$Danasîna Gundê Ziravikê:$
Gundê Ziravikê derdora hejdeh heya bîst kîlo mitir li Rojavayê #kobanî#yê dikeve, li ser riya bajarê Heleb, riya Qereqozax û diçe Heleb.
Di kevin de du bira hebûne, Îbê Ehmedê Silo û Elê Ehmedê Silo, berê ev gund yê îbê Ehmedê Silo bûye, derdora hezar şimbil erd yê wan her du biran bûye. Lê dema niha çar ate di gund de hene, atê Xelefê Beyrê, atê Hemê Mistefê, û atê Îbê Ehmedê û Îbê Ehmedê bûne du ate. Her wiha girekî mezin li bakurê gund heye, di demên berê de mezelê gund bû, miriyên xwe tê de vedişartin, piştî demekê di sala 1985 an de ricîma esed hat êdî nedihîştin ku şêniyên gund bikolin û miriyên xwe tê de veşêrin. Di wê demê şûn ve şêniyên gund miriyên xwe tê de venaşêrin. Her wiha li bakurê gund bîrek mezin hebû jê re digotin bîra mîtorê, li paş girê mezin diket, kanî ji wê bîrê derdiket, kanî ji gundê #Donxizê Biçûk# derdiket ku ji kaniya feslê derdiket digihîşt gundê me, navê wê kaniyê li ser navê jinekê bû ji ber ku di demên berê de jinek bi navê Feslê dihat ser wê kaniyê û ava xwe ji wir dibir, ew av li bakurê gund diherikî cihê herîkîna wê di newalê de bû, di demên berê de şêniyên li ser ava wê kaniyê çandiniya xwe dikirin, weke zad, misir û hwd. Şêniyên gundê Ziravikê debara xwe bi çandinî û lawirvaniyê dikirin û heya roja îro jî bi lawirvaniyê û çandinê ve mijûl in, her malekê pêncî dewarê xwe bûn, mixtarê gund Temoyê Îbê derdora pêncî dewarê xwe hebû, û derdora 40 şimbil erdê xwe hebû, Temoyê Îbê mixtarê duzdeh gundan bû weke gundê Donxiz, Girdê, Qorê, Kewrikê û hwd mixtarê hemû gundên ku li derdora gundê wî bûn.
Her wiha li paş kaniya feslê li bakur û Rojhilatê gund newala i'r'ira cihê xwe digre, derdorê kîlo mitrek dûrî gund e. Di demên berê de şêniyên gund di newala i'ri'ro re diçûn kewrika henanan an jî kêtikan û di wir re diçûn bajar, di wê demê an mirov bi hişke lingan diçûn bajar an jî yên ku hesp û kerên xwe hebûn pê diçûn, sibehê zû mirovekî bang dikir û digot ez dikim biçim aş yên ku aşê xwe hebûn pê re dişand, wê demê dicûn aşê gundê Qurdênê ku gundê Qurdênê Rojavayê gundê ziravikê cih digre. Her wiha şêniyên gund wê demê diçûn Cereblûsê û avalên xwe yên weke şefrên cerceran û halet çêdikirin. Wê demê jin diçûn bêrê, wê demê jin û keç bi şeir, text û bervanek bûn. Navê gundê Ziravikê ji kesekî bi navê Îbê Ehmdê zirav û dirêj bû navê ziravikê jî ji ziraviya Îbê Ehmedê hatiye.
Dewlemendiya gund bi çandinî û lawirvaniyê bûye, ceh, nok, nîsk, genim, colik diçandin. Beriya patosan û alavên nûjen, rezên xwe cercer dikirin,
şel dikişandine, lê di demên niha de, ev bû duzdeh sal curên darên diçînin, weke fistiq, zeytûn, tirî, hejîr, hinar. Nîvê şêniyên gund di dema niha li bajaran dijîn, bajarên şam, Heleb, Kabanî, Minbic. Her wiha di dema niha de kesên xwenda jî di gundê Ziravikê hene. Kamilê Beko ew jî dengbêjeke û ji gundê Ziravikê ye, zaroketiya xwe weke hemû zarokên xelkê gund jiyana xwe li gundê Ziravikê derbas kiriye, piştî demê mala xwe dibin bajar û heya roja îro jiyana xwe li wir derbas dike, bavê wî du caran zewicî bû û ew ji jina mezin bû, di biçûkaniya xwe de ji ber ku tembûr li cem peyda nabû tenekên rûn darikek pê ve dikir û têla dîbracê jî û dikir tenbûr, Kamil ji Hemkê Hadê ku ew jî tenbûrvan bû, ku ji gundê Yaremez bû bandor bibû û fêr bibû, niha jî piştî xizanî û kedeke mezin em dikarin bibêjin, tenbûrvan û denbêjekî mezin e. Her wiha gundê Ziravikê gundekî mezin, derdora 150 mal tê de hene. Gundên li derdora gundê Ziravikê, Donxiz, Kewrik, Gird, Qorê, Bîra remê. Hemû ateyên gundê ziravikê mirivên hev in, û gundê Ziravikê kêtik in (Qelemdarî) ne. [1]