הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 517,405
תמונות 105,689
ספרים 19,152
קבצים הקשורים 96,393
Video 1,307
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
KURD Û XEFIKA”PLANA ASMANΔ JI DO TA ÎRO
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0
KURD Û XEFIKA”PLANA ASMANΔ JI DO TA ÎRO
מאמרים

KURD Û XEFIKA”PLANA ASMANΔ JI DO TA ÎRO
מאמרים

Ji pênûsa: FERHAD HEMÎ
Werger ji erebî: #Kendal Cûdî#
Çend roj berê Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî, wekî bersiva egera êrişeke nû ya dewleta Tirk li dijî Bakur Rojhilatê Sûriyê, bi hevpeyvîna bi malpera Al-Monitor re, got:”Şerên mezin li Sûriyê bidawî bûne”. Li gorî Ebdî sedema vê yekê jî ji ber ku hevsengî êdî rê nadin van şerên mezin. Lê ji aliyekî din ve jî, Serokkomarê Tirkiyê Erdogan di hefteyên borî de, diyar kir ku welatê wî wê bi “derfteyên xwe yên taybet” li Bakur Rojhilatê Sûriyê bixe, eger ku erêkirinê ji Rûsya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) negire.
Piştî çend rojan ji daxuyaniyên fermandarê QSD`ê, kanala ULUSAL a tirkî ku xwediyê xwe rêveberê Partiya Weten û yek ji bazên dewleta kûr e Dogu Brinçek e, raporeke bi dîmen a hedefgirtina balafireke bêmirov a tirkî “Dron” ji malbata şehîd Yûsif re li bajarê Qamişlo weşand. Di raporê de, bi awayekî kêfxweşiya serkeftinê di şer de hat raberkirin ku Yûsif Gulo yê 82 salî, têkiliyên xwe yên dîrokî bi rêberê PKK`ê Ebdulah Ocalan re, şervanên PKK û fermandarên QSD`ê re, hebûn. Bi şêwazekî raporeke propogandeyê, kanala Brinçek terora dewletê li dijî sivîlann, veguherand serkeftineke dîrokî bi saya balafirên “Dron”.
Armanc ji daxuyaniyên Ebdî, dûrxistina êrişên leşkerî yên kilasîk wekî êrişên li dijî Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê ye. Lê Erdogan wekî Brinçek îşaret bi şerekî ji cûreyekî din dikir. Bi rastî jî ev çend sal in ku ev şer tê kirin û pêwîstiya wî bi texmînên pêşerojê û hesabên leşkerî yên kilasîk ji bo naskirina armancên wê, tune ye. Şerekî ku ne wekî şerên kilasîk e, lê belê bi rêya balafirên bêmirov tê kirin. Ji Kobanê heta Qamişlo, Til Temir, Şengal û çiyayên Kurdistanê, balafirên bêmirov tu ferq û cûdahî naxin navbera sivîlan û leşkeran û her tiştî hedef digirin. Her wiha ihtimal heye ku hin herêmên din jî bibin hedefa wan êrişan û li benda çarenûsa xwe ya ne diyar bin.
Bê gûman, em ne li pêşberî senaroyeyê şerê Pentagonê û şopandina”Teroran” bi rêya balafirên bêmirov e. Lê belê, em balê dikişînin ser şêniyên herêmê yên Kurd û hevalbendên wê yên ku heta niha şerê “Terora navdewletî” dikin û ji bo projeyeke jiyana hevbeş û pêşverû di nava dojeha Sûriyê de, têkoşîna jiyan û mirinê dikin.
Ev dojeh an çi ku navê xwe çi be, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antono Guterres di civîna Komeleya Giştî ya NY`yêde ya beriya çend mehan ji bo Sûriyê hate lidarxistin, bi gotina”Ne aştî û ne jî şer”binav kir. Çavdêrên rewşê dikarin bi rastiya ku Guterres re li ser nebûna aştiyê gotiye, lihev bikin. Lê divê bi helwesteke cidî ya li ser “nebûna şer”, rawestin. Sekrterê Giştî Guterres têgehên xwe di çarçoveya ferhenga teoriya şerên kilasîk ên di navbera hêzên leşkerî de û qadên kilasîk ên şerên navbera dewletan jî şerên navbera artêşên dewletan û milîsên leşkerî de, hildbijêre. Lê şerên nû piştî derbasbûna balafirên bêmirov di serdema globalbûnê de, paşguh dike.
