ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 517,423
画像 105,692
書籍 19,156
関連ファイル 96,438
Video 1,307
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Komkujiyeke etnîkî û polîtîk e
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Adar Gulan

Adar Gulan
#Adar Gulan#
Piştî salên 1990’î bi hezaran gund, gome û bajarokên bakurê Kurdistanê di encama polîtîkayên hişmendiya tesfiyekirina vîna welatperwer de hatin wêrankirin û kurd neçarî koçberî û jiyana bajaran hatin kirin.
Koçberiya di vê demê de çêbû ne ji ber sedemên xizaniyê bû; xelkê herêmê li gor berjewendiyên desthilata dewletê yên şerê taybet ji gund û malên wan dihatin derxistin û koçberkirin.
Ev polîtîka bû sedem ku bi hezaran herêm ji mirovan bên xalîkirin; gund, bax-bexçe û malên wan werin wêrankir in, zengînî û bedewiya xwezayî ya vê erdnîgariya ku dergûşa pêşdeçûna mirovahiyê ye, bê şewitandin. Herêma ku xwezaya wê bi dewlemendiya nebat û xwedîkirina sewalan dihat nasîn, îca bûye yek ji çolistana feqîr/zuha. Xweza bi tevahî di dorpêça bendav, talan, şewat û qirkirina sîstematîk a berjewendiyên desthilatdariyê de dinale. Em behsa dewlemendiya erdnîgariya Mezopotamyayê dikin…
$Ev komkujiyeke etnîkî û polîtîk e$
Kurdên ji salên 1990’î ve ji gundên xwe hatin koçberkirin berê xwe dane bajarên herêma Ege, Marmara, Deryaya Spî û hwd. Îro ev malbat ji ber nasnameya xwe ya kurdbûnê rastî lînçkirina nijadperestî tên û bi rêbazên hovanê bi komî tên qetilkirin. Li ser kurdên ku li bajarên Tirkiyeyê-metropolan dijîn plana ji wir jî koçberkirin, kuştin û tepisandinê aşkera tê meşandin. Ev plan ne planek şexsî ye û tenê bi devereke re sînordar tê kirin; planê desthilat-dewletê li ser esasê hesabên siyasî, polîtîk, etnîkî, bêvînkirin û bêrûmetkirina civaka kurd tê meşandin. Komkujiya malbata Dedeogullari ya navçeya Meram a Konyayê, ji ber nasname ya xwe etnîkî hat qirkirin. Ji bo ku kurd bûn şeklê kuştina wan bi xwe jî dema ku mirov temaşe dike bi şewazek hovane tên kuştin. Ev hovitî hat plankirin û bi qirkirina tevahî ferdên malbata Dedeogullari bi encam bû. Ev komkujiyeke etnîkî û polîtîk e. Cinayet, plankirî pêk hat. Berdewama konsepta çongdanînê ya teslîmgirtina vîna gelê kurd e.
$Çanda lînçê$
Zilma bi plangerî ya li ser gelê kurd tê gerandin, bi çanda lînçkirinê ya sîstematîk re teşe digire. Qirkirinên komî yên dijî çand, ziman, bawerî û nasnameya etnîkî ya têkoşîna azadiyê ya neteweyî encamên bîrdoziya cihêkarî, nijadperest û dînperest de pêk tên. Binemaliya hişmendiya nijadperest xwe dispêre çanda lînçkirin e. Lînçkirin, yek ji nexweşiyên sedsala 21’emîn e. Wisa jî zihniyeta nijadperest, zayendperest ku bi her awayî di xizmeta desthilatdariyê de tê birêxistinkirin; îro bûye belaya herî mezin. Çanda lînçê yek ji kirêtiyên herî mezin ên desthilatdariya ‘mutlaq’ a ku xelk ji ber bêzar bûye. Siyaseta ji hev parçekirina gelan e. Bi vê parçebûnê gelan bi pêsîra hev didin. Lînç encama ponijandina rejîmên totolîter ên dij qanûnî û exlaqê civakê tevdigerin. Binyata desthilatdariyê bi êrîşkarî, kuştin û lînçkirine li ser pêyan dimîne. Li dijî demokrasî, yekitî û wekheviyê, mirovan teşwîqî lînçkirin û kuştine dikin. Vê yekê wekî marîfetê/nîmetê desthilatdariyê pênase dikin. Çanda lînçkirinê, ji bo ku rûmeta gelê kurd bin pê bibe bi plangerî lê bê hed û hesab dikin. Lînckirin, cureyek ji rêgezên qirkirina fîzîkî û çandî tê ferzkirin.
$Di ruh de bibin yek$
Ji hebûn û zimanê xwe biyanîbûyîn xizmeta nijadperestiyê dike. Hilbijartina rengê serkeftinê, terkkirina jiyana kavilbûyî ya ku di ruh, mejî û hestê meriv de berze bûye, ji nû ve ketina ferk û zanabûna xisleta xwe ye. Herçî xisleta kurd e jiyan di mejî, dil û ruh de hatiye kavilkirin. Ev ruhê kavilkirî car heye taqeta xweparastinê jî nîşan nede. Dibe ku mirov ji hêla fîzîkî ve ji welatê xwe dûr bijî lê nabe ku meriv ji çand û zimanê xwe biyanî bijî. Hêza xweparastinê ji hêza cewherî ya azweriyê tê. Parastin aqlê erzan qebûl nake. Divê kurd tu carî ji bo xwe jiyana erzan nepejirînin, di ruh de bibin yek.
Êdî li ber çavên desthilatdariyê komkujiyên organîze û vekirî li ser kurdan pêk tên. Çavberdana mal, milk û canê kurdan, bûye kiryarên jirêzê yên rojane. Jê wêdetir jî êşa herî giran û ji lînçê jî kambaxtir xwedî nederketina hev a kurdan e. Bi xeflet, bêxîretî û temaşekirine rê li ber çanda lînçkirin û komkujiyan nayê girtin. Li hember êrîşan, pêdivî bi yekitiya hêzê û xwe parastinê heye. Kurd êdî ne ew pariye ku bi hesanî bê cûtin/daqurtandin.
Krîza pergala desthilatdar, krîzeke fikrî, binyatî û bîrdozî ye. Ji lewra tevahî aloziyan bi xwe re diafirîne. Ev krîz aborî, civakî siyasî û exlaqî ne. Her ku diçe pirsgirêkan diafirîne; ji çareseriyê direve. Ji ber ku pirsgirêka herî mezin bi xwe ye. Bobelata serê mirovahiyê ye. Desthilata AKP-MHP’ê hewl dide ku bi polîtîkaya tunehesibandin û qedandinê ya kurdên muxelîf temenê xwe dirêj bike. Lê xuyaye hinceteke desthilatdariyê ku xwe li ser pêyan bigire nemaye. Ya ji gelê kurd, demokrat, siyasetmedar, hunermend û welatperweran tê xwestin ew e ku eniya têkoşînê fireh bikin û vê pergala nexweş a cihêkar bidawî bikin.[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは1,066表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://xwebun1.org/- 27-12-2022
リンクされたアイテム: 20
グループ: 記事
Publication date: 20-08-2021 (3 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 政策的
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 27-12-2022上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 28-12-2022
最近の( ئاراس حسۆ )によって更新この商品: 21-07-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは1,066表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 517,423
画像 105,692
書籍 19,156
関連ファイル 96,438
Video 1,307
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.344 秒(秒) !