הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,079
תמונות 106,401
ספרים 19,241
קבצים הקשורים 96,854
Video 1,377
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Ala Rengîn Ala Kurdan
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Ala Rengîn Ala Kurdan

Ala Rengîn Ala Kurdan
Ala Rengîn Ala Kurdan
#Renas Jiyan#
#Ala kurdan# “Ala Rengîn” e, “keskesor” e, hemû kurd û kêmar û zayend û nijad û ol û mezheb dikarin xwe pê pênase bikin û di bin de azad bijîn. Divê ala me ala azadiyê be, welatê me welatê wekheviyê be.
Di mijara alan de mesele ne ew e ku partiyek ji partiyeke din çêtir be, mesele ew e ku li ser aleke neteweyî konsensusek hebe. Heger li ser alekê lihevhatinek hebe, ew al dikare ala partiyekê be jî; taliya talî di çêkirina alan de partî û bîrdozî jî diyarker in wek di daneyên dîrokî de jî xuya dibin.
Kurd ji ber dînamîkên xwe yên civakî û siyasî, û ji ber parçebûna welatê xwe, vê gavê ne gengaz e ku li ser alekê li hev bikin. Jixwe her tim al pir bûn û niha jî dikarin pir bin. A lojîk û hişrast ew e ku her beşa #Kurdistan#ê aleke wê ya xweser hebe û ala hevbeş bimîne piştî rizgariya welat. Di vê mijarê de metodolojiya kurdan çewt e: Tiştê ku piştî azadî û yekbûna Kurdistanê bê kirin berî wê tê kirin ku ev jî yekîtî û têkoşînê xera dike.
Wek fîlozof Henri Bergson jî dibêje, “pêvajo” ya jî “mawe” girîng e, di rêveçûna pêvajoyê de gelek pirsgirêk bi awayekî xwezayî bixweber çareser dibin. Divê mirov realîst be. Îro miletên ereb û fransî û spanyol jî wek kurdan ne yekparçe ne, vana jî gelek dewlet û alên wan hene. Belkî sibero wek van miletan welatekî kurdan ê yekparçe ava nebe, belkî wek van miletana miletê kurd jî gelek pergal/dewletan ji xwe re ava bike, ji ber wê nabe ku heta wê çaxê her parçeya welatê me bê al be.
*
Vê gavê ala Rojava kesk û sor û zer e, ev ring di skalaya rengan de rengên germ û bandorker in. Kesk û sor û zer, her tim di nav kurdan de rengên pir delalî bûn û ji wan pir hatiye hezkirin. Ev reng, rengên “bîr”a kurdan in. Di bîranîna gelek zarokên kurd de van rengana bi awayekî giyanî cî girtiye. Ji ber wê, ala Rojava jî wek ala Başûr aleke xweşik û giyanî ye û dikare beşa Rojava pê were nimandin. Kesê ku vêya bike pirsgirêk ne alîgirê yekîtiyê ye û li ser navê yekîtiyê totalîteriyê li ser civaka kurd ferz dike.
Beşeke welat ger bixwaze bi dildarî dikare ala beşeke din bike a xwe, lê ger nexwaze bila ala wê ya xweser hebe, divê ev nebe pirsgirêk. Welatên xweser/federal ji welatên unîter azadtir û pêşketîtir in, mînak Swîsre û Amerîka. Gava em bala xwe didin welatên wek Swîsre û Amerîkayê li van welatan jî zehf al hene. Her kantona Swîsre û her eyaleta Amerîkayê aleke wê ya xweser heye. Kurd jî dikarin gelek alên wan ên xweser, û li gel alên xweser, dikare aleke wan a neteweyî hebe.
Heger Bakur bixwaze dikare ala Rojava ya jî ala Başûr wek ala xwe bi kar bîne, lê ger nexwaze dikare ala “Konfederalîzma Demokratîk” bike ala xwe. Ev al jî kesk û sor û zer e û kurdewar e. Lê ji alên heyî cudatir, ev al nirxên “gerdûnî” di xwe de dihewîne ku ev, diyardeyeke girîng e. Di ala Konfederalîzma Demokratîk de li gel kurdbûnê, ekolojî û jineolojî jî hene. Ekolojî û jineolojî du têgehên girîng in; yek, parastina xwezayê, û ya din azadiya jinê temsîl dike. Ala Konfederalîzma Demokratîk aleke nûjen û cîhanî ye.
