Գրադարան Գրադարան
Որոնել

Kurdipedia խոշորագույն բազմալեզու աղբյուրները քրդական աշխատությունը!


Որոնման ընտրանքներ





Ընդլայնված որոնում      Ստեղնաշար


Որոնել
Ընդլայնված որոնում
Գրադարան
քրդական անունները
Ժամանակագրություն միջոցառումներ
Աղբյուրները
Պատմություն
Այցելու Հավաքածուներ
Տուրիզմ
Որոնում:
Հրապարակումը
Տեսանյութ
Դասավորություն
Պատահական հատ.
Ուղարկել
Ուղարկել հոդվածը
Ուղարկել լուսանկար
Հարցում
Ձեր Կարծիքը
Հետադարձ կապ
Ինչ տեղեկություններ ենք պետք է!
Ստանդարտների
Օգտագործման պայմաններ
Նյութի Որակի
Գործիքներ
Օգտվողի մասին
Քուրդիպեդիայի արխիվագետներ
Հոդվածներ մեր մասին!
Ավելացնել Kurdipedia Ձեր կայքը
Ավելացնել / Ջնջել Email
այցելուներ վիճակագրություն
Նյութի վիճակագրություն
Տառատեսակներ Փոխակերպիչ
Օրացույցներ փոխակերպիչ
Ուղղագրության ստուգում
Լեզուներն ու բարբառները էջերում
Ստեղնաշար
Հարմար հղումներ
Ընդլայնել Kurdipedia-ն Google Chrome-ում
Թխվածքաբլիթներ
Լեզուներ
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Իմ հաշիվը
Մուտք
Անդամակցություն!
Մոռացել եք գաղտնաբառը!
Որոնել Ուղարկել Գործիքներ Լեզուներ Իմ հաշիվը
Ընդլայնված որոնում
Գրադարան
քրդական անունները
Ժամանակագրություն միջոցառումներ
Աղբյուրները
Պատմություն
Այցելու Հավաքածուներ
Տուրիզմ
Որոնում:
Հրապարակումը
Տեսանյութ
Դասավորություն
Պատահական հատ.
Ուղարկել հոդվածը
Ուղարկել լուսանկար
Հարցում
Ձեր Կարծիքը
Հետադարձ կապ
Ինչ տեղեկություններ ենք պետք է!
Ստանդարտների
Օգտագործման պայմաններ
Նյութի Որակի
Օգտվողի մասին
Քուրդիպեդիայի արխիվագետներ
Հոդվածներ մեր մասին!
Ավելացնել Kurdipedia Ձեր կայքը
Ավելացնել / Ջնջել Email
այցելուներ վիճակագրություն
Նյութի վիճակագրություն
Տառատեսակներ Փոխակերպիչ
Օրացույցներ փոխակերպիչ
Ուղղագրության ստուգում
Լեզուներն ու բարբառները էջերում
Ստեղնաշար
Հարմար հղումներ
Ընդլայնել Kurdipedia-ն Google Chrome-ում
Թխվածքաբլիթներ
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Մուտք
Անդամակցություն!
Մոռացել եք գաղտնաբառը!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Օգտվողի մասին
 Պատահական հատ.
 Օգտագործման պայմաններ
 Քուրդիպեդիայի արխիվագետներ
 Ձեր Կարծիքը
 Այցելու Հավաքածուներ
 Ժամանակագրություն միջոցառումներ
 Տուրիզմ - ՔՈՒՐԴԻՊԵԴԻԱ
 Օգնություն
նոր նյութեր
Գրադարան
ՔՐԴԵՐԵՆ ՈՒՍՈՒՄՆԱՄԵԹՈԴԱԿԱՆ ՁԵՌՆԱՐԿ
14-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Միքայելե Ռաշիդ
29-01-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Գրադարան
Հայաստանում բնակվող ազգությամբ եզդի աղջիկների իրավունքներին հնարավորություններին առնչվող խնդիրները
26-12-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Գրադարան
ՔՐԴԱԿԱՆ ԺՈՂՈՎՐԴԱԿԱՆ ԵՐԳԱՐՎԵՍՏԸ
26-12-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Գրադարան
Քրդական գործոնը հայ-քրդական առնչությունները տարածաշրջանային զարգացումների համատեքստում – Հատոր 1
26-12-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
ՄԱՔՍԻՄ ՀՈՒՍԵՅՆԻ ԽԱՄՈՅԱՆ
22-08-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Ամարիկե Սարդար
26-06-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Շաքրո Մհոյան
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Կարլենե Չաչանի
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Հովսեփ Օրբելի
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Վիճակագրություն
Հոդվածներ 517,443
Նկարներ 105,710
Գրքեր 19,160
Կից փաստաթղթեր 96,455
Տեսանյութ 1,307
Հոդվածներ
Քրդերի ու եզդիների մասին
Կենսագրություն
Արամ Տիգրան
Հոդվածներ
Language and negotiations o...
