图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,522
图片 106,141
书籍 19,170
相关文件 96,534
Video 1,308
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Çîrokên Gelêrî û Pirtûka M. Xalid Sadînî
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Çîrokên Gelêrî û Pirtûka M. Xalid Sadînî

Çîrokên Gelêrî û Pirtûka M. Xalid Sadînî
Di nav hinek rewşenbîr û nivîskarên kurd de halê ruhiyeta xwe biçûk dîtinê heye. Ev ruhiyet ji bindestiyê, perwerdeya dagirkeriyê û hwd., ji gelek sedemên cuda pêk tê. Ew xwe, gelê xwe û hemû dewlemendiyên çand, ziman, edebiyat, dîrok û hemû cureyên folklorîk yên gelêrî û wêjeya nûjen ya kurdî biçûk dibînin, naecibînin, kêmasî û şaşiyên wê mezin dikin.
#Edebiyata kurdî# didin ber a cîhanê û navbera wan de muqayese dikin û dibêjin #berhemên kurdî# qels in. Li gorê wan #romana kurdî# tune, #çîroka kurdî# qels e û helbesta kurdî ji tiştekî re nabe. Lê rastî ne wek wan e, berevajê wan e.
Dema ez berhemên edebî yên kurdî dixwînim û dinirxînim, ez wan kêmiyên xelkê nabînim. Di nav edebiyata kurdî de gelek berhemên serketî hene ku qet jî ne kêmî berhemên zimanê tirkî, erebî, farisî û berhemên zimanên ewropî û amerîkî ne.
Dema min pirtûka fabil ya birêz M. Xalid Sadinî xwend, min ew bi hemû şêweyan ve kêmî pirtûkên fablên zimanên din nedît, heta ji yên tirkî gelek serketîtir dît. Edebiyata kurdî a devkî gelek dewlemend e û gelek lêkolîner û berhevkarên çîrok û fablên gelêrî yên ewropî ew ji nav kurdan kom kirine, civandine û di pirtûkan de weşandine. Binêrin çend çîrvanokên ku bapîrê min ji min re gotibû û min naveroka wan zanibû, mindi nav pirtûkên Anderson û birayên Grimm de dîtn. Dapîra min xwendina wê tunebû û qet navên Anderson û Grimm jî nebihîstibû, lêbelê çîrvanokên ku wî qal dikir û Anderson û Grimm qal dikir heman tişt bû.
Gelek çîrok û çîrvanokên kurdî yên folklorîk hene ku bi çend varyantên cuda têne rave kirin. Herweke çîroka Siyabend û Xecê, Evdalê Zeynikê, Gul û Sînem û hwd. Lê çîrok û çîrvanokên ku di pirtûkên Anderson û Grimm de hene eynê weke yên ku di edebiyata kurdî a devkî de têne gotin in. Yanê varyantên cuda nînin û heman tişt in. Ev jî dide xuya kirin ku wan ev çîrok û çîrvanok ji ber edebiyata kurdî a devkî wergirtine, berhev kirine.
Gelek neteweyên cîhanê edebiyata xwe ya nûjen li ser bingeha wêjeya xwe ya klasîk ava kiriye û pêşve biriye. Edebiyata kurdî a klasîk û bi taybetî jî edebiyata kurdî a devkî pir dewlemend e û ji bo wêjeya kurdî bingeh e. Naveroka çîrvanokên kurdî û herweha çîrvanokên ku di pirtûka M. Xalid Sadinî de hene balkêş e, têde gelek tişt hene. Herweke mêrxasî, mêvandarî, şîret, evîn, mirovahî, piştgirî, alîkarî, başî, xirabî, pirs û pirsgirêkên malbat, têkiliyên cîrantî, xeyal, fantazî û bi gelek tiştên din hatine hunandin û bi şêweya fablê, bi hunereke edebî wek çîrvanokên wêjeyî hatine rave kirin.