Beşa Rojhilatê Kurdistanê jî dikare ala Komara Kurd a Mehabadê bi kar bîne. Di vê alê de zanîn û kurdewarî li pêş in. Ev al ji me re dibêje ku; zanîna bêkurdewarî, û kurdewariya bêzanîn nabe. Komara Kurd a Mehabadê her çend dewleteke kurdan a emirqut be jî, dewleta dawî ya kurdan e, û ji ber wê girîng e. Qazî Mihemed û şoreşgerên hevalên wî ked, xebat û têkoşîneke mezin dane ji bo Kurdistanê; ji ber wê, ala Komara Kurd a Mehabadê jî aleke hêja ye û dikare bibe aleke xweser.
Bi xweseriyê yekîtî gengaztir û hêsantir e, gerek rê û rêbaza me ev be. Divê em unîteriya dijminan teqlîd nekin. Ev, ramaneke çewt e û li dînamîkên welatê me nayê. Yekîtî, bi gotina “em yekîtiyê dixwazin” çanêbe, bi “raman”an çêdibe.
*
Ala her beşa Kurdistanê ala kurdan e, keda kurdan e, ji dîrok û giyanê kurdan afiriye. Gerek kurd vê ferqê zanibin û li hemû alên xwe xwedî derkevin; ji ber ku giş alên me ne, cilên ruhê me ne, ji bo me girîng û xweşik in. Lê sibero li welatekî yekparçe û azad gelê kurd bi awayekî demokratîk û peymaneke civakî dikare ji xwe re aleke giştî ya neteweyî hilbijêre û di qada navneteweyî de bi vê alê were temsîlkirin.
Ev al (ala kurdan a neteweyî) li gorî raman û baweriya me heger kesk û sor û zor be, û “sade” be baştir e. Vê gavê ala Rojava ji bo bibe ala kurdan a neteweyî aleke guncaw e. Ev al, ala serfiraziya Kobanê ye û hemû kurdan di xwe de dihewîne. Lê vêya fikrek e, pêşniyarek e, taliya talî biryara ala kurdan a neteweyî di destê neteweya kurd de ye. #Civaka kurd# kîjan alê hilbijêre divê ew al bibe ala kurdan a neteweyî. Lê alên beşên din jî li gel vê alê divê hebin û xweser bin.[1]
*
Serdestên kurdan kurd înkar kirin, divê kurd bi xwe bihisin û êdî ew jî bes hevdu înkar bikin. Formasyona ku serdestan da me formasyoneke çewt bû, gerek em xwe ji vê formasyonê xelas bikin. Bi serhişkî, yekmendî û totalîteriyê yekîtî çênabe, bi sernermî, pirmendî û demokrasiyê yekîtî çêdibe. Kurdan heta niha ji ber ku hevdu red kiriye û hev qebûl nekiriye qels û bindest mane. Divê mirov ji pir-rengiyê netirse û nebêje ger alên kurdan pir bin wê yekîtiya kurdan pêk neyê. Ger alên kurdan pir bin tam dijberî wê, wê azadî pirtir be, wê xebat jidilûcantir be. A ku yekîtiya kurdan xera dike ne pir-rengî ye, yek-rengî ye; ji ber ku her tim bi tenê rengek hebûye kurd ji hev belawela bûne û xurt nebûne.
Destê tenê deng jê nayê
Tişt pê nayê
Bila hinek ji me “kesk” bin,
Hinek “sor” bin
Û hinek jî “zer”
Lê gava em bigihêjin hev
Em bibin per
Ala me li ezmanan bibe stêrkeke serzer
Ala kurdan “Ala Rengîn” e, “keskesor” e, hemû kurd û kêmar û zayend û nijad û ol û mezheb dikarin xwe pê pênase bikin û di bin de azad bijîn. Divê ala me ala azadiyê be, welatê me welatê wekheviyê be. Wê çaxê wê wateya êşên me hebe… Wê çaxê wê serfirazî ya me be… Wê çaxê wê keda me badîhewa neçûbe... Wê çaxê wê dinya bibe dinyayeke din.
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 1,002
HashTag
מקורות
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://www.gazeteduvar.com.tr/- 11-12-2022
פריטים המקושרים: 24
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 26-11-2022 (2 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
פרובנס: Kurdistan
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 11-12-2022
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 11-12-2022
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 11-12-2022
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 1,002
Attached files - Version
סוג Version שם עורך
קובץ תמונה 1.0.110 KB 11-12-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,079
תמונות 106,401
ספרים 19,241
קבצים הקשורים 96,854
Video 1,377
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.297 2!