图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,441
图片 106,006
书籍 19,160
相关文件 96,492
Video 1,307
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Jin, xak û dagirkerî
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Gelawêj Ewrîn

Gelawêj Ewrîn
Gelawêj Ewrîn
Li beramberî şîdeta li ser jinê û bi taybetî bûyerên tecawizê, bêdengiyek heye, çima wisan e, mirov fam nake. Jixwe, mêr wek pirsgirêka xwe nabînin û bar avêtine ser milê jinan. Jin jî di çêkirina raya giştî û rakirina qiyameta bi serê van tecawizkaran de lawaz dimînin mixabin. Li cihên ku nijadperestî, dagirkerî û faşîzm heye li wan deran bûyerên bi vî rengî hîn zêdetir in. Diyar e, bi taybetî dagirkerî exlaqa civakê xira dike û bi xwe re karesatên hîn mezintir tîne. Wê demê heger em ê li dijî dagirkeriyê bisekinin, divê em bizanin ka em pêşiya karesateke çiqasî mezin digirin. Rêxistinên qaşo mafê mirovan, jixwe ji bilî daxuyaniyan tiştekî bikin tuneye û yan jî wisa xuya dikin. Rêxistinên jinan jî bi vî rengî ne. Bi taybetî çend bûyerên tecawizê li başûrê Kurdistanê çêbûn û li beramberî wê weke ku xelat bikin, kesên sûcdar serbest hatin berdan. Li vî welatî bi rastî êdî mirov fam nake, kî sûcdar e, kî divê bê cezakirin û kî divê neyê cezakirin; ev şêlû bûne, ji ber ku pîvanên exlaqî bê wate mane.
Îro başûrê Kurdistanê ku mînaka wê di tu serdemekê de nebûye, di dorpêça hêzên sermayedar û noker de ye. Ji sedî 51´ê xaka welat hatiye firotin. Jixwe, bi dagirkirina di serî de li Kerkûkê û tevahiya başûrê Kurdistanê re bûyerên kuştin û tundiya li dijî jinan hîna zêdetir jî bû û ev hê jî didome. Ev li beşên din ên Kurdistanê jî bi vî rengî ye.
Balkêş e, mirov bi mijarên bi vî rengî bi awayên gelekî ji hev cuda dadikevin û weke ku bi hev re elaqeya wan nebe tên şîrovekirin. Nabe ku em rahêjin van rastiyên civakî û bi taybetî yên bi serê jinan de tên, ewqasî bi awayekî weke ku ji dagirkeriyê dûr bin. Di sêgoşeya bakur, rojhilat û başûrê Kurdistanê de em gelek caran behsa serhildan, berxwedan û qehremaniyên kurdan dikin li dijî xiyanet û dagirkeriya ku pê re bi pêş ketiye. Jina kurd herî zêde li beranberî van qirêjiyan li ber xwe daye û teslîmbûn qebûl nekiriye. Jina kurd dagirkerî qebûl nekiriye û di heman demê de tecawiza li ser bedena xwe jî qebûl nekiriye. Yên dijkujin û dibirin, radibin û dibêjin, namûsa me! Yên behsa namûsa xwe dikin, ez dixwazim ji wan bipirsim; Ka li derdora xwe mêze bikin, gelo xak û welat maye, heta tu radibî behsa namûsa xwe dikî! Namûs ji bo me kurdan êdî ji mêj ve ji wateya xwe ya klasîk derketiye. Namûs heger rast neyê pênasekirin, ya li derdora me diqewime, em ê wek bûyereke ji rêzê bibînin û di ser de derbas bibin. Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî de diyar kir ku; ‘Derwêş û Mem di rastiyê de sembola xakê ne û Edûlê û Zîn ji bo vê rastiyê bûne sembola evîneke rast!’
Me behsa başûrê Kurdistanê û bi taybetî sêgoşeya bakur, rojhilat û başûrê Kurdistanê kiribû. Li vê sêgoşeya pîroz em rastî gelek mînakên wek Edûlê û Zînan tên. Di serî de jina kurd, tevahiya civaka kurd, ji bo parastina xaka xwe gelek berdêl dane. Ji jinên li Kela Dim Dimê heta bi jinên li herêma Rewanduz û Bradostan. Îro ji wê herêmê tiştekî din dest pê dike û Kurdistan bihost bi bihost tê firotin. Jin di wateyeke rast de xak e û ev di tevahiya dîrokê de jî hatiye îsbatkirin. Bi vê wateya xwe ya felsefîk xak tê pênasekirin û ya rast jî ev e.
Heger Nêçîrvan Barzanî bi du destan tevahiya xaka Başûr û heger jê were, tevahiya Kurdistanê jî pêşkêşî hêzên sermayedar bike, wê demê gelek zehmet nîne ku mirov fam bike bê ka çima kujer û tecawizkaran efû dike û wan dide berdan. Ji cem wan her tişt ji bo firotinê ye. Wer li civaka me hatiye kirin ku dagirkeriya xaka xwe jî weke mijareke ji rêzê dibînin û heman tişt ji bo şîdeta li dijî jinan jî lê ye. Civaka ku bi feraseta teng a namûsê hatiye terbiyekirin, wê tu caran nikaribe wateya rast a evîna ji xakê û evîna ji jinê re nas bike. Vê ferasetê hişmendiya milkiyetparêz û ferdparêz bi xwe re mezin kiriye. Wek ku ya milkê min e û navê min li ser e, ez ê wê biparêzim, derveyî wê çi dibe bila bibe, kî çawa tê talankirin û dagirkirin, ew dizane û teqdîra wê ye.
Baş e! Kes napirse sermayedariyê gelo ew milkê taybet ê te ji xwe re qaşo parastiye jî hiştiye? Heger îro mala cîranê min tê dagirkirin, wê sibê hewşa min jî dagir bikin û gelek tiştên din jî bikin. Hemû sermayedarên ji Amerîkayê çend roj beriya niha mêhvanên Nêçîrvan Barzanî bûn, ji bo xaka Başûr bimijin û zuha bikin, di cilên taxim ên biriqî de weke gurên har ji min re dihatin ku maske danîne ser rûyê xwe. Kirîn, firotin, dagirkerî, talan û pê re jî her roj destdirêjiya li jinan. Nêçîrvan çawa bû Serokê Herêma Kurdistanê berê xwe da Erdogan û paşê li şûna qatil, tecawizkar û faşîzmê gunehbar bike, dagirkeriyê rewa dike û îro jî li Hewlêrê tecawizkaran serbest berdide! Namûs çi ye gelo, bi ya min yên xaka xwe difiroşin dagirkeran, bê namûs in û di heman demê de destdirêjiyê jî erê dikin. Îja bila şiroveyên din ji we re bimînin…[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,299
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع http://pydrojava.org/- 28-12-2022
挂钩项目: 12
小组: 文章
Publication date: 01-07-2019 (5 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 28-12-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on28-12-2022
此产品最近更新( سارا ک ):28-12-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,299
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.141 KB 28-12-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,441
图片 106,006
书籍 19,160
相关文件 96,492
Video 1,307
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!