图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,512
图片 106,355
书籍 19,229
相关文件 96,818
Video 1,368
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Lezgîn Çalî
小组: 传记 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Lezgîn Çalî

Lezgîn Çalî
Lezgîn Evdirehman Çalî (di 22'ê Çirya Pêşîn a 1969'ê de ji dayik bûye) bijîşk û nivîskarekî kurd e. Rêveberê Giştî yê Plandanan û Fêrkirina Saxlemiyê li Wezareta Saxlemî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Sernivîskarê kovara Tendirustî û Komel û sernivîskarê zincîreka pirtûkên pizişkî bi zimanê kurdî ye.
$Jînenîgar$
Li heyama Şoreşa Îlonê bi rêberî ya Mela Mistefa yê Barzanî, çend heyvan berî Beyana 11'ê Adarê, li deverên azadkirî li gundê Qesrê li Balekayetiyê li Kurdistana Başûr hat dinyayê. Ew zaroyê yekê yê malbata xwe bû. Bavê wî melayekê xwenda bû, bapîrê wî jî.
Berî şkestina Şoreşê, li payîza sala 1974'an koçberî Îranê bûn. Li destpêkê çend heyvekan li gundê Peswê li şehristan a Xanê (Pîranşehir) li Kurdistana Rojhilat akincî bûn. Paşî ji bo heyama çend heyvan li bajêrê Nexedeyê di bin xîvetan (çadiran) da man. Piştî hingî ji bo heyama çar salan li bajêrê Sawe li başûrê Tehran akincîbûn. Dibistana xwe li Saweyî destpêkir û dema Şoreşa Îslamî ya Îranê bi serkevtî ew li pola çarê bû. Payîza sala 1979'an ji bo cara paşîn li Saweyî hatin û li Zêweya Mirgewerê akincîbûn. Pola pêncê ji dibistana destpêkê li gundê Mensûrabadê bi nîverûyî xwînd. Zivistana sala 1979'an befreka stûr barî û her roj ew û çend xurtekên dî yên Kurd ji Ordîgeha Zêweyê ji bo xwîndinê diçûn gudên derdorê, ji ber ko hijmar penaberên kurd li Ordîgehê ewqas zêde bûbû ko dibistanên wê têra hemî zaroan nedikir.
Newroza 1980'î çûn Xanê (Pîranşehrê) û li Imbara Şoreşê û Zergetenê man. Heta pola duyê dibistana berhevî li wêderê xwînd. Ji ber zora Şerê Îran-Îraqê û bombarana hema bibêje herrojî ya Xanê ji aliyê firokeyên Îraqî ve ji Xanê jî barkir û çûn bajêrê Şinoyê. Sala dûmahiya dibistana berhevî, ko li Îranê çar sal in, li Şinoyê xwînd û wekî kesê yekê di dîroka Şinoyê da li Zanîngeha Zanistên Pizişkî ya Şîrazê li xwîndina pizişkiyê hat wergirtin. Heft salên xwîndina xwe li Şîraz qedandin.
Li heyama xwîndina xwe li zanîngehê, pardarî gelek çalakiyan bû. Ji bo jiyara xwe ders dida xwîndinkarên dî û di her biyaveka hizirkirî da pirtûk dixwîndin. Li heyama Revîna Tevane ya Kurdên Kurdistana Başûr li piştî Serhildana Bihara 1991'ê, tevî hindek hevalan û bi arîkariya Koma Heyvika Sor ya Îranê û hindek aliyên mîna Mizgefta El-Heseneyn bi pêşnivêjî ya rehmetî Dr. Elî Muzefferiyan arîkarî ji bo kurdên ko ji Îraqê revîbûn kom dikirin. Yek ji çalakiyên dî yên wî jî ew bû ko bi arîkariya hindek hevalên kurd li zanîngehê şeveka hozan (şî'r) û edeb û dîroka kurdî rêkêxist (organîzekir).
