图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,541
图片 106,566
书籍 19,267
相关文件 97,105
Video 1,385
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Çiyayên Girît, Rûscûk û Kurdistanê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Çiyayên Girît, Rûscûk û Kurdistanê

Çiyayên Girît, Rûscûk û Kurdistanê
$Çiyayên Girît, Rûscûk û Kurdistanê$
#Çiya Mazî#
Gelî belengazên çiyayî; ez di nîgaş û xeyalên xwe de hê jî li salên 1830 û 40’î de bûm. İşev jî du dem bûn yek di xewna min de. Dîsa di dema Bedirxaniyan de bû dem. Lê ez di wê demê de li mîrekiya cîranê wan bûm îjar. Li Muksê… Mukus çiqas xweş bû ez bibêjim; newalek şîn î kal û bi av û dar bû. Ne zîvirokên rêyan diqediyan û ne xweşikiya deviyan, ez li ser çiyayên wê difiriyam îro û min hemû nebat û rihberên li jêr didîtin. Mirovan dîlan dikirin rêz bi rêz. Bêhna nêrgîz û binevşan xwe dida asoya gewrik. Xuşexuşa avê bi ser dengê çivîkên li ser darên qajan diket. Ba bûbû hevalê lîrandinan. Gerxêle û geryana mirovan berbiçav bû li gorepanê. Ji min eyan bû û yek xuya bû bi heybeta xwe li nava gorepanê. Ew mîrê Mukusê bû, Mîrê Wanê Mahmut Xan. Vî mîrî jî dîsa eşîretên dora xwe dabûn hevdû û li himber Osmaniyan serî hildabû, digot ezê bibim xwedî dewlet, li gor ku min fêm dikir. Dema wî di xewna min de wisa derbas bû; ew bi ser ket û demekê serbixwe jiya, lê bi gelek fen û fûtan hat girtin û mişextî bû. Min dît, deh salên din cardin hat û dîsa serî hilda. Ji xwe dem bi dem bi hêzên Bedirxaniyan re bû yek. Lê dawî ji wî re jî negotin “Xwedîdewlet”. Ew jî hat girtin, tevlî êla xwe, li ser hespan, bi karwanî, di nava deşt û newalên welatê xwe de berî da welatê biyan, welatê xerîbiyê û çûn deverek dûr. Li alî Ewropa sînorê herî ber bi bakurê rojava re, bi mehan meşiyan û gihaştin Bajarekî Bulgaristan Rûscûk. Wî û êla xwe welatê xwe ji bîr nedikirin, wekî mirov çûbe dinyayek din û ji heyvê jî wê de û welatê mirov jî di binê ewran de mabe û tenê dîmenên zahmet, dîmenên xwînê li pêş cavê mirov bimîne, wisa her roj wec li wî û mirovên derdora wî, malbata wî zer dibû. Her roj diheliyan li wê derê. Salek zer hatibû pêş çavê min û min dît di wê sala 1866’an de Xan Mahmut li wê derê heliya, heliya û di nav destan de bi şîn û girî koça dawî kir.
Min ji xwe re digot ji bo bajaroka Rûscûk û grava Girîtê, û min digot ji ber di dîrokê de mişextiyên kurdan ji bo vê derê; “ev Rûscûk û Girava Girîtê bi rastî diviyabû bibûya milkê Kurdan û navê wan jî biguheriya wekî ya Girîtê bibûya “Girîtîkurd” an jî “Girtîkurd.” Û ya Rûscûk jî bibûya “Rûscûkurdît”.
