Navê pirtûkê: ANABASÎS, VEGERA DEH HEZARAN
Navê nivîskar: Xenophon
Navê wergêr: #Alî Husein Kerim#
Wergera ji ziman: almanî
Cihê çapkirina pirtûkê: Almanya
Navê çapxaneyê: Enstîtûya Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanîst
Sala çapê: 2015
Xenophon: fîlozof, leşker, dîroknas û nivîskarekî yunanî ye. ji beriya zayînê nêzîkî sala 430ê hatiye dinê. sala b.z 355ê mirî ye.. xwendekarê sokrates e. berhemeka wî ya kû navê wê hellenica ye û ji 7 cilda pêk tê heye. lê berhema wî ya herî navdar anabasîs(vegera deh hezaran) e. ev pirtûk ji bîranînên wî yên şerê kû di navbera leşkerên yunan û persan (farisan) de qewimiye pêk tê. leşkerên hellen ji bo arîkariya kyros bikin kû kyros bi karê birayê xwe artakserkses 2ê ji desthilatiyê dûr bixê şer dikin. ksenofon tenê behsa şer nakê. dema ji şer di vegerin û ji bo biçin pergamonê (bergama ) çi hatiye serê wan yek bi yek behs dikê. ksenofon di van bîranînên xwe de behsa kurdan jî dikê. lê ne bi navê kurd bi navê kardukh. di nexşeya xwe de jî welatê kurda (kurdistanê) wek kardukhia nîşan didê. [1]