图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,646
图片 106,173
书籍 19,172
相关文件 96,585
Video 1,318
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Ziman jiyan e, jiyan şîrîn e
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Ziman jiyan e, jiyan şîrîn e

Ziman jiyan e, jiyan şîrîn e
#Adar Gulan#
Mirov xwe temam hîs bike, wê di serî de peşketinên nakokiyên zihnî û bîrdozî bi xwe re bicemidîne. Ev tê wateya mirov pêşketinên hebûna xwe red bike. Ev jî rê li ber nakokiyên bi xwezaya mirov re dijîn astengdike. Erê bêguman mirovê kamil nîne; lê ji bo mirov kamil bibe, têkoşîn pêwîst e. Mirov her tim di nav tamambûna hebûnê de ye. Hebûn heqîqeta mirov e, ya ku her roj ji bo sedema hebûna xwe bide qabûlkirin, berdêl dide…
Lêgerîna azadiyê di temenê zaroktiyê de dest pê dike, lewra nakokiyên mirov jî di serî de li hemberî xislet, nebûn û cudahî-rengên civakê dest pê dike. Li hember xwezaya xwe lêpirsîna ‘ez kî me, ji ku têm û ez ê biçim ku derê?’ bi nakokiyên cihêreng xwe di lêpirsîna heqîqetê re derbas dike. Encama ku mirov di vê lêpirsînê de xwe gihandiyê, heqîqet yek e û hebûna çand, ziman û dîroka mirovahiyê ya ku nehatiye dîtin ango hesibandin e. Êdî bi ferqkirina heqîqeta xwe re nakokiyên ‘serdestî, bindestî, xizanî, zengînî, lawazî, jêhatî, azadî û koletiyê’ di nav hev de dijîn. Dîsa ferq û cudahiya di navbera zayendê de hîn di temenê zaroktiyê de dibîne û dixwaze zû fêm bike, wate bidê.
Çanda serdestiyê, desthilatdariyê bi rêya serdestên me kurdan ve derbasî civaka xwezayî, exlaqî û polîtîk bû. Çîna serdest a kurd, bi qasî ku xulamtiyê ji serdestan re dike û li cem mêtingerên Kurdistanê xwe şîrîn dike ewqas ji gelê xwe re bikira, vêga zarokên kurdan di dibistanan de bi zimanê dayikê perwerde dibûn û xwedî nasnameyeke azad bûn.
Di esasê xwe de civaka kurd civakeke bi çand, hebûn û zimanê xwe ve girêdayî ye. Erê kevneşopiyên civaka kurd gelek in, lê xwedî cihêrengiyeke qedîm e. Kurd weke kes ango civak li ku dera dinê dibin bila bibin, tavilê xwe bi her kesî didin qebûlkirin û hezkirin. Ji ber ku li hember çand û zimanê civakan rêzdar in. Kurd xwedî civakeke pirçandî, zarava û devokên cihê ne. Lê bi qasî ku ewqas zengîniya çandî û civakî heye jî, îro civaka herî feqîr û hejar e.
Mînaka vê ya herî biêş li welêt pêk tê, lê ya herî xembax li derveyî welêt ango li Ewropayê ye ku malbat tevî zarokên xwe dijîn. Gelek komên civakên ji neteweyên cuda li Ewropayê penaber in. Nemaze ji welatên Roihilata Navîn, her roj kom bi kom penaber derbasî parzemîna Ewropayê dibin. Lê di van salên dawî de penaberên kurd ên berê xwe didin Ewropayê gelekî zêde ne. Gelek ji van malbatan, tenê ne ji hêla fizîkî ve xwe ji welêt qut dikin, ji hêla ‘ruhî, çandî, fikrî û aborî’ ve jî xwe bi tamamî ji Kurdisnanê qut kirine û dikin. Dema malbat bikeve vî halî, şik tune ye ku zarokên van malbatan jî bi lez û bez entegreyî pergala heyî dibin û di serî de jî zimanê dayikê ji bîr dikin. Êdî, mamostayên malê ne dê û bav in, zarok dibin mamosteyên dayik û bavan. Dayik û bav ji zarokên xwe fêrî zimanê biyanî dibin, lê zarok ji dê û bavên xwe fêrî zimanê dayika xwe nabin. Dema mirov bala xwe qenc bide malbatên kurd ên li welatên cuda yên Ewropayê bi cih bûne, mirov şaşomaşo dibe û ji hêla watedayînê ve zehmetiyan dijî. Civaka kurd bi mêvanperwerî û bi şêweyê jiyana xwe ya komunal tê nasîn. Mixabin em dibînin ku ev taybetmendî êdî ne li pêş in, li şûna vê çanda mêvanperweriyê, qutbûna ji civakê û tenêtî weke çarenûs tê dîtin. Kes, çarenûsa xwe di ‘tenêtî û azadiya şexsî’ de dibînîn. Ev jî tê wateya ku bê ka çiqas bandora çanda rojava li civaka kurd a li Ewropayê dijî kiriye. Her çend ku mafê malbatan heye ji dewletan daxwaza perwerdeya zimanê dayikê bikin jî, mixabin malbat di vê hêlê de gelekî sersariyê dikin û zarokên xwe bi zimanê dayikê nadin xwendin.
Di vê serdemê de ku tu nexwazî, tênekoşî û li ber zilmê serî ranekî kesek tiştekî herî biçûk jî nade te. Ji bo perwerdeya zimanê dayikê têkoşîneke civakî, siyasî û zanyarî pêwîst e bê dayîn. Ev mafê kurdan ê xwezayî ye. Lewre rasterast polîtîkayên qirkirinê li dijî çand û zimanê kurdî tên ferzkirin. Civaka ku çanda xwe û zimanê xwe winda bike, şerma herî mezin a mirovahiyê ye.
Ruhê civaka kurd komunal e; her zindî ye û mîna çem diherike, sekin jê re nîne. Dema mesele dibe hebûna neteweyî, bi hemû enerjiya xwe radibe ser pêyan. Îro li her çar parçeyên welêt, hêza herî dînamîk a veguhertinê xwedî biryara têkoşînê, sekin û lêgerîna azadiyê temsîl dike gelê kurd e. Hêj ji niha ve kelecana biharê dijî. Ji ber ku îsal bihar zû bi ser kurdan de hat, zivistan li kurdan bû cejn…
Wê têkoşîna neteweyî hebûna gelê kurd, çand û zimanê kurdî azad bike. Zimanê dayikê bi xwedîderketina tevahî gelê kurd, ji malê heya kuçeyan, ji kolanan heya dibistanan, ji sûkê heya bazarê bila bibe zimanê jiyanê; ziman jiyan e, jiyan şîrîn e.
Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li hemû gelên ji bo parastin û hebûna zimanê xwe têdikoşin, bi taybetî li gelê kurd pîroz be.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,514
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://xwebun1.org/- 27-12-2022
挂钩项目: 41
文章
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 23-02-2021 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 社会
书: 语言
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 96%
96%
添加( ئاراس حسۆ 27-12-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on27-12-2022
此产品最近更新( سارا ک ):27-12-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,514
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,646
图片 106,173
书籍 19,172
相关文件 96,585
Video 1,318
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!