图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,117
图片 106,424
书籍 19,247
相关文件 96,905
Video 1,378
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Evîna Zimên Evîna Welêt e - Kendal Nezan
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0
Her gel xwediyê mafê (heqê) jînê û azadbûnê ye. Lê hin ji wan, ji vî mafê bingehî hatine bêpar hiştin û bindest dijîn.
Bindestiya xelkekî, pirîcar, ji kêmasiya yekîtiya wî, ji paşdemayîna wî ya çandî û zanistî û ji qelsahiya wî ya leşkerî tê. Pirr gelên îro azad û serbixwe di demeke dîroka xwe de, ji ber sedemên wisa, bindestî û işxala hêzên biyanî dîtine. Bindestî, işxal û qelsahî ji bo xelkekî mûsîbeteke mezin e. Lê mûsîbeta hê mestir ew e ku endamên xelkekî U hemberî zimanê xwe, çanda xwe, wêbêya xwe laqeyd, bêxem û dilsar bimînin.
Gelê ku li çanda xwe xweyî dernakeve mîna dara ku qirn û rîşeyên wê hew tên avdan, ji hev dikeve, dirize, winda dibe. Parastin û pêşvebirina çanda xelkê pareke serekeya şerê welatparêziyê ye.
Ziman dilê jîndarê çandê ye, hîmê zanava (huwiyeta) neteweyî ye. Di nav sedsalan de, di nav jiyanê de, bi xebat, tevbûnî û tevkariya bi milyonan kesan çêbûye, dewlemendiya hiş, hest û nêrînên mirovên xelkê nîşan dide. Ziman şahidê şehrezayî û bajarvaniya gelekî, neynika giyan û bîra wî ye. Sermayê wî yê dîrokî ye.
Ji xelkekî hiz kirin, bi hizkirina zimanê wî dest pê dike. Evîna zimên, di cihkî de, evîna gel e, evîna welêt e. Em hemû dizanin ku îro #zimanê kurdî# di talûkê de ye. Zimanên resmî (#tirkî#, #erebî#, #farisî#), bi riya xwendegeh, qişle, radyo û televîzyonan îndî ketine bajarok û gundên welatê me. Koça gundiyên kurd ber bi bajarên mezin, ên ku navendên (merkezên) çandên serdest in, siyaseta bêgidîya dewletên ku dest danîne ser welatê me û dixwazin bi hemû awayan rêç û şopa kurdîtiyê, çanda kurdî ji riyê erdê rakin, veguhêriniyên ciyakî, dikin ku roj bi roj peyivandina kurdî di nav neslên nû de paş ve diçe.
Iro em ketine rewşeke wilo ku pirîcar hêzên welatparêzên kurd, têkoşerên kurd, di civînên xwe de, di nav hev de, bi tirkî dipeyivin, bi tirkî dinivîsin. Welatparêzên ku bi salan ji bo doza kurdî di zîndanan de mane, zimanê xwe hînî zaroyên xwe nekirine, zimanê ku ji bav û kalên xwe fêr bûne, negihandine neslên nû. Hin welatiyên me yên din bi salan li derveyî welêt mane, çend zimanên awrûpayî hîn bûne, lê serê xwe ne êşandine, di nav serbestî û azadiya Awrûpayê de jî zimanê xwe yê dê hîn nebûne.
Ev meşa han, ku pêşî lê neyê girtin, dikare di nav 40 – 50 salan de me têxe rewşeke trajîktir: neteweyek ne tenê bê dewlet, bindest û bêxweyî lê wisa jî bê zar û ziman, mehkûmê ji rûpelên dîrokê windabûnê. Wezîfa dîrokî û acîla hemû ronakbîrên kurd e ku li zimanê gelê xwe xweyî derkevin, wî biparêzin û pêş ve bibin.
Lê xweyî derketin : divê ku ronakbîrên kurd, di peywendî û danûstanên xwe yên devkî an nivîskî de zimanê kurdî bikar bînin, rûmet bidin kurdîyê, bawerî bidin karker û gundiyên perçiqandiyên Kurdistanê. Bila bi kurdî peyivîn îndî mîna nîşana «gundîtiyê» an «paşdemayînê», wekî tiştekî şermezarî, xuya neke ; bi tirkî an erebî axaftin jî ne be îşareta «medenîyetê».
Divê ku em bawerî bidin keç û xortên şoreşgerên kurd, bi wan bidin fehm kirin ku «enternasyonalîzm» bi zimanê neteweyê serdest peyivîn nîne ; dijane, li rûmet û çanda gelê bindest xweyî derketin e, wan ji gefa windabûnê rizgar kirin e. Divê ku ronakbîrên kurd dewlemendiyên zimanê kurdî, delalî û şîrînî, ronakî û zelaliya wî diyar bikin, biparêzin, pergalekê têxin nav rêziman û rastnivîsîna kurdî.
Heçî pêşvebirina zimên, ew pêwistiyeke jiyanî ye : zimanê ku xwe nû nake, ku nikare bersiva nûyîtiyên jiyanê, yên ramanê, yên zanistî û teknîkê bide ji rûmetê dikeve û dibe pêbilîya folklorvan û heweskarên tiştên kevnare. Riya pêşveçûna zimanê me di nêzandina zarava û devokan de derbas dibe. Di milê din de, me divê kurdî ji zanîn û pêkahiyên sedsala XXa re vekin, wî dewlementir bikin, zimanê gelerî berebere bibe zimanekî edebî û zanistîyî fireh, zengîn, bedew, ahengdar û zelal.
Kovara «HÊV1» ji bo vî şerê çandî derdikeve. Rûpelên wê ji bend û nivîsarên li ser pirsên zimanê kurdî, ên dîrok û civaknasî, ên pîşe û zanistî re, ji çîrok û helbestan re, ji lêgerînên folklorî û ji wergerandinên nivîskarên biyanî re vekirî ne. Hemû welatiyên me, yên ku di van waran de tiştekî wan ê gotinê heye, dikarin tê de, bi kurmancî, bi dumilî an bi kurmanciya xwarê binivîsin. Bêgûman berpirsiyarê her bendekê xwediyê wê ye û di rûpelên «Hêvî» de propaganda an şerê hêzeke siyasî kirin mimkin nîne.
Di dîroka gelê kurd de, «Hêvî» yekemîn kovar e ku bi sê zaravayên serekeyên zimanê kurdî derdikeve û dixwaze riya yekîtiya wan veke. Tê de xweydan, ked û xebata endam û hevkarên Enstîtuyê, yên nivîskarên kurdên ji hemû parçeyên Kurdistanê heye. Ew di van demên dijwarî û bindestiyê de pêtiyeke piçûka hêviya azadiya gelê me ye û roniya xwe ji agirê ku berî sê sed salan zane û kurdperwerê nemir Ehmedê Xanî vêxisti bû, ji tîrêjên «Kurdistan», «Rojî Kurd», «Hetawî Kurd», «Gelawêj» û «Hawar» ê distîne. Geşandin û gurkirina vê pêtiya welatparêziyê barê hemû ronakbîr, hemû azadixwazên kurd e.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,169
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://candname.com/- 06-12-2022
挂钩项目: 10
小组: 文章
Publication date: 02-04-2016 (8 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 调查
书: 语言
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 06-12-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on10-12-2022
此产品最近更新( سارا ک ):10-12-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,169
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,117
图片 106,424
书籍 19,247
相关文件 96,905
Video 1,378
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!