图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 514,946
图片 104,268
书籍 18,883
相关文件 94,726
Video 1,232
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Çirûskin Li Ser Dewletên Kurdî Di Dîroka Kevnar De
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Nexşeya Kurdistanê

Nexşeya Kurdistanê
Gelê #Kurd# li ser xaka xwe ya Kurdistanê ye, ji dema mirovên kevnar Arktos, melyonek û nîv sal berê, û mirovê Niyandirtal 500 hezar sal berê, û mirovê Kiromayon 50 hezar sal berê . Wilo ta dema mirovê şereza (Homo Sapyans) û gemiya pêxember Nûh 6000 b.z yê (S) û kurê wî yafis ê bavkê nejada Arî ye.
Ji destpêka şehristaniyê ve Gelê Kurd ev dewlet di dîroka kevn de ava kirin:
$Gotî,Kortî,Kotî,cûdî,#kurdî# 7000-2109 b.z(1)$
KOTÎ li çiyayê #Toros# bûn û xwediyê herêma çiyayê #Cûdî# ne,li Mezopotamya jorîn xwedyê çandiniyê û lawirvaniyê ne. Çûne Somer û ew pêşxistin, bi qasî 125(2) salan, bi serwriya 25 padîşahan.
Hin ji wan padîşahan ev bûn: Îmta, Îna Keyîş Aş, Cûdya ,Serlaka, Şolma, Îlolomaş, Înîmabagaş, Înîkşom, Ayarlagap, Îpata, Ayarlankap, Koro Xapîlkîn, Layrabûm,Îrarom, Îpranam, Xaplom, Bozor, Ayar Lakand, Sê Awm û yê dawî Tîrîkom (Tîrîxan).
Kotiyan di şerê bi navê Oman Manda de imperatoriya Akadiyan şikandin û ketine paytexta wan bajarê Akad de û gihana bajarê Babilê di 2250 b.z.
Serleşkerekî Akadî bi navê Aotokeykal di 21 Adarê 2109 b.z de derbeya leşkerî li wan da di cejna Beranan de û padîşahê Gotî yê bi navê (Têrîkan)(3)Têrîxan kuşt û dewlet dagir kir.
$Êlem: (4000 – 800 b.z)$
Paytexta wan li #Rojhilatê Kurdistanê# ye û bi navê “Şûşa” (Soza) tê naskirin.
ji wir belav bûn ta herêma kendava Lor(4) (Xelîc Erebî – Farisî) li Başûrê Iraqê û ketine şeran de bi Akadiyan re nêzîkî sala 2250 b.z.
Êlamiyan bandora xwe ya zimên li Akadiyan kir di dema serokê Êlamî şoşînak de. Wan têkilî bi Gotiyan re girêdan di dema Bozor AnŞoşînak de,û dewlet xurt bû. Vê yekê hişt ku êlên herêmê û dewletên piçûk xwe bixne bin desthilatdariya Êlem de. Serkeftinên Êlemiyan dijî akadiyan hişt ku kurdên Lolo û Gotî ber bi deşta Mezopotamiya jêrîn ve biherikin û rola Akadiyan qels û tune bikin.
Êlemiyan berê xwe dan Babil(5) û destên xwe danîn ser bajarê Or û padîşahê wê Ȇbîsîn dîl anîne paytexta xwe.
Wê xurtbûnê berdewam kir di dema malbata Sogilmah de, di 2000 b.z.
Padîşah Xopan bajarê Ontaş û Zekûra Cogazbîbil ava kirin .
Padîşah Şotrok Naxontî çemê Olay (Karon) derbas kir û bajarên Aşnona ,Dorîkalîcarzo, Sîpa û
Obîs desteser kirin û di şerê Babiliyan de serket û dewleteke herî mezin ava kir.
Di dema padîşahê Êlamî Kurdor Naxontî de şerê giran pêkhat di neqeba wî û Kaşiyan de,yên ku ketibûn Babil de û piştî wan şer qewimî di navbera wan û Akadiyan de, di dema padîşahê Êlemî Şolhak de, yê ku binket di şerê Akadiyan de.
