图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,107
图片 105,478
书籍 19,114
相关文件 96,134
Video 1,290
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
NAVÊ WELATÊ TE ÇI YE ?
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

NAVÊ WELATÊ TE ÇI YE ?

NAVÊ WELATÊ TE ÇI YE ?
$Destpêk$
Di nav firehiya cîhanê de, ewqas êl, ol, eşîr, millet û netew hene, ewqas cûdahiyên din hene, çi di milê kultûrî be, çi ramyarî be û çi jî siyasî be. Vêca, li ser axa Rojhilata Navîn, ev cudahî zêdetir dibin û cudahî bi xwe re nakokiyan tînin. Di proje û fikrên xelk û partiyên rojhilatî de, pir caran nakokiyên sivik û carina giran dertên holê. Armanca vê nivîsê jî ew e ku yek ji mezintirîn pirsên nakokiyan eyan bike; ev pirs, pirsa erd û sînora ye. Ev kûrte-lêkolîna han berê xwe dide sînorên daxwazkirî yên van çar welatan: Iran, Iraq, Tirkî û Sûrî. Di nav van çar welatan de netewa herî mezin Ereb in loma em ê bi « sînor û erdê » Ereban dest pê bikin.
$Sînorên Ereban$
Welatê Ereban an jî wekî Ereb dibêjin “El- Watan El-Erebî” weke têgeheke erdnigarî tê naskirin; ev têgeha netewî li ser ziman, ax, dîrok û kultûreke hevbeş hatiye avakirin. Li gorî texmînên sala 2018yan, hejmara hemwelatiyan, bêhtirî 430 milyon nefer e. Firehiya erdê 13,152,650 metrekare ye. Ji bêhtirî sed salî heta roja îro behsa welatekî ereb tê kirin, welatekî wisa ku xwedî alayek, pereyek, siyasetek û bêgûman artêşek tenê be. Sînorên wî welatê ku di xewnên Ereban de hatiye çandin ew sînor in ku ji alî rojava, ji deryaya Atlantîkê dest pê dike, ji aliyê rojhilat jî xwe digihîne heta deryaya Ereban (Xelîca Ereban /Golfe arabique). Û ji aliyê bakur ji çiyayê Torosan dest pê dike diçe ber bi başûr heta Sûdanê. Ereb xwedî encûmana (yekitiya) dewletên erebî ne; lê belê ev projeya sînorên erebî yên li jorê diyarkirî, tenê ji aliyê netewperestên Ereb ve tên pejirandin.
Une image contenant texte, carte Description générée automatiquement
Beşek ji netewperestên ereb hene ku vê projeya “El Watan el Erebiye” qebûl nakin. Bo mînak, Entwan Saadê ku li Sûrî serokê partiya El Qewmî El Surî El Îctîmaî( الحزب القومي السوري الاجتماعي) ye û serokê partiyeke wisa ye ku li Sûrî û Libnanê bi awayekî fermî karê rêxistinê dike; ew serok û partiya wî xwedî îdealeke cuda ne; li gorî wî netewa wan “neteweke Sûrî ye”, ne erebî ye; lê bi zimanê erebî diaxivin, daxwaza Dewleta Gelê Suriyê dikin ku jê re dibêjin “Suriya El Tabiaaya”, yanî “Sûriya Sirûştî”.
$Sînorên Tirkan$
Wekî Ereban, Tirk jî, ji sînorên xwe yên heyî ne razî ne. Tirk xwediyê dewleta Osmanî bûn û piraniya herêmên Rojhilata Navîn 400 sal bi rê ve birin. Hikma Osmaniyan piştî Şerê Cîhanî yê Yekem li Rojhilata Navîn nema, lê di sala 1923an de bi peymana Lozanê bûn xwedî erdên firehtir ji peymana Sevres’ê. Ji dema avakirina Komara Tirkiyê heta îro sînorên vî welatî wekî xwe neman; di sala 1939an de, Tirkan herêma Antîoşê (Liwa El Iskenderon) kirin bin hikma rêveberiya xwe. Rêvebirên Surî hîn îro jî dibêjin ew parêzgeha me ya 15an bû, loma Antîoşê wekî axa xwe dihesibînin. Dewleta Tirk, di sala 1974 an de ket Qibrisê; ji wê çaxê heta îro Tirk ji 35 ser sedî, axa Qibrisê dagîr kirin û li wir Komara Qibrisa Bakur ava kirin ku ev komareke li ser kaxezê ye û sedî sed girêdayî Tirkiyê ye.
Une image contenant texte, carte Description générée automatiquement
Piştî şerê Sûriyê, gellek nexşe bi riya çapemeniya Tirkan hatin belavkirin, di wan nexşeyan de Heleb, Musil, Hewlêr û Kerkûk wekî axa Tirkan tên nîşandan. Ev nexşeya Tirkan li gorî hevpeymaniya millî (AHD-I MILLI) ji aliyê meclîsa Ataturk ya Enqereyê ve di sala 1920 an de hatibû çêkirin.
$Sînorên Farisan$
Netewa farisan niha dewleta Iranê bi rê ve dibe, tevî kû pirsgirêk di navbera xelkên Iranê de wek cîranên xwe tûne ne (ji ber ku navê Iranê ne tenê navê qewmekî ye), heta niha ne Kurd, ne Belûş û ne jî Erebên Ehwazî bi rasterats gihane çarenûsa xwe. Xwediyê Îranê xelkê faris e, xelkên din wekî welatiyên mêvan in di nav wî welatî de. Faris ku pêşengiya împaratoriya Persî kiribûn, îro dibêjin em ê erdê bav û kalên xwe bi dest xin. Loma Îran îro li Sûriyê û li gelek deverên din şer dike. Projeya rejîma Îranê ku împaratoriyê pirtir li pey yekitiya şîîyan e, ji xwe re wekî armanc “El Hilal El Şîî” hilbijartine, ev proje Sûrî û Libnanê dixe nava axa Îranê.
