ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 517,442
画像 106,041
書籍 19,160
関連ファイル 96,492
Video 1,307
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Tekrar di Kurdî de
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0
$1-Kurte$
Di vê gotarê de em ê li peyvên tekrarî binerin, wekî kêm kêm, zêde zêde. Axêverên her zimanekî peyvên tekrarî wekî amûrekê ji bo konseptên taybetî bi kar tînin. Ji bo mînak dixwazin wateya zêdebûnê li ser peyvekê bixin, înca peyvekê din ku şikilê wê wekî peyva bingehîn ye lê zêde dikin, wekî rengaw reng (yenî pir reng bûn). Em ê li ser peyvên tekrarî li gorî pêkhateya şikilî û wateyîya wan lêbikolin û di dawiyê de bibînin ku peyvên tekrarî di kurdî de ji bo derbirînê konseptên pir-reng ji aliyê axêveran ve tên bi kar anîn.
$2. Pêşgotin$
Tekrar (reduplication) pêvajoyeke zimanî ye ku tê de parçeyek an hemû peyv dubare dibe, wekî kim kim, şax-û dax (çiya û tiştên wekî çiya). Di tekrarê de peyveke bingehîn (base) heye wekî kim û şax di peyvên jor de ku li gorî axêverên zimanê wê bi giştî yan parçeyek ji wê dubare dikin, ke wate, li şax-û dax, dax bi ketina fonemê [ş] a şax u cîhgîrkirina wê bi fonemê [d] hatiye çê kirin. Li gorî watenasiyê (semantic) jî dax me’na xwe tune an wateya xwe ji şax distîne ku li Soranî me’na çiya dide. Pêvajoya tekrar him li gori wate hem li gorî şikil (morphology) tê çê kirin, ke wate, du peyvên ku tên bikaranîn divê li gorî şikil nizîkî hev bin û li gorî watenasiyê jî wateya wan di warekî de cîh bigire. Mesela, kim li kim kim wateya xwe sedîsed mîna peyva tekrarî ye. Li gorî şikil, tekrar dabeş dibe û dibe du parçe (Moravsick 1978): Tekrara tam (total reduplication) û tekrara parçeyî (partial reduplication). Di tekrara tam de peyvek bi giştî dubare dibe, wekî car car (carînan), letlet (parçe parçe). Lê di tekrara parçeyî de beşek ji peyvê bingehîn tê dubarekirin, mesela kitêb mitêb. Herweha, ligorî wê ku peyva tekrarbuyî, i.e. mitêb, berî peyva bingehîn bê an piştî wê, em termên tekrara pêşîn (wekî qirmû qaḷ) û tekrara paşîn (wekî şax-û dax) bi kar tên.
Di vê gotarê de em ê bi kurtî li peyvên tekrarî di kurdî de binerin. Mînakên ku me anîne bêtir li kurdiya soranî û hendik jî kurdiya jêrîn in. Em ê li xebatê hevberdarê Moravsick (1978) wekî çavkanî binerin û li gorî wê li peyvên tekrariya kurdî binerin. Berî ku em li tekrara di kurdî de binihêrin, lazim e em bibêjin ku di hemû zimanan de, tekrar weke pêvajo tê bikaranîn. Mesela di zimanê îngilîzî de mirov dikare bêje “He is very very talented.” Û di latînî de quis bi wateya “kî”; lê peyva tekrariya wê quisquis bi wateya “herkes” bi kar tê.
$3. Pêkhateya şikiliya tekrarî di Kurdî de$
Wekî me got tekrar dikare li gorî şikilê bibe du beş: tekrara tam û tekrara parçeyî. Lê herdu jî dikarin bibin çend cûr. Mirov dikare bibêje tekrara tam di soranî de dibe tekrara tam ya nezêdekirî, tekrara tam ya navendî, û tekrara tam ya dawîyî. Herwiha tekrara parçeyî dikare bibe tekrara parçeyî ya pêşîn û tekrara parçeyî ya paşîn. Em ê di dewama gotara xwe de li wan binerin.
