. Êdî nîjad ji hev cuda dibûn. ŞÎROVEYEKE DİN: Şîroveyeke herî nêzî rastiyê ye ku dema pêşiyên sûmeran destpêkê ji Mezobotamyaya jorîn ber bi mezobotamiyaya jêrîn koç dikin, ew koç rastî dema Tel Xelef(BZ 6000- 4000) çaxê herî pêşketî a kakil Aryanyên mezobotamiya jêrîn tê. Çanda wê ji bixwe re di bin û derdixînin qonaxeke jortirîn. Divê mirov sûmeran ji komên koçkirî wêdetir weke belavbûna çanda Tel xelef bi nav bike. Hêmana bingehîn a herî bi bandor belavbûne. Bêguman neraste ku mirov çanda xwerû bi bizire, ketina wan ya nav hev her dem gengaz e. Çawa ku îro gelek kes koçî DYE û Ewrupa dikin. Piştî ku Aryan li kevana bi xêr û ber bi ser, ket û saziyeke xurt çêkir, di belav bûna ber bi Îran, Efganjîstan, Pakîstan û Hîndîstana îro de gelekî bi bandor bû. Ya koçî van deran dike ji mirovan zêdetir çande. Ango koçên fîzîkî bandorên çandî ne. Di serî de li zozanê Îranê BZ 7000 sal Li Hîndîstanê BZ 4000 sal Li Turkmenuîstanê BZ 5000 sal de belav bûye. Di dîrokê de şoreşên çandî pir bi zehmetî çêdibin. MİJAREKE DİN YA GİRÎNG JÎ Jİ HEV CUDAKİRİNA KOMA ZİMANÊN ARYAN Û HÎND – WERUPA YE: Komên Aryan ên ji protokurd, fars, Efgan û Belociyan di vê giftûgûyê de li rêzên pêşin. Rengê zimanê Hûriyan prot- kurdin. Bi vî awayî xwemaliya çand – zimanê Aryan ê ku xwe dispêre gelên resen zelal bû. Şoreşa neolotîkê bi vê çand û zimanî çêdibe. Herêma wê ya kevin ji Toros- Zagrosan pêk tê. Zelal bû ku herêma çand û zimanê Aryan kevana zêrîn a bi xêrûbêre. Xebatên Etmolojîk erdkolan- şûnwarnasî Etmolojîk – nîıjadnasî jî vê tezê pişte rast dikin. Ji ber dem dirêje û erdnîgarî pir ferehe mirov nikare nexşeyeke vê belavbûna çand – ziman derxîne. Lê mirov dikare bêje ku belavbûneke mîna ya ber bi başûr û rojhelat ve ber bi bakûr û rojavayê Ewrupayê ve jî pêk hatiye.[1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 1,030 ganger
HashTag
Kilder
Koblede elementer: 10
Gruppe: Artikler
Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 24-05-2021 (3 År)
Bok: History
Dokumenttype: Originalspråket
Provinsen: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Element Kvalitet: 99%
99%
Lagt inn av ( ئاراس حسۆ ) på 22-01-2023
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 22-01-2023
Dette elementet nylig oppdatert av ( سارا ک ) på : 22-01-2023
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 1,030 ganger
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død

Actual
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Det som var vanskelig å leve med
21-03-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Det som var vanskelig å leve med
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 517,477
Bilder 106,122
Bøker 19,169
Relaterte filer 96,503
Video 1,308
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 0.781 andre!