图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,143
图片 106,536
书籍 19,258
相关文件 97,015
Video 1,384
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Ayfer Duzdaş: “Dibêjin, ma li Arxûwanê kurd hene?”
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Ayfer Duzdaş: “Dibêjin, ma li Arxûwanê kurd hene?”

Ayfer Duzdaş: “Dibêjin, ma li Arxûwanê kurd hene?”
Ayfer Duzdaş behsa strana Îro Dîsa ya ku Koma Amedê di albûma Agir û Mirov de xwendiye kir. Ew stran jî straneke Arxûvanê ye.
Di sala 2017an de min ji bo albûma wê ya bi navê “Ji Xoresanê heta Çorimê newayên kurdên elewî” bi Ayfer Duzdaşê hevpeyînek pê re kiribû. Wê gavê gotibû, ew kilamên kurdên elewî yên li Arxûwana Meletiyê kom dike.
Min wê rojê gelekî mereq kiribû ka wê tiştekî çawa derkeve. Piştî bi 5 salan, Ayfer Duzdaşê ev xebata xwe qedand û albûmek weşand. Navê albûma wê “Kilomên Arxûwanê” ye. Duzdaş ji sala 2010an û vir ve çendîn caran çûye wê herêmê û li wir karê berhevkariyê kiriye.
Di 1ê Çiriya Pêşiyê ya 2022an de cara pêşiyê di konsera danasîna vê albûmê de min li kilamên vê albûmê guhdar kiribû. Konser li Navenda Çandê ya Bajêr a Cemîl Candaşî ya Şaredariya Şîşliyê bûbû.
Min xwest ez derbarê albûmê de, derbarê kilamên Arxûwanê, kurdên wê herêmê û muzîka wan de bi Ayfer Duzdaşê re biaxivim.
Me biryar da ku em di 12ê mehê de hev bibînin. Me qewlê xwe ji bo saet 12ê nîvro li Taksîmê kir. Ez saet li derdora 11.00ê ji Uskudarê ketim rê. Zivistan e, divê hewa sar be. Lê îsal weke çend salên borî zivistan dereng maye. Hewa xweş e. Ez li telefonê, li sepanê dinêrim, hewa 16 derece xuya dike. Beriya ji mal derkevim, min biryar dabû ku ez bi Marmarayê biçim aliyê din ê behrê. Lê ji ber rewşa hewayê, di rê de min biryara xwe guherand. Min berê xwe da keştiyê. Dema ez gihîştim ber cihê keştiyê, min dît ku 2 deqîqe mane keştiya Karakoyê biçe. Ez lê siwar bûm. Ayfer Duzdaş, vê kêliyê li kanaleke TVyê beşdarî bernameyekê dibe Dema em hatin nîvê rê, saet li derdora 11.30 deqîqeyan, mesajek hate ji telefona min re. Pirsiye, “Ka em li ku hev bibînin?” Xuya ye karê wê yê li kanalê qediyaye. Li wê derdorê, Yaba Sahaf heye. Cihê Aydin Doganî ye. Ango “Adoyê Lorikanê”. Pirtûkfiroş, weşanger û nivîskar Aydin Dogan. Salek berê çû ber dilovaniya xwe. Min ji Duzdaşê re got, em li wir hev bibînin. Lê wê nêzîkî li Tunelê kiriye. Em biryarê didin ku li Tunelê hev bibînin. Ez li Karakoyê ji keştiyê peya bûm û min berê xwe da tramvaya ku ber bi Tunelê ve hildikişe. Piştî 7-8 deqîqeyan ez gihîştim Tunelê.
Silavê lê dikim. Qewhexaneyek li paş avahiya tramvayê li Tunelê heye.Min niyet heye em biçin wir. Dibêje, “Ji sibê de ye ez çayê vedixwim. Dilê min dixele ji çayê êdî. Ka em muhalebiyê bixwin.”
Bala min diçe ser dikana muhalebiyê. Em bi hev re ketin hundir dikanê û me berê xwe da qata jor. Kes li wir nîne. Bêdeng e. Kêfa min tê. Ji ber ku dema qerebalix be, dibe navgîna denggirtinê dengan tomar neke.
Piştî ku me du muhalebî û du çay xwestin, me dest bi sohbeta xwe kir.
Berdewama xebata wê ya Ji #Xorasan#ê Heta Çorûmê.. ye
Ayfer Duzdaş ev 20 sal in karê berhevkariyê dike. Ji Çorûmê heta Mereşê, ji Meletiyê heta Koçgirî, ji Semsûrê heta #Dêrsim#ê, ji wir heta Xorasanê li pey newayên ango kilamên kurdên elewî ye. Ji xwe di encama vê xebatê de sala 2017ê albûma bi navê “Ji Xorasanê Heta Çorimê Newayên Kurdên Elewî” weşandibû.
