图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,698
图片 106,205
书籍 19,173
相关文件 96,618
Video 1,329
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Di civaka Êzdiyan de sîstema Kastê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Di civaka Êzdiyan de sîstema Kastê

Di civaka Êzdiyan de sîstema Kastê
#Ali Gurdilî#
Her civak, xwediyê wesfên cihêreng yên madî û manewî ye û li gor van wesfên xwe, xwe birêxistî dike. Avahiyên bingehîn/jêr yên madî, pirî caran dibin destnîşankarê avahiyên jorîn. Sîstema aborî û awa/terzê
hilberandina civakî, avahiya raser/jor ya manewî destnîşan dike û saziyên jorîn yên wekî ol, kultur, exlaq, zewac û hwd. di bin bandûra avahiya jêr de dimînin û bi vî awayî xwe didin der. Belam, carinan hin xususiyet hene ku ne li gor vê zagona civakî/sosyolojîk in.
Di vê rewşa beravajî de jî, avahiyên civakê yên raser/jorîn yên wekî ol û kulturê, di civakê de bêtir xwedîbandûr in û wisa dikin ku bi awayekî bêgav, civak li gor vê taybetmendiyê xwe birêxistî bike û wiha jî jiyana xwe bidomîne.
Di civaka êzdiyan de jî, saziyên civakê yên jor/raser yên wekî ol û kulturê, wisa xwiya dike ku bûne destnîşankarê saziyên bingehîn yên wekî aborî, karbeşî û meriv dikare bibêje ku civaka êzdiyan jî, xwe li gor vê yekê birêxistî kiriye. Divê neyê jibîrkirin ku civaka êzdiyan bêtir civakek olî ye û bandûra rê û rismên olî, di civakê de gelekî zêde ye.
Di nivîsa xwe ya berê de, me bala we kişandibû ser ’Saziya Birayê Axretê’ û em bi awayekî berfireh li ser vê saziyê rawestiyabûn. Di vê nivîsê de jî, em ê li ser tebeqebûna civakî û sîstema wan ya kastê rawestin û hewl bidin ku xwe bighînin hindek zanayiyên bingehîn yên resen.
Belam, jiber ku civaka êzdiyan rastê zilm û zorderiyan hatiye, piştî demekî xwe ji derve re dadayî ye û bûye wekî civakekê nenas an jî civakeke ku nayê zanîn. Kêmbûna xwendin û nivîsandinê û qedexeyên li ser xwendin û nivîsandinê, rê li ber gihêjtina zanayiyên resen girtî ye û qewlên wan yên resen, bûne wekî çavkaniyên bingehîn bo lêkolîneran. Lewma jî meriv dibîne ku di dewsa çavkaniyên wan yên nivîskî de, folkloreke wan a dewlemend, qewlên wan yên hezar salan û kultureke wan ya devkî/zargotin heye û vê dewlemendiyê, xwe bi rengî gihandiyê ta roja me ya îroyîn.
Di destpêkê de divê em bibêjin ku cemeeta êzdiyan, ji kast’tan (pergala pileyan) pêk tê. Ev hiyerarşî/pergala pileyan, meriv dikare bibêje ku cara ewil di nav cemeetên serdema kevnare de hatiye dîtin, lê di serdema me de, di cemeeta êzdiyan de, hêjî hebûna xwe didomîne. Li jora herî bilind/li raserê pramîdê, ’Mîr’ heye. Mîrîtî, ji bavan derbasê lawan dibe. ’Şêx’ di cemeeta êzdiyan de, niha qasî 300 malbatî ne. Serokê şêxan, ’Babê Şêx’ e. Wekî serokê ruhanî ye û alîkarê, Mîr e. Ji aliyê Mîr ve, tê wezîfekirin. Yek ji wan wezîfeyên Şêx, yek jî li Lalişa Nuranî û warên din, amadekirina şahî û dêlindêzên olî yên cemeetê ye.
Pîr, alîkarê kar û barên, Şêx in. Ji Pîrên civakê yekî hildibijêrin, ku jêre Babê Çawiş tê gotin û ev mirov, ji parastina Lalişa pîroz berpirsiyar e. Qedrê Babê Çawiş di cemeetê de mezin e, lê zewac ji bo wan hatiye qedexekirin. Pîr, axlebî bi kar û barên revebirina civakê re mijûl dibin û di wextên xwe yên mayî de jî îbadetê dikin.
Qewal, kalo ye, zilamên oldar yên rûspî ne. Li Lalişa Nûranî, beyt û qewlên êzdayetî dibêjin û li gundan, sembola Tawisî digerînin. Axlebî, ji malbatên Başika û Bahzaniyan têne hilbijartin. Dema ku Qewal diçe gundekî, mîrê gund li mala xwe odeyekî jêre amade dike. Di destpêkê de Qewal peykerê minyaturî ya Tawisî Melek li ser cihekî bicîh dike û peykerê mezin ê Tawisî Melek jî, ku li di nav gund de tê parastin, datînin kêleka ya biçûk.