Կենսագրություն
Ամինե Ավդալ
Կենսագրություն
Հաջիե Ջնդի Ջաուարի
ROJNAMEGERÎYA JINÊN KURD
Ձեր աշխատանքը կարճ ձևով ուղարկեք Kurdipedia-ին: Մենք այն կարխիվացնենք ձեզ համար և կպահենք ընդմիշտ:
խումբ: Հոդվածներ | Հոդվածներ լեզու: Kurmancî - Kurdîy Serû
Կիսվել
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Աստիճան Հատ
Գերազանց
Շատ լավ
Միջին
Վատ
Վատ
Ավելացնել իմ հավաքածուների
Գրեք ձեր մեկնաբանությունը մոտ այս նյութը!
Նյութերի պատմություն
Metadata
RSS
Փնտրել Google պատկերների հետ կապված ընտրված տարրը.
Փնտրել Google ընտրված տարրը.
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

SAFÎYE ALAGAŞ

SAFÎYE ALAGAŞ
SAFÎYE ALAGAŞ*
$JINNEWS$
*Safîye Alagaşê di sala 2008’an de li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) dest bi stajyertiyê kiriye. Heta sala 2012’an de li DÎHA’yê xebitiye. Piştî wê ji ber xebatên rojnamergertiyê doz lê hatiye vekirin û ji ber van sedeman 3 salan navber daye rojnamegerîyê. Di sala 2015an de li Şaredariya Peyasê ya Amedê di qada çapemeniyê de xebitîye. 2017an de bi hatina qeyyum ji kar hatiye derxistin. Di Rojnameya Şujinê de xebitiye. Lê dîsa rojnameya Şujin jî bi biryara KHKê hatiye girtin. Piştî van ew jî di avakirina Ajansa JİNNEWSê de cî digre. 4 sal in di JINNEWS’ê berpirsiyar û midura karên nivîsê dimeşîne. Di heman demê de nûçegihanîyê dike. Ji ber têkoşîna wê ya rojnamegerîyê, di sala 2019’an de li Îtalyayê 15mîn xelata rojnamegerîya navneteweyî ya Marîa Grazia Cutulî girtiye.
Herî dawî Rojnameya Jiyana Nû (Yeni Yaşam) di 1ê çiriya paşîn de dest bi çapa pêveka jinê kir. Li gel vê dema em li paşxaneya rojnamegeriya jinên kurd dinêrin em dibînin ku Jin News û Jin TV di qada Rojnamegeriya Jinan de bi awayekî aktîf rol girtine û dest bi serdema weşanê kirine.
Jinên kurd di qada rojnamegeriyê de ev demeke dirêj e têdikoşin. Li gel ku her tim rastî qetlîam û qedexekirinê hatin, jin di çapemeniya kurdî de bi awayekî têkoşîna xwe mezin kirin. Nexasim ev sedeya çaryekî de bi keda rojnamegerên jin #çapemenîya kurdî# xwe gihand astekî girîng.
Ji kovaran heta rojnameyê, ji ajansa jinê heta televîzyona jinê, di her qadê de bi roleke girîng medyaya xwe ava kir.
Serpêhatiya rojnamegeriya jinên kurd bi Rojnameya Kurdistanê ya ku di 22yê nîsana 1898an de li mişextîyê derketibû dest pê kir. Digel hemû zext û zordariîyan bi bedelên mezin bi mezinkirina wesf û nirxa xwe, xwe gihand heta roja me ya îro.