$Sînorên Ermenan$
Ermen xwedî împaratoriyên mezin bûn di dîroka kevnare de. Lê piştî hatina Mongol û Tirkan desthilatiya wan têk çû. Nexşeya li jêrê beşek ji axa Împaratoriya Ermenan bû ku serokê wan Tîgran ew dewlet wisa mezin kiribû. Herwiha ev nexşeya li jêrê, li gorî peymana Sevres’ê dê bibûya erdê Ermenan; lê artêşa Kazim Karabekirê destebirakê Ataturk, guh neda peymana Sevrês’ê û êrîşî van erdan kir ku di taliyê de van erdan kir beşek ji axa Komara Tirkiyê. Ev îdeala Ermenan, li gorî ku ew dibêjin, projeya Ermenistana mezin nehatiye bicihkirin; tenê beşê rojhilat yê ku îro axa Komara Ermenistanê ye di bin hikma Ermenan de ye. Ermen dibêjin ev erdên han li gorî peymana Sevres’ê heqê me ye; û di vê nexşeyê de herwiha Çiyayê Ararat û Gola Wanê jî dikeve nav nexşeya Ermenistana mezin.
$Sînorên Kurdan$
Kurd ji welatê xwe re dibêjin “Kurdistan”, ew welat di fikr, mêjî û rama Kurdan de heye. Kurd mezintirîn netew in di rojhilata navîn de ku bê dewlet in. Tenê ji sala 1991ê vir ve, Kurd li bakurê Iraqê rêveberiyeke xweser ji xwe re ava kirine ku jê re dibêjin “Başûr” û ji 2012an vir ve jî li bakurê Sûriyê herêmeke xweser ava kirine ku jê re dibêjin “Rojava”. Lê sînorên Kurdistanê di mêjiyê Kurdan de 4 perçeyan dihewîne: Bakurê Sûriyê, Bakurê Iraqê, Rojavayê Iranê û Başûr-Rojhilatê Tirkiyê. Une image contenant texte, carte
Description générée automatiquement
Li gorî nexşeya Kurdistana Mezin, Amed paytext e û her çar parçeyên Kurdistanê di nav Kurdistana Mezin de ne. Ango, Amed him dibe bajarê Ermen, Sûrî û Tirkan, him dibe paytexta Kurdan; Gola Wanê û Çiyayê Araratê geh ya Ermen û Tirkan e; geh ya Kurdan e û nave wan dibin behra Wanê û Çiyayê Agirî, Musil û Kerkûk him dibin erdê Ereb û Tirkmenan; him erdê Kurdan; herwiha Faris û Azerî dibêjin “Urmiyê, Sine û Kermenşan yê me ne”, Kurd dibejin “ev bajar axa bav û kalên me ne”. Lê ji xeynî van cihên ku hejmareke mezin Kurd lê dijîn; hin cih hene ku gelek kêm Kurd lê hene lê dîsa ew cih jî li gorî nexşeya Kurdan dikevin nav axa Kurdistanê wekî Antîoş û beşek ji Edenê.
$Encam$
Her netewekê ji xwe re nexşeyek ava kiriye û sifeta “mezin”ê lê kiriye. Em dinihêrin armancên weke Ermenistana Mezin, Kurdistana Mezin, Erebistana Mezin hene, û dewletên serdest yên wekî Îran û Tirkiya jî hewl didin ku her û her axa xwe mezintir bikin. Vêca, ji nav van projan, em bêjin kesek ji bajarê Wanê be û jê bê pirsin ka bê ew ji kû derê ye; gelo wê ew kes çawa navekî li welatê xwe ke? Eger ku ew kes kurd be, dê bêje ku ew ji Kurdistanê ye; eger Aşûrî be wê bêje ku ew ji Sûrî ye; heger Ermen be, dê bêje ku ew ji Ermenistanê ye; ji xwe ku Tirk be, wê rastexo bêje : “welatê min Tirkiya ye!”. Di vir de, ji me re tê xuyakirin ku şerekî nasnemayî heye. Ev şerê nasnameyê li ser navê bajaran jî xuya dibe; bo mînak navê “Wan”ê li cem Tirkan “Van” e. Gûhertina navan, li cem Ereb û Farisan jî heye, Ereb ji xelîca ber Kuweytê re dibêjin, Xelîc el Erebî; Faris dibêjin “Xelîcê Farisî”.
Husên KOBANÊ
Lebanese University / Political Science
INALCO/ Beşa Kurdî
ÇAVKANÎ
1Azad Elî – Komara rohilatê feratê
2 Ehmed El- Zawitî (Dewlet navbera Kurdistan û başûrê Sûdanê)
أحمد الزاويتي الدولة بين كوردستان وجنوب السودان: من واقع تجربة صحفية
3 Entiwan Saada, her deh MOHADERE
انطوان سعادة، المحضرات العشر
4 Taj mohamed Brisiîk – Netewan Beloşî تاج محمد بريسسيك ، القومية البلوشية
http://studies.aljazeera.net/ar/bookrevision/2013/09/20139257395486584.html
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,160
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://www.rudaw.net/- 27-12-2022
挂钩项目: 9
小组: 文章
Publication date: 14-05-2020 (4 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 94%
94%
添加( ئاراس حسۆ 27-12-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on27-12-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,160
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,107
图片 105,478
书籍 19,114
相关文件 96,134
Video 1,290
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!