图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,520
图片 106,139
书籍 19,170
相关文件 96,530
Video 1,308
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Du Xanedanên Kurd ên li Misirê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English1
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Keleha Selaheddîn Eyyûbî ya li payîtexta Misrê, Qahîre

Keleha Selaheddîn Eyyûbî ya li payîtexta Misrê, Qahîre
#Eslîxan Yildirim#
Du xanedanên Kurd hene ku di dîroka Misirê de cihekî girîng digirin. Yek ji wan Xanedana Eyyûbiyan e ku Dewleta Eyyûbiyan ava kirine û ji salên1171’an heya 1260’an hukim li Misirê kirine. Bi demê re dewleta xwe heya Sûriyê , Kurdistanê, Hîcazê, Yemenê, Bakurê Efrîqayê fireh kirine ku hukumdariya hin şaxê wan heya salên 1510’an dom kiriye. Ya din Xanedana Mihemed Elî Paşa ye ku ji sala 1805’an heya 1952’ya Misirê bi rê ve birine. Ew jî di hin deman de hukmê xwe heya Hîcaz, Sûdan, Sûriyê û Filîstînê berfireh kirine. Di van herdu dewran de jî xebatên pir hêja hatine kirin û Misir bi pêş xistine. Her çiqasî di gelek kitêban de Kurdbûna wan zelal be jî ji ber bayê netewdewletiyê ya dusedsalên dawî, tê xwestin ku Kurdbûna wan bê temisandin.
Mixabin ji ber ku Kurd nebûn xwedî netewdewletekê ne tenê ji bo van herdu malbatan, di gelek waran de dîroka Kurdan hatiye berovajîkirin û windakirin. Dema piştî Herba Dinyayê ya 1’emîn Kurdistan hat perçekirin û her perçeyek wê kete bin desthilatdariya dewleteke cuda, hat xwestin ku navê Kurd û Kurdistanê ji holê bê rakirin, di kitêbên ku hatin nivîsandin de ev gotin nehatin bikaranîn û dema wergerên berhemên pêwendîdar ên berê hatin kirin jî navê Kurd û Kurdistanê ji wan hatin derxistin. Heta ji bo serîtevlihevkirinê hin navê kes û warên Kurdan yan xelit hatin nivîsandin, yan hinek herf jê hatin kêmkirin. Loma rojek berî ya din gerek Kurd xwedî li dîroka xwe derkevin, ew bixwe berhemên dîrokî wergerînin û bi hişmendiya van tehrîfata, bi zanistî li ser dîroka xwe bixebitin.
Helbet gelek malbat û xelkên Kurd li Misrê hene ku dawiyê em ê bi çend hevokan behsa wan bikin, lê mijara me ya bingehîn wek malbatên ku li Misrê bûne xwedî dewletên biqewet, em ê bi kurtayî li ser van herdu xanedanan bisekinin.
Xanedana Sultan Selaheddînê Eyyûbî
Malbata Selaheddînê Eyyûbî ji Kurdên Rewadî ne yê ji hoz û eşîra mezin ya Hezbanîyan in. Di sala 1128’an de ji ber êrîşên Tirkmenan mecbûr mane cih û warê xwe biterikînin û xwe bera ber bi Başûrê Kurdistanê de berdin. Ji ber hin têkilî û dostaniyên berê û bi jêhatîbûn û mêrxasiyên xwe di demek kin de li herêma Şam û Helebê bûne xwedî meqam û cihê qedirbilind. Piştre jî bi zanebûn û tekoşînek bêrawestan roj bi roj hêza wan mezin bûye heta dewletek bi nav û deng ava kirine.
