图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,545
图片 106,169
书籍 19,170
相关文件 96,581
Video 1,317
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Stêra Ararat - Esma Ozkan
小组: 烈士 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Stêra Ararat

Stêra Ararat
$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Stêra Ararat
Nav û paşnav: Esma Ozkan
Cihê jidayikbûnê: #Bedlîs#
Navê dê û bav: Îcla-Cesîm
Dîrok û cihê şehadetê: 4’ê Hezîrana 2022’an / Zap

$Kurtejiyana şehîd:$
Bedlîsa ku bi berxwedaniya ku pêş xistiye û gelên jîr û şoreşger ku mezin kiriye, her tim di dîrok û #civaka Kurdistanê# de xwedî cihekî taybet e, îro jî vê taybetmendiyê diparêze û şoreşgerên leheng derdixe holê. Hevrê Stêra ku yek ji nûnerên herî kurt ên kevneşopiya berxwedanê ya gelê Bedlîsê ye, yek ji milîtanên pêşeng ê ku mohra xwe li dîroka berxwedanê ya gelê me xistiye. Hevrêya me Stêra ku li navçeya Norşîn a Bedlîsê di malbateke welatparêz de ji dayik bû, partiya me PKK’ê ji biçûkatiya xwe ve nas kir. Ji #gerîla#yên ku li seranserê Kurdistanê destanên berxwedanê nivîsandine bandor bûye û bi taybetî jî gerîlayên jin gelek meraq kiriye. Hevrêya me Stêra zilm û zordariya dijmin a li ser gelê me dîtiye û ev yek bûye sedem ku hêrseke wê ya mezin çêbibe. Ji ciwaniya xwe ve bi hişmendiya ku li hemberî gelê me hem weke jin hem jî weke ciwan xwedî erk û berpirsyariyên xwe ye, tevlî xebatên ciwanan dibe. Di vê pêvajoyê de dîtin û fêmkirina rastiya dijmin, aliyên jiyanê yên pergala kapitalîst ku li dijî cewhera mirovan e û ev jiyan ji bilî koletiya li ser jinê ti mîsyonekê diyar nake, di jiyana têkoşînê ya hevrêya me Stêra de diyarker bûye. Hevrêya me Stêra ku ji bo felsefeya jiyana azad a Rêber Apo li dijî vê rêbaza şaş a jiyanê kûrtir fêhm bike û bide jiyîn berê xwe da çiyayên Kurdistanê û di sala 2012'an de li Tetwanê tevlî nava refên gerîla bû.
Tecrubeya xwe ya yekemîn a gerîlatiyê li qada Xerzanê bi dest xist, bi hevrêyên xwe yên xwedî tecrûbe li wir zanyariyên bingehîn ên gerîlatiyê bi dest xist û bi cewherê xwe yê meraqdar û vekirî di demeke kurt de xwe pêş xist. Hevrêya me Stêra piştî demekê li herêma Xerzanê ma, berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê û piştî demeke kurt berê xwe da herêma Heftanînê. Hevrêya me Stêra ku di perwerdeya leşkerî ya li vir de serketî bû, bi dilnizmiya xwe, helwesta xwe ya kedkar û nîqaşên watedar ên bi hevrêyên xwe re, hemû hevrêyên xwe bandor kir. Hevrêya me Stêra ku di vê pêvajoyê de lêhûrbûnên wê li ser fedaîbûnê dest pê kir, yek ji fermandarên me yên dildar hevrê Arîn Mîrkan nas kir û bi hev re şansê parvekirina heman jiyanê bi dest xist. Hevrê Stêra ku piştî pêvajoya perwerdeyê li qada Heftanînê di gelek çalakiyên girîng de cih girt, bi keda xwe û tevlîbûna rast a van çalakiyan bawerî da hemû hevrêyên xwe. Her tim dixwest di warê leşkerî de jêhatî be û bi vî awayî weke milîtaneke jin a Apoyî bersivê bide pêvajoya şerê dijwar û li ser vê yekê israr kir. Li ser vê bingehê perwerdeya çekên giran dît û bi jêhatîbûna xwe gihaşt asta ku hevrêyên xwe perwerde bike. Demeke dirêj bi xebatên perwerdehiyê yên hevrêyê xwe re eleqedar bû û binesaziya pêşxistina şerê me yê hîn bi bandor ava kir. Di vê pêvajoyê de, lêhûrbûna wê li ser fedaîbûnê hê zelaltir bibe. Çawa ku hevrêyên xwe perwerde dikir, xwe jî perwerde dikir, her