Biblioteca Biblioteca
Ricerca

Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!


Search Options





Ricerca Avanzata      Keyboard


Ricerca
Ricerca Avanzata
Biblioteca
nomi curdi
Cronologia degli eventi
Fonti
Storia
collezioni degli utenti
Attività
Cerca Aiuto?
pubblicazione
Video
Classifiche
Voce a caso !
Invia
Invia l'articolo
Invia immagine
Survey
tuo feedback
Contatto
Che tipo di informazioni abbiamo bisogno !
Standards
Condizioni di utilizzo
Qualità Voce
Strumenti
A proposito
Kurdipedia Archivists
Articoli su di noi !
Kurdipedia Aggiungi al tuo sito web
Aggiungi / Elimina e-mail
Statistiche di accesso
Statistiche voce
Convertitore di font
Calendari Converter
Lingue e dialetti delle pagine
Keyboard
Link a portata di mano
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Lingue
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Il mio conto
Entra
appartenenza !
dimenticato la password !
Ricerca Invia Strumenti Lingue Il mio conto
Ricerca Avanzata
Biblioteca
nomi curdi
Cronologia degli eventi
Fonti
Storia
collezioni degli utenti
Attività
Cerca Aiuto?
pubblicazione
Video
Classifiche
Voce a caso !
Invia l'articolo
Invia immagine
Survey
tuo feedback
Contatto
Che tipo di informazioni abbiamo bisogno !
Standards
Condizioni di utilizzo
Qualità Voce
A proposito
Kurdipedia Archivists
Articoli su di noi !
Kurdipedia Aggiungi al tuo sito web
Aggiungi / Elimina e-mail
Statistiche di accesso
Statistiche voce
Convertitore di font
Calendari Converter
Lingue e dialetti delle pagine
Keyboard
Link a portata di mano
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Entra
appartenenza !
dimenticato la password !
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 A proposito
 Voce a caso !
 Condizioni di utilizzo
 Kurdipedia Archivists
 tuo feedback
 collezioni degli utenti
 Cronologia degli eventi
 Attività - Kurdipedia
 Aiuto
Nuovo elemento
Biblioteca
Essere Curdo ; Il più grande popolo senza Stato, tradito dalla storia
17-02-2020
زریان سەرچناری
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Canti d’amore e di libertà del popolo kurdo
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
I Curdi nella storia
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
Guerra e Pace in Kurdistan
11-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
GRAMMATICA E VOCABULARIO DELLA LINGUA KURDA
16-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistiche
Articoli 519,155
Immagini 106,480
Libri 19,249
File correlati 96,940
Video 1,379
Biblioteca
Kurdistan. Cucina e Tradizi...
Biblioteca
I curdi / Viaggio in un pae...
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio pos...
Biblioteca
Memorandum sulla situazione...
Biblioteca
Un destino in versi, lirici...
JI RÛSTEM TA HUSÊN…NIRXANDEK LI SER ÇAND Û WÊJEYA DESTANÎ LI ÎRANÊ
Gruppo: Articoli | linguaggio articoli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
voce Classifica
Eccellente
Molto buono
media
Povero
Bad
Aggiungi alle mie collezioni
Scrivi il tuo commento su questo articolo!
elementi della cronologia
Metadata
RSS
ricerca in Google per le immagini relative alla voce selezionata !
ricerca in Google per la voce selezionata !