Her senceqên/peykerên Tawisî Melek, navekî wan ê cuda heye. Navê navçe û heremên êzdiyan, li wan têne kirin. Wekî Zozan, Sincar, Moskow, Şêxan, Tebrîz û hwd. Tê gotin ku di van salên dawî de Qewal diçin welatên wekî Almanya, Holanda û Swisreyê jî û zikatê/xêrê dicivînin. Ya rast, bi temamî kes nizane ku civandina zikatê kengê dest pê kiriye. Lê tê gotin ku di sala 1840 an de, osmaniyan baca ku ji Mîrên êzdiyan distandin, zêde kirine û li ser wê biryarê, êzdî gelekî ketine tengasiyan. Piştî wê rojê jî, ji bo rojên teng û tarî, zikat hatiye civandin. Zikata ku hatiye civandin jî, ji bo avakirina cih û warên pîroz û parastina wan, hatiye bikaranîn.
Di civaka êzdiyan de, tebeqeyeke din jî Feqîr in. Feqîr, xirqeya reş li xwe dikin. Şaşika reş li serê xwe girê didin. Wextê xwe bi piranî ji dua, îbadet û weazan re vediqetînin. Her tim di nava civakê de digerin û pirsgirêkên civakî yên ku derdikevin holê, çareser dikin.
Feqîrî ji bavan derbasî lawan dibe û her feqîr xirqeya pîroz ku li xwe dike, heta mirinê dernaxe. Belam, di cemeeta êzdiyan de tebeqeya herî balkêş, tebeqeya Koçeka ye. Koçek, derwêşên oldar in. Ev nav ji peyvên ’guh’ û ’çak’ pêk hatiye. Wisa tê bawerkirin ku ew bi razên olî dizanin. Şîretan li gel dikin, weazan didin û gelê xwe perwerde dikin.
Ji nav kesên ku ji gelek aliyên Kurdistanê hatine û li Lalişê niştecih bûne, têne hilbijartin. Koçek, tirba Şêx Adî diparêzin, bi qewalan re sembola Melekî Tawus a çarmil a tûncîn û bi meşaleyên ku ji çirayan hatine çêkirin li gundan, li nav gel digerînin. Û bi vî awayî gel li dora baweriya êzîdîtiyê dicivînin. Ji bilî vê yekê, temamkirina her cure pêdiviyên Lalişa Nûranî jî di nav peywîra koçekan de ye.
Xilmetkar, tê wateya xizmetkar. Xizmetên perestgehê pêk tînin. Bi paqijî, spîkirina qubeyê û hwd. re mijûl dibin. Bi amadekirina donê olî û pîroz re mijûl dibin. Xilmetkar, zêdetirîn ji gundên Başîk û Bahzan tên û vê xizmetê dikin. Feqra, jinên oldar in û zewacê li xwe heram kirine. Li Lalişê dijîn. Li perestgehê qendîl û tiştên wekî fitîlên qendîlê çêdikin. Ji wan re Dayê Kebanî an jî Dadê tê gotin.
Pîr, di merasîmên olî de alîkarê şêxan in. Rê û rêzaniya êzîdiyan dikin. Ev peywîra wan e. Ji aliyê hurmetê ve, piştî şêxan tên. Di şûştina cenazeyan de avê li destê şêxan dikin. Micêwir, ji tirbên li gundên êzîdiyan û ji Lalişê berpirsiyar in.
Di cemeeta êzdiyan de yên mayî jî, Mirîd in. Mirîd, bawermendên ola xwe ne û bi kar û barên xwe re, mijûl in. Piştgiriya avahiya raser ya olî dikin.
Helbet meriv dikare bibêje ku pergala pileyan/kast’a cemeeta êzdiyan, kêm be jî di dema me de hebekî hatiye guherîn. Belam, divê neyê jibîrkirin ku civaka êzdiyan ya kevnare û rê û rismên wan yên olî, bi riya vê pergala pileyan bêtir hatiye parastin û zindîkirin…
jêder
1- http://www.rewanbej.net/di-civaka-ezdiyan-de-saziya-biraye-axrete.html
2- Ezdayetî û Kokên/Çavkaniyên Êzdayetiyê. Erol Sever. Weşanên Berfîn. Çapa çaremîn. Rp: 70-73
3- ttp://ku.wikipedia.org/wiki/R%C3%AAber%C3%AAn_%C3%AAzdiyan
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,244
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://rewanbej.com/- 04-01-2023
挂钩项目: 29
图书馆
文章
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 14-02-2014 (10 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 94%
94%
添加( ئاراس حسۆ 04-01-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on04-01-2023
此产品最近更新( سارا ک ):04-01-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,244
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.1104 KB 04-01-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,698
图片 106,205
书籍 19,173
相关文件 96,618
Video 1,329
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!