Ramazan PERTEV
$Abstract$
Ev gotar, xebatên #Celadet Alî Bedir-Xan# dinirxîne yên ku naverokên wan pabendî keresteyên #folklora kurdî# ne. Rewşenbîrê kurd Celadet Alî Bedir-Xan pêşengê nifşê Hawarê (1932-1946) ye ku ligel xebatên xwe yên din, wî bi rêya vekolîna keresteyên folklorê amaje bi geşekirin û xurtkirina nasnameyeke kurdî ya neteweyî kiriye. Ji aliyê teşe û naverokê ve maweya xebatên rewşenbîrên nifşê Hawarê di dîroka vekolînên folklora kurdî de serdemeke giring e. Taybetmendiya vê serdemê ew e ku di van xebat û vekolînan de bi awayekî rasterast zaraveya “folklor”ê hatiye bikaranîn û folklor weku qadeke serbixwe hatiye qebûlkirîn. Hemû nivîsên rewşenbîrên vê serdemê bi zimanê kurdî ne. Herweha rewşenbîrên vê serdemê, gelek hêvî, daxwaz û pêşniyazên serdema beriya xwe bi cih anîne wek berhevkirin, tomarkirin û belavkirina keresteyên folklorî, vekolînên folklorî bi awayekî zanistî.
Celadet, yekem car pênaseya zaraveya “folklor”ê kiriye, weku destan, cureyên stranên gelêrî, dab û nerît, jiyana eşîriyê, zanyariya gelêrî bi sedan keresteyên folklora kurdî berhev kirine û polîn kirine. Wî xwestiye ku hişmendiya kurdan di warê folkorê de hişyar bike. Lewma wî metodên xebata meydanî di karê berhevkirina keresteyên folklorê de diyar kirine. Ev gotar hewl dide ku ji aliyê teşe û naverokê ve xebatên Celadet Alî Bedir-Xan binirxîne û bide nasîn.[1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=450130&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=انقر لقرائة Celadet Alî Bedir-Xan Danerê Termînolojiya (Zaravenasıya) Folklora Kurdî=KTML_Link_External_End=
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,969 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!