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

JI RÛSTEM TA HUSÊN…NIRXANDEK LI SER ÇAND Û WÊJEYA DESTANÎ LI ÎRANÊ

JI RÛSTEM TA HUSÊN…NIRXANDEK LI SER ÇAND Û WÊJEYA DESTANÎ LI ÎRANÊ
HISÊN CIMO
Werger ji erebî: Kendal Cûdî
Xwepêşandên ku îro li dijî rejîma Îranê çêdibin, çîrokeke dîrokî ya dûbarekirî vedibêje. Qêrîna yekemîn ji herêma #Rojhilatê #Kurd#istanê# derket; Şoreşên herî bi hêz ên li dijî rejîma ku di dîrokê de li bane Îranê ye(El-Reyî di serdema Ebasiyan de û piştre Esfehan û Tehran) ji rêzeçiyayên Zagrosê ku ji jêr heta bi jorê ve niştecihên wê Kurd in, derketiye. Lê piraniya caran ew şoreş di dawiyê de nagihêjin armanca xwe. Bi gotineke din, ji dema şerê Kela Dimdimê destpêka Sedsala 17`an ku bi qirkirina komî ya hêzên Emîrxan Lebzêrîn bidawî bû, ew şoreş di hilweşandina rejîmê an jî cûdabûna ji rejîmê bi ser neket. Ji ber ku bê hebûna peywendiyeke şoreşgerî di navbera rêzeçiyayan (Kurd) û bane (#Faris#an) de, di dîrokê de nimûneyên hilweşandina rejîmê bi rêbazê derbe-gelêrî tune ye, ji bilî hilweşandina desthildariya Sefewî ji derve li ser destê Efxanan sala 1720`an bi beşdarbûneke çalak a Kurdan ji hûndir ve.
Bi lêvegereke li ser rêveçûyîna şoreşa destûrî ya dirêj û westiyayî di navbera salên 1905-1911`an, em ê giringiya pêkanîna vê peywendiyê bibînin. Bê rola siwarên Bextiyariya Lor niştecihên aliyê rojhlatê Zagrosê û di asta duyemîn de siwarên Tebrîzê, destûr sala 1906`an nedihate rûniştandin û ne jî Şah Mihemed Elî El-Qacarî sala 1909`an de têk diçû. Her wiha, Kurd di pêvajoya şoreşa destûrê de, bi awayekî mezin di aliyê mezhebî de parçe bûn. Di mijara ku pêwîstiya wê bi lêkolîneke berfireh heye, Şêx Eledîn Neqeşbendî ji bajarokê Tiwêla sala 1909`an fetweyek derxist û têde beşdarbûna nava herdu destûran heram kir. Ev fetwe di cihê belavbûna terîqeta Neqeşbendî li Kurdistana Îranê de, dengvedaneke xwe ya mezin hebû.
Ji bo amadekirina zemîna nirxandineke dîrokî di avakirina dîroka Îranê ya nûjen de, heta serhildana heyî û rola Kurdan di van guhartinan de, di aliyê erênî û negatîfî de, divê destpêkê em balê bikişînin ser koka çandî ya fikira”Netewa Îranê”ya nûjen.
Sasan û Al Elbeyt (Malbata pêxember Muhemed)
Ji ber nûjeniya mezhebî ya girêdana Al Elbeyt bi xanedaniya Sasaniyan di aliyê dayîka Şehrbanû keça Yezdekurd şahê dawî yê Sasaniyan, peywendiyek di navbera herdu serdeman de çêbû erebî û Îranî-islamî û zerdeştî. Li ser vî esasî, tevî ku şansê hîn xanedaniyan tune bû ku girêdana wan bi Al Elbeyt re hebê wekî El-Qacariyîn, ev rêbaz di girêdana Al Elbeyt bi Sasaniyan biser ket, ji ber ku îmamê çaremîn ji wan Elî Zên Abidîn di aliyê dayîkê de, neviyên Sasaniyan bû. Ev girêdan ji bo xanedana Sefewî ya Kurdan di bingehê xwe de zelalbûnek bû, ku jêre paşnavekî Haşimî bi awayî împratoriya Sasaniyan afirandin. Ev yek di axaftina bêbawer de ku li ser zimanê Îmam Cefer Sadiq, ji aliyê Mule Bin Xinîs der barê giraniya roja Newrozê, hatiye gotin. Her wiha, di mîrasa Ereban ya nûjen de bi hedîs û rîwatiyên ku qedrê Farisan û çanda farisî bilind dikin, tijî ye. Di heman demê de, hin ji peyrewên destpêkê yên misilmanan”Sehabe”wekî Seîd Ibin Elmusîb dibêje:”Eger ez ne mêrekî ji Qureyş bûme, min hez dikir ku ez bibim yek ji Farisan an jî Îsfehanê”. Di cihekî din de dibêje:”Eger min bi xwesta ez ji xwediyê welatekî bûme, minê bixweste ez ji xwediyê Îsfehanê bûme”.(Ebî Şêx Ensarî-Çînên ku li ser Îsfehanê diaxivin û yên çûne wir-Weşan: Saziya Rîsale ya çap, weşan û belavkirinê-beş 1-r.39)
Dema ku Sefewiyan mezheba Şêî ya Duwazdeh li Îranê feriz kir, wê demê çîneke oldaran ên herêmî ya bi hêz tune bû, da ku mezhba nû di jiyana giştî de birêxistin bikin. Lewra, ji bo dagirtina vê valatiyê, zanyarên Şêî ji Cebil Amil, Behrîn û Ehsa anîn, ango ji herêmên Şêî yên Ereban anîn. Êdî wan dest bi tevgereke wergerê ya berfireh ji dayîkên pirtûkan ji erebî bû farisî, kirin. Kemal Seyîd û Ebas Mûsewî yên ku pirtûka”Avakirin û hilweşandina Dewleta Sefewî”amade kirin, bal kişand ser vê diyardeyê heta ku malbata Behlewî sala 1925`an de hukim bi dest xistin, aktif bû. Piştre, serdema vejîna dîroka Sasaniyan û paqijkirina farisî ji erebî destpê kir. (r.94).
