Navê pirtûkê: Berbejna Rê
Navê nivîskar: Lal Laleş
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Belkî
bes bireve!
çavên hurmizan vêdikevin
bes bireve misqof qîza misqofan
ji bê tevdîriya min
kel li qehra min dere
“Ez dizanim rêya min dûr e
heft tebeqeyên bi lîr û lûr e.
Ne xem e, ne xem va ye
ez li tebeqeya yekem dilîrînim!
Berbejna min nedawî bû.
Nema sêhra qehra min
Waweylê porê min diweşe.
Tifîîî!
Axirzeman ax diçe devê min ê bêdewran.
Ji çewlika mêjîyê min xezel diteriqin ji esmanê devê min,
pelçimok difirin, dibilîne her tebeqe dengê dilê min.”[1]