图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,421
图片 105,714
书籍 19,160
相关文件 96,493
Video 1,307
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Kurdî zimanê fermî yê Kurdistanê bû - Mehmed Salih Bedirxan
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Medreseya sor

Medreseya sor
Her çend dewletên dagirker ê #Kurdistan#ê rê li ber pêşketin û geşadana #kurdî# girtibin û gelek bermayîyên dîrokî yên Kurdistanê ji holê rakiribin jî çanda qedîm a kurdî, dîroka kurdan, bi berxwedana pêşewayên ziman û dîroknûsên kurd li ser piya maye. Kelepora kurdan a çandî û zimanî li gel berxwedana siyasî û çekdarî berdewam kiriye û ew gencineya bavkalan ji nifşên nû re hatiye veguhestin. Li #Başûrê Kurdistan#a bi dehan zanîngehên kurdan hene û zimanên wan ê fermî kurdî ye. Li gel pêşketina zanistî ya li Başûrê Kurdistanê li Rojhilat Bakur û #Rojavayê Kurdistan#a jî pêlên pêşketina zanistê li dar in û berdewam dikin. Herî dawî ji hêla siyasetmedar û nivîskarê kurd Şakir Epozdemîr li ser dîroka kurdan du berhem hatin nivîsîn.

Siyasetmedar û lêkolînerê kurd Şakir Epözdemîrê heta niha li ser dîroka kurdan bi dehan pirtûk nivîsîbûn du pirtûkên din ê li ser dîrokê li pirtûkxaneya kurdî zêde kir. Pirtûkên herî dawî yên Epözdemir yek bi kurdî û yek jî bi tirkî ji der çû. Pirtûka bi kurdî “Medreseyên Kurdistanê, Di Dewra Mîran û Neqşîbendiyan De, ji nav weşanên Weşanxaneya Nûbiharê, pirtûka bi tirkî jî, “Kürt- Osmanlı İttifakının 500. Yılı” ji nav weşanên Weşanxaneya Vengê der çû. Her du pirtûk jî li ser dîroka Kurdistanê ne di derbarê mîr, medrese ilm û zanista Kurdistanê agahiyên nû û berfireh didin xwînerên xwe.

$Peymana Amasyayê$
Pirtûka Kürt- Osmanlı İttifakının 500. Yılı, di çerçoveya bersivên 21 pirsên akademîk ê li ser dîroka kurdî de hatiye hûnandin û Epozdemir pirtûk dabeşî 26 serenavan kiriye. Di wan serenavan de berê xwînerên pirtûka xwe dide sedemên Peymana Amasyayê ya di 1514’an de di navbera osmanî û mîrnîşinên kurdan de hatibû îmzekirin. Li hêla din nivîskar atmosfera siyasî û dîrokî jî eşkere dike û dide zanîn ku mîrnişînên Kurdistanê bi Peymana Amasyayê re li Kurdistanê statuya xwe ji dewletên cîran re eşkere kirine û peyitandine. Cûdahiyeke din a pirtûkê jî ew e ku nivîskar gelek belge û kronîk, name yên serdema 16’an jî di dawiyê pirtûkê de bi cih kirine û şerha wan jî kiriye. Pirtûk her çend weke pirtûkeke dîrokê û lêkolînê xwiya bike jî, di derbarê civata kurdan jî de agahiyan dide û rê li lêkolîneran vedike ku ew serdem tevî hurgiliyên xwe bê zanîn.

$Zimanê fermî kurdî ye$
Dema em berhama Kürt- Osmanlı İttifakının 500. Yılı ji hev vediçêrin û serenav bi serenav dixwînin, em têdigihên ku mirnişînên kurd gelekî giringî dane kurdî û rê li ber geşedana kurdî vekirine. “Mîrên Kurdistanê bi xelkê xwe re bi kurdî qise dikirin. Li nava bazarê bajêr ziman kurdî bû. Bazirganî bi kurdî bû. Medreseyan bi kurdî perwerdeyên xwe didan. Kurdî weke zimanê herêmê dihat bikaranîn. Di wê serdemê de zimanê navdewletî erebî û farisî bû.” (r.96) Epozdemir destnîşan dike mirnişînên Kurdistan neketine bin tesîra çanda erebî, farisî û tirkî ew li zimanê xwe xwedî derketine û bi vê helwesta xwe kirine ku di wê serdemê de kurdî bibe zimanê fermî yê Kurdistanê.

