$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Azad Azadî
Nav paşnav: Mehmet Kizilboga
Cihê jidayikbûnê: Riha
Dayik-Bav: Fadîme-Hasan
Dem û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Azad, li xaka pîroz a Rihayê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû, ku li vê xakê hêviyên azadiyê yên gelê me yê welatparêz bi partiya me PKK'ê şîn bûn. Ji ber ku li Rihayê mezin bû ku li dijî nokoer û dagirkerên li Kurdistanê têkoşîneke mezin lê hate meşandin, Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê zû nas kir û bala wî çû ser têkoşînê. Ji ber polîtîkayên dewleta Tirk a mêtinger, mîna gelek malbatên Kurd li nava malbateke bi zor û zehmetiyên madî mezin bû. Ji ber vê yekê jî neçar ma ku di temenekî biçûk de bixebite. Hevrêyê me Azad ku piştgiriya madî da malbata xwe, mijara kedê zû nas kir û kesayetiya kedkar û berpirsyar bûn taybetmendiya sereke ya hevrêyê me. Hevrêyê me neçar ma ku sala 2010'an tevî malbata xwe koçî bajarê Antalyayê yê Tirkiyeyê bike û di vê demê de cihêkarî û nêzîkatiyên faşîzan ên li hemberî gelê me ji nêz ve dît. Hevrêyê me ku têkoşîna me ji nêz ve nas kir, tevlî nava karên ciwanan bû û li dijî êrîşên asîmîlasyonê yên li ser ciwanên Kurd têkoşiya. hevrêyê me weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet qebûl nekir ku li hemberî êrîşên qirkirin û îmhayê yên li ser gelê me bêdeng bimîne û sala 2014'an li Mêrdînê tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû.
Hevrêyê me ku perwerdeya gerîlatiyê ya bingehîn bi serketî qedand, bi kelecaneke mezin tevlî nava jiyana pîroz a PKK'ê bû û kete bin bandora têkiliyên hevrêtiyê yên pîroz ku bingeha jiyana gerîla ye. Bi enerjiya têkiliya hevrêtiyê ya xurt a PKK'ê, bi îrade û enerjiyeke mezin tevlî nava karên şoreşê bû û bi kesayetiya xwe ya kedkar di demeke kurt de bi jiyana PKK'ê re bû yek. Hevrêyê me Azad ku kûrbûna li ser felsefeya Rêber Apo ji xwe re kir esas, bi hesasiyeteke mezin Nêzî wezîfeyên şoreşê bû û tevlîbûneke bi mînak pêk anî. Ji bo hêviya paşeroja azad a gelê me şênber bike kete nava hewldanên mezin, hêrsa xwe ya li dijî dagirkeran jî di têkoşîna xwe de nîşan da. Hevrêyê me Azad bi perwerdeyê di taktîkên gerîla de pispor bû, derbasî qada Çarçella bû ku yek ji navendên têkoşîna gerîlatiyê ya li Kurdistanê ye û dest bi pratîka xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê kir. Di karên binesaziyê de ku pêwîstî bi ked û amadekariyên bingehîn ên şer hebû, demeke dirêj ma, kedeke mezin da û bi hewldan û pratîka xwe li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê. Sala 2015'an di dema êrîşên îmha û dagirkeriyê yên artêşa Tirk a mêtinger de di asta pêşengiyê de tevlî gelek çalakiyan bû ku bersiva destpêkê da dijmin. Her tim ji xwe re kir esas ku tempoya tevlîbûnê bilind bike. Li cografya zehmet a Zagrosan bû xwedî tecrûbeyeke mezin û hem di nava jiyanê de hem jî di nava şer de pêşengî ji hevrêyên xwe re kir.[1]