Naveroka gelek çîrok û çîrvanokên kurdî li ser civakê bandoreke baş pêk tîne û tesîreke pozîtîf li ser mirovî dike. Têgihîştina folklorîk ji bo mirovî dibe weke deryaya zanînê û tecrûbeyê. Mirov bi vê tecrûbe û zanînê têdigîşe, dikemile. Weke ku kedkarê berhevkirina çîrok û çîrvanokên folklorîk birêz Zeynelabîdîn Zinar jî dibêje
“….Dema ku mirov bi têgihîştina folklora xwe rewşen dibe, mirov girêdana reha xwe ya nijadî, saxlem dibîne. Mirov êdî xwe bi bav û kalên xwe serbilind dike. Tiştê herî girîng ev e ku mirov êdî xwe ji kirina xirabîyan dide paş. Herweha bawerîya mirov pir zêde bi mirov çêdibe. Mirov pir dixwaze ku şexsîyeteke rind bigire. Mirov dixwaze ku di her karê xwe de serkeftî bibe. Mirov hertim xwe berpirsyar dibîne ku destên alîkarîyê dirêjî belengaz bike. Û bi dehan xeysetên baş ên wisa… Ji ber van giringîyên ku hatin gotin, îro pêdivîya kurdan pir heye ku berhemên folklora xwe bixwînin û bi zarokên xwe bidin xwendin. Xasma jî, dê û bavên kurd, zarokên xwe bi çîrokên Folklora Kurdî mezin bikin. Ji wan re çîrokên rawilan bibêjin, meselokan bibêjin, pêkenokan bibêjin, serpêhatîyan bibêjin, heyranok û payîzokan bibêjin, şîret û nesîhetên bav û kalan bibêjin, şîroveya Gotinên Pêşîyan bibêjin, klasîkên kurdî bi wan bidin naskirin, herweha xwezaya Kurdistanê jî bi wan bidin naskirin.”
Şaristanî, medeniyet, hilbirînên aborî, îcatên hesinî, bi tevahî li mezopotamyayê dest pê kiriye. Bingeha dîroka qedîm û ravekirina çîrok û çîrvanokên folklorîk di heman herêmê de pêk hatiye. Kelepora kurdî, çand, ziman û edebiyata kurdî li ser vê kokê, vê bingehê şax daye, geş bûye, pêş ketiye. Çawa ku çîrvanokên, fablên gelên cîhanê hene û ew bi şêweyeke nivîskî hatine rave kirin, herweha çîrvanokên, fablên kurdî jî êdî bi nivîskî têne rave kirin. Çîrvanok û fablên folklorîk yên gelê kurd weke fablên Ezop û La Fontaîne bi nirx in, bi qîmet in. Piştî van çend gotinên gelemperî, ez dixwazim bi kurtahî behsa xebata nivîskariya birêz M. Xalid Sadinî bikim û berhema wî ya hêja ”Çîrokên Gelêrî” bidime danasînê û li gor zanîna xwe binirxînim.
Lêkolînvan û nivîskar M. Xalid Sadinî kurdperwerekî ji herêma Hekariyê ye. Ev bîst sal in ku ew di kar û xebata kurdewariyê de dixebite û diafirîne. Herweha ew nivîskar û berhemkarekî jîr e û afrîner e. Heta niha heşt pirtûkên wî çap bûne û gelek xebatên wî yên hêja hene ku ew ê di pêşerojê de werine çap kirin. Ew li zindanê deh salan razaye û wî ji xwe re hepisxane kiriye wek zankoyê, ango hepisxane jê re bûye unîversîte. Niha ew li welatê xwe, li bajarê Hekariyê kar û xebata xwe ya wêjeyî didomîne.
Di hêla berhevkirina çîrvanok û çîrokên gelêrî yên folklorîk de du navên hêja hene, yek jê M. Emîn Bozarslan û yê din Zeynelabîdîn Zinar e. M. Xalîd Sadinî jî bû yê sêyem. Kar û xebatên van hersê hêjayan ji bo edebiyata kurdî dewlemendiyeke giranbiha ye, bêpayan e.