$Senifandin û tesnîfa medreseyan$
Pirtûka din a Şakir Epozdemir, Medreseyên Kurdistanê Di Dewra Mîran û Neqşîbendiyan De jî ji hêla Weşanxaneya Nûbiharê ve hatiye çapkirin. Weşanxaneya Nûbiharê jî bi belavkirina pirtûkeke din a li ser dîrok û ilma kurdan berhemeke din li kitêbxaneya kurdî zêde kir û berhema Şakir Epozdemîr gihand xwîner û lêkolînerên kurd. Berhema Medreseyên Kurdistanê Di Dewra Mîran û Neqşîbendiyan De ji du beşan pêk tê. Di beşa yekem de nivîskar li ser dîroka vebûna medreseyan a li Kurdistanê radiweste û dide zanîn ku medreseyên pêla yekem a avabûna medreseyan di sedsala 7’an de dest pê kiriye û heta sedsala 12’an berdewam kiriye. Epözdemir, bajar bi bajar sedsal bi sedsal, herêm bi herêm medreseyên Kurdistanê senifandiye û kiriye ku xwîner hem medreseyan hem bajarên Kurdistanê û hem jî erdnîgariya Kurdistanê jî baş nas bike.

$Medreseyên Bedlîs û Botanê$
Di vê berhemê de medreseyên bala me dikşînin medreseyên Bedlîsê û Botanê ne. Em ji berhemê dixwînin ku ji medreseyên Botan û Bedlîsê bi dehan alim, helbestvan û dîroknûs gihane û wan berhemên klasîk ê kurdî nivîsîne. Her wiha yekemîn berhema dîroka kurdan, yekemîn sefernameyê erdnîgariya Kurdistanê di van medreseyan de ji hêla mudderîs û helbestvanên vê serdemê hatine nivîsandin. Di beşa Medreseyên Bedlîs û Botanê jî de em li van navana rast tên ku wan pêşengiya ilmê ya wê demê kiriye. Ebdurehîmê Bedlîsî, Muhemmed Berkalî, Ammar Yasîr, Îdrîsê Bedlîsî,Şukrûyê Bedlîsî, Muhemedê Zirkî, Ebû el Ûssame, Ebû el Maşer Muhammed Cizîrî, Şemseddîn Ebûbekir, el Cezîrî, Melayê Cizîrî… û hwd navên ilimdaran li pey hev rêz dibin.

$Berhem valahiyê dadigre$
Lêkolîner û nivîskar Mehmed Emîn Narozî jî pêşgotinek ji berhemê re nivîsîye û dide eşkere kirin ku heta niha li ser medreseyên kurd xebat kêm in û qels in. Berhema Epözdemir wê kêmbûnê ji holê radike û dike ku berhemên baştir bên nivîsandin. Beşek ji pêşgotina Narozî jî ev e; “Ev lêkolîna li ser medreseyên Kurdistanê bi rastî di nav ên ku min di vî warî de heya niha dîne bêhempa û têr û tijetirîn e û di babeta xwe de ew valahiya ku di nav xwendevanên kurdî de eşkere xuya dikir dadigire. Lê digel vê jî dîsa ez hêvîdar im ku ew di pêş de wê hê berfirehtir bike û bi agahiyên taze û hinek hêlên çêtir ên medreseyan ên heya vê gavê jî diyar nebûyî bixemilîne.”

$Di medreseyan de dersên ilmî û civakî$
Em di derbarê xebata Medreseyên Kurdistanê de bi Şakir Epozdemir re axivîn Epozdemîr da zanîn ku ew li wê yekê rast hatiye ku ilm û zanîn û lebata karîgeriya medreseyan di dema aramiya Kurdistanê de pêk hatiye û aramiya li erdnîgariya Kurdistanê kiriye ku lîteratûreke mezin a bi kurdî ji hêla kurdan bê nivîsîn. Her wiha Epozdemîr balê dikşîne ser dewletên Şedadî, Hesenî û Eyyûbî yên kurd jî û amaje bi wê yekê dike ku van dewletên kurd li bajarên Kurdistanê gelek medrese vekirine û gihiştine wê fikrê ku divê Kurdistanê cihê ilmê be û kurd ji ilm û zanînê bêpar nemînîn.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,363
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://candname.com/- 08-12-2022
挂钩项目: 15
小组: 文章
Publication date: 20-11-2015 (9 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 语言
书: 历史
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 08-12-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on10-12-2022
此产品最近更新( سارا ک ):09-12-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,363
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.241 KB 09-12-2022 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
照片文件 1.0.141 KB 08-12-2022 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,421
图片 105,714
书籍 19,160
相关文件 96,493
Video 1,307
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!