Berhevkariya wê ya li Arxûwanê berdewamiya vê xebata wê ye. Duzdaş ji sala 2010an û vir ve diçe û tê Arxûwanê. Ne tenê Arxûwanê, diçe Yazihanê, Hekîmhan û Akdaçagê. Her weha gundên wan. Ji bo albûmê li 15 gundên Arxûwanê geriyaye û ji 18 kesan kilam berhev kirine. Ew him bi deng him jî bi dîmen tomar kirine.
Di tirkî de “ Arguvan Türküleri” gelekî navdar in. Gelek kes wan dizanin. Lê kilamên bi kurdî yên wê herêmê nayên zanin. Ez sedema vê ji wê dipirsim.
“Tedî Meletî bajarekî kurdan tê zanîn lê bi bandora sîstemê asîmilasyoneke cidî li Meletiyê pêk hatiye. Kurdên li wir jî koçî metropolan dikin. Dema em behsa stranên kurdî yên Arxûwanê dikin, behsa albumê dikin, mirov gelekî dibehitin. Dibêjin ‘Ma li wir kurd hene?’
Li Meletiyê hejmareke zêde kurd hene. Kurd gelek in li vî bajarî. Bi taybet ji ber polîtîkayên zext û zordariyê û yên asîmîlasyonê, civaka vir xwestiye xwe biparêze. Çanda xwe, baweriya xwe parastiye û bi dizî ev xebat meşandine. Vê jî hiştiye ku di nava demê de gelek tişt ji vê çandê winda bibin. Tiştekî din jî heye ku mirov pê xemgîn dibe. Êdî ev civak naxwaze bi zimanê xwe biaxive, stranên xwe bistirên û ji çanda xwe şerm dike.
*Ayfer Düzdaş dema stranan li gundên Arxûwanê kom dike
Xetek heye ku li wir gelek elewî dijîn. Semsûr, Mereş, Çorûm, Amasya, Qoçgirî, Erzîngan, Dêrsim. Li ser vê xetê hejmareke zêde kurdên elewî hene. Bi avabûna Komarê û bi taybet jî bi Plana Şark Islahatê ya di sala 1925an de, bi rengekî cidî berê xwe dane kurdên elewî. Ziman qedexe kirine, xwendingehên bi şevîn ên herêmî hatine vekirin û bi taybet zarokên keç li vir hatine asîmîlekirin. Ziman, cil û berg, şahî û dawet ew cûre tişt in ku çandê li ser lingan dihêlin. Hewl dane ku van tiştan ji nav bibin.
Encam li holê ye.
Kilamên bi kurdî yên Arxûwanê gelekî xweş in
Dewam kir û got: Hema hema kesî dest nedaye Arxûwanê, gelek tiştên wê derneketine holê. Heta îro ti xebatek li ser nehatiye kirin. Dibe ku ev dîrokê de bibe ya yekem.
Gelek xebat li ser türküyên Arxûwanê hatine kirin, gelekî tên zanîn, li ber çavan e, gelekî tên strîn. Hema hema di repertûvara her hunermendî/ê de straneke bi tirkî ya Arxûwanê heye. Lê hêleke din a vî tiştî heye ku ew jî kilamên bi kurdî ne û dest nedane van kilamên bi kurdî, xwe ji wan dûr xistine, ser wan girtine û dibe ew kêm dîtibin.
Nêzîkî 100 kilam berhev kirine. Bi tenê 13 jê di albûmê de hene. Dema min li albûmê guhdar dikir, bila min kişandibû.Beşeke mezin ji van stranan mîna zêmaran e. Stranên êş û kederê bûn. Min sedema vê jê pirsî. Wê jî got ku yên li dengê wê diçin, kilamên ku ji hêla muzîkê ve cuda bin, hilbijartiye. Ew gelekî rastî stranên rîtmîk nehatiye: “An zêmaran distirên an jî stranên evîndariyê dibêjin. Lê ez hîna li hemû herêmê negeriyame. Dibe dema ez careke din biçim li stranên dawetan jî rast bêm.”
Di ya bi navê Îstanbol de Servet Kocakayayî bi Duzdaşê re stran strîye: Servet Kocakayayî piştgiriya min kir di vê albûmê de. Me bi hev re strana Îstanbol stra. Ez gelekî spasiya wî dikim. Her weha spasiya derhêner û aranjor Caner Yilmaz û hemû hevalên xwe yên muzîkjen dikim.
Jinan nedixwest biaxivin
Çavkaniyên stranên wê, yên di albûmê de hilbijartine hemû jî mêr in: Ali İhsan Çıplak, Mehmet Ali Çıplak, Ali Naki Çıplak, Sırrı Kıroğlan, Mehmet Ali Güler, Hüseyin Güler, Hıdır Güler, Hasan Karasoy.
Gelo qet ji jinan stran berhev nekirine? Min dema jê pirsî, wê got ku belê du jin hene. Ji du jinan stran berhev kirine lê yên wan di vê albûmê de nînin: “Jinan nedixwest biaxivin. Ji ber bandora olê, digotin ‘şer em’, ‘guneh e’.”