Di sala 750 B.Z de, Êlamî û Babilî bûn yek dijî Aşûriyan(6) lê Aşûr Banîbal bi serket û Soza dagir kir,piştre Êlamiyan xwe kirin yek bi kurdên Mîdî re ta ku xaka xwe bi serokatiya Mîdiyan rizgar kirin û tevlî dewleta wan bûn.
$Horî *xorî: 4000 -750 b.z$
Destpêkê ew xwiya bûn li Rojhilatê Kurdistanê li Rojavayê gola Kespînê.
Rînê Labat dibêje: Horiyan girêdan pêkanîn ser pişta hespên xwe ji heremên Aşûrî, Ermenî, Enatoliya û Sûriya banî, bi girêdanek netewî çandî(7). Nisêbîn ava kirin, dema ku navê wî Nisêbîs bû, piştre paytexta xwe #Orkêş#ê 2500 B.Z ava kirin a niha dibêjinê Girêmozan, rohlatî bajarê Amûdê 6 k.m, têde perestgih û avahiya padîşahê wan Topkêş hatiye dîtin, di nav wan de şêrê Qrkêş (Amûdê) ku niha di muzexana Lûver a Ferensî de heye.
Horiyan li deşta Hemkê mîreşîna Alalaxê li ser çemê Asî ava kirin 2700 b.z û gihane Oxarêt.
Ew dihatin nasîn bi navê Sobarto, navê Sûrî di dema wan de welatê Horo û carinan welatê Soro bû Horî mane bi vî navî ta 1550 b.z . Piştre hatin naskirin bi navê Horîmîtanî (8) .
$Lolo yan Lolobî 2750-828 b.z:$
Paytexta wan Zîmrî bû, li herêma Silêmaniyê , li Hûrîn û Şêxan û Xorato û Zihaw û Kerkûkê belav dibûn(9), bi wan re Cûdî jî hebûn, gihana ta Efrînê, çimkî şûnmayên wan li çiyayê Gewir yan Emanosê hatine dîtin, ew di dema Akadiyan de nexasim serokê wan Naram Sîn(10) di berxwedananê de bûn.
Têkiliyên wan bi Êbla re jî li Bakurê Sûryê xurt bûn. Nîşana vê yekê, dema padîşahê Êbla ji padîşahê Xomazî (Lolo) leşkerên perwerdekirî û mêrxas diwxaze ji dêla wan wê 11 perçeyên ji kelûmelên malan ên bi nirx û ji tep û bi wan re du ristikên gerdeniyan giranbuha jî bide wan.
Di dawiyê de ew li ser destê Şilîmenserê sêyem ê Aşûrî şikestin. Ta niha li Kerkûkê êla Lolo heye.
Piştî wilo ew tevlî dewleta Kaltî ya Kurdî li Wanê bûn û bi padîşahê wan Sardor (Serdar) şer û berxwedan kirin dijî Aşûriyan û têkçûnên mezin ji Şelmaserê sêyemîn re pêkanîn.
$Kaşî -Kaşo 2525-1157 b.z:$
Ew li van deveran bûn: Cezîra Botan – Mêrdîn – Çiyayê Toros – Çiyayê Zagiros – Beravên kendava Lor (kendava jê re dibêjin Erebî yan Farisî) 600 salî desthilatdarî kirin li Somer û Akad bi navê Kurdoniyaş(11) bi alîkariya Gotî û Loloyan, bi serokatiya padîşah Xandîş ê ku karîbû Babilê desteser bike1725-1705 b.z.
Di sala 1700 b.z Ako Kararîm di şerên giran de Hîtî şikandin û kete paytexta wan Xatoşa de, lê dagir nekir, wî peykerên xwedawendên Merdox û Xor Panîtom vegerandin.
Têkiliyên Kaşiyan bi Fer’ûnên Misrê (12) re gelek xweş bûn, kaşiyan çend keçên xwe dane wan, mixabin di dema şerê Fer’ûniyên Misrê bi Mîtaniyên pismamên wan re Kaşiyan alî Fer’ûniyên kirin.