Ev şerên nû, ku di destpêka sala 2000`î de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pêşxist, Civaknasê Birîtanî-Cihû Zygmunt Bauman wiha binav kir:” Çalakiyên ji dûr ve têne birêvebirin, ku “Sûcdar”ji berpirsyartiya kiryarê” Sûcê rasterast”dûr bixe.” Di Dîrokê de, Naziyan ev rêbaz di tesfiyekirina Cihûyan de di odeyên gazê bêyî ku bi mexdûran re rû bi rû werin pêşberî hev, bikar anîn. Ev yek, bi rêya bombebarana asmanî an jî meydanî, dibe sedemeke cehwerî ya hêsankirina qirkirinên komî di serdema me ya îro de. Li gorî Baumann ku di pirtûka xwe ya” Liquid Censorship” gotiye:”Balafirên bêmirov, kopiya herî nûjen di şerên wêranker de ye”. Dibe ku hejmara qurbaniyan di qadên şer de kêm be, lê yên ku bi darê zorê koçber dibin û qirkirina etnîkî li dijî wan pêk tê, digihêje bi milyonan kesan. Şerên bi “Dronan” bi hevrûkirina bi şerê mezin re, karestên mezin ên bi ser civakê de li paş xwe dihêle.
Danîna xefikê:
Lê em hinekî vegerin ser çîroka wê ya dîrokî û em koka stratejiya şerên asmanî yên li dijî Kurdan bişopînin. Her wiha em tam li ser tecrûbeya dîrokî ya ku mêtingeriya Brîtanîyayê piştî Şerê Cîhanî yê Yekem li cîhanê nû kir û pişt re li hemû herêmên ku ketin bin mêtingeriya wê li cîhanê bicih anî, rawestin. Li vir jî em ê bi hevrûkirineke balkêş re rû bi rû bimînin. Gelo divê em bawer bikin ku erdnîgariya Kurdistanê yekemîn cihê tecrûbê li ser asta cîhanê bû, ku tê de stratejiya “Plana asmanî” ji bo tasfiyekirina daxwazên Kurdan û bêparkirina wan ji parastina rewa û exlaqî hat pêşxistin? Bersiv, li gor dîroknas û pisporê karûbarên Kurdan Robert Olson û nivîskarê pirtûka “Têkoşîna netewî ya Kurdan, dê “erê” be. Lê berî ku em li ser vê teza Olson kûr bibin, em jî bipirsin, çima bi taybetî Kurd? Ji bo bersiva vê pirsê, divê em li dîroknasê dîrokê yê navdar Eric Hobsbawm vegerin, ku di pirtûka xwe ya bi navê “Globalization, Democracy, and Terorism” de behsa sedsalên 19 û 20`an dike û dibêje:
“Hêzên biyanî tenê li herêmên ku berxwedan lê hebûn, weke Efganistan û Kurdistanê hebûna xwe winda dikirin. Ev herêm hemû şêweyên desthilatdariya navendî, çi yên biyanî û çi ji yên gelên din, red dikirin. Tevî ku wan dizanibû ku pêdiviya wan bi hevjiyana bi Sultan an jî Raja re heye.”