Duzdaşê diyar kir ku ew tevî Mehmet Uçar û Mehmet Ali Çıplakî gund bi gund geriyaye û di dema vê gerê de gelekî kêfa gundiyan hatiye: “Kêfa wan gelekî hat. Ez bi nasên wan re çûm gundan. Çanda xwe vedişerin, xwe nêzîkî kesên diçin gundan nakin.
Mazûbaniya me kirin, gelekî kêfxweş bûn. Em li ser sifreya wan rûniştin, me bi hev re xwarin xwar, stran strîn. Tu bibê nebê baweriya me bi hev hat. Û me bi vî rengî stran qeyd kirin. Yan na ji derve re girtî ne. Dibêjin qey wê stranên wan, çanda wan bibin û dejenere bikin, li ser wan gotinên cuda binivîsin. Yek du kes çûne û wisa jî kirine.
Divê devoka wê herêmê bê parastin
Piştî danasîna albumê biqede, çi li ber destê wê heye, wê li ser platformên dijîtal biweşîne. Ew dixwaze, çavkaniyên heyî bên bikar anîn. Bang li hunermendan jî kir ji bo vî tiştî. Lê tenê şertekî wê heye: “Divê devoka wê herêmê bê parastin.” Li gorî gotina wê, kurdiya li Meletî, Semsûr, Mereş, Çorûm, Qoçgirî û Dêrsimê tê axavtin, her roja diçe winda dibe û divê ev bê parastin.
Çîroka Îro Dîsayê
Di dema konsera 1ê Çiriya Pêşiyê de behsa stranekê kiribû. Strana ku Koma Amedê di albûma “Agir û Mirov” de strabû. “Îro Dîsa” ye navê wê. Wê, di dema konserê de gotibû ku ev stran jî ji herêma Arxûvanê hatiye berhevkirin. Min jê xwest ku hinekî behsa vê stranê û çîroka wê bike.
“Hinek vê stranê ji wan re dişîne. Ez dibêjim qey bi devoka Arxûvanê ji wan re şandine. Lê ew vê stranê li gorî gramera kurmanciyê, hinekî li rendeyê dixin. Li gor min xetayeke mezin e. Straneke gelekî xweş e. Hîna jî hemû kes jê hez dikin. Li ba min şêweyê wê yê bi devoka Arxûvanê hatiye gotin jî heye. Dema min ev kar dikir, min repertûvara xwe diyar kir û li studyoyê dest bi tomarkirinê kir, ev stran hate ber destê min. Ger beriya wê bihata, min ê ew jî bixista nava albûmê. Lê ez dixwazim wê jî bistirêm.”
Got ku “Serhat wê gavê di Koma Amedê de ev stran stra bû. Dibe dema ez çûm Almanyayê ji Serhatî re bibêjim, ka were em bi hev re bistirên. Lê li gorî reseniya wê.”
Albûmeke kolektîf e
Dema di sala 2017ê de min hevpeyvîn pê re kiribû, gotibû ne hêsan e ew albûmê biweşîne. Ji ber ku mesref zêde ye. Di nava 5 salan de her ji bo vê albûmê biweşîne, li derfetan geriyaye. Bi gotina Duzdaşê, albûm bi rengekî kolektîf hatiye çapkirin. Her kesî bi qasî hêza xwe piştgirî daye vê albûmê. Behsa alîkariya Weqfa Arxûvanê dike ku zêdetirî 10 komeleyên gundan pê ve girêdayî ne. Her weha behsa Serokê Rûmetê yê Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan ya Ewropayê jî dike. Caner Yilmazî aranjoriya albûmê kiriye. Di albûmê de çendîn fotografên jinên kurd ên Meletiyê hene. Riza Parlakî ew fotograf girtine. Ew bi xwe wî ji Arxûvanê ye. Hunermend e û gund bi gund li wê herêmê digere û fotografên kal û pîr, xweza û çanda wir digire. Di dema karê berhevkariyê de Ayfer Duzdaş û Riza Parlak li gundekî Arxûvanê hev nas dikin û fotografên wî jî bi vî rengî di albûmê de tên bikar anîn.
Mijar hate ser strana ku min jê hez kiriye. Dema min li albûmê guhdar kir, herî zêde kêfa min ji “Amman”ê re hatibû. Dema me sohbeta xwe qedand û em rabûn, di rê de melodiya wê stranê di hişê min de diçû û dihat:
“Dastî xa dastî min ka/K’am bigarin yayla wa yayla, war wa war a/Aman, aman, aman, haqsiz aman”.
Yekem strana Kilomên Arxûwanê ya bi navê Dam a Dam a û vîdeo-klîba wê, dê îro (16ê Kanûna Pêşiyê) li ser platformên dijîtal bê weşandin. (FD)[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览476
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://bianet.org/- 20-12-2022
相关文件: 6
挂钩项目: 1
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 16-12-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 音乐
书: 文化
文件类型: 原文
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 20-12-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on21-12-2022
此产品最近更新( سارا ک ):21-12-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览476
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.135 KB 20-12-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,143
图片 106,536
书籍 19,258
相关文件 97,015
Video 1,384
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!