Şêîtî û wêjeya destanî
Bi rêya berfirehbûna rola oldaran, helbesta olî ya hevwateya mezbeha Şêî, derket ser dikê. Bi vê yekê, helbesta destanî ya Farisî ji cihê xwe derket, lê bê ku bi awayekî giştî were veşartin. Ev yek jî bi saya ku Belat Mexol li Dilhî ev cihêrengiya wêjeyî, hembêz kir. Lê, hewldanên xwendina giştî li Îranê ber bi berhemên nû yên ku ji erebî ji aliyê zanyarên Cebil Amil û Behrînê ve hatine wergerandin, çû. Ev zanyaran dibe ku bi awayekî ne plankirî, zimanê farisî ji paşketinê rizgar kirin. Di vê çarçoveyê de, Şêx Elî Kirkî”Cîgirê Îmam”û şêwirmendê Şah Tehmasb, rê nede ku sofîgeriya Qizilbaşî mezheba Şêî di nav xwe de bihilîne. Di heman demê de, ev yek bû sedemekî ne sereke ku zimanê farisî bibe zimanê ol, tev ku di wêjeyên wê pêvajoyê de, zimanê tirkî yê devî bi pêş diket ku piştre bû zimanê hereşeya olî ya Qizilbaş. Bi vî awayî tevî ku zimanê farisî di serdema Sefewiyan de beriz bû, tu derftek tune bû ku Tirkiya hakim bibe zimanê nivîsandinê li Îranê. Her wiha, bi nivîsandina pirtûka gewre “Behar Enwar” a Mihemed Baqir El-Meclisî di serdema Sefewiyan de, mîrasa Şêî bi tevahî ji erebî wergerî farisî hate kirin ku ji 11 cildan pêk dihat. Lê kopiya wê ya niha, 38 cild in. Di heman demê de, berhemên nivîskî yên olî bi zimanê farisî hatin nivîsandin û ev yek li gorî fermana Şah Ebas Duyemîn(1642-1666) pêk hat. Bavê El-Meclisî Mihemed Teqî Dîn pirtûka xwe li ser daxwaza Şah nivîsandin ku Şah piştrast kir ku divê zimanê nivîsandinê farisî be, ji ber ku zimanê piraniya civaka Îranê ye”(Ebas Mûsewî û Kemal Seyîd-Avakirin û Hilweşandina Sefewiyan-r.215)
Beriya ku zimanê farisî bi erka xwe ya mezhebî wekî zimanê mîrasa Şêî ya ne erebî rabe, zimanê tirkî berê xwe dan qesrên hakiman, ne tenê yên ku bi eslê xwe tirk in, lê belê heta hakimê Kurdistanê Erdelanî Eman Ellah Xan û erka wî ya fermî waliyê Sune, ew bi zimanê tirkî bi mêvanên ku dihatin gel wî, diaxivî. Gerokê Birêtanî Claudius Rigg dema ku mîrê kurdî sala 1820`an de dît, balê dikişîne çawa ku bi zimanê tirkî diaxivî ku zimanê tirkî bûye zimanê”Zimanê çîna payebilind a niha li Îranê”(Rêwîtiya Rigg-Dar Erebî ya Mewsudad-r.235)
Di serdema El-Qacariyê de, Şah Nasirdîn Şah bi nexweşiya çûyîna Ewropayê ketibû û ev yek bandor li ser perwerdeyê jî kir. Di serdema wî de, şandeyên xwendekaran diçûn dewletên Ewropayê. Bi rêya van xwendekarên ku piştre vegeriyan welatê Faris, bi awayekî lezgîn bangewaziya farisî ya niştimanî derket holê, ev yek jî ji ber ku wan xwendekar têkiliyên wan bi mamosteyên Ewropî re çêbûn ku li hemberî çanda farisî ya kevnar