Bibliotek Bibliotek
Sök

Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!


Search Options





Avancerad sökning      Tangentbord


Sök
Avancerad sökning
Bibliotek
kurdiska namn
Händelseförlopp
Källor
Historia
Användarsamlingar
Aktiviteter
Sök Hjälp ?
Publikation
Video
Klassificeringar
Random objekt !
Skicka
Skicka artikel
Skicka bild
Survey
Din feedback
Kontakt
Vilken typ av information behöver vi !
Standarder
Användarvillkor
Produkt Kvalitet
Verktyg
Om
Kurdipedia Archivists
Artiklar om oss !
Lägg Kurdipedia till din webbplats
Lägg till / ta bort e-post
besöksstatistik
Föremål statistik
teckensnitt Converter
kalendrar Converter
Stavnings kontroll
språk och dialekter av sidorna
Tangentbord
Praktiska länkar
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Mitt konto
Logga in
Medlemskap!
glömt ditt lösenord !
Sök Skicka Verktyg Språk Mitt konto
Avancerad sökning
Bibliotek
kurdiska namn
Händelseförlopp
Källor
Historia
Användarsamlingar
Aktiviteter
Sök Hjälp ?
Publikation
Video
Klassificeringar
Random objekt !
Skicka artikel
Skicka bild
Survey
Din feedback
Kontakt
Vilken typ av information behöver vi !
Standarder
Användarvillkor
Produkt Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artiklar om oss !
Lägg Kurdipedia till din webbplats
Lägg till / ta bort e-post
besöksstatistik
Föremål statistik
teckensnitt Converter
kalendrar Converter
Stavnings kontroll
språk och dialekter av sidorna
Tangentbord
Praktiska länkar
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logga in
Medlemskap!
glömt ditt lösenord !
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Random objekt !
 Användarvillkor
 Kurdipedia Archivists
 Din feedback
 Användarsamlingar
 Händelseförlopp
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjälp
Nytt objekt
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
25-05-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
03-01-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
23-06-2019
زریان سەرچناری
Biografi
Tara Twana
09-09-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotek
Recueil de textes Kourmandji
24-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistik
Artiklar 516,044
Bilder 105,145
Böcker 19,081
Relaterade filer 95,588
Video 1,266
Artiklar
En sorg att MP får bli till...
Bibliotek
Den sista flickan
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillb...
Biografi
Şîlan Diljen
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdern...
Elîxanê Memê
Grupp: Biografi | Artiklarna språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link1
Ranking objektet
Utmärkt
Mycket bra
Genomsnitt
Dåligt
Dålig
Lägg till i mina samlingar
Skriv din kommentar om den här artikeln !
objekt History
Metadata
RSS
Sök i Google efter bilder med anknytning till det valda objektet !
Sök i Google för valda objekt!
کوردیی ناوەڕاست1
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Elîxanê Memê

Elîxanê Memê
Evîndarê Kurdistan û Ermenîstanê: Elîxanê Memê
Hêlîn Cûdî
Nivîskar û rojnamevanê Kurd û edîtorê rojnameya Zagrosê ya li Ermenîstanê Elîxanê Memê, hêjayê xelata Movsês Xûrênastsî hatibû dîtin û Serokkomarê Ermenîstanê Sêrc Sargisyan bi xwe xelat da wî. Bi eslê xwe ji Farqîna Amedê ye, lê ew jî mîna bi hezaran Kurdan koçberê Ermenîstanê bûne. Elîxanê Memê di dema têkoşîna serxwebûna Ermenîstanê de rolek girîng girtiye. Jixwe ew bi xwe jî dibêje “Kurdistan û Ermenîstan evîndarên min in.”
