Kütüphane Kütüphane
Arama

Kurdipedia Dev Kürtçe bilgi Kaynağıdır


Arama Seçenekleri





Gelişmiş Arama      Klavye


Arama
Gelişmiş Arama
Kütüphane
Kürtçe isimler
Olayların kronolojisi
Kaynaklar
Tarih
Kullanıcı koleksiyon
Etkinlikler
Yardım iste
Kurdipedi yayınları
Video
Sınıflamalar
Olayla ilişkili konu
Öğe kaydı
Yeni başlık kaydı
Görüntü gönder
Anket
Yorumlar
İletişim
Ne tür bilgilere ihtiyacımız var!
Standartlar
Kullanım Koşulları
Ürün Kalitesi
Araçlar
Hakkında
Kurdipedi arşivcileri
Bizim hakkımızda makaleler!
Kurdipedia'yı web sitenize ekleyin
E-posta Ekle / Sil
Ziyaretçi istatistikleri
Makale istatistikleri
Font Çevirici
Takvim - Dönüştürücü
Yazım Denetimi
Sayfaların dil ve lehçeleri
Klavye
Kullanışlı bağlantılar
Google Chrome için Kurdipedia uzantısı
Kurabiye
Diller
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Benim Hesabım
Oturum Aç
Destek verme
Şifremi unuttum
Arama Öğe kaydı Araçlar Diller Benim Hesabım
Gelişmiş Arama
Kütüphane
Kürtçe isimler
Olayların kronolojisi
Kaynaklar
Tarih
Kullanıcı koleksiyon
Etkinlikler
Yardım iste
Kurdipedi yayınları
Video
Sınıflamalar
Olayla ilişkili konu
Yeni başlık kaydı
Görüntü gönder
Anket
Yorumlar
İletişim
Ne tür bilgilere ihtiyacımız var!
Standartlar
Kullanım Koşulları
Ürün Kalitesi
Hakkında
Kurdipedi arşivcileri
Bizim hakkımızda makaleler!
Kurdipedia'yı web sitenize ekleyin
E-posta Ekle / Sil
Ziyaretçi istatistikleri
Makale istatistikleri
Font Çevirici
Takvim - Dönüştürücü
Yazım Denetimi
Sayfaların dil ve lehçeleri
Klavye
Kullanışlı bağlantılar
Google Chrome için Kurdipedia uzantısı
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Oturum Aç
Destek verme
Şifremi unuttum
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Hakkında
 Olayla ilişkili konu
 Kullanım Koşulları
 Kurdipedi arşivcileri
 Yorumlar
 Kullanıcı koleksiyon
 Olayların kronolojisi
 Etkinlikler - Kurdipedia
 Yardım
Yeni başlık
Biyografi
EVDIREHÎM REHMÎ HEKARÎ
23-04-2024
Rapar Osman Ozery
Biyografi
AHMET KARDAM
20-04-2024
Rapar Osman Ozery
Biyografi
MEHMET EMİN SEVER
20-04-2024
Rapar Osman Ozery
Biyografi
İbrahim Küreken
14-04-2024
Rapar Osman Ozery
Biyografi
Kemal Astare
14-04-2024
Sara Kamele
Kütüphane
Çiller Özel Örgütü TBMM Susurluk Komisyonu\'na Sunulan Dosya ve Belgeler
13-04-2024
Sara Kamele
Biyografi
Ekrem Cemilpaşa
11-04-2024
Rapar Osman Ozery
Kütüphane
MARDIN \'i DINLERKEN MÜZEYLE BAŞLAYAN DEĞİŞİM
08-04-2024
Sara Kamele
Kütüphane
MARDİN 1915
08-04-2024
Sara Kamele
Kütüphane
KOMÜNİST
07-04-2024
Sara Kamele
Istatistik
Makale  517,421
Resim 105,714
Kitap PDF 19,160
İlgili Dosyalar 96,493
Video 1,307
Biyografi
Ekrem Cemilpaşa
Kısa tanım
Kadınlar Dünyası’nın Kürt k...
Kısa tanım
Dünya yeni bir savaşın eşiğ...
