图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,476
图片 106,121
书籍 19,168
相关文件 96,500
Video 1,308
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Çavkaniya bindestiya kurdan
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Rênas Jiyan

Rênas Jiyan
#Renas Jiyan#
Çavkaniya #bindestiya kurdan#
Kurd pir hez dikin hemû kêmaniyên xwe têxin stûyê serdestan: Heger welatê wan dagir bûbe, parçe bûbe, xera bûbe ev giş sûcê serdestan e; serdest dev ji wan bernadin, pîs in, xerab in, xedar in; ew ji ber serdestan birçî ne, tazî ne, belengaz in, hejar in, paşde mane û êşiyane… Ha tê bê bindest, ew pir baş in, bêguneh in, qet ne hesûd û dexs in, ne dijminên hev in, ne xayin in, ne zikreş û tiral in, ji hev re pir hurmetkar in, xêrxwaz in, zanînhez in, dilpak in, delal in, her çi kêmasî hebe ev giş sûcê serdestan e, ew biqasî çira şîr pak û paqij in…
Epîktetos dibêje: “Delîlê nezaniyê yê herî mezin ew e ku mirov xwe ji hemû kêmaniyan bişo û gişî têxe stûyê kes û tiştên derdora xwe.” Kurd jî wiha, ew ebeden ne kêm in, baş in lê kes û tiştên derdora wan xerab in; ango bindestiya kurdan ne sûcê wan e lê sûcê serdestan e.
#Civaka kurdan# bindest e, ev rastiyeke teqez e. Kurd her tim gilî û gazinan ji bindestiyê dikin lê ti carî ji xwe napirsin û serê xwe naêşînin bê çavkaniya bindestiya wan ji çi diqewime. A rehet mirov ji rewşa xwe gilî û gazinan bike, lê a zor mirov sedemên kêmasiyên xwe bibîne û xwe rast bike.
*
Serdestî encam e, ne sedem e. Serdestî bindestiyê çênake, dijberî wê, bindestî serdestiyê çêdike. Ango bi zimanekî zelal: Tirk kurdan nakin bindest, kurd tirkan dikin serdest. Ev paradoksiyeke mezin e û hêja ye ku mirov wê lêkolîn bike.
Mirov çawa dibe bindest? Di bindestiyê de kêlîk û gava yekem çi ye? Pêvajoya bindestiyê çawa dest pê dike? Ger mirov serdestiyê bişibîne keriyê kuliyên talanker, ev kulî, hêkên xwe çawa di civaka bindest de çêdikin û pir dibin?...
Erd (civaka kurdan) ji ber guncaw e li ser wê kulî pir dibin, û civakê dimerisînin. Civaka kurdan bi pirsgirêk e ji ber wê li ser wê serdestî şîn tê; heta civaka kurdan xwe neguherîne dawiya serdestiyê nayê. Divê siyaset û rewşenbîriya kurdan civakê biguherîne. Heta sibê em bi tenê bi serdestan re şer bikin jî vala ye; kêlîka ku serdest giş biqedin jî wê civak dîsa serdestekî nû ji xwe re çêke. Şer û têkoşîn divê berê bi bindestiyê re, û dûre bi serdestan (serdestiyê) re be.
Kurd cîranê tirkan in, tirk bûne serdestên wan, lê heke cîranê kurdan ne tirk, japon an jî rûs bûna jî wê tiştek ferq nekira, îcar wê vana bibûna serdestên kurdan; ma jixwe ereb û faris jî ne serdestên kurdan in? Heta giyan û hişmendiya civaka kurdan neguhere, kî li kêleka kurdan be ew ê bibe serdestê kurdan. Serdest û serdestî tiştekî kirêt e helbet, lê di vir de a bê dîtin ew e ku civaka kurdan serdestan hildiberîne. Ger tu xerab û xerabe bî wê hinek bibin serdestên te, ev zangoneke civakî ye.
*
Baş e, çima civaka fransiyan an jî a swêdiyan ji xwe re serdestan çênake lê civaka kurdan ji xwe re serdestan çêdike? Ma di kurdan de tiştekî awarte ye heye qey? Ev, bêyomî ye gelo, bêsiûdî ye qey? Ev, emir û fermaneke îlahî ye ma? Qey Xwedê dijminê kurdan e, çi ye?...