Êlamiyên ku ew jî Kurd IN desthilatdariya Kaşiyan herifandin, Lewra kaşî vegeriyan herêmên xwe yên berê. Kaşî bi zimanê xwe jî nêzîkî Êlemiyan ne (13) û dema Mîdî hatin ew mane di nav wan de xwedî rol.
Soberî – Zêbarî – Sobarto 2000 ta 1100 b.z:
paytexta wan bajarê Melazkurdê bû. Ew ji hûriyan bûn. Dîroknasin dibêjin ku navê wan ji navê Horiyan hatiye. Xor (Sor) yanî Roje, zimanê wan yek e(14)
Tiglat Bilaser ê Aşûrî ew şikandin 1110-1100 b.z Dema bajarê wan ê mezin Şirîş dagirkir, di wê demê de Kurdên kaltî xwedî dewlet bûn. Lewra li başûrê dewleta wan a li Agirî û Wanê wan Aşûriyan navên kurdan kirin Nayrî (15) .
Hêjayî gotinê ye ta îro Sobarî di Kurdistanê de hene bi navê Zêbarî.
$Horî-Mîtanî 1550-700 b.z:$
Paytexta wan bajarê Waşokanî bû, liser çamê Xabûrê li rex bajarê Serê kaniyê .
Horîmîtanî – ketne şerên giran de bi Ferûnên Misrê re. Wan berevanî kirin di ber Sûryê de, bi saya hevbendiya Qadiş (Tilmendo li Kêleka Himsê ye).Peymana Qadiş ji van mîreşînên Sûrî pêkhat: Mîtan, Oxarêt, Amoro, Tonîb, Niya, Nûxî û Qadiş.
belgeyên Misrî yên dîrokî diyar dikin ku Tihotimisê sêyemîn digot min hemû welat û Sûrî kiriye bin destê xwe de, lê ew padîşahê Mîtanî ew ê serserî di riwê min de radiweste û nahêle ez bighim Rojhilatê çemê Feratê, lê ferûnan piştre têkiliyên aştyian e bi wan re pêkanîn, dema keçên wan ji xwe re anîn, mîna Nefertît (Gilo Xîbad) bû hevjîna Eminhotibê çaremîn (Exnaton) û berya wê Matmaya bû hevjîna Tihotimsê çaremîn.
Horîmîtanî diketne şeran de bi Aşûriyan re û bi ser diketin ji 1550 -1250 Aşûrî mane dibin destên wan de(16) .Lê rêveberya xwe ya xweser dimeşandin. Şerên wan bi Hîtiyan re nêzîkî 1250 de hîtî bi ser ketin dijî wan, ji sedema nakûkiyên navxweyî di navbera malbatên Toşrata û Artatama de, Hîtî bi ser ketin û piştgirya Matîwaza (17) kirin û keça xwe danê û bû leystik di destên wan de, ta ku ew bûn xwediyê desthilatdariyê û bi demê re dewlet dagir kirin.
Padîşahên HORÎMÎTANÎ:
Kîrta yê yekem, kurê wî Şotarna yê yekemîn, Partarna Kîrta, Harsa Şatar, Artatama yê yekemîn, Şotarina yê duyemîn, Artaşiwara (Ariştomara), Toşrata, Artatamayê duyemîn, Şotarina yê sêyemîn, Şatwara yê yekemîn, Wazaşta, Şatwara yê diwem, Alta Tîşop û Dava Zer.
Hîtiyên ku ew jî Arî ne welatê wan dagirkirin, lê ketine bin bandora wan a Olî û Çandî de, bi taybet di milê Ziman de. Wilo Mîtiyan bandor li Kaltiyan (Ararato)(18) û Mîdiyan jî kirin.
$kaltî yanî Xaltî – Ararato-1300-700 b.z:$
Paytexta wan bajarê Wanê, yanî Torşeba bû Ermenî jî vê dawiyê tevlî Kurdan bûn û bi hev re desthilatî dikrin û çanda xwe di bara Aşûriyan de paristin(19) dewlet li herêma gola Urmiyê, çiyayê Agirî yanî Araratê, gola Wanê ta çiyayê Şengalê bû, ta niha êla herî mezin a birayên me yên Êzîdî Navê wê Xaltî ye .