Biyografi
AHMET KARDAM
Kısa tanım
1914 Bitlis Kürd Ayaklanması
GIRÊ SPÎ
Kurdipedia sayesinde takvimimizin her gününde ne olduğunu biliyorsunuz!
Grup: Mekanlar | Başlık dili: Kurmancî - Kurdîy Serû
Paylaş
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Değerlendirme
Mükemmel
Çok iyi
Orta
Kötü değil
Kötü
Favorilerime ekle
Bu makale hakkında yorumunuzu yazın!
Öğenin tarihçesi
Metadata
RSS
Seçilen konunun resmini Google'da arayın!
Seçilen konuyu Google'da arayın.
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0
GIRÊ SPÎ
Mekanlar

GIRÊ SPÎ
Mekanlar

Baker Alkurdo
$Destpêk$
Girê Spî ango bi erebî “Tell Abiyad” bajarekî li Rojavayê Kurdistanê ye. Girê Spî him navê bajêr e û him jî navê navçê ye. Bajarê Girê Spî dikeve rojhilatê bajarê Kobaniyê û rojavayê bajarê Serê Kaniyê. Bajar bi temamî li ser sînora Bakurê Kurdistanê ye û bi deriyê xwe yê sînorê ve navdar e. Girê Spî him herêma Kobaniyê û him herêma Cizîrê digihînê hevûdu. Loma bajar ji bo Kurdan girîngiyeke xwe ya taybet heye.
Tevî ku Kurd navçeya Girê Spî ser bi herêma Kobanê dihesibînin, di sîstema rêvebiriya dewleta Sûriyeyê de, ev navçe ser bi parêzgeha Reqqayê ye û Kobanê jî ser bi parêzgeha Helebê ye. Piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê (2012) û ragihandina rêvebiriya xweser (Cotmeh 2013) û rizgarkirina bajarê Girê Sipî ji çeteyan (2015), ev navçe bû beşek ji Kantona Kobaniyê ya ku di Çileya 2014 hate damezirandin. Sebeba sereke ya vê biryarê ku rêveberiya xweser standibû, ew pêwendiyên dîrokî û civakî bûn ku di navbera herêmên Kobaniyê û Girê Sipî’yê de hebûn. Ango herêma Girê Sipî çi ji warê dîrokê de û çi jî di warê civakî de bi herêma Kobanê ve girêdayî ye.
Piraniya niştecihên rojava yê bajarê Girê Spî Kurd in, lê di nav bajêr de netewên din jî dijîn ; ji ber vê yekê ye ku bajarê Girê Spî wek Sûriyeke biçûk tê naskirin. Pêkhateyên Kurd, Ereb, Ermen û Tirkman bi salan in ku jiyaneke hevbeş didomînin. Di avakirina bajarê Girê Spî de, gelê Ermen roleke girîng lîst. Piştî komkujiya ku Îtîhad û Tereqî pêk anî, pêkhateyên Ermen li herêmê bi cîh bûn û ew bûn yek ji aktorên sereke di avakirina bajarê Girê Spî’yê de.
Navçeya Girê Spî gellekî dewlemend e û wekî herêmên din yên Rojavayê Kurdistanê bi çandinî ve gellek navdar e. Heta salên 80yî, ango beriya miçiqandina piraniya kaniyan, tûrîst û gerrok ji bajarên din yên Sûriyeyê dihatin navçeyê ji bona seyranê û xwe di kaniyan de dişûştin. Tew hîn îro jî hin kanî mane, weke Kaniya Enarûsê û çema Belîx. Peydabûna kanî û çeman hîşt ku navçe bi dar û zeviyên xwe ve navdar be.
Ji ber dîroka kevn ya navçeyê, Girê Sipî bi deşt û girên xwe navdar e. Navê Girê Sipî ji navê girekî Sipî tê. Li navçeyê girên din jî hene wekî Girê Kesk, Girê Sor û Kopirlik herwiha cihên dîrokî jî li herêmê hene wekî gundê Xanê.
