$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Tolhildan Artêş
Nav paşnav: Tekîn Guneş
Cihê jidayikbûnê: Riha
Dayik-Bav: Medîne-Mahmût
Dem û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Tolhildan li xaka pîroz a Rihayê hat dinê ku Têkoşîna me ya Azadiya Kurdistanê li dijî dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê yekemîn berxwedaniya mezin pêş xist. Hevrêyê me yê ku bi çîrokên efsanewî yên berxwedaniya têkoşîna me ya gerîla û kevneşopiya serhildanê ya gelê me ya li dijî dagirkeran mezin bû, têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê me ji nêz ve şopand. Hevrêyê me yê ku weke her ciwanê Kurd ê ku dixwaze bi ziman, çand, dîrok û rûmeta xwe bijî, rastî êrîşên dijmirovahî yên dewleta Tirk a dagirker hatiye û bûye şahidê van bûyeran û biryar da ku bi awayekî çalaktir tevlî nava refên berxwedanê bibe. Hevrêyê me yê ku eleqeyek mezin nîşanî felsefeya Rêber Apo dide, her tim dixwend û xwe pêş dixist. Hevrêyê me yê ku di salên zanîngehê de beşdarî xebatên ciwanan bû, ji bo parastina ciwanên Kurd li hemberî polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk a faşîst kedeke mezin da. Hevrêyê me ku gelek caran bi terora dagirkeran re rû bi rû ma, ti carî ji xeta berxwedanê paşve gav neavêt, li hemberî zext û êrîşan bêhtir têkoşînê hembêz kir. Hevrêyê me Tolhildan ku li hemberî êrîşên qirkirina gelê me yê ji Rojava heta Şengalê bêdeng nema, di sala 2014’an de dema ku êrîşên dijwar rû dan, tevlî nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanê bû.
Hevrêyê me Tolhildan ku xeyala xwe ya jiyana azad li çiyayên Kurdistanê dît, zû bi şert û mercên giran ên gerîlatiyê re xwe adepte kir û perwerdeya xwe ya bingehîn a gerîlatiyê bi serketî qedand û berê xwe da Zagrosê. Hevrêyê me Tolhildan ku li qada Çerçêla ya Zagrosê ku yek ji navendên herî zehmet ên erdnîgarî û berxwedanê yên Kurdistanê ye tevlî pratîka yekemîn a gerîlatiyê bû, bi biryardarî û vîna xwe karî hemû zor û zehmetiyan ji holê rakin. Bi cewherê xwe yê dilpak, durust û kedkar, bi lez û bez bi hevrêyên xwe re têkiliyeke xurt datîne û li ser esasê serkeftinê bê cudahî nêzî hemû erkên xwe yên şoreşgerî dibe. Hevrêyê me yê ku her tim bi helwesta xwe ya xurt di jiyanê de balê dikişîne, di tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê de her tim ji bo pêşdebirina xwe esas girtiye. Hevrêyê me Tolhildan yê ku bi parvekirina bi hevrêyên xwe re fêrbûna xwe dewlemend dike, her tim hewl daye nirxên ku şehîdên me afirandine hembêz bike û bilind bike. Bi meyla xwe ya leşkerî, di demeke kurt de veguherî gerîlayekî jêhatî û di gelek taktîkên gerîla de pispor bû. Hevrêyê me yê ku di sala 2015’an de li hemberî êrîşên tinekirinê yên artêşa Tirk a faşîst li qada Çarçêla li eniya herî pêş şer kir, beşdarî gelek çalakiyan bû û derbên giran li artêşa dagirker xist. Hevrêyê me yê ku bê rawestan di berxwedanê de bû, ji bo hêviyên azadiya gelê me bi cih bîne û ji dagirkeran hesab bipirse, her kêliya jiyana xwe ya şoreşgerî diyarî têkoşînê kir.[1]