图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,441
图片 105,822
书籍 19,160
相关文件 96,492
Video 1,307
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Girîngiya zimên di bîranînan da
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Girîngiya zimên di bîranînan da

Girîngiya zimên di bîranînan da
#Ahmed Kanî#
Ez ê di vê nivîsa xwe de li ser girîngiya zimên a di bîranînan de rawestim û wek nimûne pirtûka Amed Tîgrîs a bi navê “Bîranînên Min” binirxînim. Ev pirtûk, cara pêşîn (2021) li Stockholmê ji aliyê Weşanxaneya
Apecê ve hat çapkirin. Îsal jî li Wanê ji aliyê Weşanxaneya Ronya ve hat çapkirin.
Nivîskarê pirtûkê, di pêşgotina xwe de li ser bîranînan wiha dinivîse: “Di nav civaka me kurdan de nivîsandina bîranînan nebûye kevneşopiyeke çandî û dîrokî. Bi tenê hinek kesên ku bi polîtîkayê re mijûl bûne, bîranînên xwe (piranî bi tirkî) nivîsandine. Ewropî hema hema her kes kin an dirêj jiyan û xebatên xwe dinivîsin. (…) Nivîsîna bîranînan gelek girîng e. Mirov bi jiyana xwe re, jiyana civaka serdema xwe jî radixe ber çav, ew dibe kurtedîrok, mîraseke mayînde û li pey mirov dimîne. Nivîsandina bîranînan di nav nifşê kevn û nû de dibe weke pireke çandî û dîrokî. Ji malbat, nas, dost û gel re jî dibe dokumentereke nivîskî ya bi rêk û pêk.”
Meriv dikare bibêje ku nivîskarê pirtûkê, zimanek herikbar û zelal bi kar aniye, lê ya girîngtir ku xwendina pirtûkê bi meriv xweş dike û dide xwendinê ew e ku nivîskar bi zanîn wek parodî nivîsiye. Dîsa em dikarin ji pêşgotina wî vê paragrafê wek nimûne bidin: “Li gorî rîwayetan gelek pêxember û ewliya 800-900 salan jiyîne. Lê kes nizane wê demê ji çend hefte û mehan re gotine sal. Çi dibe bila bibe, ez îdîa dikim ku ez ji wan pêxember û ewliyan temendirêjtir jiyîme. Temenê min ji 2000 salan zêdetir e û ez hîn dijîm. Ez bi rastî prosesa du civakên ku 2000 sal ferqên zanistî û teknîkî di navbera wan de hene hatim. Min di dema ku bi ga û keran cot dihat kirin, paleyî bi das û tar dihat çinîn, bi mewşene bênder dihat kutan, dît. Mirov bi karwaniya ker û hespan bi rojan ji bajarekî diçû bajarekî din. Lê niha jî mirov di navbera du sê saetan de, bi balafirê ji parzemînekî difire parzemînekî din. Heta bi navgîna gerdûnê diçin Merîh û gerestêrkan… Ev guhertinên teknîkî û civakî yên weha ferqên bi hezar salan rastî nifşê me hatin.”
Dema em çavekê li ser naveroka pirtûkê digerînin, dibînin ku pirtûk bi zaroktiya Amed Tîgrîs dest pê dike û heta roja me ya îro bi rêk û pêk; nîvê sed sala bîstî û çaryeka sed sala bîst û yekê pêşkêşê me dike. Di dema xwendina dibistana seretayî de çavdêriya gelek bûyerên balkêş dike, wek mînak bûyera azmûna mezûniyeta dibistana seretayî ku bi serê wî de hatiye wiha peşkeş dike: “Azmûn hem devkî hem jî nivîskî bû. Beriya min çend şagirt rakirin û ji wan pirsîn… Piştre ez rabûm, min bersiva pirsan dizanîbû. Mamosteyek bi gotina ka binêre ker kurê kerê tu dibêjî qey bilbil e, ji min baştir dizane’ re şermaqek bi hêz li bin guhê min da. Ez şok bûm û tirsiyam.”