Şirovên borî diyar dikin ku çawa rêveberiya mêtîngeriya Birîtanîyayê li Rojhilata Navîn di şikandina îradeya Kurdan de, di çarçoveya stratejiya xwe ya bi navê “parçe bike û bi rê ve bibe”, rastî zehmetî dihat. Lewra, rêveberiya wê ya payebilind bi serokatiya Winston Churchill di Kongreya Qahîreyê sala 1921`an de, biryar girtin ku divê Kurdistana Iraqê (Başûrê Kurdistanê) ji Kurdistana navendî ku piraniya wê di nava Tirkiyê de ye, were veqetandin. Bi vê yekê, li pêşiya berfirehbûna tirkî ya neteweperest û Bolşevîk bendekî xurt ava kirin û ji aliyekî din ve jî, bi darê zorê Kurdistana Iraqê ya îroyîn ve di nav prosesa “Pîşesazkirina dewleta Iraqê” de girê dan. Li gorî Olson:”Plana asmanî ya Birîtanîyayê li Kurdistanê ew bû ku di destpêka sala 1920`an de erkên artêşa Birêtaniyayê li Mezopotamyayê kêm bike û paşê jî xwestekên Kurdan di birêvebirina karên xwe de, ji wan derbeya li dijî Peymana Sêvrê, pûç bike.”.
Piştre, Wezareta Hêza Asmanî ya bi fermandariya Sir John Salmond, piştî Kongreya Qahîreyê di sala 1921`an de, rêveberiya Kurdistanê girt ser milê xwe û dest bi avêtina bombeyên şewitandinê bi ser Kurdistana Iraqê ya îroyîn de kir. Ev pêjoya bi awayekî domdar û dijwar ji 1922 heta sala 1925 dewam kir. Li gorî Wezareta Asmanî ya Birîtanî cara yekmîn ev tekeonojiya di dîrokê de hatiye bikaranîn û Olson li ser vê yekê dibêje: “Nimûneyek baş a bandora teknolojiyê li ser xêzkirina siyasetê û çêkirina dîrokê ye. Her wiha lêçûna zêde ya di encama ji şerê rasterast derketiye, Birîtanyayê neçar kir ku berê xwe bide serweriya nerasterast. Lewra, siyaseta plana asmanî li Iraq û Kurdistanê yekemîn nimûne ji bo bikaranîna hêzên asmanî, di pêkanîna siyaseta berfirehkirina Birîtanyaya mezin de ye. Di demekê de ku Birîtanya li herêmên din ên cîhanê xwe vedikişand, Kurdistan piştî Şerê Cîhanê yê Yekem weke qada yekem a ceribandina vê ezmûnê bû.
Li gorî Olson, bombekirina Kurdan ji bo Birêtaniyayê an jî ji bo dewleta Tirkiyê ya nîjadperest a nû hatiye avakirin, ji dayîna tawîzan ji “Neteweya Kurd” re di birêvebirina karên xwe de hêsantir bû. Dewleta Tirkiyê ya nîjadperest, bi şoreşa Şêx Seîd Pîran re, li dijî Kurdan kete nava rû bi rûbûneke vekirî de. Birîtanya ji vê bûyerê sûd wergirt û Kurdistana Iraqê ji erdnîgariya Kurdistanê cûda kir û bi Enqera re ji bo têkbirina şoreşa 1925`an, peymana Mûsilê li ser Enqerê ferz kir. Lê Tirkiyê, li gor Olson, zû ji Îngilîzan fêr bû û ji aliyê Londonê ve bi 106 balafiran hate xelatkirin û yekser di Şoreşa Araratê ya sala 1930`an de bi awayekî hovane senaroyaya”Plana asmanî ya Birêtaniyayê” dûbare kir.
Tevî vê yekê jî, di vê pêvajoyê de 35 sal lazim bû ku Tirkiye û Birêtaniyayê kontrola xwe li ser Kurdistanê pêk bînin. Lê Riza Xan li Îranê li pêş Tirkiyê bû û di sala 1926`an de siyaseta bombekirina li dijî Kurdan pêk anî. Bi vî awayî “Terora psîkolojîk” a li ser Kurdistanê li ser cotkaran, koçerên Kurdên ên li Iraq, Tirkiye û Îranê, bi taybetî bombekirina şevên şewat, dewam kirin. Wezîrê Mêtingeriyên Brîtanî, Lewis Emery, bikaranîna çekên asîmanî di sala 1925`an de li Kurdistanê wek “qadeke perwerdehiya fantastîk ji bo hêzên asmanî” bi nav kir.
