$Helbestvan, lêkolîner û nivîskarê Kurd Rûxweşê Zîvar$
Di 20.06.1963an de, li gundê Dargirê yê girêdayî Herêma #Efrîn#ê li Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Xwendina xwe ya seretayî li gundê xwe dike û piştre tevî malbata xwe diçe Helebê û di sala 1985an de li zanîngeha wê bawernameya xwe ya endazyariya çandiniyê werdigire û di eynî salê de jî dizewice û niha bavê 3 kur û keçekê ye.
Rûxweşê Zîvar, bi herdu şêweyên klasîk û nûjen helbestan dinivîse, bi dehan helbestên wî bûne stran. Ew niha li xerîbiyê (li Danmark) dijî.
Yek ji avakerên Mîhrecana Helbesta Kurdî li Sûriyê ye û herwiha hevrê û hevçaxê piraniya helbestvanên navdar yên Kurdistana sûryê ye.
Wî di nava salên 1980ê de dest bi xwendin û nivîsandina kurdî kir, di wê çaxê de, rastî zehmetiyên berçav hat. Ew endamê Koma Xanî ya Çand û Toreyê bû û di gelek çalakiyên wê de beşdarî kiriye. Li bajarê Helebê û piraniya bajarên Rojavayê Kurdistanê, ew di semînerên wêjeyî û êvarên helbestan de amade bûye û di gelek pêşbaziyên helbestê de jî yek ji endamên komîteyên biryarder de bûye.
Lê xala herî girîng di jiyana toreyî û çandî ya Rûxweşê Zîvar de ew e dema di nîveka salên 80ê de rastî Apo Osman Sebrî tê.
Ev bû bêtirî 35 salan ku Rûxweşê Zîvar bi zimanê kurdî dinivîse û gotar û nivîsên wî bi berdewamî cihê xwe di rojname û kovarên kurdî de digirin.
Rûxweşê Zîvar di sala 2018an de, bi xelata nivîskarê kurd Ebdilrehman Alocî ya 2018an ji hêla yekîtiya rojnamevan û nivîskarên kurd li Sûryê de hatiye xelatkirin.
Berhemên wî yên çapkirî ev in:
1- ”Goristana Bê Gor”, ew di sala 1991ê de, bi piştgiriya KOMA XANÎ ya çand û toreyê ji hêla weşanvan Hoşeng Kurdaxî ve li Beyrûtê hatiye çapkirin
2- ”Xewnên Tazî ”, di sala 2003yan de, ji hêla Yekîtiya Nivîskarên Kurd tayê Duhokê ve, li Duhokê hatiye çapkirin
3- ” Evîna bê sînor” di sala 2021ê de, ji hêla weşangeha SerSera (Dr. Beşar Mistefa), li Berlînê hatiye çapkirin
Herwisa lêkolînek Rûxweşê Zîvar bi navnîşana Kurd û Bingehên Hişyariya Neteweyî” çapkirî jî heye, ew di sala 2020an de, ji hêla weşangeha SerSera (Dr. Beşar Mistefa), li Berlînê hatiye çapkirin.[1]