Piştî dibistana seretayî dibistana mamostetiyê li Erxeniyê ya bi navê Dibistana Mamostetiyê ya Dîcleyê dixwîne. Di derbarê vê dibistanê de agahiyên berfireh dide. Dema meriv salixdanên wî yên derbarê dibistanê da dixwîne, di serê meriv de pirsa gelo Amed Tîgrîs ji vê pergala asîmîlasyonê razî ye, çê dibe. Heta di civîna danasîna pirtûkê de kesek ku nexwendibû ev pirs anî ziman. Lê dema meriv heta dawî pirtûkê dixwîne dibîne ku nivîskar der barê sîstema perwerdeya nijadperest de gelek agahî dide. Li vê dibistanê gelek kesên navdar nas dike. Behsa bilûrvan Haviz Zulfo bi berfirehî dike, wek hunermendek bêxwedî yê kurd e. Di pileya sêyem de ji vê dibistanê mezûn dibe.
Piştî ku dibe mamoste li gundê Cinêzûrê dest bi mamostetiyê dike. Rewşa sosyolojîk a hejarî û nezaniyê ya gundiyan bi awayek parodî dinivîse. Dema erdheja Licê ya sala 1975’an de wek rêveberek Komeleya Mamosteyan (TOB-DER) ya li Licê, behsa deşîfrekirina helwesta dewletê ya xapînok û xizmeta saziyên civakî ji bo mexdûrên erdhejê dike.
Di van salan da meyla wî ji bo fikra çepgir çê dibe. Peywendiya wî bi Partiya Komunistan a Tirkiyeyê (TKP) re heye. Di dawiya sala 1977’an de ji bo di weşana beşa kurdî ya radyoya ku li Almanyaya Rojhilat, li bajarê Leipzigê ye de cih bigire bi malbatî diçe Almanyayê. Ew li wir dibîne ku rêber û serokê TKP’ê li hember doza kurdî bêrêzî dikin, li hember wan helwestek kurdperwer derdixe pêş. TKP, wî sal û nîvek di mala wî de, heps dike. Paşê bi rêya hin demokratên ku wî dinasin tê azad kirin û vedigere welat.
Ji ber ku li welat rewşa awarte heye, dîsa mecbûr dîmîne ku biçe Ewropayê. Li Swêdê sih sal bê navber mamostetiya kurdî dike. Ew di tebaxa 1994’an de bi komek rewşenbîrên kurd ku di bin serokatiya Îsmet Şerîf Wanli de ye re gerek berfireh li Şamê û Rojavayê Kurdistanê dikin.
Ez dixwazim li vir şayesandina wî ya Efrîna ku îro bi dagirkeriyê bîrîndar e, pêşkêş bikim: “Bi rastî Efrîn bi gundên xwe ve bihuşta Kurdistanê ye. Axeke sor û rûerdeke girik û banî ye. Di nav rezên Efrînê de mêw û mehşêlên heft ber hene ku di salê de ne carek çend car tirî digirin. Ji ber vê yekê navê heft ber lê kirine. Çiya û naverast hemû darên zeytûnê ne. Ax sor dike û dar kesk dikin. Salê bi hezaran ton zeytûn berhev dikin. Li gelek cihan karxanên zeytûnan hene. Zeytûnê xwarinê, zeytûnê ku ji wan don derdixin, bexçê hinar û hêjîran bê ser û ber in. Hinar bi daran ve sor bûne û qelişî ne, mirov dema wan temaşe dike dibêje qey ew xanimên lêvsorkirî ne.”
Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku meriv bi kîjan zimanî binivîse xizmeta çand û hunera wî zimanî dike. Pêwîst e her kurd bi kurdî xizmeta kurd û Kurdistanê bike.
Ji çilî zêdetir berhemên wî yên ku piranî li ser wêje û zimanê kurdî ne, hene.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览584
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://xwebun1.org/- 02-01-2023
挂钩项目: 1
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 01-10-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 语言
文件类型: 原文
普罗旺斯: 北库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 02-01-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on03-01-2023
此产品最近更新( سارا ک ):02-01-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览584
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.1137 KB 02-01-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,441
图片 105,822
书籍 19,160
相关文件 96,492
Video 1,307
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!