û Ebasiyan heta asteke mezin rêzdar bûn. Her wiha, ev çîna xwendekar piştre bû rêveberên tevgera siyasî li Îranê û li dijî desthildariya El-Qacarî derketin. Ji aliyekî di ve jî, dema ku rojnamevatiyê li Îranê destpê kir, zimanê farisî cihê xwe di lûtkeya jor de girt û zimanên din ên Îranê yên ne navendî, bi awayekî dijwar bû zimanê nivîsadin û çapkirina nû, lê itîraf pê nedihate kirin, wekî zimanê kurdî û Beloşî.
Beriya ku malbata Behlewî bikeve desthildariyê, nîşaneyên şiyarbûna Îraniyan derket holê, di demeke ku rewşa jiyanê xerab dibû. Şahê ku bi nexweşiya çûyîna Ewropayê ketibû, bi bihaneya dermankirinê, Muzefer Dîn El-Qacarî, rê da şerîketeke Birêtanî ku hemû berhemên tutunê ji xwe re bibe. Lewra, nîşneyên nerazîbûnê ji aliyê xwediyên mezreyên tutunê derketin holê, nexasim li herêmên Loristan, Bextîyariyê û Kehkoliyê. Di encama xwepêşandanên ku bazirgan û çîna olî bi hev re bûne yek, derfeta ku şahî dabû şerîketa Birêtanî, hate betalkirin. Her wiha, di sala 1906`an de, bazirganî îranî yê 79 salî ji ber ku tewanên ku şekir keysbaz kiriye, di bin êşkenceyê de hate kuştin. Piştî vê bûyerê, xwepêşandan ku ji aliyê rewşenbîran û çîna bazirgan ve hate birêvebirin, destpê kir û xwepêşandaran daxwazname ku ji gelek daxwazan pêk dihat, radestî Şah kirin û Şah li ser erê kir. Di wan xwepêşandanan de, xwepêşandaran dirûşmeyên”Bijî netewa Îranê”beriz dikirin. Balkêş bû ku ev cara yekemîn ku dirûşmeyên bi vî rengî di kolanên Tehranê de dihatin berizkirin(Îran 1900, 1980-Komek ji nivîskaran-Saziya Lêkolînên Erebî-Çapa yekê, 1980-r.50)
Beşdariya Qacariyan
Tevî ku El-Qacar Şêîiyên li ser mezheba Duwazdeh in, lê xwepêşandana rengekî xwe yê olî li dijî wan girt. Di wan xwepêşandanan de, sîfetên ku veger jê tune ye derketin holê û El-Qacar bi Yezîd Bin Miawiya ve hate girêdan(Îran-Saziya Lêkolînên Erebî-r.51). Bi vê yekê, yekemîn nîşaneyên ku Şêî bixin bin fermandeariya Farisî ya li dijî xandedaniyên ku eslê xwe ne Îranî ne, derketin holê. Lê El-Qacarî tevî vê yekê jî, roleke wê ya xurtkirina hevgirtina di navbera Al Elbeyt û şahên Îranê yên kevnar hebûn. Lewra, di dirêjahiya sedsala 19`an de, çanda farisî ya klasîk piştî salên ji paşguhkirinê, di serdema Nadir Şah û Kerîmxan Zind di Sedsala 18`an de, vejîn bû.”Wan parastina xwendina giştî ya Şahnama kirin û zarokên xwe li ser navê lehengên ferdosî kirin wekî Kamiran, Bahman, Erdîşêr, Cihangîr. Her wiha, di navbera xwe û Parthian kevnar têkiliyên malbatî ava kirin. Di heman demê de, Cejna Newrozê bi lîstokên agir pîroz dikirin û qesrên xwe motîfên bi Hexamanî û Sasanî dixemilandin. Her wiha, aleke nû ku şêr û roj têde bê, ji xwe re çêkirin. Her wiha, ragihand ku ev al sînorê di navbera xêr û şer de ji rojên Zerdeşt ve ye. Wan li ser ala kevn şûrê Elî Bin Ebî Talib ku xistin destê şêr, zêde kirin. Tevî ku hîn oldar li dijî sembola şêr û rojê derketin, lê ev al bû semboleke neteweyî, ku ji kevana Osmanî cûdatir e”.