图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,215
图片 105,529
书籍 19,122
相关文件 96,177
Video 1,299
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
XEMSARIYA NAVDEWLETÎ LI HEMBERÎ ALOZIYA SÛRIYEYÊ
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0
MIHEMED SEYÎD RESAS
Werger ji erebî: Kendal Cûdî
Wezîrekî Fransayê piştî êrişên li dijî Parîsê di Mijdara 2015`an de, ev hevok got:”Agirê ku li Parîsê vêket, çirûska wê li Reqayê destpê kiribû “. Bi vê yekê wezîrê fransî îşaret bi bajarê Reqayê kir ku wê demê paytexta rêxistina #DAIŞ#`ê bû û DAIŞ`ê êrişên li dijî Parîsê girte ser xwe. Di 18`ê Kanûna heman salê de, Encûmena Ewlekarî biryara 2254 a nexşereya çareserkirina aloziya #Sûriye#yê derxist; di vê çarçiveyê de, danûstandin hatin diyarkirin û di meha Çile de destpê kir ku dema wê 6 meh bûn û di meha 7`an a sala 2016`an bidawî dibe. Gelek nîşane wê demê hebûn ku lihevkirina Amerîkî-Rûsî ya der barê çareserkirina aloziya Sûriyeyê, wê ber bibe ferizkirina çareseriyê ve biçe, wekî hevpeymana Daytonê li Yugoslavyaya berê sala 1995`an de. Wê demê, çareseriya navdewletî li ser aliyên şer ên herêmî hate ferizkirin. Lewra, Tirkiyeyê ku wê demê bi #Washington# û Moskovê ve dijber bû, hîşt ku kordînetorê”Desteya Bilind a Danûstandinan”a muxaleftê Riyad Hicab ji danûstandinên Cinêvê ya 3`emîn a bi desthildariya Sûriyeyê re, di Nîsana 2016`an de, vekişe. Tirkiyeyê bi vê yekê xwest ku çareseriya Sûrî ya ku Washington û Moskovê feriz kiribû bêbandor bike. Di heman demê de, Enqereyê ev yek li dijî berjewendiyên xwe didît.
Her wiha, dema ku DAIŞ`ê çemê Firatê li Sûriyeyê û Iraqê ji Cerablûsê heta Felûcê û Mûsilê di havîna 2014`an de kontrol kir, di payîza heman salê de ji bo rêgirtina li hemberî DAIŞ`ê Koalîsyona Navdewletî hate avakirin. Armanca têkbirina rêxistina DAIŞ`ê, piştî ku Amerîka û Rûsya di aloziya Kirim di Adara 2014`an de ji hev dûr ketin, hîşt Washington û Moskovê nêzî hev bibin, ji ber ku têkbirina DAIŞ`ê berjewendiyeke hevbeş bû. Di heman demê de, berfirehbûn belavbûna muxalefta îslamî ya çekdar li Sûriyeyê û kontrolkirina parêzgeha Idlibê û herêmeke berfireh ji herêma Xab di Buhar û Havîna 2015`an de, Washington erêkirin da Rûsyayê ku bi awayekî leşkerî di Îlona 2015`an de destwerdana Sûriyeyê bike, an jî “Bêdengbûnekê erêkirin”der barê destwerdana Rûsyayê li Sûriyeyê bikar anî. Ev rastî piştre di hevdîtina Viyeneyê di Cotmeh û Mijdara 2015`an de derket holê ku Amerîka û Rûsyayê lihev kirine ku aloziya Sûriyeyê li gorî biryara 2254 de, were çareserkirin.