Pirtûka M. Xalid Sadinî ya bi navê ”Çîrokên Gelêrî” di nav weşanên ”Nubihar”ê de derketiye. Pirtûk 111 rûpel e. Di pirtûkê de 44 çîrvanok, fabl hene. Edîtorê pirtûkê birêz Suleyman Çevîk e. Redaksiyon û pêdaçûna wê Mihemed Jiyanî raçav kiriye. Berga wê ÎHB Reklam Ajansiyê amade kiriye.
Rûpelsaziya pirtûkê jî birêz Dawud Rêbiwarî kiriye. Wek ku birêz M. Xalid Sadinî jî di pêşgotonê de gotiye, ji vê cure çîrokan re ango çîrokên ku wek fabl in re çîrvanok, meselok, metelok, serborî dibêjin. Lê, bi min mirov tenê çîrvanok bibêje bes e. Xwezî navê pirtûkê ”Çîrvanokên Gelêrî” bana yan jî ”Çîrvanokên Kurdî” baya.
Weke min got di pirtûka birêz M. Xalid Sadinî de çilûçar çîrvanok hene. Ez ê behsa naveroka hemû çîrvanokan nekim, tenê ji bo bala xwendevanan bikşînim ser pirtûkê, ez dê behsa naveroka çend çîrvanokan bikim. Ez ji xwendevanên kurd daxwaz dikim ku ew pirtûkê bikirin û tevahiya çîrvanokên ku di pirtûkê de ne bixwînin.
Di pirtûka birêz M. Xalid Sadinî de gelek çîrvanokên/fablên baş û xweş hene. Çîrvanoka yekem sernavê wê ”Riya Azadî” ye û tê de mijareke gelek girîng ku kurdan eleqeder dike heye. Di vê çîrvanokê de zilma zordar û li hemberê zilmê şer û têkoşîna mazlûman heye. Şerê fîl û çûkan weke şerê serdest û bindestan, şer û têkoşîna gelên bindest û dewletên dagirker e.
Fîl sembola dagirkeriyê, zilmê û tehdayê ye, berxwedana çûkan remza gel û neteweyên bindest e. Ji bo têkoşîneke hevpar, ji bo serketinê weke ku di çîrvanokê de jî tê zanîn, pêşî yekîtî û yekgirtina çûkan – ango yekîtiya xelkê mezlûm – pêwîst.
Dema yekîtî pêk were ew dikarin li hemberê dagirkeriyê, zilmê biserkevin. Çûk li hemberî zilma fîlê yekîtiya xwe pêk tînin û hemû bi hevre têdikoşin û fîlî têk dibin. Piştî têkçûna fîlî û serketina çûkan êdî ew azad dibin û bi hevre stiranên azadiyê û şadiyê dibêjin û serketinê pîroz dikin.
Di çîrvanoka sernavê ”Dostaniya Rovî û Eylo/Qertel” de dostaniya rast û ya sexte, bêbextî û tolhildan tê rave kirin. Di piraniya çîrvanokan de rovî heye û herweha di gelek çîrvanokan de lehengê sereke rovî ye. Rovî bi fen û fût e, fêlbaz e, qurnaz e, canbaz e û bieqil e. Ew bi heş û eqilê xwe, bi fen û futên xwe, bi plan û leyistikên xwe yên li hemberê xwe têk dibe. Piling û şêrên bi azamet jî li pêşberê fen û oyînên rovî têk diçin. Rovî çiqas ku fêlbaz e, hirç jî ewqas bêeqil e û tim rovî zora wî/wê dibe, wî/wê têk dibe.
Di pirtûkê de çîrvanokên rovî, hirç, şêr, kivroş, beq, mişk, kosî, bizin, dîk, gur, dûpişk, hêştir, qurebeş, werdek, mirîşk, ga, seg, pisîk, mar, legleg û piling hene. Çîrok û çîrvanokên mamê rovî xweş in. Ew hemû heywanan bi fêlbaziya xwe têk dibe û ew dibe axayê malan û bi gundiyan re sohbet dike.
