Necat KESKİN
$Abstract$
Xebatên folklorê xwedî dîrokeke dirêj in, lê “folk-lore” wek têgeh cara pêşî di sala 1846an de hat bikaranîn û di demeke kin de ji hêla civaka zanistî hat pejirandin. Di demeke kin de jî bi rê û rêbaz û mijarên xwe weke disîplîneke serbixwe hat qebûlkirin. Ji ber têkiliya berbiçav bi pêvajoya netewebûnê re jî xebatên folklorê pêşî li Ewropayê û piştre jî li derveyî Ewropayê belav bûn. Ji bo birêvebirina van xebatan komele û sazî hatin avakirin, kovar hatin weşandin. Di çarîka pêşî ya sedsala 20mîn de #rewşenbîrên kurdan# jî bal kişandin ser xebatên folklorê. Her çiqasî wek têgeh bi nav nekiribin jî di kovar û nivîsên xwe de cih dan van xebatan. Ligel ku di ser mînakên pêşî de sed sal derbas bûye, îro hê jî xebatên #folklora kurdî# xwedî pirsgirêkên bingehîn in. Ev pirsgirêkên bingehîn wek ên dezgehî û ên têgehî dikarin werin binavkirin. Di vê gotarê de ev pirsgirêkên bingehîn û herweha hinek pêşniyaz ji bo çareseriya wan dê werin gotûbêjkirin.[1]
انقر لقرائة Pirsgirêkên Giştî Yên Xebatên Folklora Kurdî û Çend Pêşniyaz ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی

بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 534 جار بینراوە