Min dû re jî xwest ez hînî wateya wan û cîhê wan bibim û min rahişt cîlda ansîklopediyê. ’Girît’ çi bû, li ku bû û çima Kurd dişandin wê derê? Bi ponijandineke çend kêlîkan hizirîm. Di berdewamiya vegotina wateya Girava Giritê ya di ansiklaopediyê de jî pêhesiyam ku Girît, di nava bahreke mezin de ye û dûrbûn û têkiliya wê ya bi dinyê re kêm e. Dîsa fikirîm û xwe bi xwe min got; “ev der bi awayekî xwezayî bûye cihê mişextîya mirovan û herwiha bûye a Kurdan jî tiştê fêm dikim; ji bo ku mişextî nikaribin vegerin û ew ruhê xwe yî bi axê ve girêdayî winda bikin hatiye hilbijartin. Girava ku li nava Bahra Spî ye û germa Bahra spî ya hêwî mirovan nerm dike û diguhere.” Pê hesiyam ku ev der, her wiha di nava Bahra Ege û Bahra Spî de sînor e û ji avhewa rojhilatî derdikeve. Ew girava ku min heta niha baş nasnedikir bi nişanên xwe ez ecêbmayî hiştim. Yek bi yek agahiyên gravê min li pelpêça xwe dinivîsand: “Grav, di nav vê bahra bê dawî de reşahiyeke ku dorhêla wê 2452 mt. ye.” Ji bo çiyayan jî û wê balkêşiyê ez matmayî hiştibûm; “çiyayên mezin li wir jî henin” min digot û diponijîm bi ser ansiklopedî û pelpêça xwe de; “Qey van çiyayana kurd ber bi xwe kişandiye, çi ye? Pir bilind û pir gewre ne ev çiyana. Wekî Çiyayê Orî û çiyayê Lefka, li gor di ansiklopedî de dihat gotin bi darên zeytûnan xemilîne. Gelek bajerê ku navên wan dişibiya bajarên Kurdan jî bala min kişandibû. Ewên ku di xewna min de derbas dibûn wekî navê mirovên wan bûn ew nav. Bajarê Rizo, Resmo, İzeddîno, Sitiya û w.d. Di sohbetan de carinan li van navan rast hatibûm. Piştî min xwest hinekî jî li ser Rûscûkê bisekinim û derbasî tîpa “R” yê bûm.
Rûscûk: Ew jî bajarekî ku berî salên 1900’î bajarê herî mezin yê Bulgariya bû û navê wê Rûse bû. Bajarekî pêşketî yê ber Çemê Dunov e.
Balkêşiya şibandina çiyayên kurdan û Girîtê ew ez birim ba Kaloyekî. Min ji Kalo xwest ku hinekî bahsa çiya û newalên ku di van xewnên min de bahsa wan tê kirin bike, “ev çiyana çi ne? Çawa kurd dibêjin ’di dîrokê de Kurd parastine?’ Ev taybetiyên wan çi ye?”
Kalo bi hatina min û pirsên min kêfxweş bûbû û bi kêf pelpêçek biçûk ji bêrîka xwe derxist û hêdî hêdî dest bi vegotinê kir û pê re jî carinan notên xwe ji min re dixwend:
Tu zanî min berê giş li ba xwe nivîsandine ezê ji te re jî bibêjim: Ku em ji Nemrûdê dest pê bikin; li bakurê çiyayê Nemrûd Çiyayê Sîpanê Xelatê heye, nêzî çarhezar û çarsed metroyî ye bilindahiya wî. Li lûtkeya wî xwezayek bêhempa heye, li ser sukura wan î bilind ava germ û ya cemidî li ber hev, her yek ji kaniyekê derdikevin û li ba wan jî cîhek heye ku tenê halawa germ a avê derdikeve, ecêbek mezin e. Tu zanî ev ne çiyayê Nemrûd yê Semsûrê ye, ev yê li nêzî bajarê Wanê ye yê ku min qal kir. Îjar li bakurî Gola Wanê Çiyayê Tendurekê jî heye 3313 mt ye, Aladax 3610, îspirîz 3557, Çiyayê Vaviran 3550 mt û li bakurê van çiyayan, Çiyayê Agirî heye 5165 mt ye. Van çiyayana Torosên rojhilat in, ji Mereşê dest pê dikin heta Sêrtê dom dikin. Ji vana û ber bi başûr ve berrî, ji vana û ber bi bakur ve jî deşt û zozan in. Çiyayê Oramar, Sînorê Tirkî û Îranê diyar dike, li bakurê rojhilatê wî Gola Ûrmiyê heye, golek Kurdan a mezin e ew jî. Çiyayê Delenpêr sînorê Tirkî, Îran û Iraqê diyar dike, 3748 mt ye. Li jêr jî Zagros jî di navbera dilê axa Kurdan de ye. Çiyayê Qendîl jî li jêra axa Kurdan e, bilindbûna wî 3782 mt ye. Li Jêr dîsa wekî li rexê ava Zapê Hawarabdi 3168 mt, Helgurd 4013 mt, Dolareş 3449 , Pira Maxrûn 3183. Çiyayê Handirînê ku li Rewandizê ye 2793 mt ye.