Êdî li vir, ji ber belavbûna DAIŞ`ê li Sûriyê û Iraqê û îslamî jî li Idlibê û herêma Xab, civaka navdewletî careke din giringî da çareseriya aloziya Sûriyeyê. Her wiha, rêya Şam-Humis ji aliyê çekdarên”Ceyş Islam” di Îlona 2015`an de li Domayê hate qutkirin. Di heman demê de, bi êrişên Parîsê re, DAIŞ`ê berê xwe da rojava. Beriya vê girindayîna nû ji aloziyê re, ji ber nakokiyên Amerîka û Rûsyayê ji ber aloziya li Ukranyayê, çareseriya aloziya Sûriyeyê hate rawestandin. Di encama vê yekê de, danûstandinên Cinêvê ya 2`emîn a ku li ser lihevkirina Rûsyayê û Amerîkayê li gorî biryara 2118`an di 27`ê Îlona 2013`an de hate amadekirin ku têde daxwaza lidarxistina Cinêv 2 hate kirin da ku daxuyaniya Cinêv 1 red bike, têk çû. Di heman demê de, biryara navdewletî bi xwe, pişî lihevkirina Amerîka û Rûsyayê der barê çekên kîmyewî li 14`ê Îlonê de, hat.
Giring e ku di vê çarçoveyê de, em îşaret bi nakokiyên Amerîka û Rûsyayê li Sûriyê bikin ku ew nakokî ji dema ku Moskovê Veto di Encûmena Ewlekarî di Cotmeha 2011`an de bikar anî, eşkere bû. Piştre Amerîkayê bi awayekî yekser û ne yekser çek da muxalefta Sûriyeyê, li beramberî wê jî Rûsya di aliyê siyasî û leşkerî de, bi awayekî hêz li kêleka desthildariya Sûriyeyê bû. Di encama vê yekê de, êdî Koşka Spî û Kermilin lihev neciviyan, tenê di Buhara 2013`an de dema hevpeymana Kerry û Lavrov di Gulana 2013`an de li Moskovê. Di wê hevdîtinê de, Kerry û Lavrov lihev kirin ku daxuyaniya Cinêvê ya 1 ku di Hizêrana 2012`an de derket aktif bikin, lê ev lihev kirin tenê li ser kaxezê ma û piştre hevpeymana kîmyewî û biryara 2118 û Cinêv 2 hatin aktifkirin.
Li ser erdê, hevpeymana Kerry û Lavrov pêk hat, ji ber ku Washington êdî destek li ser tevgerên islamî yên Ixwanî qut kir, ku Amerîka rê da wan ku li Misirê û Tûnisê sala 2011 û 2012`an desthildariyê bidest bixin. Di encama vê yekê de jî, piştre Amerîka û Rûsya nêzî hev bûn. Lê ji aliyekî din ve jî, dûrketina Amerîkayê ji îslamiyan ku hemwextî çûyîna mîrê Qeterê Şêx Hemed Bin Xelîfe Al Tan û têkçûna hukimê Ixwan Musilimîn li Qahîreyê çêbû, bû sedem ku têkiliyên Amerîkayê bi Enqereyê re aloz bibin, ji ber ku hevpeymana bi Lavrov re, sîwana Amerîkayê li ser rola Tirkiyeyê li Sûriyeyê rakir. Her wiha, pêvajoya hevkariyê di navbera Washington û Moskovê li Sûriyeyê destpê kir, lê tenê aloziya Ukranyayê ya sala 2014`an hinek rewş ne baş kir. Lê DAIŞ`ê dîsa careke din Amerîka û Rûsyayê gihandin hev. Di heman demê de, Amerîka û Rûsyayê lihev kirin ku rê nedin çekdarên îslamî yên sûrî yên muxalif biser bikevin.
