$Helbestvan Enwer Sofî$
Enwer Sofî, di sala 1942an de, malbata wî ji bakurê kurdistanê ji gundê Xirabê Şêref ya girêdayî navçeya Hezexê derbasî Rojavayê kurdistanê bûne û li bajarê #Dêrik#ê cih girtine. Ew bixwe ji eşîra Meman e.
Di sala 1947an de, malbata wî derbasî başûrê kurdistanê, li gundê Zimara niştecî bûne. Di sala 1950an de, li wî gundî ji dayik bûye.
Di sala 1954an de, cardin berê xwe dane bajarê Dêrikê û li wir niştecî bûne. Xwendina seretayî û navîn û amadeyî li Derikê li dibistana Yûsiv Ezemê qedandiye. Sê salan mamostetî kiriye, di kulîjeya beşê Zanîngeha Mafnasiyê li Şamê du salan xwendiye û di maliyê de, di beşê jimêryarê de kar kiriye. Jiber ku icaze/rêdan ango navber nedidan wî, wî devjêberdana xwe daye û dev ji kar berdaye.
Di sala 1972an de, jiber ku zimanê kurdî qedexe bû, wî bi zimanê erebî dest bi helbestê kiriye. Lê di sala 1975an de, dest bi helbeta zimanê kurdî ango zimanê dayikê kiriye.
Di sala 2004an de, dest bi helbesta welatparêzî û neteweyî kiriye.
Enwer Sofî bavê şêrgo yek ji endamên Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê yê şaxê Dêrikê ye.
Berhemên wî yên çapkirî ev in:
1- Ronahî, di sala 2014an de, li Dêrika Hemko hatiye çapkirin.
2- Birusk, di sala 2016an de, li Dêrika Hemko hatiye çapkirin.
3 -Qevde serhatî, di sala 2017an de, li Dêrika Hemko hatiye çapkirin.
3- Deşt û zozan, di sala 20118an de, li Dêrika Hemko hatiye çapkirin.
4- Gelewêj, di sala 2019an de, li Dêrika Hemko hatiye çapkirin.
5- Çerxa bîst û yekê, di sala 20121an de, li Dêrika Hemko hatiye çapkirin.
7 -Rewşa kurd (Li ber çapê ye)
8- Welatê min (Li ber çapê ye).
Ev berhem li her çar parçên kurdistanê û li deverên din hatine belav kirin. Gelek kar di Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê de kiriye, Mînak: Şevbuhêrkên helbestan û çalakiyên wêjeyî.
Mamoste Enwer fêrî gelek zimanan bûye mîna Firensî, Erebî û Tirkî. Hin helbestên wî hene ku bi çend zimana hatine çapkirin, Mîna: Farisî, Firensî, Hindî, Tirkî, Eberî û Siryanî.
[1]