Na, helbet na. Kurd ne bêyom û bêsiûd in, û Xwedê qet ne dijminê kurdan e, kurd dijminê hev in, mesele ev e. Bindestiya kurdan ji ber dijminatiya kurdan a xwe bi xwe diqewime: Gava civakek di hundirê xwe de pev re şer bike qels dibe û serdest tên wê civakê bi dest dixin. Heke mirov bi nêrîna Spencer a sosyolojîk mijarê şîrove bike tiştê ku bê gotin ev e: Civak laşek e, ango diyardeyeke biyolojîk e, û heke mirov li wî laşî ne miqate be ew laş nexweş dikeve.
Ji ber ku kurd li civaka xwe ne miqate ne civak nexweş ketiye. Serdestî nexweşiyek e, mîkrobek e. Heke civak ne rast û baş û qewîn be nexweşiya serdestiyê wê civakê dagir dike û dike hêsîrê xwe. Serdestî li ser civaka xerabe şîn tê, civaka kurdan xerabe ye. Civaka fransî ya jî swêdiyan ji ber ku ne xerabe ye serdestî lê çênabe.
Di vir de pirs ev e:
Çima civaka fransî ya jî swêdiyan ne xerabe ye lê a kurdan xerabe ye? Çima vana ne dijminê hev in lê kurd dijiminê hev in?...
Heke yek derkeve û bêje, vana cewherê wan ji ê kurdan çêtir e, ev ê qet ne rast û etîk û zanistî be. Di vir de bersiv ev e: Feodalbûna kurdan nahêle kurd bibin milet, wan pev re dide şerkirin. Fransî û swêdî wek milet tevdigerin lê kurd wek eşîr... Kurd ji ber sedema ku xwe yek milet nahesibînin, ji ber xwe ji hev cuda û biyanî dibînin dibin dijminê hev. Kurd ne yek in, ne ên hev in, ma îcar çima nebin dijminê hev?...
Her beşa kurd bi çavê miletekî din li beşa din dinêre. Ango kurd ji hev re ne kurd in, japon in, rûs in, îngilîz in... Heke mirov ne ji hev be dilê mirov li ser hev naêşe û dikare mîna dijminan nêzîkî hev bibe. Ji ber vê divê di nav kurdan de mirov bi eşîrtiyê re şer bike biqasî bi serdestan re şer dike. Hemû nav, nasnav, hişmendî, nîşan, pênase û sînorên eşîrî xetere ne ji bo avakirina miletekî; vana derî li şer û pevçûnên navxweyî vedikin û yekîtiya civakî wêran dikin.
A rast ew e ku mirov kurd be û hew… ne ji filan an jî ji bêvan eşîrê....
Eşîretperestî yek ji çavkaniyên sereke yên bindestiyê ye. Serdest her tim hevkarî û piştgiriyê didin eşîretperestan ji bo civak pêvajoya xwe ya neteweyî temam neke. A ku eşîretperestiyê têk dibe rewşenbîrî û siyasetmedarî ye, lê heke rewşenbîr, siyasetmedar, nivîskar û hunermendên wê civakê jî eşîretperest bin mala wê civakê xera dibe û diçe!
Bivê nevê ev pirs tê hişê mirov:
Gelo kurd ji ber ne dewlet in eşîretperestî ji holê ranabe yan tiştekî din?
Na, tam berovajî wê, ji ber kurd eşîretperest in nikarin bibin dewlet. Eşîretperestî dibe sedem ku yekîtî çênebe; gava yekîtî tune be hêz çênabe, civaka bêhêz nikare bibe dewlet, parçe parçe ye û qels e. Civakên bêhêz her tim bindest in.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,000
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://www.gazeteduvar.com.tr/- 10-12-2022
挂钩项目: 5
小组: 文章
Publication date: 29-10-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 10-12-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on10-12-2022
此产品最近更新( سارا ک ):10-12-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,000
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,476
图片 106,121
书籍 19,168
相关文件 96,500
Video 1,308
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!