$Helbestvanê kurd Dr. Mihemed Bakro$
Dr. Mihemed Bakro (Bekiro) di sala 1936an de, li #Rojavayê Kurdistanê#, li bajarê #Amûdê#, jidayik bû. Xwendina xwe ya seretayî li Amûdê û ya navendî û lîseyê li bajarê Hesekê bidawî kir. Ji şagirtên kurd yên pêşeng bû, ku bawernameya xwendina bakaloriya beşê zanistî bidestxist. Bi riya rewşenbîrê kurd yê bejinbilind Qedrîcan hevkariya kurdî ji bo xwendina derveyî welat li dewleta Tşîkoslovakya ya berê ji bo wî hate dayîn. Zanista abûrî li wir xwend, macistêr û doktora jî li heman dewletê bidestxist. Di wê demê de, wek bêjer di radyoya Tşîk beşê erebî de kar kir.
Piştî rêkeftina 11ê avdarê ya di navbera gorbuhiştî mele Mustefayê Barzanî û rêjîma Iraqê de hate imzekirin, û ji ber ku vekirina zankoya Silêmaniyê yek ji bendên wê bû, li ser daxwaza hin serkirdeyên Partî Dîmoqratî Kurdistanî mîna birêz Samî Ebdurehman, Dr. Bakro berê xwe da başûrî Kurdistan. Salekê li zankoya bexdayê kolêça rêvebirin û abûrînasî mamostayî kir heya ku zankoya Silêmaniyê amade bû, du salan li zankoya Silêmaniyê beşê aborî mamostayî kir, di vê demê de çend xwenedin di derbarê abûriya Kurdistanê de danîn û amadekirin û di hin kovaran de weşandin.
Piştî têkçûna rêkeftina 11ê Adarê berê xwe da Ewropayê, li Elemana Roavayî cîbicî bû, heşt salan li wir ma.
Di sala 1980ê de, vegeriya Roavayê Kurdistanê, hêzên ewlehî yên rêjîma Sûriyê gelek astengî li pêş kar û jiyana wî danîn, lê tev wilo ew li ser xaka welatê xwe ma û jiyana xwe bi dijwarî derbas dike.
Tê hejimartin ji nav helbestvanên kurd yên pêşeng ku helbesta kurdî ya nûjen nivîsîne ew yek ji wan e. Çar girûpên wî yên helbestî çapkirî û belavkirî hene, navên wan:
-Dara bitenê, Beyrût-Libnan,sal: 1992
-Bûka ber êvarê, Beyrût-Libnan, sal:1996
-Helbesta azaran,Şam,sal: 2006.
–Sîper,Qamişlo, çapxana Pêla, sal:2020
[1]