图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,482
图片 106,126
书籍 19,170
相关文件 96,507
Video 1,308
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Armanca Wêjeyê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Armanca Wêjeyê

Armanca Wêjeyê
Peyman Bêrî
Armanca #wêje#, estetîk û xweşikirine, lê estetîk û xweşikî jî li gorî xwîner û nivîskar tê guhertin. Di heman demê tişta wêje dike wêje ziman û şewaz e. Wêje teşe dide peyvan. Wêje ji bo em hest û ramanên xwe bigihînin kesên hemberî xwe amûrek e. Di wêjeyê de ji naverokê wêdetir, tu yê wê naverokê bi awayekî bandorker çawa ragihînî, ew giring e. Di heman demê de dem û pêvajoya ku nivîskar tê re derbas be jî bandora xwe li ser nivîsê dike. Ji ber ku nivîskar wê pêvajoyê lêkolîn dike û jiyan dike, ango nivîskar hinekê jî xwe bilêv dike. Ji bo vê têkiliya wêje û zanistên civakî ji nêz de bi hev re heye. Lê ciyawaziya wê ya ji beşên din ê civaknasiyê; xuliqkariya wê ye. Wêje diafirîne û destê xwe datîne ser birîna civakê, weku:

çawa şer bandora xwe li civakê dike, wêje jî bandorê li civakê dike.
Koçberî û keraset ji ber li civakê pir bandor dikin, dibin mijarên bingehîn yên wêje. Wekî şerê rizgariya #gelê Kurd# û şoreşa #Rojavayê Kurdistanê#.
Guhertin û veguhertina çandî; çand bingehê jiyana civakê ye, bi rêbazê jiyanê re zihniyet jî tê guhertin. Dema zihniyeta civakê bê guhertin wêjeya wê jî, ango zimanê nivîskar û hunermendên wê civakê jî tê guhetin. Ji bo wê em dikarin bêjin ku wêje amûrê herî bingehîn ê guhetin û veguhertina civakê ye.

Mijara wêje ya herî giring jî evîn û heskirin e.

Wêje gelek bûyerên dîrokî û pskolojîk digire nava xwe.

Di heman demê de nivîskar divê xwedî nêrînekî berfireh be û nêrîneke wî/wê ya gerdûnî hebe. Ji ber wêje divê feraseta li gorî nêrîneke cîhanî komî serhev bike û kurguya xwe çêbike. Em ji bîr nekin ku wêje awêneya civakê ye. pêşketina wêje girêdayî çand û zihniyeta civakê ye û wêjeya civakê dibe nirxê civakê.

“Pêşiyên me gotine zimanê xweş maran ji kunê derdixe” di vê peyva xweş de em têdigihêjin ku, zimanê xweş û şêrîn wêjeye. Wêje di her kêliya jiyanê de ji bo me pêwîst e. Dema ku em xwe bilêv dikin, têkilî pêşdixin, pirsgirêkan çareser dikin, waneyekê didin, tiştekê guhdar dikin, stranekê dibêjin, pirtûkekê dixwînin, filmekî temaşe dikin û… hwd. bi kurtasî di her kêliya jiyana me de wêje heye û ji bo me girînge.

Ji bo ku em wêje fêm bikin, wêje ji bo me lazim e. Wêje hunera nêrîn û hestên xwe gihandina mirovan e. Mirov hîn pirtir xuliqkar dibin û bi xweşbînî li cîhanê dinêrin. Di heman demê de wêje xweşikî û biexlaq, girêdana wêje, exlaq û wijdanê pir bi hev re heye. Kesekê êş û azarên civakê jiyan neke û biwîjdan tevnegere nikare berhemekî wêjeyî û rast jî biafirîne. Ji ber dema em bûyerekê bilêv dikin, divê em wê bûyerê hîsbikin û jiyan bikin. Bi wan re bigrî, bikenî û bixwe bibî navenda wê berhemê. Behrem bixwe teyîsandina nivîskare, ji ber wê her nivîskarek şêwazê wî heye. Berhema wêjeyî ya herî serkeftî jî ew e ya ku bûyî malê gel.