Di vê çarçoveyê de, êdî diyar dibe ku çawa dînamîkên çareseriyên aloziya Sûriyeyê bi hevpeymana Washington û Moskovê di her du biryaran de 2118 û 2254, destpê dike. Lê di 6 salên borî de, ew dînamîk rawestiyan, lê ji aliyekî din ve jî aloziyeke bêdeng di navbera sala 2017 û 2021`an de derket. Ji wan aloziyan, avakirina baregehên leşkerî yên Amerîkayê li rojhilatê çemê Firatê ji sala 2017`an ve, da ku li hemberî hebûna leşkerî ya Rûsyayê bisekine, lê bê ku werin rû hev, tevî ku diyar bû ku li dijî wê bû. Li ser vî esasî, Sûriyeyê yekemîn dewleta li cîhanê ku baregehên leşkerî yên Amerîka û Rûsyayê bi hev re lê hene ku ev rewşeke dijber e, di heman demê de ji sala 2017`an ve, li tu çareseriyekê nehate peydakirin, berovajî ku dema ku her du biryaran 2118 û 2254 êdî ronahiyek dît. Ev yek di demekê de ku Amerîka daxuyanî didan ku wê Sûriyeyê ji bo Rûsyayê bikin”Çirav” û êdî Amerîka herêmên Sûriyeyê yên ku Rûsyayê têde bûn, bi rêya cezayên Qanûna Qeyser ku di Hizêrana 2020`an de kete piratîkê, kirin herêmên aloziyên aborî. Li ser erdê, Washington bi rêya hebûna xwe li rojhilatê Firatê, aboriya Sûriyeyê xiste bin destê xwe, di encamê de rewşa Amerîkayê li Sûriyeyê ji Moskovê xurtir bû.
Balkêş e ku dûrketina Amerîka û Rûsyayê ji hev, derfet ji serokkomarê Tirkiyeyê re Erdogan re hate dayîn ku têkiliyan bi Rûsyayê re ava bike. Di encamê de, gelek herêmên Sûriyeyê dagir bike û xiste bin desthildariya leşkerî ya Tirkiyeyê bi awayekî yekser û hîn caran bi awayekî ne yekser. Di heman demê de, ev dûrketin, derftek ji Tirkan re hate dayîn ku li ser du aliyan bilîzin, nexasim bi berjewendiyên Amerîkayê yên eşkere der barê mayîndekirna rewşa heyî ya li Idlibê û ev yek li dijî daxwaza Moskovê ye. Her wiha, nêzikbûna Rûsya û Tirkiyeyê ya zêde piştî şerê Rûsyayê yê li dijî Ukranyayê, hîşt ku Enqere dûrahiya navîn a ku di salên borî de nêzî Moskovê û Washingtonê dibû, derbas bike. Dibe ku ev nêzikbûna zêde ya di navbera Enqere û Moskovê de, bihêle ku lihevkirinên nû û tevgerên hevbeş li ser axa Sûriyeyê çêbibe, heta niha nayê zanîn ku wê helwesta Amerîkayê li hemberî vê yekê çawa be.
Encam, Washingotin û Moskovê ji sala 2011`an ve, dînamîkên rast ên çareseriyên aloziya Sûriyeyê ne. Dûrketina wan ji hev jî, aloziya Sûriyeyê xiste rewşeke xetimandinê. Di heman demê de, heta niha nayê zanîn ku rûbirûna Rûsyayê bi NATO`yê re li Ukranyayê, wê bihêle li Sûriyeyê werin hemberî hev, tevî bi awayekî ne yekser jî. Lê tekez e ew e ku eger li Ukranyayê çareseriyek çêbû, lihevhatina Amerîka û Rûsya, wê bi xwe re çareseriya navdewletî ya ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê bîne.
Mihemed Seyîd Resas: Nivîkar û lêkolînerekî ji Sûriyeyê ye. Gelek pirtûkên wî hene wekî”Piştî Moskovê”,”Zanebûn siyasî di fikirê islametî de”û pirtûka”Ixwan Muslimîn û Îran”. Her wiha, Seyîd Risas ji sala 1998`an ve, di rojameyên Lubnanê de, dinivîse. [1]
Werger ji erebî: Kendal Cûdî
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览637
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://nlka.net/- 30-11-2022
挂钩项目: 1
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 15-11-2022 (2 年份的)
Original Language: 阿拉伯语
Publication Type: Born-digital
书: 政治
文件类型: 翻译
普罗旺斯: 叙利亚
Technical Metadata
项目质量: 87%
87%
添加( ئاراس حسۆ 30-11-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on07-12-2022
此产品最近更新( سارا ک ):07-12-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览637
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,215
图片 105,529
书籍 19,122
相关文件 96,177
Video 1,299
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!