( Arwend Îbrahîmyan-Dîroka Îranê ya nûjen-r.38)
Di dawiya Sedsala 20`an de, vejîna çanda Îranê di bin sîwana desthildariya hilweşandî, zordar û neberpirsyar ya xanedaniya El-Qacariyê de, bi navendbûna lehengiya dîrokî di kesayeta Rûstemê Zal de, balkêş bû. Ev têpiniyeke balkêş e ku dîroknasê birêtanî û mamosteyê zimanê farisî Ann Lambton bibîr tîne. Ann Lambton pirtûka”Xwediyên erdê û cotkarên li Îranê-1953″nivîsandî ye. Di beşê yekemîn ji pirtûka Rojhilata Navîn a Nûjen ku Albert Hourani û kesên din amade kirine, Lambton beşek bi sernavê”Guhartina civakî li Îranê di Sedsala 19`an de”nivîsand û tê de got:
“Bîranîna împratoriya Farisî ya kevnar di helbestên Ferdosî de dijiyan, tevî ku date winda bûbûn, lê efsane her di dîrokê de serkeftî ye. Hestên ku kesek îranî be bi awayekî xurt ma, ev yek jî bi saya mîrasa wêjeyî ya ku zimanê farisî tîne ziman û li nava civaka Îranê belav bûbû. Lê ji netew zêdetirî, giringîdayîna çandê û ew bîranîn û hestên(Em Îranî ne), êdî nebû esasekî baş ji bo netew bi wateya wê ya nûjen, lewra êdî bîreke zelal û sînordar a hikûmeta hevbeş an jî baş tune ye..”(Rojhilata Navîn a Nûjen-Beşê yekemîn-r.213). Ev yek jî şiroveyeke din dide hevsengiya meyila farisî di şoreşa destûrî ya dirêj di navbera 1905-1911 de, berovajî “Derbeya federal” li Istenbolê ya li dijî Sultan Ebdulhemîd Duyemîn ku ji aliyê komek ji efseran bi coşa civakî ya sar û nerehet pêk hat. Ji ber vê yekê jî, koma Îtihad û Tereqî mîrasekî çandî ya dîrokî ya berfireh negirt û rêveber û îdeologerên wê jî, lehengekî dîrokî yê sembolî ji bo”Netewa Tirkî”nedîtin. Lê dema ku hinek ji wan hewl dan, bi awayekî şermok encamên sosret di wê demê de yê profesorê cihû li zanîngeha Sorbonê (David Léon Cahun (1841-1900) kopî kirin. David Léon Cahun fikir û hizirên wî yên der barê dîrok û netewa tirk bi awayekî mezin bandor li ser avakirina têgihîçtina”Netewa tirk”ya nîjadperestî ya koma Îthad û Tereqî kir. Cahun nirxandineke dîrokî ya şok ji bo netewperestên Osmaniyan bixwe jî wekî Namiq Kemal, kir. Li gorî Cahun, Mexol avakerên giringtirîn împratoriya Tirkiyeyê di dirokî de ne û Cengîz Xan(Ê tirk) gewrtirîn fermandar di dîrokê de ye. (Uğur Ümit Üngör, Young Turk social engineering – r.315).