Di vê nivîsê de emê hewl bidin behsa dîroka navçeya Girê Spî’yê bikin. Ev nivîs dê ji 4 beşan pêk werê. Di beşa yekem de ku em îroj pêşkeşî we dikin, emê behsa dîroka navçeyê ji sedsala 15’an ta dawiya sedsala 19’an bikin . Di beşa Duyem de, emê behsa nişteçiyên herêmê û herwiha diroka navçeyê ji avakirina dewleta Sûriya yê ta derbiya leşgerî ya partiya Baas(1963) bikin . Di beşa sêyem de emê behsa navçiyê bikin ji sala 1963 ta 2011. Di beşa dawiyê de emê behsa Girê Spî’yê ji destpêka şera navxweyî ya sûriya yê ta îro bikin.
Nexşe 1 :Girê Sipî li ser nexşeyê.
Girê Sipî ya beriya desthilatdariya Osmaniyan
Navçeya Girê Sipî beşeke ji Kurdistanê ye û di nav herêma Cizîrê de ye ku ev herêm di navbera çemên Firat û Dicleyê de ye. Kurd di vê herêmê de bi hezar salan in jiyan dikin, herwiha çi li herêma Mêrdînê, çi li Cizîra Botanê, çi li Diyarbekir, Wêranşar, Serê Kanî û li Dêrîkê be, Kurd hebûne. Weke ku dîroknasê Ereb Ebû Ûbîd Albikirî(1030-1094) “ أبو عبيد البكري” di pirtûka xwe Almisalek û Mamalek de behs dike : “ Kurd li Hemedan, Azerbeycan, Mûsil, Bîlad şam (sûriya) û li Çiyayê Cûdî dijîn”. Îbin Erbeşah (1389-1450) dibêje ku Cizîra Rojavayê Kurdistanê beşeke ji axa Kurdan e. Ev nimûneyên dîrokî nîşan didin ku navçeya Girê Sipî warê Kurdan e.
Weke tê zanîn, di sala 640an de, artêşa Ereban bi serkêşiya Iyad Ibn Ghanîm cara pêşî Kurdistan dagir kir, bi taybetî jî Herêmên Riha û Nisêbînê (ango herêma Cizîrê). Tevî ku ev hewlidana pêşî bû, Kurdan çanda xwe parastin û hewl dan ku ji vê dagirkiriyê xelas bibin. Kurdan hin dewlet damezrandin wekû dewleta Şedadiyan 951–1174 û Dewletya Doskiya (984- 1075). Dewleta Merwaniyan-Doskiyan ji sala 984 heta sala 1075 li ser axa Kurdistanê desthilatdar bû û navçeya Girê Sipî girêdayê vê dewletê bû. Zimanê fermî ya vê dewletê Kurdî bû û paytexta dewleta Merwaniyan bajarê Farqînê bû ku niha li Bakurê Kurdistanê ye. Gellek herêm û bajarên Kurdistanê beşek ji desthilatdariya Doskiyan bûn wekî Mêrdîn, Riha, herwiha Cizîra Rojavayê Kurdistanê ; Kobanê û Girê Sipî.
Firehbûna xanedana Merwaniyan
Nexşe 2 : Dewleta merwaniyan
Desthilatdariya Doskiyan nêzikî 100 salan li Kurdistanê berdewam kir. Piştî dawîbûna desthilatdariya Merwaniyan, Kurdistan kete rewşeke tarî. Bi serpereştiya Holago hêzên Mongol herêma Cizîrê bi temamî wêran kirin. Dîroknas Îbn Eşîr ku ew bi xwe ji Cizîra Botanê ye behsa vê dagirkeriyê dike û dibêje “ min gellek sal hewl dan van bûyerên tarî ji bîr bikim ‘’ û di pirtûka xwe de behsa wêrankirina herêmên Kurdan yên ji Cizîrê heta Diyarbekirê dike. Em dikarin şîrove bikin ku navçeya Girê Sipî ji Herran û Rihayê ne dûr e û ew jî di van demên tarî re derbas bûye. Kurdistan careke din bû qurbaniya êrîşên Mongolan; bi serpereştiya Tîmûrlengî, Mongolan bajarên wekî Diyarbekir, Cizîra Botan û Mêrdînê bi temamî wêran kirin. Bendavên avê yên li ser ava Xabûrê û yên li ser çemê Firatê ku di dema Sasaniyan û Romanan de hatibûn avakirin; ew bendav bi temamî hatin rûxandin û ev yek bû sedem ku aboriyên herêmên di navbera çemê Firat û Dîcleyê de ziyanên mezin bibînin . Vê rewşê wiha berdewam kir heta dagirkirina Osmaniyan ku êdî qonaxeke nû derxist holê.
