图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,237
图片 105,550
书籍 19,127
相关文件 96,190
Video 1,299
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Girîngiya Wêjeya Zarokan - Roza Metîna
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0
Li gor lêkolîn û çavkaniyên dawiyê em dikarin #wêjeya zarokan# di navabera salên 2-14 de diyar bikin. Loma ji bo pêşketina zarokan a ji gelek alî de ev temen girîng e. Di wêjeya zarokan de mijar jî cihekî girîng digire. Gelek mijarên girîng ên di wêjeya zarokan de hene. Pedagojî ya bingeha xwe ji yewnanî digire û tê wateya perwerdeya zarokan jî di mijara wêjeya zarokan de xwediyê taybetmediyekê ye. Her wiha yek ji xala herî girîng a di wêjeya zarokan de ziman e. Jixwe ziman tune be dê wêje jî tune be. Di navbera salên 2-14 yên girîng de dema zarok bi zimanê xwe mezin bibe ev pêşketineke gelekî mezin e. Berfirehkirina raman a bi zimanê dayikê derman e. Dema mirov bi hêvî, xeyal, derûnî û rihê zarokan baş bizanibe dikare di qada wêjeya zarokan de, di qada têgihaştina zarokan de baştir bin. Ya girîn dîsa di vir de teşe û naveroka pirtûkên zarokan e jî. Çimkî ew jî hem mijareke girîng hem jî alaveke girîng a wêjeya zarokan e. Pirtûk divê bi baldarî bên hilbijartin, nivîsandin û wêneyên li ser pirtûkan divê bala zarokan bikarebe bikşîne. Ev hemû ji bo wêjeya zarokan jêneger in.

Divê zarok ji helbest, çîrok stranan bêpar neyên hiştin

Dema bawerî, bîr, hiş, xeyal û xewnên zarokan bi zimanê dayikê be wê demê ev bandoreke baş li ser wêjeya zarokan jî dike. Dema #pirtûkên kurdî# ji zarokan bê xwendin, lîstik û stranên wan jî bi kurdî be wê demê ev rê li ber pêşketina wêjeya zarokan vedike. Zarok hîn di zikê diya xwe de be divê çîrokên kurdî ji wan re bên xwendin û dayik li stranên kurdî guhdar bikin. Alavên rê li ber xeyal û pêşketina zarokan vedike yên mîna helbest, stran, çîrok divê ji zarokan bêpar neyên hiştin. Lê belê divê ev bi zimanê dayikê bin. Wê demê jiyana zarokan watedar û bi qîmet dibe. Jixwe wêjeya devkî ya kurdî ya zarokan gelekî dewlemend e. Divê em bikaribin ji vê behrê avê bi zarokên xwe bide vexwartin. Gelek çîrokên gelêrî yên kurdî yên zarokan ên rastiya civakê nîşan didin hene. Ger em lê xwedî dernekevin wê dewlemendiyeke me tune bibe. Zarok ji ber bi saya çîrok, helbest, hemû alavên wêjeya zarokan hînî hezkirin, hevaltî, rexne, rastî û çewtî, qencî, hestiyarbûn, xerabiyê û gelek tiştên din dibin loma ev mijareke gelekî girîng e. Her wiha di vî warî de berhemên perwerdeya ji bo ziman jî gelekî girîng in. Pedagojî, werger û redaksiyon mijarên girîng in û divê li ser van esasan baş bê sekinandin ku di warê wêjeya zarokan de kêmasî derneyên.

Bingeha xurtkirina wêjeya zarokan zarok bi xwe ne

Zimanê kurdî ji ber di bin zext û zordestiyê de ye ev bandoreke neyînî li wêjeya zarokan jî dike. Ziman bi rewşa siyasî, hişmendî û rewşenbîriya civakê eleqedar e. Dema civakek ji aliyê raman, têkoşînê pêş bikeve zimanê wê civakê jî pêş dikeve. Ger siyaset ji zextê dûr û azad bê meşandin wê demê dîsa ziman pêş dikeve. Lê belê li djî van êrişana têkoşînek jî lazim e. Civaka kurd dema xemxurê zimanê kurdî be wê demê ziman û wêjeya kurdî dê bi hev re pêş bikevin. Bi taybet jî di vê mijarê de divê em li ser zarokan bisekinin. Hestiyariya berz a ji bo ziman û wêjeyê ya ji zarokatiyê pêş bikeve bi bandortir e. Loma xala herî girîng a bingeha xurtkirina wêjeya zarokan zarok bi xwe ne. Zarok dema di warê teşwîqkirina wêjeya zarokan a bi zimanê xwe bên perwerdekirin ev hêzeke mezin dide civakê. Di heman demê de wêjeya zarokan bingehe ku em çand, huner û dîrokê bi zarokan bidin hezkirin. Ez dixwazim li ser vê yekê mînaka keça Nivîskar û Helbestkar Mem Bawer bidim. Keça wî Hîva Yuce hîn 6 salî bû çîroka bi navê ‘Reqên zeryayê û çîroka wan’ nivîsand. Dema li pêşangeha pirtûkan çîroka xwe îmze dikir kelecanek û coşeke mezin ji dilê wê difiriya. Ev ji bo zarokên din jî dibe mînakeke baş. Çiqas zêde xizmeta di warê wêjeya zarokan de pêş bikeve ewqas wêjeya civakekê jî pêş dike. Weşanxaneyên zarokan ên mîna Hîva û Morî di warê xizmeta wêjeya zarokan de kedekê didin û ya ji civakê re dimîne jî xwedîderketina vê kedê ye. Gelek berhemên bi kurdî yên zarokan lê hatin çapkirin û ev yek ji bo zarokan bû fersendek.
Ji bo pêşketina wêjeya zarokan berhemên tên nivîsandin jî gelekî bi wate ne. Dema em li berhemên zarokan ên di wêjeya zarokan de dinêrin em gelek kêmasiyan dibînin. Bi taybet roman û helbestên zarokan gelekî kêm in. Helbest û roman ji bo pêşketin, raman, xeyal, tevgera zarokan a di nava civakê de taybet in

