$Agahiyên Şehîd$
Nav û paşnav: Mistefa Behadîn
Cih û dîroka jidayîkbûnê: 06.10.1979 - kobanî
Cih û dîrok şehadetê: 25.06.2015 - Kobanî
$Kurtejiyan:$
Ew di 06.10.1979'an de li gundê Berxbotanê ya ser Kobaniya Rojavayê Kurdistanê tê dunyayê. Mistefa bi xwe bi maleke belenegaz û wefedar dihat naskirin debara xwe li ser Megbesê bû ,ji ber vê di malê de neh xwîşkên xwe hebûn , birayên xwe pênc bûn , di 1999 ‘an de Mistefa bi dotmama xwe ya bi navê Îdê re dizewce. Piştî salekê êdî mistefa ji malê vediqete , û leşkeriya xwe ya ji sûriyê re bi dawî dike. Her wiha di wê demê de debara xwe bi karê çolê dike. Piştî zewacê bi salekê êdî keçeke bi navê jiyan jê re çêdibe, lê bi hatina keça wan ya jiyanê re rewşa wan ya madî hinkî berbihev tê. Her wiha jiyana wan di nava halê belengaziyê de derbas dibe, heta salên ku şoreş li Rojava dest pê dibe , bi destpêkirina şoreşa Rojava re Mistefa dest bi karê çêkirina çekan dike
Êdî wek şervanekî cihê xwe di nava şer de digir e , û di gund û derdorê de parastinê dike,lê pirî caran rastî mirinê dihat her tim hevjîna Mistefa bi tirsa mirina Mistefa re rû bi rû dima. her wiha bi birayê xwe re dibe alîkar wî ji leşkeriya sîstema Sûriyê direvîne , Mistefa bi xwe mirovekî di nava feqîrtiyê de dijiya.
Bi ketin Daişê ya gundên kobanê re Mistefa ji gundê xwe dernakeve û wekî şervanekî cihê xwe di nava şer de digire û malbata xwe derbasî gundê Muxaracê dike ,hevîjîna Mistefa bi tena xwe neçar dimîne û tevî wan her du zarokên xwe derbasî Bakurê kurdistanê dibe, pişt re derbasî Wêranşarê ,li wêranşarê nêzî çar heyvan dimîne ,û bi tena zarokên xwe debara xwe didomîne .
Piştî ku bajarê kobanê rizgar dibe ,malabata û hevjîna Mistefa bi tevî zarokên xwe vedgerin ,êdî rewşa kobanê asyî dibe ,di kêfxweşiya rizgarkirina bajarê girê sipî de pir dişad dibe çeka xwe dide hevjîna xwe û dibêje ji tere tu jî cercûrekê bavêje . Her wiha çend roj derbas dibe ,hevîna Mistefa sihora xwe dixwe û mistefa wek henkekê ji hevjîna xwe re dibêje : (Êdî ku tu çûyî cinetê min jî bi xwe re bibe ). Hevjîna Mistefa berî ku bersiv bide dinêre ku heşt erebeyên leşkerî derbas dibe ji hevserê xwe re dibêje: Mistefa va çi heye heşt ereb derbas dibine .
Mistefa dibêje tiştek tune ev tabûrek nû hatiye. Hîna mistefa axaftina xwe neqedandiye deng bi çekan dikeve mistefa bi lez dadikeve û diçe kilîta xwe ya erebê radike û diçe ji bona ku agahiyê bide asayîşê, piştî ku Mistefa agahiyê dide asayîşê di cih de dinêre ku dengê fîşekan tê berê,misetfa xwe dide gund û vedgere dikeve nav çembera daişê ,di çemberê de dimîne rastî çeteyan tê û di dawiyê de fîşek li serê Mistefa dikeve û di erebeya xwe de bê deng dimîne û xwîna Mistefa ji erebê diherke makîn tev di nav xwînê de dimîne. Mistefa li wir şehîd dikeve.[1]