Li gorî Aroy Beller, ji ber ku hêzên Birîtanî cebilxaneyên xwe yên asmanî bi awayekî hovane li dijî gelê Kurdistanê bikar anîn û dûv re jî li herêmên di bin mêtingeriya xwe yên mayî li cîhanê bikar anî, hevsengiya pêşketina çeka asîmanî ya Brîtanyayê têk bir (ji ber ku wê hejmareke mezin ji depoyên xwe yên asmanî da Tirkiyê). Lewra Birêtaniyayê, di destpêka Şerê Cîhanê yê Duyemîn de li pêşiya çekê asîmanî yê Naziyan, xwe îzole dît. Li gorî vê encamê, Olson got “Şoreşa Şêx Seîd tola xwe hilanî û Birîtanya, Ewropa û cîhana rojava buhayek mezin dan”.
Ji wê demê ve, sîwana qanûnî û siyasî li ser neteweya Kurd hate rakirin, ji bilî Kurdistana Iraqê piştî ku sîstema Sedam Hisên têk çû. Ev rewşa ku bê parastineke qanûnî û exlaqî ye, heta îro erdnîgariya Kurdistanê û gelê wê xiste bin barê teknolojiya hewayê de wek stratejiyeke dayîm û kêm zirar. Bê guman ev rûpela veşartî ya di dîroka Kurdan de, pêwîstiya wê bi lêkolînên zanistî yên lezgîn heye. Herî dawî hat ragihandin ku Tirkiyê ji sala 2016`an ve destpêkê balafirên bêmirov ên Amerîkayê bi kar aniye û piştre balafirên çavdêrî û balafirên bêmirov ên xwecihî yên bi navê “Bayraktar” bi alîkariya Îsraîlê nû kir û bi awayekî rêkûpêk li dijî Kurdistana Iraqê, Şengal, Rojavayê Kurdistanê û hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikar anî. Li gorî rayedarên Tirk îdia kirin ku wan di rojekê de zêdetirî 81 armanc pêk anîne. Di heman demê de jî, Navenda Navdewletî ya Lêkolînên Tundrewî piştrast kir ku sala borî êrîşên asmanî yên herî tund ji sala 2016`an vir ve bû.
Li pêşiya van guhertinan, diyar dibe ku Antonio Guterres û alîgirên wî yên ji rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî yên ku bi karûbarên şer re têkildar in, qurbaniya teoriya şer a kilasîk in; ku bendekî di navbera aşitî û şer de çêdike, ferq û cûdahî dixe navbera sivîlan û leşkeran û ti dewletek destwerdana karûbarên hûndirîn ên dewletên din nake. Eger ku şer dewam bike jî, divê tenê operasyon di navbera leşkerên ku cilên leşkerî lixwe kirine û şervanan be, dûrî sivîlan be. Li gorî vê teoriyê, divê di dema şer de heta ku ji dest tê sivîl werin parastin. Lê taybetî ev hîleyek e ku bandora xwe li ser rewşa Sûriyê bi giştî winda kiriye.
Bê gûman, kopiya şerên “Xelasbûyî” li Sûriyê, formula şer û aşitiyê û nebûna cûdahiyê di navbera sivîl û leşkeran de tevlihev kir. Li gorî Hobsbawm ev yek her ku diçe berfireh dibe, ji ber destwerdana biyanî û herêmê û çesipandina nakokiyan di hundirê yek dewletê de.