$TECRÛBEYA YEKEM A KOVARA JINÊ$
Di qada dîroka çapemenîya giştî de #rojnameya Kurdistanê# wek destpêk tê zanîn lê Kovara #Jîn#ê ya ku di sala 1918an de hatîye weşandin ji bo rojnamegerên jin wek mîladê tê qebûlkirin. Digel vê wateya xwe kovara Jînê di dîrokê de gelek kêm cih digire. Em serpêhatiya jinên kurd a li ser medyayê bi Kovara Jînê ya ku navgîna weşana Cemiyeta Jinê ya Tealiya Kurd e dikarin bidin nasîn.
Di nav Cemîyeta Jinê ya Tealiya Kurd de ji bo avakirina hizra têgihîştineke netewî di jinan de çêbike arîstokratên
Kurd cih digirtin. Kovar li ser têgihiştina Kurdayetî û wekheviyê bi 2 hejmaran weşiya.
Piştî 2 hejmaran weşanê dom nekir û sedema rawestana weşanê jî mixabin nehat zanîn. Bi vê yekê re têkildar sedema rawestana weşanê bi girtina Cemiyeta Tealiya #Jinên Kurd# re tên girêdan. Lê digel van jî agahiyek zelal di derbarê girtina Cemiyetê de tune ne.
$CÎHANA JINAN$
Li vir mijara girîng a din jî Kovara Cîhana Jinan a ku di nav Împaratorîya Osmanîyê de bi hemû hêmayên etnîk derxistina kovarê ya bi hevparîya jinan e. Li navenda polîtîkaya weşana kovarê nirxandina pirsgirêkên jinan ên bêyî cudahîya zimanî, dînî û mezhebî were kirin heye. Vê tişt jî rê li ber nivîsandina jinên kurd ji bo vê kovarê vekir. Kovarê di sala 1913an de dest bi weşanê kir û heta sala 1921an jî weşana kovarê dewam kir. Damezirîner û nivîskarên kovarê ji kovara Jinê ya hejmarên wê hatin weşandin, Meziyet Bedirxan, Fexriye Bedirxan, Mes’adet Bedirxan û Fato Nalînê cih digirtin.
$DIVÊ BÊ LÊKOLÎNKIRIN$
Di salên 1932-1950î de jinan di çapemeniya kurdî de wekî nivîskar û rêvebir cih girtin. Navên van jinan di nav civakê de gelek kêm tên zanîn. Her wiha di der barê fealiyetên wan ên rojnamegeriyê de jî zêde agahî nayên zanîn. Jiyanên wan jinên ku ji bo rojnamegeriya jinên kurd mîrateyeke mezin hiştine li benda danasînê ne. Divê cihê rojnamegeriya jinên kurd di dîrokê de berbiçav be. Bo nimûne Rewşen Bedirxanê li gel berpirsîyarîya Midurîyeta Karên Nivîsê ya li Hawarê, qunciknûsî jî kirîye.
Keça Pîremêrd Rahmexanê jî piştî mirina bavê xwe di sala 1950î de berpirsîyarîya îmtîyaza Kovara Jînê girt û xebatên xwe kirin.
Dema bi giştî were nirxandin di navbera salên 1950- 2018an de li her çar parçeyên Kurdistan û dîasporayê 1074 kovar, rojname, ajans û sîteyên înternetê yên jinan derketin. Dibe ev hejmar zêdetir be jî. Ji ber ku hîn gelek hilberînên jinan hene ku li bin mêtingeriyê ne û hê jî derneketine holê.