roja ku derbas dibû kûrtir dibû. Hevrêya me Stêra ku piştre li Akademiya Jina Azad a Şehîd Bêrîtan perwerdeya bîrdozî dît, xwest ku xeta jina azad zêdetir fêm bike û vê xetê bike taybetmendiyeke kesayetî. Li ser vê bingehê lêhûrbûna xwe wiha tîne ziman, ‘Armanca min a herî mezin ew e ku bibim jinek azad û xwe bi felsefeya Rêbertiyê perwerde bikim. Her ku ez felsefe û rastiya Rêbertiyê nas dikim, baweriya min a azadiyê pêş dikeve. Ez weke jin dixwazim bi çalakiyeke xweş, jiyaneke xweş azad bibim.’ Hevrêya me Stêra ku piştî perwerdeya ku dît bi hêz û moralek berê xwe da xebatên pratîk, demekê beşdarî xebatên çapemeniyê bû. Di van xebatan de, serkeftin wekî pîvana sereke hate girtin. Demên herî bi qîmet ên hevrêyên xwe yên ku bi ked û fedekariyeke mezin ji bo azadiya gelê me têkoşiyan tomar kir û xist dîrokê. Şehadeta hevrêyên me li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, girankirina tecrîdê û êşkenceya li ser Rêberê me, lez da ku hevrê Stêra biryar bide tevlî xebatên Hêzên Taybet bibe.
Hevrêya me Stêra di tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê de ji bo xwe bigihîne bedewiya heqîqetê û bi pêş ve birina heqîqetê bênavber şer kir û ked da. Di meşa xwe ya dijwar a ji Xerzanê heta Zagrosê de her tim xwest bê astengî têkoşîna xwe mezin bike. Hevrêya me Stêra ku her kêliya xwe bi têkoşîn û şer derbas dikir, bi têkoşînê re zêdetir bedewî û rastiya jiyanê fêm kir. Destnîşan kiriye ku armanc û xeyala wê ya herî mezin bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me ye û li gorî vê armanc û xeyala xwe, bi temamî xwe ji bo têkoşînê feda kiriye. Fedaîbûna xwe tenê bi çalakiyekê sînordar nekiriye, tevahiya jiyana xwe li ser beşdariyeke fedaî ava kiriye. Hevrê Stêra ku di sala 2021’an de li dijî êrîşên dijmin ên di çarçoveya êrîşên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê de li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna di nava tîmên gerîla yên bi tevger de cih girt, firsend dît ku çalakiya mezin a ku xeyal dikir pêk bîne.
Hevrêya me Stêra, da zanîn ku dijmin wê ti carî li ser xaka me nemîne û wê timî li hemberî berxwedana milîtanên Apoyî têk biçe. Hevrêya me Stêra bi baweriya xwe ya serkeftinê ji bo hemû hevrêyên xwe bûye çavkaniya hêz û moralê. Rêbertiya vê berxwedanê weke fermandara YJA Starê ji bo xwe şanseke mezin nirxand û destnîşan kir ku di dawiya vê têkoşînê de wê jin bi ser bikevin. Hevrêya me Stêra ku bi tevlêbûna xwe ya durust, sade û mutewazî ya li her qada ku di têkoşîna xwe ya 10 salan de nîşan dayî di her qadê de bîranînên ku nayên jibîrkirin hiştî, her demê bi şehadeta xwe û hem jî bi jiyana xwe, wê ji me hevrêyan re pêşengiyê bike.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览623
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://anfkurdi.com/- 19-12-2022
挂钩项目: 2
日期与活动
烈士
小组: 烈士
Cause of death: No specified T4 645
Military rank: No specified T4 708
No specified T3 81: 北库尔德斯坦
No specified T3 82: Badlees属性
No specified T3 85: 北库尔德斯坦
人键: 军事
性别:
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 19-12-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on20-12-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览623
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,545
图片 106,169
书籍 19,170
相关文件 96,581
Video 1,317
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!