Malbata Elîxanê Memê bi eslê xwe êzidiyên ji navçeya Farqîna Amedê ne û piştî Peymana Lozanê, ango destpêkirina înkara ziman û baweriyên cûda yên ji aliyê Komara Tirk ve, weke bi hezaran Ermeniyan neçar dibîne koçberê Ermenîstanê dibe. Elîxanê Memê heta niha pirtûkên bi navê Kênas Sov (Behra Jiyînê) Sala 1983’an, Kar (Kevir) Sala 1987, Sihra Hesretê “Kurdî”Sala 1989, Arêvî Yêrkîr (Welatê Rojê) 2004 Û Ax Û Nan 2004, Zagrosî Luyîsêrî (Îşikê Zagrosê) sala 2006, Nuranî û gelek helbest jî nivîsandiye.
$Elîxanê Memê, der barê jiyana xwe de ji ANF’ê re axivî û wiha behsa jiyana xwe kir:$
Hûn dikarin hinek xwe bidin naskirin? Hûn ji ku û kengî hatine Ermenîstanê?
Du sal berê ez çûm Amedê li wir ez pê hesiyam ku kal û babên min eslê xwe ji Farqîna Amedê ne. Dema ez zarok bapîrê min rûdinişt û digotin “ji Xezeriyê heya vir oxir lazim e”. Di wan deman de digotin em ji gundê Xezeriyê hatine. Xezeriyê gundekî di nav çiyan de û gundekî herî kevnare ye. Niha çend mal di nav de dijîn. Ji qebîleya me re dibêjin Qezan. Qezan jî navê çiyayê Zagrosê herî destpêke ye. Ev nav ji aliyê Yewnan ve hatiye dayîn. Ev yek jî di pirtûka dîrokî ya Strabon e tê nîvîsandin. Ez bawer im navê wê ceografiyê derbasî ser qebîleya me bûye. Kal û babên min hîmlî ji Ferqînê hatine Surmeliyê (deşta sînekê) gundê Soybilax ê. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem sala 1918’an derbasî vî aliyê Çemê Eresê bûne. Hinekî dimînin derbasî gundê xwe dibin herî dawî piştî 22’an de tên vî alî piştî Peymana Lazonê nikarin vegerin cihê xwe bi himlî li herêma Talîn li gundê Diyan ê cihwar dibin û li wir dijîn.
Qebîleya me li Ermenîstanê li ser hîmê ola êziditiyê disekinî. Li gundê me, ez li mala Şexê Dara Miraza rastî mişor (pirtûkên ziyaretiyê)ê hatim. Heya niha jî çend rûpelên vê tê xweyîkirin ê. Di nav Mişorê de navên çend qebîle bi tîpên Erebî hatibû nivîsandin. Her wiha navê qebîleya me jî di nav wêde nivîsandibû. Her çend bi tîpên Erebî hatibe nivîsandin jî ev mişor li ser hîma diroka ola êzditiyê bû. Heman demê ev yek wekî ziyaretê û tiştekî tiberik tê parastin. Dema ez zarok pir zêde ne di ferqa wê de bûm, piştî hînbûn û lêkolînên min yên li ser dîrokê derfet ket destê min ku ez wê bidim wergerandin û min ev encam dît. Qebîleya Qezaniyan wekî di nav êzidiyan de her wiha di nav kurdan de jî qebîleyekî kevnare ye. 26 gundên me hebûn bû nimune Suybilax, Qoç, Aslanlo, û hwd.
$APÊ WÎ DI ŞER DE LI HUNGARYAYÊ TÊ KUŞTIN$
Piştî malbata me li gundê Diyanê cih war dibe yaziya wan hinek xirap dibe. Birûsk lî kalikê min dikeve. Pîrika min jî li gor irf û adetên civakî mecbûr dimîne careke din mêr bike. Dû kurên xwe li gel malbata zilamê xwe dihêle. Apê min û babê min li gundê Diyanê rêncberiyê dikin. Ji ber Diyan gundekî çiyayî ye. Apê min Gurcî diçe şer û li Hungarya (Macarîstan) di şer de tê kuştin. Piştî kuştina apê min babê min tenê dimîne. Diçe gundê cînar gundê Koşê cihwar dibe. Ji ber babê min tenê dimîne, dixwaze her tim duyê mala wî bikişe. Li gundê Koşê dizewice malbatekî mezin çêdike. Malbata me ji 6 zarokan dê babê min çêdibe. 5 kur û keçek. Ez zarokê herî mezin im.