Dewlet di sê qonaxan re derbas bû:
1-Dema parçebûyî : Bi şêweyê mîreşînên piçûk ên nehevgirtî bû,Lewra kaltî ketibûn ber êrîşên dijwar ên Aşûriyan de, lê padîşah Aramî 860 -843 b.z ew êrîş hinekî rawestandin.
2- Dema hêzbûnê : Ev serkeftin pêk hatin li ser destê Sardor (Serdar) ê yekemîn 832-830 B.Z, ê ku paytext Torşeba xurt kir û di şerên sîmeryan de bi ser ket. Piştî wî padîşah Esponî gundê Mosasîr Bakurî Rawendozê (Micêsîr) ji Aşûriyan rizgar kir û giha Helebê, Girêsipî û derya Reş.
Dewlet xurtir bû di dema Mînwas û Argiştî yê yekemîn de. Gihane ta bajarê Mîşte li Rohlatê Kurdistanê û başûrî gola Urmiyê û ta Meletya, li Rojava û gola Sîvanê li Ermîniya û bajarê Erzircan û Erziromê. Padîşah Argiştî yê yekem(20) 786-760 b.z, pirek ser çemê Arasê ava kir û Kelih li cem bajarê Yêrîvanê li Ermenîstanê ava kirin 6600 b.z û kete berberiyê de bi Aşûriyan re, ta giha Kerkûkê (Arabxa) û karî bû ku dewleta Manayê (Mîsaniya) ji wan Aşûriyan rizgar bike, li Rohlatê Kurdistanê .Piştî Argiştî, Serdarê duyemîn serkeftin berdewam kirin dijî Aşûriyan û ew parçeyên xaka ku hatibûn dagirkirin rizgar kirin û giha ta bajarê Lobîlo li Azirbêcanê û kete hevbendiya Arpat de (Bajarê Tilrefet li bakurê Sûrî ya niha) dijî Aşûriyan û giha ta Mereşê.
3- Dema qelsbûn û herifandinê: Di şerê navbera Serdorê dyuemîn û Toglat Bilaserê duyemîn ê Aşûrî de, di encamê de Kaltî şkestin.
Dema ku padîşahê kaltî Rosa kurê serdarê duyemîn dît ku Aşûrî mijûl in bi şerê Mîdiyan re 734 -714 wî paytext vegerand û karîbû ku 33 mîreşînan vegerîne li herêma gola Sîvanê û peyman li başûr bi padîşahê Mosasîrê re li dar xist nêzîkî Rewandozê û 22 kelh rizgarkirin ji Aşûriyan li herêma Kurdên Manayî.
Sergonê duyemîn bi artêşeke xurt berê xwe da xaka Kaltiyan û kuştin, şewtandin û talan kirin bikar tanî bi şêweyê hovane (21) Berê xwe da paytextêTorşeba û dagirkir, padîşahê Kaltî (Xaltî) Rosa xwe ji qehra bi xencera xwe, xwe kuşt.
Rosayê duyemîn 685-650 têkilî bi Sêmeryan (Kêmerî) re ava kirin û xwest ku aşîtiyê bi Aşûriyan re pêk bîne, lê padîşahê Aşûrî Aşûr Panîpal ew yek red kir.
Piştre navên van padîşahan: Serdarê (4) û Rosa yê (3) û Rosa yê (4) di demek tarî û nezalal de ji dewletê derbas dibe berya ew were dagirkirin ji layê Aşûriyan ve û ji aliyên wan ve bi nave Nayîrî Ayîrî û Orarto hatin naskirin.
$MANEYÎ: 1000-580 b.z$
Ev xelkên Gotî û Loloyan e, tevlî Hûrî û Mîdiyan bûn, carnan ji wan re dibêjin Mîsanan (22)
Paytexta wan Ezêrta bû, 50 k.m li rojihlatê bajarê Sekizê, li rojhilatê Kurdistanê, li Şino, M ehabad, Sekiz, Zêwa, carnan jî ta bi çemê Arasê bû.