$Desthilata Osmaniyan li Kurdistanê û Mîrîtiyên Kurdan$
Dewleta Osmanî sala 1514an cara pêşî beşeke mezin ji axa Kurdistanê dagir kir û hêdî hêdî gellek herêmên din yên Kurdistanê kirin bin dagirkeriya xwe. Piştî dagirkirina Kurdistanê bi 2 salan, artêşa Osmanî êrîşî Mamalûkan kir, di şerê Merc Dabiqê de (24 tebaxê 1516) bi ser ket û beşeke ji erdê Sûriya îro, tevlî axa dewleta xwe kir. Bi dû re, di sala 1517an de, Osmaniyan bajar û gundewarên Suruçê (Riha) dagir kirin, ev jî tê wê wateyê ku di vê dîrokê de navçeya Girê Sipî jî ketiye bin destê Osmaniyan.
Tevî ku Kurdistan kete bin destê desthilatdariya Osmaniyan, mîrên Kurdan rêkeftinek bi Osmaniyan re îmze kirin. Ev rêkeftin bi navê Peymana Îdrîsî Bîdlîsî tê naskirin. Ev rêkeftin hîşt ku Sultan otonomiyeke mezin bide mîrên Kurdistanê, wekî mîrê Botanê, mîrê Hekariyê, mîrê Badînanê û hwd . Tevî ku herêmên bin destê mîrîtiyên Milan de ne beşeke ji vê peymanê bû ; mîrê Milan xwedî bandoreke mezin bû û ev mîrîtî hêdî hêdî ber bi otonomiyê ve jî diçû. Di sedsala 18an de gellek navçe û herêm bin destê Kurdên Milî de bû, wekî Diyarbekir, Wêranşar û hema hemû herêma Rojava yê Kurdistanê û Bakûrê Sûriyê . Ango Navçeya Girê Sipî bin kontrola kurdên Milî de bû.
Li Kurdistanê konfêdêraliya eşîra Milan ku ji Kurd, Yêzîdî û Xeristiyanan pêk dihat, xwedî bandor bû. Di pirtûka xwe de, Mark Skyes behsa eşîrên Kurdan dike, herwiha behsa Kurdên Milî jî dike. Ew dibêje ku Kurdên Milî ji 44 beşan pêk tên û li herêma navbera çemê Firat û Xabûrê, herwiha li Belixê ( ango li navçeya Girê Sipî) dijîn. Kurdên Milî digihîştin heta bajarê Reqqayê. Piştî sala 1711ê, Kurdên Milî (Dînan; Hesenan; Bîdanan) di bajarê Reqqayê de cîwar bûn . Kurdên Milî roleke girîng lîstin di avakirina Reqqa û gundewarên wê de. Kurdên Milî bi serkêşiya Keleş (Teymûr Paşa ), li Herêmê xwedî bandor bûn. Di sala 1779an de, Sultanê Osmanî serokên eşîrên bihêz vexwandine Stembolê û ew kirine paşa. Yek ji van serokên eşîran, Teymûr Begê Milan bû. Tevî ku pêdiviyên Osmaniyan bi Milan re hebûn, wan ji Serokê Milan Teymûr Paşa razî nebû. Loma Osmaniyan, desthilatiya Teymûr, di sala 1781ê de, rûxand û şûna wî Îbrahim Paşa (Birayê Teymûr) kire serokê Milan . Lê Îbrahim Paşa ne xwedî hêz bû wekî Teymûr Paşa.
