图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,732
图片 106,208
书籍 19,175
相关文件 96,618
Video 1,329
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
QESÎDEYA MEWLANA CIZÎRÎ YA “XELQO! LI MIN KIN ŞÎRETÊ!”
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Abdulkadir Bîngol

Abdulkadir Bîngol
Mewlana #Cizîrî# yek ji wan lehengên herî mezin û hêja yê #edebiyata kurdî# ye. Dîwana wî ya pîroz her demê li ser devê evîndaran e. Bes heyf û mixabin hejmara yên ji dîwana wî, ji wan heqîqetên ko di dîwana wî de ne fêm bikin gelek hindik in. Eger ji wan were pirsiyar kirin, wê bibêjin ko di dîwanê de peyvên biyanî, ango yên erebî û farisî tê de hene, lewma ew jê fêm nakin.
Ji ber wê çendê min xwest ko carcaran ez qesîdeyeke wî digel şîroveya wê pêşkêşî xwîneran bikim. Îro min qesîdeya wî ya “Xelqo! Li min kin şîretê!” bijart. Piştî her çarînekê şîroveya wê heye. Di dawiyê nivîsê de jî derbarê peyvên biyanî yên di qesîdeyê de derrbas dibin ferhengokek heye.
Xelqo! Li min kin şîretê
Ew dilbera zerrîn-kemer
Min dî di halê xefletê
Hat der ji bircê wek qemer
Şîrove:
Ey milet! Ricaya min ji we ewe ko hûn werîn şîretekê li min bikîn. Hewceyiya min bi şîretê heye. Lewra îro ji nişka ve û hay jixwe neyî min ew dilbera ko kemera wê zêrîn e dît. Min dît ko ew dilber ji bircê derdikeve. Bi wî rûyê xwe yê ko wek heyîvê ronahî jê diçe ve… Dema min ev rewş dît ez şewişîm. Vê gavê ez ji ber wê dîtina jinişka ve pir bêhal im. Deka îca werin şîretekê li min bikin ka ez çawa karibim xwe li ser lingan bigrim.
Hat der ji birc û penceran
Dil girt û da ber xenceran
Ev reng e halê dilberan
Lew ‘aşiqan xwîn bûn ceger
Belê ew dilber ji birc û pencereyan derket û berê xwe da min ango evîndarê xwe. Bi wê bedewiya xwe ya nuwaze destê xwe avêt dilê min û da ber ber xenceran. Dilê min ji ber wan xenceran bû perçe perçe, xwîn jê herikî. Dema xencer li dilê min dida, bi qasî serê nûnê rehm û şefqet di dilê wê de nebû. Jixwe edeteke van dilberan heye ko dema evîndarê xwe dibînin bi hemû hêza xwe ya bedewî û naz û delaliyan ve êrîşî wan dikin. Muameleya wan a bi evîndarên wan re li ser dilhişkî û bêdilovaniyê ye. Ji ber wê çendê ye cegera wan her demê bixwîn e.
Qelb û ceger min bûne xwîn
Lewra ko nû der bûn birîn
Ey can were halim bibîn
Wer rûh ji qalib bête der
Dil û cegera min tev mane di nav xwînê de. Ji ber ko ew birînên ko berê tê de bûn ji nû ve der bûn. Xwînê her derê wan girtiye. Dilbera min! Ey ruhê min! De were, tu bi çavê xwe li halê min binêre, da tu zanibî ka ez ji ber evîna te di çi halî de me. Dibe ko dema tu bêyî min di vî halî de bibînî, ew hatina te bibe sedema derketina giyanê min a ji cesedî, ango bibe sedema mirina min jî. Eger wusa jî be qet ne girîng e.
Canê min er bê ser cesed
Mizgîn bi afaqan resed
‘Alem hemî pê bin hesed
Insan û cinn û caniwer
Eger canê min ango hebîba min daxwaza min a “dîtina halê min” qebûl bike û were ser vî laşê min ê ji ber evîna wê û ji ber hesreta wê ketî halê mirinê, wê demê ev xeber wê li çar aliyê dinyayê bigere. Wê haya her kesî jê çêbibe ko dilbera min hatiye serdana min. Wê demê neku însan û cin tenê, hema bêje çiqas candarên di gerdûnê de hene hemû tevda wê ji vê hatina wê bihesidin.
‘Alem hemî têk bûne sef
Sey’rîn li şahê min bi xef
Hatin temaşa çar teref
Şatir xumar tayên di ber
Ji çar aliyên dinyayê ango çiqas ferdên di vê alemê de hene, hemûyan tevda xwe kirine rêz û hatine pêşwaziya sultana min, ango dilbera min daku ji nêz ve li husna wê ya ecêb û huner temaşe bikin. Ew dilbera min a çavên wê mîna çavên serxweş û mestan û elwan û eşkalên xemlan pê ve heyîn. Bes ev temaşe bi awayekî xef û nihînî pêk tê, daku sultana min di pişt perdeyê de fihêt nebe.
Hat padişahê pir sipah
Qamet elif dêm şubhê mah
Dad û meded sed ah û ah
Zulf û ‘eqarib têne ser
Padîşeha min, ango dilbera min hat. Digel da artêşek ji evîndarê xwe ve. Bejn û bala wê zirav û rast mîna tîpa elîfê, rûyê wê yê bimbarik mîna heyva çardeh şevî ronahî jê diçû. Hawar û sed hawar ji ber vê bedewiya ecêb! Ey milet! Bi Xwedê kî hûn werin alîkariya min bikin ko ez karibim li hember vê husna holê zêde xwe rabigrim û nemirim. Lê çi heyf û mixabin bîskên wê yên wek dûpişkan xwe berdane ser wî rûyê delal. Tirsa min ew tirs e ko pê ve bidin.