Hertim di bin destwerdana Aşûriyan de bûn. Kuştinên navxweyî çê dibûn ser deshilatdariyê, nexasim di dema padîşah Îranzo yê karî bû dewletê xurtir bike (23). Piştre di dema kurê wî Aza de, mixabin wî pişta xwe bi Aşûriyan xurt dikir dijî Kurdên Xaltî. Dema Mîdiyan gel rizgar kirin ji Aşûriyan Manî jî azad kirin.
$MÎDÎ: (MAD) 727-549 b.z:$
Paytexta wan Cehmezan bû, li cem yonaniya Akpatana ye(24). Niha navê wê Hemezan e, li dawiya Rojhilatê Kurdistanê ye, ew dewlet serdestê Diyako ava bû, ji van êlên Kurd: Bodî, Arîzanto, Bosî, Mîtanî, Partaktî û Moxiyan. Aşûriyan bi xinizî Diyako di mla xwe de kuştin. jêderin dibêjin ew sergonî bajarê Hemayê li Sûrî kirin, vê yekê dewlet qelis kir û bû bingeh ji êrîş û dagirkerên Sîtî re jî, kurê Diyako yê nave wî Firaorta nikarî bû dewletê biparêze ji destên Sîtiyan.
Piştî Firaorta kurê wî Keyexsar bi lehingî tol ji Aşûriyan û Sîtiyan hilda.
Keyexsar hêzeke leşkerî ava kir, ew hêz ji kom û tîm û tûgayên piçûk û mezin bû, li kêleka wan
de segvanên bi tîran û tabûrên peyade hebûn. Wî şoreşa xwe ragihand dijî Sîtiyan ên ku qels bûbûn ji sedema ferehbûna xaka wan a ku digiha ta Filestînê. Berya ku ew şer ragihîne dijî Sîtiyan û Aşûriyan wî xaka dewleta Manayê ya kurdî rizgar kir û ew bûne hêz di şoreşa wî de.
Keyexsar dest bi êrîşên leşkerî dijî Sîtiyan kir û xak bi ceng li dûv cengê rizgarkir. Piştre berê xwe da dagirkerên Aşûrî, lê wî zanî bû ku divê hêzeke mezin hebe dijî wan, lewra wî têkilî û dostanî da dijminên berê û konfederasyona Medan ava kir(25) ji serok û mîrekên Mîdî, Sîtî û Kildanî. Keça xwe Omîd (Omîdsa) da Nibûxiz Nesir ê kildanî, xwedya gulîstanên Babil ên hilawîstî. Keyexsar peyman bi Kildaniyan re muhur kir dijî Aşûriyan, Kildanî Babil, ji başûr ve êrîşî paytext Nînewa bikin û Mîdî ji rohlat û bakur ve. Mîdiyan karîbûn bi cengên giran ji 615-612 b.z bikevin Nînewa de û desthilatdariya padîşahê Aşûrî Zîn Hak Îşkom (Zihak) bi dawî bikin di 21 Adarê de, wê rojê bixin Newroz û sersala Kurdî.
Ewan miletan xwe kirine yek dijî Aşûriyan ji bo xwe ji êrîş û stemkariya wan li herêmê xilas bikin(26) .
Keyexsar piştî dewlet rizgar û xurt kir, nakokî mane ne sererast kirî di navbera wî û Lîdiyan de, lewra şerekî giran 6 salan ji 590 -585 b.z berdewam kir. Ew şer rawestiya dema ku Roj xirabû û wan got nexwe Roj ji me xeydiye, Şer rawestandin. Piştî wî şerî têkilyên aştiyane di navbera wan de ava bûn, dema ku Estiyax kurê Keyexsar bû zavayê padîşahê Lîdî Îlyatis ji keça wî Arînasê.