Heke em bi rêjeyî lêbikolin; jinên kurd di salên 1950î de 3 weşan, di salên 1970î de weşanek, di salên 1980î de 6 weşan, di salên 1990-1999an de 47 weşan, di salên 2000-2009an de 38 weşan, di salên 2010-2020î de 24 weşan weşandine. Di navbera salên 1950-1990î de lawazbûna têkoşîna netewî ya kurdan bandor li ser rojnamegeriya jinê kiriye. Gelek kêm be jî weşanên ku niha hatine derxistin hişmendîya netewî ya kurdan derdixe pêş. Piştî salên 1990î li her 4 parçeyên Kurdistanê hişmendîya netewî di qada rojnamegeriyê de xwe derdixe pêş. Dema em lê dinêrin piştî salên 1990î di qada rojnamegerîyê de berzbûnek tê dîtin. Piştî salên 2000î tê dîtin weşangerîya jinan bi awayekî birêkûpêk tê meşandin. Weşangerîya belavbûyî berê xwe dide têkoşîneke pirdengî û rêxistinê.
$DI SALA 1990Î DE LI EWRÛPAYÊ JINA SERBILIND$
Ji destpêka salên 1990î bi girsebûyîna têkoşîna kurdan re geşedana çapemeniya jinan bingeheke xurt ava kir. Li Başûrê Kurdistanê “Jiyana Azad” di 8ê adara 1997an de li Silêmaniyê bi awayekî rojnameya heftane dest bi weşana xwe kir. Di sala 1999an de rojname mecbûr dimîne weşana xwe bide rawestan, di sala 2000î de bi navê Roşnayî dîsa li weşana xwe dewam kir. Rojname di sala 2004an de bi navê Trûskayê derket. Li Tirkiyeyê jî di sala 1998an de kovara “Jina Azad” dest bi weşanê kir. Vê kovarê paşê bi navê “Dengê Jinê” û “Dengê Jina Azad” weşana xwe domand.
Li Ewrûpayê jî Kovara Newaya Jin di 4ê nîsana 2000î de bi armanca ku bibe dengê hemû jinan ji aliyê jinên kurd ve dest bi weşana xwe kir. Li #Bakurê Kurdistanê# û Tirkiyeyê jî di sala 2007an de bi esas girtina vegotina pirsgirêkên îdeolojîk, siyasî, çandî û civakî kovara Hêviya Jinê dest bi serdema weşana xwe kir.
Li Tirkîyeyê jina yekem a derhênera weşana giştî Gurbetelli Ersöz e. Gurbetelli Ersöz yek ji wan jinan e ku me di qada rojnamegerîyê de herî zêde jê hêz gîrtîye. Em her dem di hêz û wêrekîya xwe de wê mînak digirin. Wê ji bo rojnamegerîya jinên kurd mîrateyeke mezin hiştîye. Wê di navbera paşxaneya dîrokî ya jinên kurd û serdema niha ku tê de dijî girêdanek çêkir û li ser vê esasê rojnamegeriya xwe ava kir. Bi kiryarên xwe her tim rojnamegereke binirx bû.
Li Tirkiyeyê derhênera jin a yekem a weşana giştî Gurbetelli Ersoz di 7ê cotmeha sala 1997an de jiyana xwe ji dest da. Rojnamegerên jin ên kurd di sala 2013an de roja wefata Gurbetelli Ersozê ya ku 7ê cotmehê de jiyana xwe ji dest dabû “Roja Rojnamegerên Jinên Kurd” îlan kirin.
Gurbetelliyê di serî de ji bo çapemeniya azad, li Tirkiyeyê jî ji bo nûçe çêkirina jinan rengeke nû anî.
Gurbetelliyê li Zanîngeha Çûkûrovayê li Fakulteya Fen- Edebiyatê beşa kîmyayê temam kiriye. Piştî perwerdeya lîsansê li Enstîtuya Zanistên Fenê li ser mijara ‘Enerjî û Hawirdor’ê lîsansa bilind kiriye.
Digel van di beşa kîmyayê de weke erkdara lêkolîner xebitîye. Gurbetelli Ersöz di dema salên zanîngehê de bi siyasetê re eleqedar dibe û di sala 1989an de ji ber fikrên wê yên siyasî tê darizandin.
Gurbetelli 15 rojan di bin çav de dimîne û rastî îşkenceyên giran tê. Piştî wê tê girtin û wê dişînin Girtîgeha Meletîyê. Li girtîgehê 2 salan girtî dimîne.