Belê ji bo ku em bikaribin hest, nêrîn û bûyerekê bilêv bikin, pêwîstiya me bi wêje heye. Wêje di rastiyê de hunera mirov a xweşik bilêvkirina hemû xweşikahiyan e.

Di heman demê de wêje dihêle mirov xwe û derdora xwe fêm bike. Ji bo mirov xwe bide naskirin û têkiliyan pêş bixwe wêje pêwîst e. Wêje dihêle mirov bikeve ferqa xwe, bi xwe re rûbirû be, fêrî cîhanên din, feraseta ziravî û estetîkê bibe. Wêje hunera mirovên xweşikî avakirinê ye. Carê bi peyvan dilîzî, radibî dansa azadiyê, carê jî pê re şer dikî û carê jî pê re dibî heval. Dibî mêvanê şivanekî û ji çaya qaçax vedîxwî û li bilûra wî guhdardikî. Dibî evîndarek û li çol û çiyan dikevî, wekî Mecnûn bi salan li Leylayê digerî. Li ser sertapên çiyayên azadiyê diqêrî. Dibî dayîka lehengekî ku li ser ewladê xwe yê li hemberî dagirkeriyê ketî cengê dilorînî. Tu bixwe dibî ew lehengê efsaneyî, şûr û mertalê radikî û dadikevî meydana cengê. Dîrokê ji nû ve dinivîsînî. Bi hêrs ser neyaran de diçî, dibî tirsa neyaran û dostê qencan. li ber taviyên baharê şil dibî û li ber siya darekê dirûnî. diçî serê Sîpanê Xelatê dibî mêvanê Xecê û Siyabend, di zinarê Sîpanê Xelatê de çengên Siyabendê birîndar digirî û ji nav wan dol û newalên kûr de derdixî. Li ber pêlên ava Dîcleyê dikevî. Dikevî nav rûpelên spî û li gorî dilê xwe wan pelên spî dixemlînî.

Divê em bi wêje ji nû ve felsefe û jiyanekê biafirînin, wêje bikin bingeha jiyanê, di jiyana xwe de estetîka di tama wêje de ava bikin. Çi lehengî dibin, çi rastiya gelê Kurd dibe û çi jî rastiya tevgera azadiya gelê Kurd dibe, divê em di riya wêje re li cîhanê bidin naskirin, ji ber ku çîroka şoreşê li benda nivîsandinê ye. Hîn qêrîna Bêrîtanan bi zinaran ve hilawêstiye û li benda me ye û bandike. Leyla Qasim ji nava pêlên dîrokê de serî hilda ye û banî me dike û hîn peyvên wê di guhên me de olan dide. komkujiya Geliyê Zîlan, Dêrsim, Berxwedana Seyîd Riza, Şêx Saîd û Qazî Mihemed û rastiya gelê me li benda nivîsînê ye, divê di riya wêje re em vê dîroka bi tîpên zêrîn a bi xwîna pekrewanan ji nû de hatî nivîsandin bi cîhanê bidin naskirin. Lênûs û pênûsa şahidî ji berxwedana sedsalê re kirî divê êdî bikeve tevgerê û em şoreşa wêje bidin avakirin. Ez di wê baweriyê de me ku dema em rastî dest bavêjin lênûs û pênûsa xwe û biceger binivîsin em dikarin cihanê bihejînin û dem û dewran jî ji vê re amade ye, lê divê em biceger bin û guh bidin dengê dîrokê. Divê êdî em bêjin; ger îro nebe kengê? Û ji bîr nekin em neviyên #Ehmedê Xanî#, #Feqiyê Tayran# û #Melayê Cizîrî# ne. Wêje di xwîna me de heye, ji xwe dewlemendiya ziman û çanda me nayê pênasekirin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,398
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://shermola.net/ - 02-12-2022
挂钩项目: 26
小组: 文章
Publication date: 30-10-2021 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
文件类型: 原文
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 02-12-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on08-12-2022
此产品最近更新( سارا ک ):02-12-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,398
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,482
图片 106,126
书籍 19,170
相关文件 96,507
Video 1,308
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!