Berovajî mînaka tirkî, çanda rêveberiya serhildana li dijî xanedana împratoriya kevneşopî ya dawî ya desthildariya(El-Qacariya), ne ji bo hêmana farisî bû. Bi awayekî giştî, di dîrokê de ne naskirî ye, ango kombûn li derdora nijada farisî bû, lê belê gengaz e ku ew ji afirandina rojhilatnasî ya rojavayî ya dereng e û şaştiyeke nivîskî, an jî pê hatiye lîstin ku di serdema Ebasiyan de gihîşt lûtkeya xwe dema ku Îranşehir ji Efganistanê bû Kurdistanê bi kantona”Faris”hate kurtkirin. Lê têpîniya Lambton a balkêş der barê rola leheng di Şahnamiya de ya Ebî Qasim Ferdosî di zindîkirina kevneşopiyên Îranê yên kevnar, wekî muceziyeke çandî ya awarte ye ku ew jî pîrozkirina gelên Îranê ji îslamê kûrtir di dîrokê de nîşan dide. Her wiha, lehengiya di Îranê ya kevnar de, nehîşt ku bi ola nû re were kopîkirin. Dibe ku nîşandana Rûstem bi netewa farisî, wekî xaleke lawaz û derketina ji îslamê ye, ev şêwe jî di serdema malbata Behlewî ya nûjen de belav bûbû û wî ya herî zêde ji ya pişt xwe re Şoreşa Îslamî di aliyê farisî de tundraw bû. Şoreşa Îslamî, giringî da jinûve pîrozkirina lehengiya”Al Elbeyt”, lê bê ku lehengên beriya îslamê betal bike. Di vê çarçoveyê de, di navbera lehengên Şahnamiya farisî û Elî Bin Ebî Talib û piştre Husên Bin Elî heta taybetmendiyên lehengî de, lihevhatinek hebû. Heta gihîşt astekê ku kesayetên di her du serdeman de, rastî têkelbûneke wêjeyî ya di bi dirêjahiya sedsalan di avakirina karakterên lehengî yên yek de, hatine.
Rûstem di”Nameyên nûr”de
Di destpêka Sedsala 20`an de, navê Rûstemê Zal di wêjeya Kurdan de bi awayekî kêm tê gotin, lê heta niha heye. Di pêvajoya şoreşa Ararat a di navbera salên 1927-1930`an de, General Îhsan Nûrî Paşa, navê Rûstemê Zal gelek caran bikar tanî, dema ku şervanên xwe li dijî hêzên Tirkiyeyê, germ dikir. Lê di her hal de, lehengî di çanda Kurdan de, ji ya Faris cûda ye, ji ber ku lehengên Kurdan pir in û ne tenê lehengekî navendî ya giştî ye. Eger hebin jî, lehengên dîrokî yên eşîrên herêmî nagire nava xwe. Di encamê de, lehengê Kurdan li gorî rewşa nenavendbûnê ye, berovajî lehengiya farisî ya pir navendî û tenê her çend sedsalan, carekê dûbare dibe. Lê, di rewşa Rûstem de, nayê dûbarekirin.
Şêx Seîd Kurdî(Nûrsî) bal kişand ser vê taybetmendiya”neyînî”di kesayeta lehengiya Îran de. Her wiha, Nûrsî têpiniyeke bi hêz û kûr di”Sîqetl Islamê”ji fakulteyên Nameyên Nûr bibîr tîne, ku ew beşek ji piraniya axaftina wî di gera wî ya li Kurdistanê di navbera salên 1909-1911`an de, da ku eşîran bi sûdên destûr, qani bike. Di bin sernavê”Pêşgotina çaremîn”Elnoresî behsa neyînên navûdengê û çawaniya” kir û dibêje:
“Eger hûn bixwazin li wêneyê Rûstemê kurê Zal ê menewî binêrin, ê ku di xeyalên kesên ne ereban de mezin bûye, hûnê tiştên matmayî bibînin. Dema ku bi cesaretê navdar bû, destdirêjî li ser pozbilindiya Îranaiyan kir û bi hêza navûdengî êrişî wan kir û bi saya zordariya ku Îranî qet jê xelas nebûn. Bi vî awayî, ew kesayet hate mezinkirin û di xeyalan de gewre bû. Ji ber ku derew, dereweke din bi xwe tanî û propogandeya wê dibû, ev cesareta ne nornmal pêwîstiya bi jiyaneke ne normal û kesayeteke ne normal û pêdiviyên kesayetek wisa, hebû…Heta ku di xeyalên zehniyetê de hate bicihkirin û ew diqîre: (Ez cûreyekî bi serê xwe me ku di kesayetekî de kom bûme, ne weke mirovekî, lê weke heyîneke efsaneyî ku di çîrokên xelkê de tê gotin û efsaneyan pêş dixe, rê li ber kesayetên wekî wî vedike.” (r. 35).
