ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 519,080
画像 106,402
書籍 19,242
関連ファイル 96,854
Video 1,377
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Ji Kaniyên Yezdaniyê Navên Pîroz
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Ji Kaniyên Yezdaniyê Navên Pîroz

Ji Kaniyên Yezdaniyê Navên Pîroz
Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl)
wergera ji erebî: Mustefa Reşîd
$Ji Kaniyên Yezdaniyê - Xelek – 4$
Bi navê Xwedayê Gewre û Mihirvan
Navê Pîroz: Ahûra-Mezda
Wek tê xuyakirin, peyva “Ahûra-Mezda” ji du bêjeyan pêkhatiye “Ahûra” û “Mezda“. Peyva “Ahûra” yek ji navên afrînerê pîroz yên here kevin di bermaya ariyanî da ye. Bingeha vê peyvê “Hura” (Hûra) ye, bi maneya “Xweda“. Em bawer dikin ku pêrkîta “A” di destpêka vî navî da ji cînavên kurdî (a, ê, ên; ya, yê yên) hatiye. Wek çawa em dibêjin (a gewre, ê gewre, a pîroz, a payebilind).
Di heyamên mîtologî yên destpêkî da peyva “Hûra” yek ji navên rojê bû. Ji rojê ra “Khûr” (Xûr) yan “Sûr” jî dihate gotin, û roj wek ayîneya (eynika) termê Xweda dihate bawerkirin û jêra digotin “Xweda-roj”. Ariyanên Vîdî li Hindistanê ji “Xweda-roj” ra digotin “A Sûra“. Kaşşiyan (ji pêşiyên Kurdên Lor) jêra “Sûriyaş” digotin. Li ba Hûrî (Horî) /Mîttaniyan bi navê “A Sûra” dihate naskirin. Şêwazên “Hûr, Khûr, Sûr” û belkî “Ûr” jî bi sedema zaravayên ariyanî ji hev cuda bûne û pêkhatine. Bi herhal navê “Horiyan” (Hûrî, Horî, Khûrî, Ûrî) peywendiya xwe bi navê rojê ra heye; yanê ew alîgirên ayîna rojeyî (şemsanî) ne; û wisa ew bi navê Xweda “Hûr, Hor, Khûr, Ûr” hatin naskirin.
Bi pêşketina hişyariya ayînî ra, têgîna nîgaşî derbarê Xweda ji diyardeyên suriştî û ji stêrk û exterên esîmanî hate cudakirin. Êdî “roj” wek sembola “Xweda” hate dîtin û Xweda bû tiştekî giyanî metafîzîkî (di ser suriştê ra). Di vê çarçewê da êdî navê “Ahûra” bi maneya “Xweda” hate wergirtin.
Pêximberê Mîdî Zerdeşt ev navê Xweda “Ahûra” tev li navê din yê Xweda “Yezdan” (Mezda = aqilmend = pendyar) kir û wisa navê “Ahûra-Mezda” yanê “Xwedayê aqilmend = pendyar ” pêkhat. Zerdeşt hemû rewişt û taybetmendiyên pîrozî yên Xweda dan ser vî navî û li dor wî sazûmaneka ayînî tevayî pêkanî; hem di warê rê û rêbazan da, hem jî di warê dêlîndêz û şêwazên perestinê da. Belkî armanca wî ew bû ku hêza hemû Mîdiyan û seranserê gelên ariyanî rojhilatî li hember Toraniyan bike yek.
Lêkolînerê Brîtanî Laurence Houston Ouddel ku pisporê lêkolînên sûmerî sansekrîtî ye bawer dike ku navê “Hor, Hûr” û “Ahûra” ji navê sûmerî “Har” yan jî “Harrî” hatiye wergirtin ku bi maneya “şervan” wek lexemê kurê xwedayê rojê yê sûmerî ye ku di wê demê da dihate gotin. Ew dibêje ku di sûmerî da ji bo xwedayê rojê navekî din hebû; ew jî “Sûr” yan jî “Aşşûr” bû. Bi sansekrîtî jêra digotin “Sûra” yan jî “Asûra” [Bingehên sûmerî di şaristaniya misirî da, rûpel 268 – 269]
(Sembola Xweda Ahûra-Mezda yê Zerdeştî)
Sembola Xweda “Ahûra-Mezda” bi wêneyê qaşê rojê, bi per û baske. Li nîvê jorîn, wêneyê kesekî bi rîşe ku tac li serê wî ye. Di destê çepê da xelekek heye wek sembola gerdûnê ye. Hêjayî gotinê ye ku em bêjin, ev qaşê rojê, yê bi bask ku ji nîvê wî yê jorîn wêneyê kesekî bi rîş dedikeve, di bermaya ayînî sûmerî da jî heye. Me li hin cihên din anîbû ziman ku ayîna sûmeran rojeyî (şemsanî) bû; û ev yek baweriya lêkolîner Laurence Houston bi hêz dike.
(Xweda Ahûra yê sûmerî)
Di pey ra Ammûriyan ku li gor Xweda “Asûr / Aşûr” navê wan bû “Aşûrî” ev sembolê Xweda ji Sûbaran (xizimên Hûrî û Kaşşiyan) wergirtin û kevan xistin destê wî; bi maneya ku ew miletekin, ji şer û talalanê hezdikin. Ev Xweda ji xwe ra kirin xwedayekî neteweyî yê ku alîkariya wan dike ku li dijî neyarên xwe bi serkevin.
(Xweda Aşûr)
Hin şêwazên din yê navê “Ahûra-Mezda” hene, wek “Ormazd“, “Ormûzd” û “Hûrmûz/ Ûrmûz“. Heya niha jî şêwazê “Hûrmûz” di hin navên kurdî û farisî da maye. Navê “Tengava Hûrmûz” ku Kendava Sûmerî digihîne Oqyanûsa Hindî jî ji wir hatiye.
Heya niha jî navê “Ahûra” di piraniya zimanên ariyanî-ewropayî da maye. Ev nav di rewşa matmayîn, pesindayîn û spasdariyê da tê gotin. Wek ku bi zimanê erebî di matmayînê da dibêjin “ya ellah, subhane ellah, ma e’zemûke ما أعظمك!” û di turkî da dibêjin “yaşa”. Li jêr çend nimûne:
Bi înglîzî û îrlandî: Hurrah. Bi almanî, swêdî, nerwijî, portûgalî: Hurra. Bi çîkî û slovakî: Hurá. Bi îspanî: Húrra. Bi fransî: Hourra. Bi holandî: Hoera. Bi albanî: Urra. Bi romanî û kirvatî: Ura û bi rûsî û makdonî Urra (bi tîpên kyrîlî: Ypa).[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは783表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع http://pydrojava.org/- 28-12-2022
リンクされたアイテム: 8
グループ: 記事
Publication date: 22-11-2015 (9 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 翻訳
ブック: 辞書
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 28-12-2022上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 29-12-2022
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 28-12-2022
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは783表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 519,080
画像 106,402
書籍 19,242
関連ファイル 96,854
Video 1,377
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.235 秒(秒) !