Nexşe 3 : Rojhilata çemê Feradê û Girê Sipî cih û warên Mîritiya Millan bû (1647)
Di dawiya sedsala 18yan de, Kurdên Milî bihêztir bûn. Wekî ku dîroknasê Sûrî “Abdil Qadir Eyaş behs dike : “Teymûr Paşa, eyaletên ji Helep û Reqqayê heta Diyarbekirê kontrol dikir. Sultanê Osmaniyan borîna Teymûr Paşa qebûl kir û di sala 1800î de, Teymûr Paşayê Milî bû waliyê bajarê Reqqayê . Osmaniyan bi hêza Kurdên Milî bawerî dikirin ; ji ber ku dixwastin aramiyê li herêmê çêbikin. Li ser bajarên Sûriyê wê demê êrîş çêdibûn, yên ku êrîş dikirin pirtir eşîrên Ereb bûn (bi taybetî eşîra Şemer Tey) yên ku li Dêrezorê bi cih bûbûn . Herêmen ji çema Girata û Belîxê (Girê Sipî) heta çemê Xabûrê di bin hikma Milan de bû. Rola Milan bona parastina vê herêmê berdewam kir heta sedsala 20an.
$Tanzîmat û hatina Ereban ber bi herêmê ve$
Di sedsala 19an de gellek guhartin di nav dewleta Osmanî de û di Kurdistanê de qewimîn. Dewleta Osmanî dest bi rêformên berfireh kir. Di 1839an de, bi şêwazeke fermî dewleta Osmanî rêformên “tanzîmatê ” ragihand . Lê beriya ragihandina van rêforman bi 8 salan û piştî êrîşên Fermandarê Hêzên Misrî, Ibrahim Mohmed Ali Paşa, dewleta osmanî hewl da ku herêma Riha û Reqqayê bi şêwazeke raste-rast kontrol bike . Di heman demê de, Mehemedê duyem di sala 1830yan de artêşa xwe şande Kurdistanê ku mîritiyên Kurdan ji holê rake û herwiha sîstemeke navendî ava bike . Gellek mîrîtiyên Kurdistanê hate rûxandin ji haliyê artêşa Osmanî ve. Mîrîtiya Botanê berxwadaneke mezin li hemberê Osmaniyan kir. Lê di sala 1847 an de mîrîtiya Bedirxanan bi dawî bû .
Nexşe 4 : Nexşiya Mîrîtiyên li Kurdistanê (1835)
Di şerê navbera artêşa Misrê ya bi Serkêşiya Îbrahîm Mohmed Ali Paşa û hêzên Osmaniyan de (1831-1833), paşayê Milan Eyûb Beg tevî Têmawî Beg piştgiriya Hêzên Misrî kirin. Paşayên Milan hewl dan ku siyaseteke taybet ava bikin û bi temamî xwe ji Osmaniyan rizgar bikin . Piştî vekişîna artêşa Misrê, kuştina Têmawî Beg û destpêka rêformên tanzîmatê, Osmaniyan hewl dan ku herêmên din jî kontrol bikin. Bêhêzbûna Kurdên Milî hîşt ku Eşîrên Ereban Tey û Şemer hewl bidin herêmê ji bin kontrola Milan derxînin . Gellek gundên Kurdan hatin talankirin.
Pişti van bûyeran, dewleta Osmanî careke din dest bi kontrolkirina wîlayeta Helepê û ya Şamê kir. Di sala 1835an de, Yekem Qereqol li Dêrezorê hate avakirin û di sala 1854an de Osmaniyan sanceqa Dêrezorê ava kir û qezaya Reqqayê tevî sanceqa Dêrezorê kir. Tevî van guhartinên li herêmê û êrîşên Tey û Şemer, paşayê nû yê Milan, Mehmûd Beg, tola Kurdan hilanî û herêmên xwe ji Ereban rizgar kir .
Di pêvajoya rêforma dewleta Osmanî de, desthilatdariya vê dewletê hewl da eşîran bisikîne. Di 1868an de hikumeta Sehrayê ya Eraban hate ragihandin ji aliyê Ardalan Paşa ve . Wî hewl da ku eşîrên Ereb weke Şemir û Eneza bi cih bike . Piştî ku herêm careke din kete bin desthilatdariya Osmaniyan, ango sala 1885an, wîlayeta Reqqayê careke din tevî wilayeta Helepê kir. Wîlayeta Reqqayê ji Cizîrê qetandin. Di vê demê de qereqol zêde bûn. Ev qereqol ji bo “ewlikariyê û berhevkirina wêrgî û bacê” hatine avakirin .