Niha ez ê ji xwendevanên ezîz re behsa sohbeta rovî û gundiyan bikim, çawa rovî bûye axayê malan rave bikim û dawî li nivîsa xwe bînim.
Rovî û gur dibine hevalên hev û li kar digerin. Ew di ber gundekî de derbas dibin û dibînin ku waye hinek gundî li rexê gundî civiyane û ji xwe re sohbet dikin. Ew diçine cem gundiyan û silav didine wan. Gundî dibêjin; ”Mamê rovî hûn ji kû ve tên û kû ve diçin?”
Mamê rovî bersiva wan dide û dibêje ew li kar digerin. Gundî dibêjin mirîşkên me û pezên me bê şivan in. Kêfa rovî tê ku behsa şivantiya mirîşkan hatiye kirin, lê ew fêlbazî dike û dibêje “Şivanî karê me nîn e.” Gundî jî li ser vê gotinê êdî behsa şivantiyê nakin, lê rovî bi fêlbaziyê mijara sohbetê tîne ser mesela şivantiyê û ji gundiyan re dibêje; “Xwedê ez ji bo nobedariya mirîşkan û gur jî ji bo şivaniya pezan çêkiriye.”
Di çîrvanoka sernavê “Rovî Axayê Malan e” de jî, serpêhatiya roviyekî tê rave kirin. Roviyek li çolistanê pir birçî bûye. Ew ji xwe re li nêçîrê digere. Rovî virde, wêde çûye û dawî çûye ser bîreke zuhabûyî. Rovî li binê bîrê tişteke spî dîtiye. Ew çûye binê bîrê û dîtiye ku ew tiştê spî kevirekî girover e. Rovî xwestiye ji binê bîrê derkeve jor, lê nikaribûye. Ew li binê bîrê rûniştiye. Rovî li binê bîrê mar û kosîyekî dibîne. Ji wan pirsiye ku ew li vir çi dikin? Kosî gotiye “Ax Mamê rovî em jî wekî te ji ber nefsa xwe ketine vir û êdî nikarin derkevin.”
Ji jorê bîrê dengek hatiye. Hersêyan xwe dane koşekê û xwe berşêdane. Wawikekî xwe ji jor ve avêtiye xwarê. Wawik jî bi kevira spî xapiyaye û loma xwe avêtiye xwarê. Paşê kurek hatiye û xwe avêtiye xwarê. Piştî gur berazek hatiye û xwe avêtiye xwarê. Paşê hirç, hemû birçî li binê bîrê ne û nikarin derkevin. Ji bo çareseriya birçîbûnê, rovî gotiye ez ê heyranokek bixwînim navê kê derket em ê wî bixwin.
Heyranoka roviyî çawa ye, kijan heywanan bi dorê dikujin û dixwin, ez ê nebêjim, lê ez vê bibêjim heyranoka roviyê wek stiranên bi kafiye gelek bi huner e û xweş e. Çîrvanoka herî dawî jî li ser rovî û pilingê dijwar e. Divê xwendevanên kurd van çîrvanokan bixwînin û yên xwedî zarok ji zarokên xwe re van çîrvanokên xweş bixwînin.
Ez birêz M. Xalid Sadinî pîroz dikim ku wî ev çîrvanokên xwe berhev kirine û pêşkêşê xwendevanên kurd kirine. Wî bi vî kar û xebata xwe pirtûkeke kurdî li refa pirtûkxaneya kurdî zêde kiriye û edebiyata kurdî a nivîskî dewlemend kiriye.[1]
Lokman Polat
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,180
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://candname.com/- 05-12-2022
挂钩项目: 12
小组: 文章
Publication date: 01-01-2016 (8 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 调查
书: 文化
书: 故事
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 98%
98%
添加( ئەڤین تەیفوور 05-12-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on10-12-2022
此产品最近更新( سارا ک ):10-12-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,180
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,522
图片 106,141
书籍 19,170
相关文件 96,534
Video 1,308
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!