Piştî mirna Keyexsar 585 b.z kurê wî Estiyax bû padîşah, lê neviyê wî Korş ê Exmînî yê ji keça wî Mendana bi alîkariya serokleşkerê wî Xorpak dewleta Mîdî herifand û dagir kirin 549 b.z.
Di rûyê Exmîniyan de sê şoreş rabûn: Ya Kaomata 522 b.z û ya Xoşrîta Firaorta û ya Gotran Tixoma, lê padîşahên Exmînî yên weke Daryos bi serkutkirin ew tune kirin.
Di dema Iskenderê Meqdonî 333 b.Z de, herêma Mîdiya hinek mafê xweser bi dest xist.
Mîdî di sînorên xwe de gihabûne ta Derya Spî li Sûrî û navê Sûrî hingî bû welatê Sûrmîd (27). Ji layê Rojhilat ve gihabûne Evxanistanê.
Di wan deman de navê Kurdan diyar dibû bi Kardox. Efserê Yonanî Ikzanfon di pirtûka xwe ya dîrokî Anabazîz (28) de dibêje: Dema em ji zindanên farisiyan derketin di şerê bi navê Mîdî – Farsî de, em di xakekê re derbas bûn 401 b.z, jê re digotin Cezîretayê Kardo.
Jêder:
1- Arya kevnar û Kurdistana maynde -R 47- Selewat Gulyamo.
2-Neştecihên kevnar ên di navbera du çeman û li Sûriya bakur de –R76- Can An Kilod MAGRON.
3-Kurd û Kurdistan-P1-R99- Mihemed Emin Zekî.
4-Koka Ereban –R30- D. Cewad Elî.
5- Malpera fermî ya êla zarwên Eqîl.
6-Malpera iliktronî pirtûkxana burca çavdêriyê.
7- pêşiyên (bavikên) Kurdan –R 149- D. Ehmed Xelîl (Sozdarê Mîdî).
8-Rehên Kurdan . Piroto Kurd û Mîtanî – R 80 – Nazim Kok.
9- Kurd û Kurdistan – B2- R20- Mihemed Emîn Zekî.(11)
10- Mîdiya- R 107 – A.M.Diyakon.
11- Kurd û Kurdistan – B2-R24 – Mihemed Emîn Zekî.
12- Dîroka welatê Ereban – R 269- D. Fêsel Evdele û D. Îd Mer’ê.
13- Xuyakirina Kurdan di dîrokê de – D. C emal Reşîd – ji gogel.
14- Horî: Dîrok û şehristaniya wan – R 19- Cirnot Vîlihlim.
15 – Kurd û Kurdistan – B1- R 108 – Mihemed Emîn Zekî.
16– Dîroka welatê Ereban – R 294 – D. Fêsel Evdele û D. Îd Mer’ê.
17 – Kurte dîroka Sûriya kevnar – R 146 – Mihemed Herb Ferzat.
18 – Horî – Dîrok û şehristaniya wan – R 83- Cirnot Vîlihlim.
19 -Manîfisto , doza Kurdî Q 5-R 95 – Ronakbîr Abdullah Ocalan
20- Pêşiyên Kurdan – R 210 – D. Ehmed Xelîl.
21 – Mîdiya– R 209 – A.M . Diyakonov.
22– Jêderê borî – R 260 – A.M.Diyakonov.
23 – Kovara dengê Kurdistan – Hijmara 70 – Evdele şikakî (Qerman).
24 – Mîdiya – R 173 – A.M. Diyakonov.
25 – -Manîfisto , doza Kurdî Q 5-R 94 – Ronakbîr Abdullah Ocalan
26 – Mîdiya – R 187 – A.M. Diyakonov.
27 – jêderê borî – R 319 – A.M. Diyakonov.
28 – Kurd û Kurdistan – R 113 – Mihemed Emîn Zekî.
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,101
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://shermola.net/- 02-12-2022
挂钩项目: 8
小组: 文章
Publication date: 01-12-2021 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 历史
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 02-12-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on08-12-2022
此产品最近更新( سارا ک ):02-12-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,101

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 514,946
图片 104,268
书籍 18,883
相关文件 94,726
Video 1,232

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.33
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!