$YEK JI PÊŞENGÊN AZADIYA ERMENÎSTANÊ$
Ez 6’ê meha hezîranê sala 1948’an li gundê koşê ji dayîk bûm. Wekî hûn dizanin zarokê herî mezin yê herî heskiriyê malbatê ye û duyê ocaxê bi saya wî pê dikeve. Min 7 saliya xwe de dest bi dibistanê kir. piştî min di dibistana gundê xwe de 10 sal xwend di sala 1967’an dibistana gund xilas kir. Di heman salê de ji bo zanîngeha Yerevanê ya dewletiyê beşa jornalîstiyê hatim qebûlkirin. Di sala 1973’an de min zanîngeh kuta kir. Piştî kutakirina zanîngehê derbasî ser xebatê bûm. Destpêka xebata min di rojnameya “Pînoyêr Kanç” a zarokan bû. Heyanî sala 1979’an min li wê rojnameyê de xebat kir. Piştre derbasî kovara jinan “Hayastanî aşxatavoruhî” bûm. Piştî du sal min li wir xebat kir ez derbasî weşanxaneya Sovyetekan Girox (nivîskarên Sovyetê)bûm. Piştî xebata 8 salan heja azadiya Ermenîstanê dest pê kir. Min jî di nav de cihê pêşin girt. Piştî azadiya Ermenîstanê di sala 1990’î li Parlementoya Ermenîstanê bûm parlementerê paytexta Rewanê. Piştre bûm endamê komîsyona mafê mirovan û yên kêm netewan a dewletê. Ev xebat jî destpêka salên avakarina Komara Ermenîstanê bû, û bi wan pirsanve mijûl bûm. Çend salên dirêj ji xebatê dûr ketim herî dawî di sala 2007’ê de min xebata edîtoriya rojnameya Zagrosê girt ser milê xwe heya niha wî karî dimeşînim. Îsal di 13’ê nîsanê de ji bo Serokatiya Nivîskarên Kurdên Ermenîstanê hatim hilbijartin. Li gel xebata rojnameya Zagrosê wê xebatê jî dimeşînim. 23’ê meha gulanê ji aliyê Serok komarê Ermenîstanê Sêrc Sargisyan ve hêjayî xelata “Movsês Xurênastsî” madalya a dewletê hatim dîtin û wergirt. Min heya niha 8 pirtûkên helbest û destanan bi zimanê Kurdî û Ermenî nivîsandiye û hatine weşandin. Pirtûkên bi navê Kênas Sov (Behra Jiyînê) Sala 1983’an, Kar (Kevir) Sala 1987, Sihra Hesretê “Kurdî”Sala 1989, Arêvî Yêrkîr (Welatê Rojê) 2004 Û Ax Û Nan 2004, Zagrosî Luyîsêrî (Îşikê Zagrosê) sala 2006, Nuranî 2010 her wiha ji helbestên ku her sal min di Bihara Teze de nivîsandî cihwar bûne.
Jiyana min têr û tije derbas bû. Di mezinbûna min de her çiqas keda dê babê min yê biyolojiyê hebin qasî wê dê û babê min yê ruhaniyê hebûn ew jî Kurdistan û Ermenîstan e. Kurdistan welatê min e Ermenîstan evîna min e. Ne ez wana ji xwe cuda dibînim ne jî ewana min wisa dibînin. Her çend min Ermenî xwendibe û zanibim lê jiyan, ruh, xewn û hewla min Kurdî ye.
