图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 510,177
图片 102,923
书籍 18,684
相关文件 92,529
Video 1,188
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
‘Çand û ziman hawara dilê civakê ye’
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Sansurkirina axaftina bi kurdî

Sansurkirina axaftina bi kurdî
Hevserokê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Cahît Akil, diyar kir ku çand û ziman hawara dil û mejiyê civakê ye û xwest gelê kurd li vê hawara xwe xwedî derkeve
Li Tirkiyeyê #zimanê kurdî# bi awayekî fermî nayê nasîn û perwerdehî pê nayê dayîn. Ji ber vê yekê jî kurd ji aliyê dewleta tirk û desthilatên wê ve bi salan di pişaftineke kûr re tên derbaskirin. Bi vê polîtîkayê zimanê tirkî li ser kurdan tê ferzkirin û tê xwestin ku kurd bi her awayî ji çanda xwe bên dûrxistin. Di vê çarçoveyê de xebatên kurdan ên ji bo jiholêrakirina vê rewşê tên astengkirin û qebûlnekirin û astengkirina zimanê kurdî li hemû sazî û dezgehên dewletê didome.
Herî dawî di hevdîtinên budçeya sala 2023’yan ku qureşek wê ji bo çand û zimanê kurdî nehatibû veqetandin de li Lijneya Giştî ya Meclisa Tirkiyeyê dema ku parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier xwestibû kurdî biaxive û balê bikişîne ser zimanê kurdî ji aliyê Serokwekîlê Meclîsê CHP’î Haydar Akar ve hatibû astengkirin. Akar destûr nedabû ku Taşçier bi kurdî biaxive û pirsgirêkên der barê zimanê kurdî de bîne ziman.
$ATV’ê kurdî sansur kir$
Her wiha piştî vê bêrêziya li dijî zimanê kurdî ya li meclîsê, di nav hefteyê de heman rewş li qenala televîzyonê ya ATV’ê ku nêzî desthilata AKP-MHP’ê jî derket holê. Di bernameyeke televîzyonê de ku ji aliyê pêşkêşvan Esra Erol ve dihat pêşkêşkirin de dema ku dayikek û keça xwe ya tevlî bernameyê bûbûn bi kurdî axivîn axaftina wan hat sansurkirin.
Ev bêrêziya li dijî kurdî ya li meclîsê û ATV’ê de bû sedema bertekan. Li ser hesabên medya dîjîtal bi sed hezaran kesî bertek nîşanî vê bêrêziya li kurdî dan û polîtîkayên pişaftinê yên li ser kurdî şermezar kirin. Li aliyê din sazî û rêxistinên ziman ên kurdî yên li bakurê Kurdistanê jî bi daxuyaniyeke hevpar bertek nîşanî rewşê dabûn û bang li kurdan kiribûn ku têkoşîna xwe ya ji bo zimanê kurdî li her derê bilind bikin.
$Binhişê xwe radixin ber çavan$
Yek ji van sazî û rêxistinên jî Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek ku li navçeya Cîzirê ya Şirnexê xebatên xwe didomîne bû. Hevserokê Komeleyê Cahît Akil, der barê mijarê de ji rojnameya me re axivî. Akil, bi bîr xist ku di demên dawî de êrîşên li ser zimanê kurdî her ku diçe zêde dibe û wiha got: “Zimanê civakekî nirxa wê civakê ya herî pîroz e. Dewletên ku li dijî zimanê civakê qedexe û pişaftinê esas digirin, di lîtava faşîzmê de xerq bûne.”
Cahît Akil, bi lêv kir ku nêzîkatiya li ser çand û zimanê kurdî rewşa bêhiqûqî ya Tirkiyeyê radixe ber çavan û ev tişt anîn ziman: “Jixwe lingekî şerê taybet çapemenî ye. Bi vî awayî dixwazin dijminatiya li dijî gelê kurd di nava civakê de zêde bikin û zimanê kurdî ango gelê kurd bixin hedef. Bi vê faşîzmê jî dixwazin civakên wek wan nafikirin bifetisînin. Ew bixwe binhişê wan radixe ber çavan. Digotin; ‘me berxwedana azadiya Kurdistanê fetisand’. Dema nimûneyên vê propagandayê pûç dikin derdikevin holê, dîn û har dibin û ev jî dijminatiya wan a li dijî gelê me radixe ber çavan.”
$Zimanê dayikê rewa ye$
Di berdewama axaftina xwe de Akil, destnîşan kir ku êrîş û helwesta li meclîsa Tirkiyeyê û qenalên televîzyonan ji yek cihî tên birêvebirin û wiha pêde çû: “Ev divê bi vî awayî bê fêmkirin ku ev hemû operasyonên daîreya şerê taybet in ku li dijî gelê me tên meşandin. Di esasê xwe de ji bo deşîfrekirina van polîtîkayên zirav hewceye ku di her platformê de zimanê kurdî bibe rojev, lewre bi qasî nefesa mirov digire zimanê dayikê mafekî rewa û demokratîk e.”
Akil, di axaftina xwe de bal kişand ser stratejiya dewleta tirk a ser konsepta şer, înkar û îmhaya gelê kurd û der barê mijarê de ev tişt gotin: “Li pêşiya me hilbijartinek heye, di vê hilbijartinê de divê em bi berxwedana çand û zimanê xwe faşîzmê têk bibin û ji bo tevahî gelan maf û edaletê biqîrin. Divê gelê me ji her demê zêdetir li çand û zimanê xwe xwedî derkeve. Dîsa hewceye tevahî saziyên ziman û çandê vê bixin rojeva xwe û di vê pêvajoyê de xebatên hişmendiya kurdewar xurt bikin.”
$Banga ji bo kurdî$
Di dawiya axaftina xwe de Akil, ev bang kir: “Di dawiyê de risteke mezin dikeve ser milê hemû sazî û partiyên ku siyasetê dimeşînin. Hewceye mafekî ew qas rewa di vê pêvajoyê de her tim bikin rojev û xwedî bernameyekî bin. Divê tevahî partiyên yekperst bi polîtîkayên aqilane bên deşîfrekirin. Lewre di pêvajoyên hilbijartinê de dek û dolab zêde dibin. Di vê çarçoveyê de ez dikarim bibêjim çand û ziman hawara dil û mejiyê civakê ye. Divê gelê me li vê hawara xwe xwedî derkeve.”[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,578
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://xwebun1.org/- 20-12-2022
挂钩项目: 51
图书馆
文章
38. Ziman
日期与活动
小组: 文章
文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 19-12-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 报告
书: 文化
书: 语言
文件类型: 原文
方言: 库尔德 - Kurmanji - 拉美
普罗旺斯: 土耳其
普罗旺斯: 北库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 20-12-2022
本文已被审查并发布( سارا کامەلا )on21-12-2022
此产品最近更新( سارا کامەلا ):21-12-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,578
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.147 KB 20-12-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 510,177
图片 102,923
书籍 18,684
相关文件 92,529
Video 1,188

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.25
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!