Di derbarê Dewleta Eyyûbiyan de di dest me de berhemên ku di sedsalên 12’emîn û 13’emîn de, yanî di dema wan bixwe de hatine nivîsandin hene. Wek mînak, berhema İbnul Esîr ya bi navê el-Kamil fi’t Tarîx yek ji van e, ya din kitêba bi navê “Tarîxul Dewletul Ekrad(Tarîxa Dewleta Kurdan)” e ku ji aliyê el-Xezrecî ve hatiye nivîsandin. “Tarîxa Dewleta Kurdan” bi taybet li ser dema Selaheddînê Eyyûbî û Dewleta Eyyûbîyan hatiye nivîsandin. Ji roja ewil heya roja me bi dehan bi sedan kitêb li ser Selaheddînê Eyyûbî û Dewleta Eyyûbiyan hatiye nivîsandin, axilbe ji aliyên Ewrûpiyan ve. Salên dawî li ser bingeha rojnivîska Selaheddîn Eyyûbî ya ku di kitêbxaneya Îskenderîyê de hatîye dîtin, rojnamevana Fransî Genevieve Chauvel romaneke belgewarî li ser Selaheddîn nivîsîye ku Kurdbûna wî bê şik tê îfadekirin. Wekî din hema hema hemû berhem behsa wî û hêjabûna wî dikin û wek yek ji şexşiyetê herî navdar û qedirbilind ya di dîroka dinyayê de tê naskirin.
Di kitêba “Tarîxa Dewleta Kurdan” de sal bi sal çi qewimiye hatiye nivîsandin. Di gel bihevrebûn û alîgiriya Ereb û Tirkmenan, li ser Kurdan û rola wan ya di Împeratorîya Eyyûbîyan de agahiyên berfireh dide. Di gelek cihan de bi navê Kurdan wek serdar, rêber, alim derbas dibin. Jixwe beşeke Kurdistanê di hundirê împaratoriyê de cih digirt û mîr û mîrekên Kurd jî her bi wan re bûn. Wek ku tê zanîn dusedsalên dawî dewletên neteweyî hatine damezrandin, heya wê demê dewlet û împeratorî li ser navê malbateke xwedî hêz a esilzade bûn; mîna Emewî, Fatimî, Biweyhî, Selçûqî, Şedadî, Merwanî, Hesnewî, Zengî, Osmanî, Sefewî û gelekên din. Lê ev kitêba behsa Selaheddînê Eyyûbî û Dewleta Eyyûbiyan dike ku navê wê bixwe “Tarîxa Dewleta Kurdan” e, dide xuyakirin ku ev dewlet bi navê Dewleta Kurdan dihat naskirin.
Eşîra Hezbanîyan eşîreke mezin e, di dema xwe ya zêrîn de ji başûrê Kurdistanê heya bigihê deverên Azerbaycan û hawîrdorên wê li gelek navendan belav bûne û desthilatdarî jî li wan deran kirine. Lê dema Selçûqî hatine û herêm wêran kirine bapîrê Selaheddînê Eyyûbî, Şadî bi herdu kurên xwe, Esededîn Şêrkoh û Necmedîn Eyyûb (digel hinek mêrxasên pismamên xwe) ve berê xwe dane Bexdayê û ji wê derê jî çûne Tikrîtê ku Selaheddînê Eyyûbî li wir hatiye dinyayê(1138).
Dûra ji ber hin pirsgirêkan ji Tikrîtê derketine çûne Mûsilê û ji hêla Îmadedîn Zengî ve bûne xwedî wezîfeyên payebilind. Necmedîn Eyyûb û Eseddedîn Şêrkoh li herêma Şam û Helebê bûne rêveber. Dema di salên 1163-69’an de ji bo tevliheviyên li Misirê, hewce dike Şêrkoh çend carî biçe ser Kahîreyê Selaheddîn Eyyûbî jî bi apê xwe re ye. Dûra Şêrkoh wek wezîrê Misirê tê wezîfedarkirin. Lê nêzî du meh şûn de Şêrkoh jiyana xwe ji dest dide û Selaheddînê Eyyûbî dibe wezîr(1169). Hin dîrokzan vê salê destpêka avakirina Dewleta Eyyûbîyan qebûl dikin, lê esas dema di sala 1171’ê de Dewleta Fatimiyan bi dawî bû, Dewleta Eyyûbiyan hat avakirin. Selaheddînê Eyyûbî heya dema ku li Şamê jiyana xwe ji dest da(1193) her di nav tekoşînê de bû û împaratoriyek berfireh li dû xwe hişt.