$SALÊN XWENDINÊ$
Di jiyan û mezinbûna min de bandora dayîka min zêde ye. Wekî zarokê pêşîn diya min dixwest ez baş hîn bibim. Diya min bi devoka Farqînê diaxîvî nîşanî me dikir. Dê û babên min neçûbûn dibistanê nedikarîn navê xwe jî binivîsin. Lê zanebûna wan a xwezayî bû, û heskirina wan ji xwendin û zanebûnê re zêde hebû. Li gor nêrîna min ev heskirin ji Kurdiniyê dihat. Çima? Ji ber ku êzidî bi herfan sond dixwin. Sedemên wê jî ew bû ku; ji bona wan xwendin, zanebûn tiştên bilind û bi qîmet dihat dîtin. Di nav cimeta dorberî me de dibêjin na, êzidî xwendinê guneh hesap dikin. Tiştek wisa tunne ye. Ji ber ku di nav beytên ilmî yên êziditiyê de her tim herf û xwendin bi qîmet e. Ji ber wê çendê diya min dixwest ez esse hîn bibim. Ji bona wê ger ez îro hatime vê astê saya diya min e.
Piştî bandora diya min dema salên min yê xwendinê de mamosteyek yê min hebû ew bi xwe Ermenî bû lê li ser mîtolojiya Yewnanan disekinî û ev yek li me dida xwarin. Ji çand û wêjeya Yewnanan hes dikir û her wiha pirtûkên mîteolojîk wergerî zimanê Ermenî dikir. Di wan salen de pirtûkên li ser mîteolojiyê li min dida xwendin û naskirin. Rast e ez Kurd im û di dibistana Ermeniyan de hîn bûme lê bi wêjeya Yewnanan hatime strandin. Min di wan salan de pirtûkên nivîskarên wekî Hederot, Ksenofon, Stirabon, Homeros, Europîdes, Sofokles û hwd xwend. Niha bi vana mijul dibim. Min di sala 1967’an dibistan xilas kir. Di wan salan de xwendina pirtûkên wan nivîskaran hem famkirina jiyanê hem jî di aliyê nivîsandina helbest û destanan de alikariyek mezin dan min.
Min helbesta xwe piştî xilaskirina refa 6’an di temenê 12-13 saliya xwe de nivîsand. Rast e helbesta min ya pêşin Ermenîbû lê derbarê keçika kurdan de bû:
îsal pehîze hezar awazî
Dibên bû gunehê Kurdekî hatiye
Ser şerîta xwe şeveke sahî
Ewê laçkê xwe şuştî û raxistiye.
Bayê ji dizîve qetandiye, biriye
Û seranser deştê raxistiye.
Îsal peyîze hezar awazî
Dibên bi qesta kurdekî hatiye..
Helbesta min di rojnameyên Ermeniyan yên cuda cuda hate weşandin û her wiha di rupêlên pêşî de cih girt. Keçik laçika xwe ya heft rengî dişo û radixe û ba dibe li ser menzîlê cuda cuda radike. Biharê bi pehîzê ve girê dide.
$Di aliyê nivîsandina helbestan de kesekî/ê li ser bandor kir an na?$
Helbet hene. Wekî min li jor da xuyakirin li kêleka bandora wêjeya Yewnanan bandora wêjeya klasîkên Rûsan kesên wekî Dostoyevskî, Tolstoy, Puşkîn û yên Ewropayê Sêrvantês, Şekspier, Balzac û Gotê hiştiye.
Di aliyê xwendina helbestan de van kesan li ser min bandorek dan çêkirin lê di aliyê nivîsandina helbestan de mirov divê nêzikê xwe be. û çiqasî bikaribî ruhê xwe ji bo xwendevanan vekî û gotinên xwe bînî. Bi kurtasî helbest ez im û helbestkar jî ez im. Bi gotin û sitîla xwe.