Sedsala 19an û bicihkirina Ereban li başurê navçeya Girê Sipî
Weku me dît navçeya Girê Sipî herdem bin bandora Kurdan de bûye. Herwiha bicihkirina pêkhateyên Ereb li herêma Girê Sipî nû ye. Di sedsala 17an de çend eşîrên Ereb weke Tay ( beşeke ji Ednaniyan) ji Erebistana Seûdî hatin û li herêma Dêrezorê û li başûra Hessekê bi cih bûn . Herwiha eşîrên Efadla, Bagara û Egêdatanê ji Erebistanê hatin û li Dêrezorê jî bi cih bûn. Di ser riya xwe de eşira Eneza bajar talan kirin . Di sedsala 19an de, piştî şoreşa wihabiyan li Erebistana Siûdî, eşîrên ereb koçbira herêmê rojhilatê Firat û Cizîrê bûn . Di sedsala 19an de, cara pêşî eşîrên Ereb Feedan û Walida li derdora çemê Belîx û Bozaniyê (Eyn Îsê) bi cih bûn . Lê beriya vê dîrokê hîn eşirên Ereban li navçeya Girê Sipî bi cih nebûbûn. Di destpêka sala 1880yan de, koçerên Ereb dest bi kontrolkirina erdên ber çemê Bilîxê kirin, ev kontrol bi giştî li herêma Bozaniyê (Eyn Îsa) fireh bû . Cîwarkirina (sédentarisation) Eraban ya li ser çemê Firat û Belixê di sadsala 20an de dest pê kir û eşîra Feedan li ser çemê Belîxê bi cih bûn.
Tevî ku Ereb hatin vê herêmê, Kurdên Berazî ji cihê xwe neleqiyan û li devera ji Rojavayê Girê Sipî heta Kobaniyê, jiyana xwe berdewan dikirin. Lê belê, erdê ji Rojavayê Girê Sipî heta Serê Kaniyê, hêdî hêdî ji bin bandora Kurdên Milî derdiket. Di pirtûka bi navê “Kurdên Sûriyê” de, kurdologê navdar Pierre Rondot lêkolîn kiriye li ser Kurdên rojavayê Kurdistanê. Pierre Rondot gellek salan li Sûriyê jiyan kiriye, serdana Rojavayê Kurdistanê kiriye û li Şamê rewşenbîrên Kurd wekî Celadet Bedirxan û Kamûran Bedirxan nas kirine. Birêz Randot, di pirtûka xwe de, behsa herêmên Kurd yên li Sûriyê dike, wekî Cizîra Rojavayê Kurdistanê û Çiyayê Kurmênc, herwiha behsa wan Kurdan dike ku li derdora çemê Firatê dijîn . Rondot bi taybetî behsa Kobanê, « Ereb Pinar », dike. Herwiha, ew di lêkolînên xwe de behsa wan Kurdên Milî dike ku li derdora Serê Kaniyê dijîn . Lê di pirtûka xwe de dema besha herêma navbera çemê Firatê û Belixê dike, ti agahiyan nade me li ser hebûna Kurdên Milî. Ew behsa eşîra Berazan dike û dibêje ku konfêderaliya Berazan di sedsala 17an de li herêmê bi cîh bûne . Piştî êrîşa eşîrên Ereban, Kurdên Milî li navçeya Girê Sipî kêm dibin û herwiha Kurdên Berazan xwe li Rojavaya Girê Sipî diparêzin û bi hêz dibin.