Piştî ku di sala 1993an de hat tahlîyekirin, li Rojnameya Ozgur Gundem’ê de wekî gerînendeya weşana giştî cih digire. Ligel vê yekê bû yekem gerînendeya giştî ya li Tirkiyê. Gurbetelli vê tabetmendiyê wiha pênase dike: “Helbet, gerîndeya weşana giştî ya ku jinek kurd dike gelek girîng e.
Di demên dawîn de jinên kurd li gorî mêran gelek pêş ve çûne. Îro asta ku ez tê de cih digirim bi vê têkoşînê ve girêdayî ye.”
Di vê navberê de jî zext û êrîşên li ser Rojnameya Ozgur Gundemê her ku diçû xwe zêdetir dikirin.
Nûçegihan û belavkarên wan dihatin girtin û qetilkirin. Di 10ê berfanbara sala 1993an de, ji aliyê bi sedan polîsan avahîya rojnameyê hat desteserkirin. Ligel xebatkarên rojnameyê Gurbetelli dîsa hate binçavkirin. Di 13 rojên ku di bin çavan de ma, rastî îşkence û muameleyeke nebaş hat. Piştî vê hat girtin û şandin girtîgeha Sağmalcılar’ê. Danîşîna wê ya yekem a di meha pûşbera 1994an de hat dîtin û hat tahliyekirin. Ji ber asta zextên li ser, di sala 1995an de tev li PKKê bû. Di 7ê cotmeha sala 1997an de di encama pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da.
$LIGEL XEYALA AYFER SERÇEYÊ, JINHAYÊ DEST BI NIVÎSANDINÊ KIR$
Li dijî zimanê nûçeyên zayendperest ku bibe wek alternatîfekê ji bo jinên kurd ên rojnameger, ajansa jinan hat ava kirin. JINHA wekî ajansa jinê ya yekem a herêmî û li tirkiyeyê di 8ê adara 2012an de hat vekirin. Xeyala herî mezin a Ayfer Serçeyê ya ku di sala 2006an de ji aliyê rejîma Îranê hat qetilkirin, avakirina ajansa jinan bû. Ayfer Serçe di jiyana xwe ya rojnamegerîyê de çûye gelek deveran, herî dawî ji bo ku kuştina jinên Îranê lêkolîn bike diçe rojhilatê. Lê Ayfer li wir bi komploya rejîma Îranê hat qetilkirin. Li gorî çavkaniyên Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas(RSF) Ayferê di 23ê tîrmeha sala 2006an de jiyana xwe ji dest daye. Lê belê li gorî çavkanîyên din Ayferê di 19ê tîrmehê de jiyana xwe ji dest daye. JINHA, ji midûra nûçeyan heya edîtor û nûçegihanân ve ji jinan pêk tê. JINHAyê armanc dikir ku nûçeyan bi nerîna jinê bigihîne seranserê cîhanê.
JINHA, bi dirûşmeya ‘Bêyî ku em bibêjin mêr çi difikirin, em dinivîsin.’ê ket rê û bêguman diavakirina xwe de di çarçoveya azadiya jinên kurd de hat pêşxistin. JINHA, di 29ê cotmehê sala 2016an de bi biryarnameya di hukmê qanûnê de hate girtin û deriyê ajansê hat mohrkirin. Lê piştre di 5ê kanûna sala 2016an de rojnameya înternetê ya jinê Şûjinê dest bi weşanê kir. Şûjin bi dirûşma
“Di zimanê medyayê de, bi niyeta şûjin e***.” dest bi xebatên xwe kir. Lê di 25ê tebaxê sala 2017an de bi KHKyê hat girtin. Bi heman mîras û heman zanebûnê di 25ê îlonê sala 2017an de bi dirûşma “Jin bi pênûsa xwe li pey heqîqetê ne’ JinNews hat avakirin û ji cihê ku nîvco mabû de dîsa dom kirin.
JINHA bi avakirina xwe ve di aliyê camîaya çapemeniyê de gelek bale kişand. Sedema wê bal kişandinê ew
bû ku hemû xebatkarên wê ji jinan pêk dihatin. Lê di sedema xwe ya essas de rêveberên ajansê jinên kurd bûn û wê çaxê atmosfera sîyasî hin nermtir bû. Lê bi guherandina atmosfera sîyasî bala li ser jinên kurd ên rojnameger jî qels bû.