Li sala 1997'an vegeriya Kurdistana Başûr û li Mesîf Selahedîn anko Pîrmam akincî bû. Wekî pizişkekî du salan li Nexweşxaneya Rizgarî li Hevlêra paytexta Herêma Kurdistanê xizmet kir. Paşra, salek û mehekê li Pîrmam ma. Li Reşemeha 2000'î ji bû rahînaneka pizişkî ji bo heyama heyvekê li Elmanyayê ma. Li payîza 2000'î bû rêveberê karûbarên teknîkî li dîwana saxlemî ya istana (parêzgeha) Hevlêrê. Du salan şûn ve, ji ber karên xwe yên rêvebirinê, pileya wî ya karî hat berizkirin û bû Rêveberê Giştî yê Plandananê û Fêrkirina Saxlemiyê li Wezareta Saxlemiyê li Hukmeta Herêma Kurdistanê. Niha jî ew her di wê karî da ye.
Yek ji karên wî kirî ew bû ko bi arîkarî ya pizişkên awstriyayî anko nemsayî çend zaroyên kurdan, ko çaresera nesaxiyên wan (mîna kunbûna dilî) li Kurdistanê nebû, ji bo çareserkirinê şandin wî welatî. Hijmara wa zarowan gehişt 12 zarowan.
Li sala 2001'ê ve bi arîkariya rêkxistiyeka swîsî ya bi navê Centrale Sanitaire Suisse romande (CSS-Romande) li bajêrê Jênêvayê bû sernivîskar û serperiştîkarê projeyeka wergerandina (paçvekirina) pirtûkên pizişkî bo ser kurdiyê. 12 pirtûk ji wan pirtûkan jî bi zehmetiyeka zor belav bûn û ew proje ji ber hindek egeran nehat dawîkirin.
Li dema şerê Azadî ya Îraqê li bihara 2003'an, wî wekî rêkxerê (koordînatorê) hemî rêkxistiyên Ne-Hikûmetî (NGO) yên ko li Herêma Kurdistanê di warê saxlemiyê da dixebitîn kar kir.
Ji zivistana 2003'an heta niha sernivîskarê kovara heyvane ya Tendirustî û Komelê ye ko ji aliyê wezareta saxlemiyê bi herdu zaravên soranî û kurmancî derdikevit.
Li dema dirêja karê xwe da çend carekan wekî endam an serokê şanda Kurdistanê pardarî di gelek sêmînar û konferans û rahînan da kirîye. Ew li vê heyama bihurî her wekî koordînatorê serekî yê wezareta saxlemiyê digel aliyên herêmî û navneteweyî xebitiye. Koordînatorê destpêk digel damezrandina Tîpa Zeytûnê ya Leşkirê Korêya Başûr li Hevlêrê ew bû.
Ji sala 2003ê heta 2007ê, bi alîkarîya rêkxistîyeka ne-hukumî ya Amerîkayî bi navê WiRED International dest bi zengînkirina pirtûkxaneyên nexweşxaneyan û bingehên saxlemîyê û kolêjên pizişkîyê li her 3 parêzgehên Başûrê Kurdistanê kir. Pişt ra, ji bo cara yekê li Kurdistanê û Îraqê, 4 navendên pizişkiya ji rêya dûr anko telemedîsînê li bajaran Hevlêrê, Bexdayê, Mûsilê û Besrayê damezirandin.
Ew li sala 2007ê, piştî yekgirtina herdu rêveberî anko hukmetên Hevlêr û Silêmanîyê, tevî zêdetri ji 35 rêvebreên giştî û wezîrên dî hat xanenişînkirin. Ji wê demê ve heta niha di çi karekê hukmetê da nexebitîye.
Ew ji civîna Buhara 2010ê heta niha yek ji endamên Koma Kurmancî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ye.
Lezgînê Çalî yek ji endamên Desteka Emîndaran ya Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê ye. Ew yek ji endamên desteka damezirîner ya televizyona kurdî Kurdistan24ê bû.