$Hûn bi kîjan sitîlê helbest dinivîsin. Hûn dikarin hinek behsa şêwazê helbestên xwe bikin?$
Ez dizanim hûn çi dixwazin bibêjin. Hem di nav helbestên Ermenî him jî di helbestên kurdî de jî ruhê kurdîtiyê heye. Ruh jî ji bo cih, beden dixwaze. Ji bilî çanda kurdîtiyê aliyê folklor min gelek mijul dike. Gelek tiştan ji folklorê hîn dibim. Ew cureyek, a din jî yê filozofiyê ye û yên dinyanasîyê. Her wiha yên vekirinê ye û tiştên xwezayê ye bi giştî yê civakî ne. Di nav helbestên min de evîndarî cihê sereke digire lê di aliyê filozofiyê de. Mesele keşk di nav civakê te sembola têrxwarinê ye, di aliyê sosyolojîk de. Di aliyê ruhaniyê jî evîn. Mirov di nav dîrokê de bixwe û nexwe têr nabe, mirov hes bike û hes neke dîsa têr nabe. Ser ruhê civakî û ruhdariyê dinya çêdibe û pêş de diçe. Civak li ser xwarin, vexwarin û evîniyê pêş de diçe. Evîn dayîka çand û vejînê ye. Min jî di destanên xwe de giranî daye ser van mijaran. Û cinnet bi riya van wê bê çêkirin. Her wiha wekî cih Kurdistan hildaye li ku derê şerê azadiyê diçe.
Ez helbestên Ermenî jî dinivîsim lê helbet ruh kurdî ye. Xwendevan jî vê yekê qebûl dikin. Her çend ez bi ermenî jî dinivîsim lê tiştên nû tînim. Bi zimanê Ermeniyan tiştên nû dinivîsim. Giştî vê yekê qebûl dikin.
$We gelek pirtûk bi zimanê ermenî nivîsandiye lê bi zimanê Kurdî we kengî dest bi nivîsandina helbestan kir?$
Carekê li ser keçekê Kurd bengî bibûm. Bi zimanê Ermenî min got ji te hez dikim. Wê jî bersiv da; ez bawer nakim. Min got çima? Got divê tu bi zimanê xwe bibêjî ku ez bawer bikim. Li ser vê yekê min bi zimanê xwe helbest nivîsî û ev yek destpêk bû.
Bi her du zimana helbest dinivîsinin ev li ser hev bandir dikin an na. Dibe ku ez kurdî baş nizanim, lê xewnên xwe kurdî dibînim. Helbest jî mîna xewnê ye. Mîna xewnên tê nivîsandin. Ziman ne ku li ser hev bandor dikin hev xurt dikin di aliyê helbest de. Ji ber her zimanek cîhanek e. Helbest tiştek wisa ye ku xwedêyî ye. Xwedê dide mirovan. carinan mirov ji nişkevê helbestekê dinivîsîne carna jî çend mehan dikişîne. Çawa jî be divê helbestvan bi zanebûna xwe amade be. Ji bo tiştên nû bikare bi qîmet bike û bispêrê ilmî. A din gelek car hene helbest di dema xwe nayên naskirin ji bona wê dem hewce ye. Helbestvanên wisa hene ku ji dema xwe pêşdetir çûne. Kî dizane kî ye helbestvan?
Car carna min dinivîsand. Lê piştî heja Ermeniyan ku ez yek ji serokê wê hejê bûm ez demekî dûr ketim. Di nav salekî de min 5- 6 destan nivîsand û her wiha helbestên kurdî min nivîsand. Lê îro jî hatiye wê çaxê ku ez di salê de helbestekî yan 4- 5 helbestan binivîsînim lê li bendê me ku dîsa mîna wan salên vegere û koda min ya gelê zimên vebe ez dîsa bi kurdî binivîsînim.
Ez gihiştim wê astê ku ez êdî pirtûkên dersan çêdikim. Min guh daye ser zimanê me di warê ilmî de. Ji ber wê em dizanin zaravên kurdî gelek in. Pirtûk bi zaraveya Kurmancî ye. Kurdên me yên Ermenîstanê bi zaraveya Kurmancî diaxivin. Min jî di amadekirina pirtûkan de guh da ser wêjeya nivîskarên dema Sovyetê û her wiha tiştên nûjen. Lê divê em ji bîr nekin ku pira yekbûna civakê ye û yekitî bi riya ziman çêdibe. Fikir jî bi rêya klasikên kurdan çêdibe. Ev yek di nav pirtûkan de cih digire. Armanc tiştên heyî derbasî pêşerojê kirine. Ji niha ve ji bo kadroyên pêşerojê çêbibin hîmên berê digirî û di roja îro de nîşanî zarokan dikin. Ji bo ku kadroyên dema pêş çêbibin û ew bibin bajêrvanên Kurdistana azad a ku çêbibe. ji bo vê yekê perwerde hewce ye ji bo perwerdê jî dibistan hewce ne.