$PIRS$
-Di çapemenîya Tirkan de behsa otobêsên cuda dikin. Gelo ew Jinha û Jinnews jî naşibe wê? Gelo modeleke din hebûya wê ne çêtir biba?
+Tişta ku di ji aliyê otobêsan ve rast e lê meseleya Jinhayê cuda ye. Di pirsgirêka otobêsê de pirsgirêk ne ez im, pirsgirêk civak e. Heke ew civak bê guhertin wê demê hewceyî Jinhayê jî nabe.
Em wekî jinan li Tirkiyê di bin navê JINNEWSê rojnamegerîya xwe de berdewam dikin. Xebata me ne tenê ji bo kuştina jinan, tundiya li ser jinan û ne tenê di hêla nûçeyên tundîyê de ye.Em di heman demê de di qadên sîyaset, aborî, ekolojî, dîrok û perwerdehî de jî nûçeyan çêdikin. Em di nûçeyên ku çêdikin de beyana jinê esas digirin. Ji ber ku em dizanin ku di çapemeniyê de gotin û nerîna jinan zêde cih nagire. Di her qadên jiyanê de jinên ku xwe pêş dixin hene. Di her qadan de jinên ku diaxivin hene. Em li dijî nerîna zayendperest in û em gotina jinan dixin pêş û derdixin holê.[1]
Այս տարրը գրվել է (Kurmancî - Kurdîy Serû) լեզվով, սեղմեք պատկերակը բացել իրը բնագրի լեզվով
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Այս տարրը արդեն դիտվել 1,300 անգամ
ՀեշԹեգ
Աղբյուրները
[1] Կայք | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://botantimes.com/- 12-12-2022
կապված նյութեր: 17
խումբ: Հոդվածներ
Հոդվածներ լեզու: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 02-11-2021 (3 Տարի)
Բովանդակության դասակարգում: Քրդական հարց
Բովանդակության դասակարգում: Մեդիա
Բովանդակության դասակարգում: Հոդվածներ և հարցազրույցներ
Երկիր - Նահանգ: Քրդստան
Հրապարակման տեսակը: ծնված-թվային
Փաստաթուղթ Տեսակը: Բնօրինակ լեզու
Technical Metadata
Նյութի Որակի: 99%
99%
Ավելացրել է ( ئاراس حسۆ ) վրա 12-12-2022
Այս հոդվածը վերանայվել է եւ թողարկվել է ( سارا ک ) կողմից 13-12-2022
Այս տարրը վերջերս թարմացվել է ( سارا ک ) վրա: 12-12-2022
URL
Այս տարրը ըստ Kurdipedia ի (Ստանդարտների) չի վերջնական դեռ!
Այս տարրը արդեն դիտվել 1,300 անգամ
Կցված ֆայլեր - Տարբերակ
Տիպ Տարբերակ խմբագիր անունը
Լուսանկարը ֆայլ 1.0.126 KB 12-12-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia խոշորագույն բազմալեզու աղբյուրները քրդական աշխատությունը!