Berhemên ji bo wêjeya zarokan girîng in

Xebatên mîna dibistan, televizyonên kurdî yên ji bo zarokan jî bingeheke xurt a ji bo wêjeya zarokan e. Di heman demê de lorîk, çîrok, qewlerk (manî), destan, mamik, stran bi qansî ji bo wêjeya zarokan girîng in di heman demê de ji bo pêşketina hiş û hişmendiya zarok jî girîng in. Wêjeya devkî ya zarokan jî mîna çanda dengbêjiyê xwediyê hêzekê ye loma sûdeke mezin jê hatiye girtin. Di dîrokê de jî hinek xebatên taybet ji bo zarokan hatine dayin. “#Nûbihara Biçûkan#” ya #Ehmedê Xanî# (1683) ji bo wêjeya zarokan berhemeke dîrokî û girîng e. Ev ferheng di medreseyan de ji bo perwerdeyê hatiye bikaranîn. Her wiha ji aliyê Îsmaîlê Bazîdî (1655-1710) ve pirtûkek bi navê “Gulzar”hatiye nivîsîn. Ev ferheng bi kurdî-farsî-erebî ye. Di sala 1790’an de ji aliyê Şêx Marûf Nodeyî (1753-1837) ve pirtûkek bi navê Luxetnameyî Ehmedî hatiye nivîsîn. Ferheng bi soranî û erebî hatiye amadekirin. Berhema Mihemed Kerbelayê Axtepî “Mîrsad-ûl Etfal”(1912). Di sala 1946’an di dema #Qazî Mihemmed# de kovareke bi navê “Gir û galî mindalanî Kurd”di dema Komara Mahabadê de, wekî 3 hejmaran hatiye weşandin û sernivîserê wê Mela Qadirî Modersî ye. Di dîroka #rojnamegeriya Kurdî# de ji bo zarokan yekemîn kovar e ku hatiye çapkirin. Berhemên ji bo wêjeya zarokan girîng in. Loma divê em lê xwedî derkevin. Cihê rexneyê yê di wêjeya zarokan de Mijareke din a di wêjeya zarokan de divê em balê bikşînin ser rexne ye. Ji bo her qadê rexne cihekî girîng digire. Divê di qada wêjeya zarokan de jî berhemên tên çapkirin bikaribe bê şîrovekirin û rexnekirin. Xwendin û rexne dema pêş nekevin wê demê wekî ku stûna malekê kêm bimîne. Feraseta şêwaza jiyanê jî pêş dixe. Wêjeya zarokan a wekî pêlikek a wêjeya mezinan e bê xwendin, şîrove, rexne nabe. Divê ev li ser berhemên zarokan bên kirin. Di heman demê de zarokên ku di qada xwendin, guhdarkirinê de pêş ketibin dikarin di warê baldarî, lêpirsîna jiyanê pêş bikevin. Ev jî dîsa bi pêşketina wêjeya zarokan pêkan e. Empozekirina fikrên bi zorê jî ji ber mijareke girîng e dema ev bê kirin bi rêya rexneyê jî ew ê zû bê dîtin.

Kêmasiya berheman a di wêjeya zarokan de

Ji bo pêşketina wêjeya zarokan berhemên tên nivîsandin jî gelekî bi wate ne. Dema em li berhemên zarokan ên di wêjeya zarokan de dinêrin em gelek kêmasiyan dibînin. Bi taybet roman û helbestên zarokan gelekî kêm in. Helbest û roman ji bo pêşketin, raman, xeyal, tevgera zarokan a di nava civakê de taybet in. Ji bo tecrubeya wêjeyê û perwerdeyê helbest û roman girîng in. Lê divê bi zimanekî zelal bên nivîsandin da ku zarok ji xwendin û guhdarkirinê sar nekin. Her wiha divê ne pir dirêj bin jî. Ji ber baldariya zarokan zû belav dibe û aciz dibin. Her wiha argumanên razber ên serê zarokan tevlihev dike divê neyên bikaranîn. Li gor temenên zarokan ên sal bi sal divê pirtûkên wan bên amadekirin. Bi vê munasebetê zarok dikarin xwe baştir nas jî bikin. Helbest dema ji aliyê zarokan ve bê hezkirin û ezberkirin jî fêdeyeke mezin digihêjîne zarokan. Bi vê yekê bala wan zû belav nabe, hafizeya wan bi hêz dibe. Her wiha bi helbestê dikarin bêtir ji ziman jî hez bikin. Loma em çi qasî berhemên zarokan ên bi qalîte bikaribin biafirînin û xwedî lê derkevin ewqas baş e. [1]

Roza Metîna
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,472
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://besinor.net/- 08-12-2022
相关文件: 1
挂钩项目: 22
小组: 文章
Publication date: 14-06-2021 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 调查
书: 文学
书: 儿童
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 08-12-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on10-12-2022
此产品最近更新( سارا ک ):10-12-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,472
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,237
图片 105,550
书籍 19,127
相关文件 96,190
Video 1,299
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!