ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 517,421
画像 105,714
書籍 19,160
関連ファイル 96,493
Video 1,307
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Xweda Xweza Ezda; Êzidî-II
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Xweda Xweza Ezda; Êzidî-II

Xweda Xweza Ezda; Êzidî-II
#Agîd Yazar#
Ji bo êzidiyan, heft pîroziyên wan hene: raz, gotin, giyan, ax, av, ar û ba. Dibêjin: raz, gotin e û gotin jî pîroz e. Raz, bi rêya gotinê ji bawermendên #êzidî# re nazil bûye. Loma jî divê ew raz, li dîwarê dil were
kolandin. Her wiha, tenê bimîne li ser zimanê şîrîn. A ji ber vê yekê ye, li ser rûkala vê dinyalikê, tu kes bi qasî êzidiyan nikarin ew çend ji dil, dia ji Xweda re bikin.
Gava bawermendekî êzidî destê xwe li ber Xwedê vedigire, dest bi dia û dîrozan dike, gotin dibe şîr, dibe şerbet, ji devê wan diherike. Erdê stewr ê qeraç, hildinepişe. Paşê ter dibe, her wiha ji havênekî xwedayî avis digere. Bizrê giha, tovên dexl, dendikên mêweyan dibişkuvin û bi stuxwariyeke minetdar hustê xwe ji malzaroka dayika axê hildikşîne der. Demsal, vedigerin rengê biharê. Bi kurtasî yekûna xwezayê radibin govenda semayê û li ber gotinên dîroza êzidiyan ên sêhrawî, bi cizbê dikevin. Darê erbanê, li ser destê jineke ciwan a êzidî direqise. Kofiya serê xwe ya nola tara erbanê, wan î bi lêdana erbanê re dihejîne. Kalemêrek jî, serê bilûreke darînî, nola serê marmasiyekî datîne li ser lêva xwe ya qelişî û bi simbêla xwe ya gijolî, devê bilûrê dinixwumîne. Û heta jê tê hênaseya xwe ya pîroz, dipifîne bilûra dem û dewranan. Raz û gotin tevlihev dibe, bi guvîniyeke sêhrawî ji bilûrê dikişe.
Rêûresmê ayînî ya kurdên êzidî, bi kurdiyeke xas-xaşêlî ya şeydayî, tê pêşkêşkirin. Gava mirov xwe di nava rêûresmeke wan î de dibîne, mirov jî bi wan re bi cizbê dikeve û di deriyek/dergahek zerengî re, daxilî cîhana wan a sêhrawî dibe. Hingê, mirov naxwaze nistî betal bibe û mirov ji wê xewnê şiyar bibe.
De min li jor anî ziman. Di bîrûbaweriya kurdên êzidî de, raz heye. Raz jî, gotina kilamê ye. Kilamên wan jî, kilamên qedîm, ango kilamên dêrîn ên dem û dewranê ye. Roja Xweda li durrê hêkînî qîriya û durr teqiya. Tedît ew teqîna gewre ya ku di dema nûjen de jêre dibêjin “Big Bang”. Paşê di dînê îslamê de, bi zimanê erebî ji wê rojê re gotin “qal û bela”. Kî çi dizane. Dibe ku ev gotina “qal” ji peyva “kilam” an jî ji gotina “kal” a kurdî tê. Hasilî(kilam). Piştre dê ev mercên pîroz, derbasî dînê Pêxember Hz. Zerdeşt jî bibe. Çawa dibêje: “Homata, Hohta, Howarşta” Ango: ramana pak, gotina pak û kiryarên pak. Bi zelal tê dîtin ji van her sê ferzên zerdeştiyê yek jê, gotin e. Wekî din dîsa di Încîla Yûhenna de, di hevoka yekem de qal dike, dibêje: “Di destpêkê de peyv hebû. Peyv bi Xwedê re bû û peyv bi xwe Xwedê bû.”
Vebêja gotina kilamê, bila heram be di ser lorandina qewalekî êzidî re nalîna wan tên ji êş û azarên wan bi salane ferman di serê wan de tên. Birînên vî miletî ji Adem û vir ve her li ser vê axê ye, tu car nekewiyane; birînên wan her cedewî û şil in. Carna jê cihê birînê namînin di laşê wan de; vêca birîn vedibin di hundirê birînê de. Birînên di canê wan de, ji derba tirk û erebên sunî ne. Birîna di hundirê birînên wan de jî vedibin, birînên kurdên berê êzidî, lê paşê bi darê zorê hatine misilmankirin.