Şerên mezin ên kilasîk kêm bûne, ji ber ku îro tu welat ne ji hêla îdeolojîk û ne jî ji hêla madî ve, nikare şerên mezin bi artêşên birêkûpêk ên ku ji bo xatirê welêt amade ne ku şer bikin û bimirin, bikin. Tecrubeya Amerîkayê li Efganîstanê ev stratejiya kilasîk eşkere kir. Ev yek Erdogan û alîgirên şer li Tirkiyeyê baş pê dizanin. Ji ber vê sedemê bi awayekî lezgîn bi salan e, derfet li pêşiya şerîketan û peymankarên di sektora taybet de vekir, wek hêzên asmanî yên niha yên rûsî û amerîkî, ji bo leşkerkirina mîlîsên tundrew. Ji aliyekî din ve jî, tekonolojiya asmanî di şerên xwe de bi rêya dronan li dijî Kurdan bi kar tîne. Ev kurte stratejiya plana asmanî û hilweşandina tevahî ya mêtingeriya Birîtanî ya berê û ya Amerîka û Rûsya ya îro ye.
Teoriya “ne aştî, ne şer” ya ku tîma Erdogan li dijî Kurdan bikar tîne, li pêşberî raya giştî ya navneteweyî îdia dike ku bi êrîşên asmanî hejmara qurbaniyan kêm dike û jiyana mirovan xerab nabe û bi temamî têk nabe. Lê belê ew teoriya teslîmbûna bê şert û merc ji Rûsyayê werdigire û her cure danûstandin, diyalog û qebûlkirinê red dike. Her wiha sûdê ji hevoka navdar a Pentagonê ya “şok û tirsandinê” werdigire bi rêya stratejiya şerên bi balafirên bêmirov li dijî sivîlên Kurd. Pûtîn jî li Gurcîstan, Qerim û Sûriyeyê jî ev stratejî bi awayekî hostayî bikar anî. Erdogan, Bahçelî û Brinçek jî dixwazin Kurd bi îradeya xwe, fêrî vê rastiyê bibin.
Li gorî nirxandin û şiroveyên li jorê hatine nivîsandin, divê em bandora şer bi rêya teknolojiyên pêşkeftî û êrişên asmanî kêm nebînin, ku îro êdî hêza leşkerî zêde bikar nayînin. Lê di nav civakên armanckirî de propagandayê dikin û hewl didin ku bawerî û hêviyê têk bibin û wan ber bi rewşeke nû ya qirkirina etînîkî û koçberkirina bi darê zorê ve bibin. Wek ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî çêbûye. Niha jî bi rêya kuştina sivîlan li Qamişlo, Kobanê, Tel Temir, Şengal û herêmên din ên ku wê bibin hedefa êrişan, rewşa tirs û xofê gurtir dike û paşê teslîmiyetê ferz dike.
Bê guman, ev stratejî tu derfetên wê yên serkeftinê û berdewamiyê tune ye, lê tenê eger ku sîwana qanûnî û exlaqî li ser erdîngariya Kurdistanê û xelkê wê rabû, wê ev stratejî bihigêje armancên xwe. Madem, Bakurê Rojhilatê Sûriyê û herêmên din ên Kurdan ji parastina qanûnî bêpar e, çarenûsa wê wekî “Homo siker e”. “Homo Siker” têgeheke ku ji aliyê fîlozofê Îtalyayî George Agamben ve hatiye bikaranîn, ji bo ravekirina rewşa “Mirovê erzan” ku li hemberî tundiya tazî û qanûna awarte ya dewleta netewe ya nîjadperest ne xwediyê parastina hiqûqî û exlaqî ye. Lê dersa ku gelê Kurd di dîrokê de girtiye, têkoşîna li dijî teknolojiya dewleta Tirk a qirker. Dibe ku di hevokeke ku ji Napoleon Bonaparte re tê dayîn de were kurtkirin: “Tu dikarî her tiştî bi singo bikî, lê tu nikarî li ser rûnî”.[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 489
HashTag
מקורות
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://nlka.net/- 22-12-2022
פריטים המקושרים: 1
תאריכים ואירועים
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 12-08-2022 (2 שנה)
Original Language: ערבית
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
ספר: מחוכם
פרובנס: Kurdistan
Technical Metadata
איכות פריט: 91%
91%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 22-12-2022
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 25-12-2022
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 489
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 517,405
תמונות 105,689
ספרים 19,152
קבצים הקשורים 96,393
Video 1,307
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.297 2!