$Di nava wêjeya Ermeniyan de cihê Kurdan çî ye?$
Ermenî û Kurd di nav dîrokê de bi hev re jiyane. Ev jî dibe sedema ku di aliyê çand de hev bandor bikin û bişibin hev. Heta niha çi hatibe kirin hindik e, gelek tişt hene ku divê bên wergerandin ji bo bên kişfkirin û nas kirin. Gelek nivîskarên Ermenî hene wekî Xaçator eboviyan, Rafîn, Komîtas, Murotsan Demîrçiyan, Tumanyan, Îsahakyan û Hiraça Koçer guh dane ser çanda Kurdî bi zimanê Ermenî nivîsandine.
$OLA ÊZIDÎ Û ELEWÎ OLÊN KURDAN ÊN BERÊ NE$
Herî Dawî pirtûka we ya bi navê Nûranî derket. Çima Nûranî?
Ez tiştekî bibêjim wekî tiştekî girîng e. Ez ola êzidiyan wekî çand dibînim. Ez li ser wê yekê gelekî mijûl bûme. Min her tim xwestiye ola êzîdîtiyê baş bê naskirin. Min derbarê vê yekê de gelek meqale bi zimanê Ermenî nivîsandine. Çima bê naskirin. Hinek dibêjin kurd ji qerna 8’an da tên. Berê ji me Kurdan re digotin Mad, Madî,Marastan û navên cuda. Hinek dibêjîn kurd paşê hatine yan jî cimetekî nû ye. Lê ev ne rast e. Ola Êzidîtî û Elewîtî olên Kurdan yê berê ye. Raya kurdan di nav van olan de tê kifşê. Koka Kurdan nava êzîdîtiyê zor e û heya niha jî heye. Ser wê kokê îro şaxê xwe fireh kiriye. Ji bo ku em koka xwe ji bîr nekin min navê Pirtûkê “Nuranî” daniye. Girêdayî Laleşê bû. Bi vê yekê min xwest em li ser koka xwe rast şîn bibin û dara me ya jiyanê her tim şîn bibe.
Ez dixwazim derbarê vê de tiştekî bibêjim. Rast e ez helbestvan im û rojnemevan lê heman demê bi rastiya dîrokê ve jî mijûl dibim. Piştî lêkolînên min ez rastî hinek qebîleyan hatim. Ev qebîle di nav êzîdiyan de cih digirin û niha jî Ermenîstanê dijîn. Bo nîmûne wekî qebîleya Kotiya ku em li vir ji wan re dibêjin Kurtikî. Bi dem re herfan her çend cihê xwe guhestibin jî lê diyar e qebîleya herî kevnar a Kurd û Kurdan e. Her wiha qebîleya Bodiya. Derbarê vê qebîleyê de dîrokzan Herodot nivîsandiye, çawa yek ji 6 qebîleyên Medyan e.
Hûn ji bo serokatiya nîvîskarên kurdên Ermenîstanê hatin hilbijartin ji bo demê pêş plan û projeyên we hene?
Rast e di nîsanê de ev biryar ji aliyê serokatiya nivîskarên Ermenîstanê ve hate dayîn. Ez ji bo vî karî hatim hilbijartin.