Yek ji serkeftinên Selaheddînê Eyyûbî yê herî navdar Cenga Hittînê ye. Bi vê serkeftinê re Qudsê hat bidestxistin(1187). Di dîroka dinyayê de vegirtina Qudsê ya ji aliyê Selaheddînê Eyyûbî ve cihekî girîng digire. Tevgera wî ya dema teslîmgirtina bajêr, serbilindahiyeke mirovatiyê ye. Ji ber ku 88 sal berê dema Xaçîyan Qûdus stendibûn, bêcudahiya navbera jin, mêr, zarok, kal û pîr; çi Cihû, çi Misilman û çi jî yên din, kî kete ber wan zêdeyî heftê hezar însan hatin kuştin; li bendê bûn ku Selaheddînê Eyyûbî jî heman tiştî bîne serê wan. Lê Selaheddînê Eyyûbî, bi dayîna serê şexsekî bedelek pir biçûk ew rizgar kirin û ji bo ewlehiya yê ku xwestin herin ew bi baldarî şopandin. Sedemê navdarîya wî li nav cîhanê, ne tenê ji bo hêza wî ya leşkerî û serkeftinên wî yên şer û cengê ne, giranbuhayîya wî bêhtir ji ber ciwanmêrî û dadmendîya wî û van xesletên wî ne.
Sultan Selaheddîn pir ji zana û aliman hez dikir û qîmet dida her cure xwendin û zanînê, loma li avedanîyên xwendin û zanînê jî miqate bû û li gelek cihan medrese vekirin. Wekî din gelek nexweşxane, cihê alîkariya zarokên bêkes û kesên feqîr hatibûn avakirin. Ji aliyê din ve sin’et û teknîk bi pêş ket; bi hilberîna kaxet, eşyayên ji hesin û ji camê, qumaşên ji hirî, hevrêşim û pembo navdar bû. Bi kinayî, li gor heyama xwe Sultan Selaheddîn hem di warê fermandarî û leşkeriyê de, hem jî di warê çand û zanyariyê de pir pêşketî bû û li her derê dewletê gavên girîng avêtin. Di hêla wêje, ziman, civaknasî, zanistên fenî û olî de gelek şexsiyetên mezin gihandin. Ji ber van tevan tesîra wî heya roja me jî berdewam dike.
Helbestvanê navdar Mehmet Akîf Ersoy, di helbestek xwe de gotiye; “Sultanê herî xoşewîst yê Şerqê, Selaheddîn.” Di sala 1898’an de gava Împaratorê Almanya Wilhemê 2’yemîn serdana Şamê kiriye û çûye ziyaretiya tirba wî, weha pesnê Selaheddîn daye: “Tiştê dilşadîya min zêde dike ew e ku ez li wî welatî me ku mezintirîn kesê serdema xwe û mêrxastirîn û xweşmêrtirîn gernasê wextê xwe lê jîyaye, ew ê ku hatina wî bi xwe bûye rûmet û esalet û navûdengê wî li hemû welat û şaristanan bilind û belav bûye; ew jî Selaheddînê Eyyûbî ye.”
Dewleta Eyyûbiyan ji Misir, Sûrî, Yemen, Filîstin û beşek ji Kurdistanê pêk dihat û heya sala 1260’î dom kiriye. Lê li hin cihan hukmê Eyyûbiyan zêdeyî 300 salan dom kiriye. Weke mînak li Heskîfê heya salên derdora 1510’an dom kiribû û Melik Xelîlê Eyyûbî hukumdarê wan yê dawî bû.
Roja îro jî di Rojhilata Navîn de gelek cih û war li ser navê Selaheddînê Eyyûbî hene, kitêb û roman li ser tên nivîsandin û hîn jî ji bo pêşerojê mînak e.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览314
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://pen-kurd.org/- 25-12-2022
挂钩项目: 1
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 03-06-2020 (4 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 调查
书: 历史
文件类型: 原文
普罗旺斯: Egypt
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 25-12-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on25-12-2022
此产品最近更新( سارا ک ):25-12-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览314
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.160 KB 25-12-2022 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,520
图片 106,139
书籍 19,170
相关文件 96,530
Video 1,308
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!