Gestî me xelqo ‘eqrebê
Mest im ji şewqa xebxebê
Tali’ tinê mi d’kewkebê
Îro ‘eqarib têne der
Xelkino! Vêya zanibin zulfa dilberê ya mîna dûvikê dûpişkê ye, biminvedaye. Jehra xwe hemû xistiye laşê min de. Herweha ez ji ber şewqa xebxebê, ango wî goştê ko di qirika wê de ketî ser hev ez mest û serxweş kirime. Di nav evqas aşiqan de tali û bextê min tenê li ser stêra dûpişkê derket. Ango biska dilberê ya mîna dûpişkê.
Îro ‘eqarib hate xwar
Çû nêv-i baxê gul’izar
Ew buxçeya her lê bihar
Lew bilbilan lê qal û şer
Ev dûpişk îro hatin xwarê. Ango zulf û biskên dilberê yên mîna dûpişkan in xwe berdan xwarê. Heta gihîştin ser dêma/hinarokê rûyê wê yên wekî bexçeyê gulan. Ew bexçe bexçeyek welê ye ko her demên salên bihar e, rewşa biharê jê kêm nabe. Her demê tejî tê de gulên sor û bêhnxweş in. Ji ber wê çendê ye ko evîndarê husna wî rûyî û wê bexçeyê li ser da şerî dikin û li ser de dinalin û dikalin.
Bê hed ji dil nalî û keyb
Di ew buxçeya ridwanê xeyb
Van naliyan nînin çu ‘eyb
Sohtîne em dil bû seqer
Ji dilê min nalîn û kalînên bêhed û hesab derdikevin. Dîsa di dilê min xemeke zêde heye. Ev nalîn û ev xema hanê wê demê çêdibin wê dema ko ez li rûyê dilbera ko di husn û cemala xwe de dişibihe Biheşta Ridwanê xeybê. Ev jî heye bila ti kes ji ber van nalîn û kalînan min şermezar neke, lewra di dilê min min de agireke mîna agirê Dozexa Seqerê heye û ez tê de dişewitim û diperitim.
Sotin li min cerg û hinav
Werdên di hûr girtî xwinav
Zulf hate ser lê kir bilav
Bayê nesîm weqtê seher
Ax ew dêmên sor, ko di sorbûn û bêhnxweşiyên xwe de mîna gulên welatê Cûrê ne! Serê sibehê xunavek ketiye ser de. Belê wan dêmên sor cerg û hinavê min sotin, peritandin. Sedema wê jî ew bû ko derfeta min nîne ko ez bigihîjim wan dêman û mirada min bi wan hasil bibe. Bayê nesîm di dema seherê de lêda û bêhna wê belavî dinya alemê kir.
Tirsim muxalif ba detê
Zulfên di dora cebhetê
Rakit qiyam wê sa’etê,
Alem bibit zîr û zeber
Tirsa min ew tirs e ku, vê carê bayê nesîm ji aliyekî dijber ve rabe û zulf û biskên li ser eniya dilberê bide hereket kirin, ew jî bibe sedem ko di vê gavê de qiyamet rabe. Û ji ber wê çendê jî alem hemû serobino bibe.
Zahir dibêjim pendî gîr
Da dil nedî zulfa herîr
Şubhê Melê dimînî esîr
Guh dêre qewlê mu’teber
Aşiqo! Ez bi awayekî eşkere vê ji te re dibêjim, tu jî vê şîreta min baş têxe guhê xwe: Ew jî ev e ko zinhar zinhar tu dilê xwe bi biskên dilberan ên wek hevrîşimî ve girênede. Ango newebit tu bibî evîndar! Eger tu li vê şîreta min guhdarî nekî û dilê xwe radestî dilberan bikî, wek çawa Mela di qeyda dilberan de maye girêdayî û esîr, teqez dê tu jî bimînî esîr. Ey kesê evîndar! Vê gotina min a mu’teber û vê şîreta min a hêja guhdarî ke, da tu rehet bî.
Afaq : Pirhejmara ufuqê ye, aso. Ango asoyan
Canûwer: Candar, canlı
Cebhet: Enî, alın
Cûr: Welateke ko bi culên xwe yên spehî navdar e. Güzel gülleriyle meşhur bir şehir.
Dad : Edalet
Eqarib-eqreb: Dûpişk, akrep
Gestî: Pêvedan-sokma
Gîr: Bigire, tut
Herîr: Hevrîşim, ipek
Kewkeb: Stêr, yıldız
Keyb: Huzin, xemgînî-Üzüntü
Mah: Heyîv, ay
Meded: Hawar, îmdat
Pend: Şîret, öğüt
Qamet: Bejn, bejn û bal, Boy
Qemer: Heyîv- ay
Qiyam: Qiyamet, kıyamet
Resed: Biçit, gidecek (Farisî)
Sipha : Artêş-Ordu
Seqer: Dozex, Cehennem
Şatir : Serxweş, sarhoş
Tali’ : Şans,
Werd: Gul, gül
Xebxeb: Ew goştê ko li qirikê ketî ser hevdu
Xumar: Serxweş, sarhoş
Zîr û zeber: Serobino, yerle bir
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,127
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://gulanmedia.com/ - 14-12-2022
挂钩项目: 16
小组: 文章
Publication date: 25-02-2014 (10 年份的)
Publication Type: Born-digital
书:
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 14-12-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on15-12-2022
此产品最近更新( سارا ک ):14-12-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,127
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,732
图片 106,208
书籍 19,175
相关文件 96,618
Video 1,329
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!