Planên min ew e ku wekî pirtûkên me bi perên dewletê bên çapkirin. Yê diduyan: dema ez li Amedê bûm rastî nivîskarên Kurd hatim. Hev girêdan tunebû. Em dixwazim wekî serokatiya nivîskarên kurdên Ermenîstanê bi hev re hev girêdan çêbibin û xebat bi hev re bên meşandin. Ji vê şûn de em ê bangî wan bikin, çûn û hatin hebe. Pêşketina dan û standina ji bo hem pêşxistina wêjaya vê derê hem jî pirtûkên derbarê Kurdan ên bi zimanê Ermenî hatine nivîsandin bên wergerandin wê gelek bi sûd be. Ev jî tiştek wisa ye ku divê her du alî baş bên naskirin. Yê mayîn dizanî wekî dema Sovyetê de nivîskarên me gelek bûn. Lê niha endamên me kêm in. Hinek çûn ser dilovaniya xwe hinek jî derketin derveyî Ermenîstanê. Armanca min ew e ku endamên xwe zêde bikin û kar û xebat pêşde bibin. Ez dixwazim tiştekî din jî bibêjim. Ew jî derbarê pirtûkên Kurdiya Krêlî de ye. Wekî hûn dizanin ku gelek pirtûkên me bi kurdiya Krêlî hatine nivîsandin. Ji bo ew pirtûk winda nebin û bigihîjin xwendevanan divê bên wergerandin. Her çiqas di wî alî de xebat hebin jî lê kêm in. Kesên ku zar û zêçên wan pirtûkên wan wergerandî Kurdiya latînî hene. lê ji bo nimûne gelek helbestvanên me wekî Egîdê Şemsî, Mîkaîlê Reşît, Şikoyê Hesen û hwd hemû pirtûkên wan nehatine wergerandin. Ger hatibin wergerandin jî yek dû helbest in. Gelek çîrokên wan kesan hene. Ji bo kesên ku dewlemendiyên çanda mene neyên ji bîr kirin divê ev xebat bi rêk û pêkî bênkirin û divê mirov guh bide ser van mirovan.
Hûn heman demê êdîtorê rojnameya Zagrosê ne dikarin behsa xebatên xwe bikin. Çi mijar tê de cih digirin?
Di meha hezîranê de Rojnameya me ya Zagrosê dikevê pênç saliya xwe. Me meha gulanê de amadekariyên rojnamê kir û destpêka meha hezîrana di 2007'an de hate weşandin. Di weşana rojnamê armanca me ew bû ku hem di aliyê dîrokî zanîstî û çandî de dewlemendiya gelê xwe bigejînin xwendevanan. Her wiha di aliyê tekoşîna azadiyê ku hem li Bakurê Kurdistanê hem jî li derveyî Kurdistanê hene em bikarin fikir û ramana heyî bi awayek rastî nîşan bidin. Rojnameya me ya Zagrosê ji ber problemên aborî mehane weşana xwe dike. di hundirê wê de em cih didin ciwanan û jinan. Her wiha rûpelên me yên li ser dîrokê, çand wêje û pirsgirêkên îroyîn dê civakê cih digire. Armanca me di vir de ew bû ku îdeolojiya me baş bê naskirin. Berê cimeta Ermeniyan tenê bi çavê şerkara li me dînêrîn. Ew çawa me nas dikin em divê xwe çawa rast bidin naskirin. Me zehmetî jiyabin jî jî a herî girîng ew e ku me xwe û civaka xwe bi awayê dîrokî çandî xwe û siyasî da nas kirin. meqeleyên ku di rojnameya zagrosê de hatin weşandin Zagros bûn mijarên zanîngehan û her wiha li ser vê yekê gelek xwendevanan dîplomayên xwe wergirtin. Kesên ku bi pirsên kurdîtiyê ve mijûl dibin tên gel me.