$Çavkanî$
Azad Ehmed Elî, Rola siyayasî ya Ibrahim paşa yê Milî li Rojava yê Kurdistanê û li Bakurê şamê (2010) http://www.webchinupload.com/f/2013-02/1134747377ibrahim.pdf
Ehmed Mîrza, Famous Leaders that conquest Kurdistan » (Kurd regions) أشهر قادة فتح كوردستان في العصر الإسلامي الأول
https://www.iasj.net/iasj?func=fulltext&aId=84376
David McDowall, A Modern History of the Kurds, Al-Farabi, 2004,
Hamit Bozarslan : Histoire de la Turquie de l’empire à nos jours, Texto, 2013
Elî Efîfî Eli Ghazî, stratêjiya Mehmed Elî li Cizîrê û li îraqê, 2016 , الجزيرة العربية والعراق في استراتيجية محمد علي
Memed Amin zekî Dîroka kurd û kurdistanê, 2009 خلاصة تاريخ الكرد وكردستان « محمد أمين زكي
Mohamed Jamal Barout, À conetempory history of the syrian Jazeerah : challenges of Urban transaction for nomadic communities; Arab center for Resarch and policy studies, 2013
Mûhsin Seyda ,Kurdên cizîrê di çavkaniya eraban û misilman de , أكراد الجزيرة في المصادر العربية الإسلامية https://www.medaratkurd.com/2016/06/أكراد-الجزيرة-في-المصادر-العربية-الإس/
Myriam Ababsa” Raqqa, territoires et pratiques sociales d’une ville syrienne “ Myriam Ababsa ” Presses de l’Ifpo 2009.
Stefan WINTER, Les Kurdes de Syrie dans les archives ottomanes (XVIIIe siècle) “ études kurdes”, 2009
Pierre Rondot, Les kurdes de Syrie, 1939
Sabri Cigerli, Les kurdes et leur histoire, L’Harmattan,1999[1]
Bu makale (Kurmancî - Kurdîy Serû) dilinde yazılmıştır, makaleleri orijinal dilinde açmak için sembolüne tıklayın!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu başlık 608 defa görüntülendi
HashTag
Kaynaklar
[1] İnternet sitesi | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://kovarakurdinalco.fr/- 21-12-2022
İlgili Dosyalar: 3
Bağlantılı yazılar: 2
Grup: Mekanlar
Belge Türü: Orijinal dili
Etnik Değişim: Türkçeleştirildi
İmha ve sınır dışı etme: Evet
Mekan: Bölge
Mekan: Şehir
Özerk: Rojava
Şehirler: Grê Sipî
Topografiya: Yamaç
Yayın Türü: Born-digital
Teknik Meta Veriler
Ürün Kalitesi: 99%
99%
Bu başlık Aras Hiso tarafından 21-12-2022 kaydedildi
Bu makale ( Sara Kamele ) tarafından gözden geçirilmiş ve yayımlanmıştır
Bu başlık en son Sara Kamele tarafından 23-12-2022 tarihinde Düzenlendi
Başlık Adresi
Bu başlık Kurdipedia Standartlar göre eksiktir , düzenlemeye ihtiyaç vardır
Bu başlık 608 defa görüntülendi
Kurdipedia Dev Kürtçe bilgi Kaynağıdır
Biyografi
MEHMET EMİN SEVER
Resim ve tanım
Mardin 1950 hasan ammar çarşisi
Kısa tanım
Kürt-Ermeni ilişkileri ve kimi gerçekler
Resim ve tanım
1905 Mardin
Biyografi
AHMET KARDAM
Kütüphane
KOMÜNİST
Biyografi
Vedat Türkali
Kütüphane
MARDIN 'i DINLERKEN MÜZEYLE BAŞLAYAN DEĞİŞİM
Biyografi
İbrahim Küreken
Biyografi
JAKLİN ÇELİK
Kısa tanım
Anadolu’nun İlim ve Tasavvuf Hayatında Öne Çıkan Berzencî Ulemâsı
Biyografi
Reşan Çeliker
Biyografi
Dilan Yeşilgöz-Zegerius
Biyografi
Rahime Kesici Karakaş