Գրադարան
ՔՐԴԵՐԵՆ ՈՒՍՈՒՄՆԱՄԵԹՈԴԱԿԱՆ ՁԵՌՆԱՐԿ
Հոդվածներ
Ադրբեջանի քրդերի ինքնության ձուլման խնդիրը 2017 թ. Իրաքի Քուրդիստանի անկախության հանրաքվեի լույսի ներքո
Կենսագրություն
Արամ Տիգրան
Գրադարան
Քրդական գործոնը հայ-քրդական առնչությունները տարածաշրջանային զարգացումների համատեքստում – Հատոր 1
Հոդվածներ
ՔՐԴԱԿԱՆ ՀԱՐՑԻ ԾԱԳՈՒՄԸ. 19-ՐԴ ԴԱՐԻ ԱՊՍՏԱՄԲՈՒԹՅՈՒՆՆԵՐԻՑ ՄԻՆՉԵՎ ՍԵՎՐ-ԼՈԶԱՆ
Հոդվածներ
Քրդերը Հայաստանում
Գրադարան
Հայաստանում բնակվող ազգությամբ եզդի աղջիկների իրավունքներին հնարավորություններին առնչվող խնդիրները
Գրադարան
ՔՐԴԱԿԱՆ ԺՈՂՈՎՐԴԱԿԱՆ ԵՐԳԱՐՎԵՍՏԸ
Հոդվածներ
Սասունցի (արաբ) Սինեմի ու (Շեկո տան քրդերի) պատմությունները
Կենսագրություն
Օրդիխանե Ջալիլ

Վավերական
Հոդվածներ
Քրդերի ու եզդիների մասին
28-09-2014
هاوڕێ باخەوان
Քրդերի ու եզդիների մասին
Կենսագրություն
Արամ Տիգրան
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Արամ Տիգրան
Հոդվածներ
Language and negotiations of identities among young Kurds in Finland
09-11-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Language and negotiations of identities among young Kurds in Finland
Կենսագրություն
Ամինե Ավդալ
07-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Ամինե Ավդալ
Կենսագրություն
Հաջիե Ջնդի Ջաուարի
07-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Հաջիե Ջնդի Ջաուարի
նոր նյութեր
Գրադարան
ՔՐԴԵՐԵՆ ՈՒՍՈՒՄՆԱՄԵԹՈԴԱԿԱՆ ՁԵՌՆԱՐԿ
14-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Միքայելե Ռաշիդ
29-01-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Գրադարան
Հայաստանում բնակվող ազգությամբ եզդի աղջիկների իրավունքներին հնարավորություններին առնչվող խնդիրները
26-12-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Գրադարան
ՔՐԴԱԿԱՆ ԺՈՂՈՎՐԴԱԿԱՆ ԵՐԳԱՐՎԵՍՏԸ
26-12-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Գրադարան
Քրդական գործոնը հայ-քրդական առնչությունները տարածաշրջանային զարգացումների համատեքստում – Հատոր 1
26-12-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
ՄԱՔՍԻՄ ՀՈՒՍԵՅՆԻ ԽԱՄՈՅԱՆ
22-08-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Ամարիկե Սարդար
26-06-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Շաքրո Մհոյան
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Կարլենե Չաչանի
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Կենսագրություն
Հովսեփ Օրբելի
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Վիճակագրություն
Հոդվածներ 517,443
Նկարներ 105,710
Գրքեր 19,160
Կից փաստաթղթեր 96,455
Տեսանյութ 1,307
Kurdipedia խոշորագույն բազմալեզու աղբյուրները քրդական աշխատությունը!
Գրադարան
ՔՐԴԵՐԵՆ ՈՒՍՈՒՄՆԱՄԵԹՈԴԱԿԱՆ ՁԵՌՆԱՐԿ
Հոդվածներ
Ադրբեջանի քրդերի ինքնության ձուլման խնդիրը 2017 թ. Իրաքի Քուրդիստանի անկախության հանրաքվեի լույսի ներքո
Կենսագրություն
Արամ Տիգրան
Գրադարան
Քրդական գործոնը հայ-քրդական առնչությունները տարածաշրջանային զարգացումների համատեքստում – Հատոր 1
Հոդվածներ
ՔՐԴԱԿԱՆ ՀԱՐՑԻ ԾԱԳՈՒՄԸ. 19-ՐԴ ԴԱՐԻ ԱՊՍՏԱՄԲՈՒԹՅՈՒՆՆԵՐԻՑ ՄԻՆՉԵՎ ՍԵՎՐ-ԼՈԶԱՆ
Հոդվածներ
Քրդերը Հայաստանում
Գրադարան
Հայաստանում բնակվող ազգությամբ եզդի աղջիկների իրավունքներին հնարավորություններին առնչվող խնդիրները
Գրադարան
ՔՐԴԱԿԱՆ ԺՈՂՈՎՐԴԱԿԱՆ ԵՐԳԱՐՎԵՍՏԸ
Հոդվածներ
Սասունցի (արաբ) Սինեմի ու (Շեկո տան քրդերի) պատմությունները
Կենսագրություն
Օրդիխանե Ջալիլ

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| Հետադարձ կապ | CSS3 | HTML5

| Էջ սերունդ ժամանակ: 0.625 երկրորդ (ներ).