3.1 Tekrara tam ya nezêdekirî
Di tekrara tam ya nezêdekirî de peyveke bi giştî dîsa tê gotin, wekî:
– car car (carînan)
– birre birre (kêm kêm)
– an jî bi kurmancî: hêdî hêdî, giran giran
3.2 Tekrara tam ya navendî
Di vê pêvajoyê de qertafeke yan daçekeke di navbera peyva bingehîn û peyva tekrarbuyî de bi cîh dibe, wekî:
– şele şel (wekî însanek şel meşîn)
– xawe xaw (tembelbûn)
– saḷ ne saḷ (tiştekî ku salek heye lê sala piştî wê tune ye)
– piştaw pişt (çend nifş piştî hev)
– lîpaw lîp (heya dawî tije bûn)
3.3 Tekrara tam ya dawîyî
Di vê pêvajoyê de qertafek ji peyva tekrarbûyî zêde dibe, wekî:
– xiz xizekanî (şemitandin)
– baz bazan (meşîna bi bezê)
– qoç qoçanî (gava bizin bi qiloçên xwe li hev dixin)
3.4 Tekrara parçeyî ya pêşîn
Li vir, peyva tekrarbûyî ya parçeyî berî peyva bingehîn tê, mînak:
qirm û qaḷ (qîrandinê bê sûd)
tep û toz (toz û xubar)
kit û kwêr (wekî kûr) (bi kurmancî jî heye : kût û kûr/kor)
keyn û beyn (têkilî)
3.5 Tekrarê parçeyî ya paşîn
Di vê pêvajoyê de, peyva tekrarbuyî ya parçeyî piştî peyva bingehîn tê, mînak:
let û pet (palax)
şax û dax (çiya û tiştên wekî çiya)
qaḷ û qûl (qalkirina zêde)
pan û por (berfirehbûneke zêde)
$4. Pêkhateya wateyî ya tekrarê di kurdî de$
Ligori Moravcsik (1978) wateyên peyvên tekrarî di li hemî zimanan de wekî hev in. Li gorî watenasiyê, di pêkhateya tekrarê de çar konsept hene: zêdekirin (augmentation); kêmkirin (diminution); bihêzkirin (intensification), û lawazkirin (attenuation). Di zêdekirinê de peyva tekrarbûyî wateya zêdebûnê li peyva bingehîn zêde dike, wekî rengaw reng (gellek reng). Ji aliyekî din ve, di kêmkirinê de peyva tekrarî wateyeke ji peyva bingehîn kêmtir dide, di mînaka bikrê nekrê (bivê nevê, bikî nekî, çêbibe çênebe) de wateya peyva tekrarî çendaniyeke ji bikrê kêmtir digîhîjîne.
Di bihêzkirinê de, wateya peyva tekrarî bandoreke mezintir ji peyva bingehîn nîşan dide: mesela zor zor (gellek gellek), an bi înglîzî very very. Ber e’ksê wê, lawazkirin heye ku tê de peyva tekrarî bandoreke kêmtir ji peyva bingehîn nîşan dide, wekî kêm kêm, hêdî hêdî. Kajitani (2005) jî li ser vê mijarê xebitiye û bawer e ku li gorî vê konseptê, di zimanên cîhanê de peyvên tekrarî yên zêdekirinê ji yên kêmkirinê pirtir tên bikaranîn. Herwiha yên bihêzkirinê jî ji yên lawazkirinê pirtir tên bikaranîn. Em ê li jêr ji bo van konseptên wateyî yên tekrarê mînakan bidin.
1) Zêdekirin
– tişt mişt
– maḷ û haḷ
– piştaw pişt
– saḷ be saḷ
2) Bihêzkirin
– her hac (gellek qerebalix)
– tirse tirs (tirseke mezin)
– pan û por (gellek birfireh)
– naḷe naḷ (naleyeke zêde)
– lîpaw lîp (heya dawî tijebûn)
3) Kêmkirin
– bitwê netewê (heger bixwazî an na)
– bikrê nekrê (bivê nevê, bikî nekî, çêbibe çênebe)
4) Lawazkirin
– birre birre (kêm kêm)
– hêdî hêdî
– şila şil (nerm nerm)
5. Encam
Di vê gotarê de me bi kurtî li peyvên tekrarî yên bi kurdî niherî. Me analîza xwe li gorî pêkhateya şiklî û pêkhateya wateyî ya peyvên tekrarî çêkir. Li gorî şikilî, me dît ku peyvên tekrarî dibin du beş : tam û parçeyî û her yek ji wan jî dibin çend cor. Li gorî wateyî jî mirov dikare bêje ku bi kurdî jî peyvên tekrarî bêtir ji bo derbirîna konseptên zêdekirin û bihêzkirinê bi kar tên.
Mesûd Mihemmedîrad
Zanîngeha Parîsa 3an
$Çavkanî$
Şerefkendi, Ebdolrehman (Hejar). 1989. Henbane Borîne: Ferhenga Kurdî- Farisî. Tehran: Sorûş
Kajitani, M. 2005. Semantic properties of reduplication among the world’s languages, LSO working papers in linguistics, proceedings of WIGL, vol. 5, pp. 93-106.
Moravcsik, E. 1978. Reduplicative Constructions. in J. h. Greenberg (ed.) Universals of human language. Stanford. pp: 297-334.
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは394表示された回数
HashTag
ソース
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://kovarakurdinalco.fr/- 25-12-2022
リンクされたアイテム: 1
日程&イベント
グループ: 記事
Publication date: 14-04-2020 (4 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 調査
ブック: の言語
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 87%
87%
は、 ( ئاراس حسۆ 25-12-2022上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 25-12-2022
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 25-12-2022
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは394表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 517,442
画像 106,041
書籍 19,160
関連ファイル 96,492
Video 1,307
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.578 秒(秒) !