Kısa tanım
Özgürlük Denizine Akan Nehirde Şeyh Ahmed Barzani
Kütüphane
MARDİN 1915
Biyografi
Pervin Çakar
Kütüphane
TÜRKİYE: KÜRT SORUNUNUN ÇÖZÜMÜ VE PKK
Kısa tanım
Mehmed Mihri Hilav’ın Kürd dili üzerine çalışmaları-2
Kütüphane
Çiller Özel Örgütü TBMM Susurluk Komisyonu'na Sunulan Dosya ve Belgeler
Resim ve tanım
Erbildeki Patlama 19 kasım 2014
Biyografi
Kemal Astare
Kısa tanım
Osmanlı-Kürt ilişkisi ve İdris-i Bidlisi

Gerçek
Biyografi
Ekrem Cemilpaşa
11-04-2024
Rapar Osman Ozery
Ekrem Cemilpaşa
Kısa tanım
Kadınlar Dünyası’nın Kürt kalemi: Mes’adet Bedirxan
12-04-2024
Rapar Osman Ozery
Kadınlar Dünyası’nın Kürt kalemi: Mes’adet Bedirxan
Kısa tanım
Dünya yeni bir savaşın eşiğinde iken, Birinci Dünya Savaşı sürecinde Kürdlerin tehcirini hatırlamak-8
17-04-2024
Rapar Osman Ozery
Dünya yeni bir savaşın eşiğinde iken, Birinci Dünya Savaşı sürecinde Kürdlerin tehcirini hatırlamak-8
Biyografi
AHMET KARDAM
20-04-2024
Rapar Osman Ozery
AHMET KARDAM
Kısa tanım
1914 Bitlis Kürd Ayaklanması
25-04-2024
Rapar Osman Ozery
1914 Bitlis Kürd Ayaklanması
Yeni başlık
Biyografi
EVDIREHÎM REHMÎ HEKARÎ
23-04-2024
Rapar Osman Ozery
Biyografi
AHMET KARDAM
20-04-2024
Rapar Osman Ozery
Biyografi
MEHMET EMİN SEVER
20-04-2024
Rapar Osman Ozery
Biyografi
İbrahim Küreken
14-04-2024
Rapar Osman Ozery
Biyografi
Kemal Astare
14-04-2024
Sara Kamele
Kütüphane
Çiller Özel Örgütü TBMM Susurluk Komisyonu\'na Sunulan Dosya ve Belgeler
13-04-2024
Sara Kamele
Biyografi
Ekrem Cemilpaşa
11-04-2024
Rapar Osman Ozery
Kütüphane
MARDIN \'i DINLERKEN MÜZEYLE BAŞLAYAN DEĞİŞİM
08-04-2024
Sara Kamele
Kütüphane
MARDİN 1915
08-04-2024
Sara Kamele
Kütüphane
KOMÜNİST
07-04-2024
Sara Kamele
Istatistik
Makale  517,421
Resim 105,714
Kitap PDF 19,160
İlgili Dosyalar 96,493
Video 1,307
Kurdipedia Dev Kürtçe bilgi Kaynağıdır
Biyografi
MEHMET EMİN SEVER
Resim ve tanım
Mardin 1950 hasan ammar çarşisi
Kısa tanım
Kürt-Ermeni ilişkileri ve kimi gerçekler
Resim ve tanım
1905 Mardin
Biyografi
AHMET KARDAM
Kütüphane
KOMÜNİST
Biyografi
Vedat Türkali
Kütüphane
MARDIN 'i DINLERKEN MÜZEYLE BAŞLAYAN DEĞİŞİM
Biyografi
İbrahim Küreken
Biyografi
JAKLİN ÇELİK
Kısa tanım
Anadolu’nun İlim ve Tasavvuf Hayatında Öne Çıkan Berzencî Ulemâsı
Biyografi
Reşan Çeliker
Biyografi
Dilan Yeşilgöz-Zegerius
Biyografi
Rahime Kesici Karakaş
Kısa tanım
Özgürlük Denizine Akan Nehirde Şeyh Ahmed Barzani
Kütüphane
MARDİN 1915
Biyografi
Pervin Çakar
Kütüphane
TÜRKİYE: KÜRT SORUNUNUN ÇÖZÜMÜ VE PKK
Kısa tanım
Mehmed Mihri Hilav’ın Kürd dili üzerine çalışmaları-2
Kütüphane
Çiller Özel Örgütü TBMM Susurluk Komisyonu'na Sunulan Dosya ve Belgeler
Resim ve tanım
Erbildeki Patlama 19 kasım 2014
Biyografi
Kemal Astare
Kısa tanım
Osmanlı-Kürt ilişkisi ve İdris-i Bidlisi

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| İletişim | CSS3 | HTML5

| Sayfa oluşturma süresi: 0.36 saniye!