ŞÊX EBDURAHMANÊ AXTEPÎ: Şêx Evdi- rehmané Axtepi (1850-1905) Li gor beyana di pêşgotina pirtûka wî ya Rewdneîmê de, sala 1850î li gundê Axtepê di şeva êvara înê de, ji dayik bûye. Di sala 1905'an de li #Amed#ê çûye ber dilovaniya Xwedê.
Şêx Evdirehman destpêka xwendina xwepêş di xwendegeha bavê xwe de li gundê Atepe ali nik bavê xwe kiriye. Pistre çûye li başûrê Kurdistanê di hin xwendegehan de xwendiye heta ku xwendina xwe kuta kiriye. Pişti we fata bave wi, ew bi şûnde hatiye Axtepe & şûna xwendegeha bavê xwe dersdari kiriye Heta ku birayê wî Şêx Mihemed Can li Şamê xwendina xwe kuta kiriye û bi şûnde vegriyaye hatiye Axtepé.
îcar piştre Şêx Evdirehman dersdanê sparti ye birayê xwe û wi ji xwe daye ser nivisandina pirtûkan, heta dawiya jiyana xwe, wi kare piroz domandiye.
Dema ku Şêxê bi nav û deng wefat kiriye, gelé kurdê wefadar çardara wî li ser dest à milen xwe ji Amedê hilgirtiye û birine gundê Axtepe, wî li kêleka bavê wî Şêx Hesenê Nurani veşartine.
Berhemên Evdirehmane Axtepi
1) Rewdneim,
2) Diwana Rühl,
3) Kitabu Keşfiz'zelam,
4) Kitab ul-Ebriz,
5) Minhac-ul Usûl,
6) Astro- nomi,
7)Teqwima Romi,
8) Serf & Nehw,
9) Pirtûka Tibbê,
10) Risale, u) Mentiq,
12) Ra bitte,
13) Edeb û Adab
Rewdneîm (Rawd Na'im)
Ev pirtûka bi navê Rewdneîm ya herî mezin e û xwerû bi zaravayê kurmancî ye. Tev rîwayetên kevnare ne ku bi helbestkî li ser jiyana Muhemmed Pêxember gotiye. Xasma tê de rewşa çûn û hatina Muhemmed Pêxember a Mî’racê beyan dike. Lê belê di nava wan helbestên olî de, Şêx hin car qelema xwe kiriye şûr û pê êrîş biriye ser tirk û ereb û farisan.
Ew nusxeya orijînal a Rewdneîmê ku Şêx Ebdurehmanê Axtepî bi destên xwe nivîsiye, kaxezên wê ji rengê kesk û sor û zer e. Nivîskarê vê pirtûkê, ew di 1965-66an de li ba Ebdurehmanê nebiyê wî dîtiye.
Dîwana Rûhî Ev pirtûka Şêx Ebdurehmanê Axtepî, bi navê Dîwana Rûhî hatiye naskirin. Çewa ku li pêş jî hatiye gotin, Rûhî bernavkê yan nasnavê Şêxê nemir e ku wî di helbestan de ji bo xwe bi kar aniye. Dîwan di sala 1293ê hicrî (1876) de hatiye nivîsandin. Bi tevayî 28 beş in û 471 malik in, tev bi kêş û qafiye ne û kiteyên wan bi jmar in. Her beşek li ser jmareke kifş bi kiteyan dikişe û hin malikên pêncok jî tê de hene.[2]
Ji helbestên wi yek jê ev e:
Bila çil sal di zindanan de bimînim.
Her roj sed mar û dûpişkan bibini,
Li hevrazan bere aşan bikişînim.
Li berojan pezkoviyan biçêrînim.
Zivistanê di nav ava sar de biminim,
Ne ku carek yekî ehmeq bibinim.[1]
Navdarên Kuran (Kerem Serhatli)