Heta niha gelek gotarên wî di kovar û rojnameyan da belav bûne. Ew li ser babetên wekî zimanê kurdî, saxlemî û revanzanistî dinivîsit. Çend pirtûkên wî ji bo zarokan jî belav bûne.
Ew zewicî ye û pênc zarên wî hene.
$Berhemên wî$
$Pirtûk$
Kêm-xwîniya kêm-asiniyê, 2003 (Iron deficiency Anemia)
Fêrkirin ji bo fêrbûneka baştir: rênumaya dersdêrên karmendên saxlemiyê, 2005 (Teaching for better learning: a guidline for the teachers of primary health care staff)
Taya Nobeyê (Malariay), 2001 (editor) (Malaria)
Kontrolkirina Kolêrayê (bi Kirmancî), 2002 (editor) (Guidelines for Choera Control)
Kontrolkirdinî Kolêra (bi Soranî), 2002 (editor) (Guidelines for Choera Control)
Çareserî Zikçûn (bi Soranî), 2002 (editor) (Treatment of Diarhhea)
Rewşenbîriay Saxlemiyê, 2003 (editor) (Health Education)
Çaresera Nesaxiyan ji bo Karmendên Bingehên Saxlemiay Destpêkî, 2003 (editor) (Treatment for Primary Health Care Staff)
Zarokbûna Asayî, 2004 (editor) (Normal Delivery)
Tomarî Malaney Daykan (bi Soranî) 2005 (editor) (Home Based Maternal Record)
Çawdêrî Dayk û Mindal (bi Soranî), 2005 (editor) (Mother and Child Care)
Kalê Befrîn, 2004 (pirtûk ji bo zarokan).
Zeng û Beng, 2003 (pirtûk ji bo zarokan)
Çiyayên Spî, 2006 (roman ji bo sinêleyan) paçive anko wergerra pirtûka White Mountains a nivîskarê Birîtanyayî John Christopher e.
Înflûenzaya Mirxan, 2006.
Hindekên Jînfireh, Gelekên Mandî, 2007 (Prospeous Few, Restless many by: Noam Chomsky)
Zêr ji Axê Mişetir e, 2007 (Every Street is Paved with Gold by: Kim Woo Chung).
Kurd û Kurdistan, 2008 (Kurd and Kurdistan by Derk Kinnane)
Peykerê Bûdayî li Efxanistanê nehat Xirabkirin, ji Şerman Herifiya, 2011 ya nivîskarê Îranî Mihsinê Mexmelbaf(مجسمه بودا تخریب نشد از شرم فرو ریخت نوشته ی محسن مخملباف).
Hunerê Evandinê, 2009, (The Art of Loving by: Erich Fromm).
kîmyager, 2009,(The Alchemist by: Paulo Coelho).
Dîroka Zêdegaviya Kurdan, 2010, li ser Şoreşa Şêx Ubeydilayê Nehrî(تاریخ طغیان اکراد نوشته ی اسکندر قوریانس ارمنی)
Serhatîya Felsefeyê (The Story of Philosophy by: Will Durant). [1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,082
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | ku.wikipedia.org
挂钩项目: 3
小组: 传记
Education level: No specified T4 553
Ministries of KRG: No specified T4 682
No specified T3 20: Yes
No specified T3 82: 埃尔比勒
No specified T3 85: 南库尔德斯坦
Place of Residence: Kurdistan
人键: 作家
性别:
方言: 英语
方言: 波斯
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ڕاپەر عوسمان عوزێری 18-12-2022
本文已被审查并发布( ڕۆژگار کەرکووکی )on18-12-2022
此产品最近更新( ڕۆژگار کەرکووکی ):18-12-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,082
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.145 KB 18-12-2022 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,512
图片 106,355
书籍 19,229
相关文件 96,818
Video 1,368
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!