Navê pirtûkê: Şîna Mêkewê
Navê nivîskar: Serkan Birûsk
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Belkî
Sala çapê: 2022
Ez ê xurcika dilê xwe
ya ji kevnikên dîroka tîştîşî
li ber te deynim.
Ji bo nûhatiyên min
ji kincên berxwedêran
pêçekan bidirûn.
Û bila ji darên sêdar û sêpêyan be
dergûşên wan.
ji çiçikê keçên bêmirad be
şîrên wan.
ji tembiyên cangoriyan be
lorînên wan.[1]