Kalo ev jî digot: Ew Mîrê hate sirgûnkirin çû Rûsçûkê Xan Mehmûd e. Ne Mîrê Miksê ye. Mîrê Mehmûdiyan e. Mehmûd Xanê Mîrê Miksê jî di vê dewrê da heye. Wekî di xewna te de tê gotin du Xan hene li vê dewrê û deverê.
Piştî van agahiyana Kalo keserek kişand û bi hestiyarî dom kir; neqebek heye tu zanî mêvanê delal, ewa ku bahs dikin dibêjin di dîrokê de tu kesî bi dest nexistiye ew jî li ser axa Kurdan e, wekî Neqeba Dokanê. Yek ji van neqebana jî Geliyê Şîn û ya Avaşîn e. Li gor ku pir tê gotin û min bihîstiye, dibêjin Îskender jî dema ku di vir re derbas bûye bertîl daye Kurdan. Li ser van çiyayana zivistan naqede, 8 mehan deh mehan didome, hema bibêje salweqet zivistan e û pir sar e. Tu zanî di Cotmehê de carinan berf dest pê dike heta serê Gulanê. Ji ber wê yekê jî ava vexwarinê pir e li ser xaka Kurdan. Di dîroka arkaîk de ji van deran re gotine “Buhuşt û Aden”. Bi taybetî ev peyv dibêjin Ereban an jî mirovên Erebîstanê bilêv kirine. Ji ber ku warê wan pir germ bûye wekî dojehê hatiye gotin û vir jî bûye Buhuşt. Ji xwe êdî zanyar dibêjin mirovahî li vê derê li koka xwe digere tu zanî, ew jî ji ber avê û hewaya xweş û şewqa tavê ye ku wan deran li gor dinyayê bûye navendeke jiyana mirovan. Bi qasî ku ez hîn bûme ji zanyaran; di dîrokê de qîsmekî mirovan ji ber vê yekê xwe li vir û Rojhilata Navîn girtine û di olên semawî de jî dibêjin ku ev herêm a xaka Kurdan jî di navde ye pîroz e.
Kalo êdî kurt birî peyv û nexwest ku pir dirêj bike. Bi sekina wî re min axînek kûr kişand û destê xwe da ser destê Kalo û serê xwe bi giranî hejand. Îjar jî hînî gelek peyv, têgeh, qewmînên dîrokî û ya herî mezin erdnîgarîya wan bûbûm û ew deverana hatibûn ber çavên min. Piştî ku ji Kalo qetiyam û bi çend seetekê û bi wê kêfa giran dîsa ketim amadekariya xeyalên xewnên tahl û şêrîn yên din.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览471
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://rewanbej.com/- 21-01-2023
挂钩项目: 5
小组: 文章
Publication date: 11-06-2015 (9 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 历史
书: 报告
文件类型: 原文
普罗旺斯: 北库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 21-01-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on21-01-2023
此产品最近更新( سارا ک ):21-01-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览471
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.187 KB 21-01-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,541
图片 106,566
书籍 19,267
相关文件 97,105
Video 1,385
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!