Ez dixwazim mijara birîna di hundirê birînê de hinekî li şeh bixînim, ji hev veçirînim û ji we xwînerên ezîz re pêşkêş bikim. Dengbêj û vebêjerên zêmarbêjan dibêjin: “Di serdema Zor Temîr Paşayê Milî û Dewrêşê Evdî de, du kesên bi navê Hemê û Kenhê hebûn. A vana birayên hev bûn û her du jî egîd bûn. Osmaniyan doza leşkeriyê li êzidiyan kiribû. Êzidiyan jî sond xwaribûn bi sondên giran, ew ê cilên teng li xwe nekin û kumê fîno (fes) nedin serê xwe. Ji ber vê yekê, dîsa fermaneke reş li êzidiyan radikin. Dinya dibe erdê eresatê û li ser serê wan dibe tara bêjingê. Hemê û Kenhê, gelek kumê fîno yê leşkerên Osmanî bêxwedî dihêlin. Di şerrekî ji wan şerên giran de, Hemê tê kuştin, Kenhê jî dîl dikeve destên wan. Wî dibin li sûka Rihayê digerînin û ji bo wî bêrûmet bikin, bang dikin dibêjin: “Hooo gelîno! Ev e yê bizinên cîranên xwe didizî! Ev e yê diket pînika xelkê û mirîşkên wan didizî! Binerin bê em çi tînin serê wî!”
Dibê hingê Kenhê gotiye: “Lawo min di devê bavê we ni..no, çima hûn derewa dikin lawo! Rast bibêjin kuro! Bibêjin ê rima xwe xist devê topê ev e. Yê serê leşkerê osmanî jêkir ev e. Lawo ma çima hûn van derewan dikin!”
Kinhê dibin dixin zîndanê. Dibêjin, Kenhê ji yê li ber devê zîndanê re gotiye: “Lawo min berde ew ê min darve bikin. Min berde. Heft kerî pezê min hene. Nîvî ji min re, nêvî ji te re.”
Ê zindanvan dibêje: “Na.”
Dibêje: “Lawo çar gundê min hene. Ez û tu bi nêvî.”
Dîsa dibêje: “Na.”
Kenhê dibêje: “Şarê, xwişka min e. Ez ê wê bidim te bi qewl ê resûlê xwedê. Law ew ê min darve bikin.”
Zindanvan dîsa dibêje: “Na.”
Kenhê dibêje: “Tu bi xwedêke, ez ê pirsekê ji te bikim. Gelo tu berê ne êzidî bû?”
Zindanvan dibêje: “Belê.”
Kenhê dibêje: “Wele tu min bernadî.”
Xwînerên ezîz, dîlgirtina Kenhê ya ji hêla neyaran ve, birîne. Zindanvan berê êzidî bû û nola zebeniyê devê dojehê xwe dabû devê deriyê zindana Kenhê jî, birîna di hundirê birînê de ye. Gelo ew ê ev birîn bi çi awayî bikewe? De ka ji kerema xwe re yek ji we merhemekê bibînin ji vê birînê re!
Heftê û du fermanên berê, yên bi serê êzidiyan de hatibûn, cîhan jê bêxeber bûn. Loma jî destên xwe didan li ser devê birînên xwe, tîna xwe di xwe de radigirtin û tenê ji devê dengbêj û zêmarbêjan ve dihate lorandin. Hingê, hindik bûya jî jana dilê kovan, puxte dibû. Lê gelo, ev fermana heftê û sêyemîn a li ber çavê yekûna alemê qewimî û yekûna dengbêj û zêmarbêjan lal kirin, êdî kî dikare li ser vê janê binuhurîne?
$Teşûb-teîşeba; tûj-ba$
Xwînerên ezîz. Min di xeleka yekemîn de gotibû: “Cara pêşîn Xweda bi zimanê kurdî, bi bavê Adem re kêlimî ye. Ev çi Xwedayê di kitêbên pîroz de hatiye qalkirin, çi jî yezdanên di kevalên Sumeran de hatiye qalkirin. Bi her rewşê, her ew bi kurdiyeke xas-xaşêlî kêlimiye. Her wiha alhilgirê zimanê kurdiya xas-xaşêlî jî, kurdên resen yên êzidî ne. Xêrnexwazan jî, aha bi vê rastiyê baş dizanîbûn û bi vê xezebê ferman li wan rakirine.
Hooo xwînerên ezîz! Ji kerema xwe, xwendina xwe bikudînin. Hûn ê bibînin ku ez ê ji we re van angaştên xwe yên li jor, piştrast bikim. Fermo!
Di kevalên Hittîtiyan de, qala seryezdanê Xoriyan/Horiyan yê bi navê Kûmarbî dikin, dibêjin: “Kûmarbî, lawê Yezdan Anû û bavê Yezdan Teşûb/Teîşeba ye. Kûmarbî, dixwaze textê bavê xwe wergerîne û ew bibe pêşawa. Bavê wî Anû, ji ber Kûmarbî direve û dixwaze bifire here Nîbûrû (Nîbûro, bi sumerî tê wateya borîn ango borandinê. Ango bi kurdiya xas-xaşêlî; nû-borî). Lê, Yezdan Kûmarbî li hewa bi lingên Anû digire û organê wî yê zayendî gez dike. Piştre Kûmarbî tifî erdê dike. Ji wê rewşê, ax ducanî dibe û sê zarok jê çêdibin. Yek ji wan zarokan Yezdan Teşûb/Teîşeba ye. Yezdan Teşûb/Teîşeba mezin dibe û êdî ew textê bavê xwe werdigerîne. Bi vî awayî ew dibe Seryezdanê Xoriyan.