Ez dixwazim tiştek jî bidim xuyakirin. Ew jî em di rojnameya xwe de giranî didin ser tekoşîna azadiya Kurdistanê. Qasî ji destê me tê bîrdoziya Rêber Apo û Apocîtiyê digehînin xwendevanan, em xwe ji vê yekê cuda nabînin. Berê li Ermenîstanê Apocî wekî yên tenê şer dikin dihatin dîtin û naskirin. Lê me hewil da ku riya giştî ya ermeniyan jî îdeolojiya me ya azadiyê û demokrasiyê nas bikin. Êdî riya giştî ya Ermeniyan jî qebûl kirin ku îdeolojiya me ne tenê şer e, her wiha ji bona hemû gelên tekoşîn dike. şer dike ji bo demokrasiyê ji bo aşitiyê û azadbûna gelê kurd. Li kêlaka vê me zehf guh da ser dostaniya Kurdan û Ermeniyan jî. Li ser vê yekê jî gelek meqela û nivîs cih girtin. Di nav rojnameya me de Ermeniyên nav û deng gotinên xwe kirin. xebatekî pênç salan hate weşandin.
Wekî encama xebata me Zagrosê dewleta Ermenîstanê Xelata “Movsîs Xorênastsî” ya dewletê pêşkêşî min kir. Min jî ev xelat li ser navê xwe û hevalên xwe qebûl kir.
[1]
Denna post har skrivits in (Kurmancî - Kurdîy Serû) språk, klicka på ikonen för att öppna objektet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Denna post har tittat 282 gånger
HashTag
Källor
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | anfkurdi.com
Relaterade filer: 7
Länkade objekt: 2
Grupp: Biografi
Artiklarna språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Date of Birth: 06-06-1948
Date of Death: 12-12-2016 (68 År)
Är han fortfarande vid liv: Nej
Country of death: Armenien
Folk skriver: Writer
Kön: Man
Land – Region (födelse): North Kurdistan
Nation: Kurd
Place of Residence: Diaspora
Technical Metadata
Produkt Kvalitet: 99%
99%
Tillagt av ( کاکۆ پیران ) på 01-01-2023
Den här artikeln har granskats och släppts av ( ڕاپەر عوسمان عوزێری ) på 02-01-2023
Denna post nyligen uppdaterats med ( ڕاپەر عوسمان عوزێری ) om : 13-01-2024
URL
Denna post enligt Kurdipedia s Standarder inte slutförts ännu !
Denna post har tittat 282 gånger
Attached files - Version
Typ Version Editor Namn
Foto fil 1.0.3117 KB 13-01-2024 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
Foto fil 1.0.2183 KB 02-01-2023 کاکۆ پیرانک.پ.
Foto fil 1.0.116 KB 02-01-2023 کاکۆ پیرانک.پ.
Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!
Bibliotek
Svensk - Kurdisk ordlista
Biografi
Şîlan Diljen
Artiklar
Agera innan fler barn dör av äktenskap
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
Artiklar
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
Artiklar
Ni får en feministisk peshmerga i riksdagen
Biografi
Tara Twana
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
Artiklar
​SANNING! NÄR JAG FÅR HÖRA DET SÅ
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
Bibliotek
Kurdfrågan En bakgrund
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land

Actual
Artiklar
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
19-05-2018
هاوڕێ باخەوان
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
Bibliotek
Den sista flickan
07-10-2018
زریان سەرچناری
Den sista flickan
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
22-09-2019
نالیا ئیبراهیم
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
Biografi
Şîlan Diljen
04-07-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Şîlan Diljen
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
25-05-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
Nytt objekt
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
25-05-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
03-01-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
23-06-2019
زریان سەرچناری
Biografi
Tara Twana
09-09-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotek
Recueil de textes Kourmandji
24-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistik
Artiklar 516,044
Bilder 105,145
Böcker 19,081
Relaterade filer 95,588
Video 1,266
Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!
Bibliotek
Svensk - Kurdisk ordlista
Biografi
Şîlan Diljen
Artiklar
Agera innan fler barn dör av äktenskap
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
Artiklar
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
Artiklar
Ni får en feministisk peshmerga i riksdagen
Biografi
Tara Twana
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
Artiklar
​SANNING! NÄR JAG FÅR HÖRA DET SÅ
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
Bibliotek
Kurdfrågan En bakgrund
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Sida generation tid : 0.734 sekund(er)!