$Helbestvan Enesê Hecî Qasim$
Di sala 1969an de, li gundê Gi'êt -herêma Amûdê jidayik bûye. Xwendina seretayî li gund kiriye.
Di sala 1980 de, çûye bajarê Hesekê bi cih bûye. Li wir xwendina xwe berdewam kiriye û di sala 1989an de (amojgeha mamosteyan) bi dest xistiye. Li dibistanên bajarê Hesekê û gundewarên wê xebat kiriye ta sala 2019an.
Di sala 1988an de, dest bi helbesta kilasîk kiriye (a movikan) û du dîwan pê çapkirine.
Piştre, di sala 2017an de, bi têbînî û piştevaniya mamoste Mehmûdê Sebrî dest bi helbesta terazûkirî kiriye.
Berhemên wî yên çapkirî ev in:
1. Dîwana( Pertewa hestan) 2017
2. Dîwana( Gurzek gul),2018
3. Dîwana( Hêviyên bi seng) terazûkirî ye. 2018
4. Pirtûka (Terazûya helbesta kurdî ), 2022
5. Romana( Pîrejinek Efrînî pêdariyê diçînê)
6. Dîwana (Razên peyvê) terazûkirî ye amadeye ji çapê re.
7. Ferhenga hesan. Amadeye ji çapê re.
Di destpêka şorşa sûriya de dest bi çalakiyên sivîl kir û komeleyeke xêrxwazî bi hevbeşiya gurûpek ji çalakvanan ava kir. Di sala 2014 an de, navenda Mîtan a çandeya kurdî bi alîkariya gurûpek ji çalakvanan damezirand û rêveberiya wê kir ta dawiya sala 2017an. Wê navendê pir çalakî kirin, lê ya balkêş pirtûkxaneyek ava kir, ku ji 6500 pirtûkî pêk dihat û ew pirtûkxane kete bin xizmeta xelkên Hesekê de, lê mixabin bi sedemên ne diyar hate girtin.
Ji sala 2020an de, destpêka meha avdarê, ji neçarî berê xwe daye Siwêdê, li bajarokê Sodirhamn bi cih bûye û niha ew û malbata xwe jiyana xwe lê berdewam dikin..[1]