Beriya niha sê hezar û 600 sal berê Hîtîtiyan jî Teşûb wekî seryezdan dihesibînin û roliyefeke niwaze li ser zinarên Hattûşayê diniqirînin. Piştî hilweşandina Hitîtiyan, vê carê li nava welatê Ûrartûyan, navê Teşûb dibe Teîşeba û wekî yezdanê ba, bahoz û baranê tê hebandin. Teşûb jî Teîşaba jî tê wateya bayê tûj.
Heke bala we lêbe. Ev xelek ji Sumeran dest pê dike, heta Xorî, Hitît û Ûrartûyan berdewam dike. Heman bawerî û heman kevneşopî.
$Xwedayê mezin û Yezdan Xaltî$
Ûrartû, navekî ji hêla Asûran li wan hatibû kirin. Ew bi xwe paşhatiyên Xoriyan bûn û ji xwe re digotin, Xaltayî. Bi hizra min, reha navê Xalta, ji navê Xweda tê. Lewra piştî paşhatiyên Xoriyan, dewleteke hêzdar li derdora Wanê ava dikin, navê seryezdanê xwe dikin Xaltî. Ango tê famkirin ku beriya hingê jî wan ji afirînerên xwe re gotine Xweda. Bi vî awayî em li ber dikevin, Xaltî dibe seryezdanê wan ê neteweyî. Teîşeba, Şevînî û yezdanên din jî dikevin rista ferîşteyên sereke. Ev hemû li ser Deriyê Mehîr ê Yezdan Xaltî, niqirandî û mezbût e. Ev rewşa xweşguzariyê ya xelkên Xaltayî, tibabekî dikudîne.
Lê nola dibêjin, çerxa felekê timî rast nagere. Rojek tê Asûrên hov, sîxwirekî xwe yê bi navê Sanherib, di nava Ûrartû/Xalîyan de bi cih dike. Li hêla din jî Asûr bi Skîtan re tifaqeke nebixêr digerînin.
Rojekê li ber êvarê, Asûr û Skîtî bi hev re vedigerin ser welatê Xalta û komkujiyeke kesnedîtî pêk tînin. Xwarinên wan li ser kuçan dimînin. Dayikên şîrda, di ser dergûşên xwe de diqulipin û can didin. Pitikên wan jî di bin pêsîrên tiştîrî de difetisin. Ger hûn ji min bipirsin, ev e fermana cara yekemîn a kurdên êzidiyên Xaltayî ye.
Du hezar û 600 sal berê, dewleta Xaltayî hildiweşe û xelkên Xaltayî bêpergal dimînin. Lê ev gelê dêrîn, nola giha firîzê tu car naqele û heta roja me ya niha jî ev gel di bin sîwana eşîreke bi navê Xalta, hebûna xwe diparêze.
Heta nêzî sed sal berê jî bi sedan gundên wan, bi hezaran jî malên êzidiyên Xaltayî hebûn. Devera Xaltayî lê dijiyan, jêre digotin welatê Xalta. Ji Serhedê bigire, heta deşta Bişêriyê – Kevanê Qîrê, ji derdora Çinara Amedê bigire, heta derdora Wêranşar, Pirsûs, Kobanê û heta derdora çiyayê Kurmênc, Xaltayî lê dijîn, lê dijiyan. Çi xebînet e, niha stêrka kurdên resen naçirise.
Min bihîst ji heyşt gundên wan ên şên, çend mal tenê mane. Ev her heyşt gund jî li herêma Xerza ye. Gundê herî şên, gundê Hemdûna ye û şeş mal lê hene. Hin gund du mal, hin jî malek lê heye. Tew digotin li gundê bi navê Çinêrya, tenê kalemêrekî heyştê salî, tikîtena serê xwe lê dijî.
Hooo zêmarbêj! Ê de strana kalemêrê bi tenê mayî biqîre lo. Ma qey tu yê strana qulingê baskşikestî, xezala kulek li dû hogiran mayî, bihêle ji xeleka kê re? (Dê bidome)[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは1,180表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://xwebun1.org/- 29-12-2022
リンクされたアイテム: 23
グループ: 記事
Publication date: 14-08-2022 (2 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 94%
94%
は、 ( ئاراس حسۆ 29-12-2022上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 30-12-2022
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは1,180表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 517,421
画像 105,714
書籍 19,160
関連ファイル 96,493
Video 1,307
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.375 秒(秒) !