Nûrsî bi awayekî heyranî ev cûreyê kesayetên efsanewî ku derî li pêşiya zordariyê vedike, fêm kir. Lê tevî vê yekê jî, Rûstemê kurê Zal dûrî nimûneyên xwe negirt, gelek caran wekî nîşaneya di çarçoveya”Fermandarên jêrî”li kêleka Selahedîn Eyûbî û Sultan Selîm û Xêrdîn Barbaros, bi bîr aniye.(r.433)
Mînakên wekî Rûstem di têgihîştina lîstina bi mîrasa dîrokî di hin qonaxên diyar de, rolek di nefreta serweriya biyaniyan de, sûdwar e. Ev dûrketin, bi hevdemiya jinûve vejandina efsaneyên îranî ji aliyê çîna rewşenbîr ên ku Şah Nasir Dîn Qacar ji bo xwendinê rêkiribûn dewletên Ewropayê ye, çîna olî yên radîkal û bazirganên îranî yên ku îflasê ketin, ji ber zêdebûna gumrikê li ser madeyên ku tanîn. Di dawiyê de, berjewendiyên çînên ku li dijî hev derdiketin gihîştin, ji bo têkbirina El-Qacariyên ku ji ber serweriya Birêtaniya û Rûsya ya zêde, lawaz bûbûn.
*Hisên Cimo nivîskarê Kurd ji Sûriyeyê ye. Cîgirê serokê beşa siyasî di rojnameya Beyan a Îmaratî ye. Gelek lêkolîn cûr bi cûr û lêkolînên wî yên siyasî û civakî hene. Cimo pirtûka” Takayayên çekdar-dîroka siyasî ya terîqeta Neqeşbendî ya Kurdan”û pirtûka”Enbar..ji şerên zozanan ber bi rêya Herîr” nivîsandî ye.[1]
Questo articolo è stato scritto in (Kurmancî - Kurdîy Serû) lingua, fare clic sull'icona per aprire l'articolo in lingua originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Questo oggetto è stato visto volte 1,301
HashTag
Fonti
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://nlka.net/- 29-11-2022
Articoli collegati: 14
Gruppo: Articoli
linguaggio articoli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 27-11-2022 (2 Anno)
Libro: Letterario
Original Language: Arabo
Publication Type: Born-digital
Tipo di documento: Traduzione
Technical Metadata
Qualità Voce: 96%
96%
Aggiunto da ( ئاراس حسۆ ) su 29-11-2022
Questo articolo è stato esaminato e rilasciato da ( سارا ک ) su 30-11-2022
Questa voce recentemente aggiornato da ( سارا ک ) in: 29-11-2022
URL
Questa voce secondo Kurdipedia di Standards è non ancora esauriti !
Questo oggetto è stato visto volte 1,301
Attached files - Version
Tipo Version Nome Editor
file di foto 1.0.150 KB 29-11-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Articoli
Storia dei curdi
Biblioteca
Kurdistan iraqeno: un caso di passaggio alla democrazia?
Biblioteca
La questione curda

Actual
Biblioteca
Kurdistan. Cucina e Tradizioni Del Popolo Curdo
21-11-2013
بەناز جۆڵا
Kurdistan. Cucina e Tradizioni Del Popolo Curdo
Biblioteca
I curdi / Viaggio in un paese che non c\'è
17-09-2013
هاوڕێ باخەوان
I curdi / Viaggio in un paese che non c\'è
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
Biblioteca
Un destino in versi, lirici curdi
28-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Un destino in versi, lirici curdi
Nuovo elemento
Biblioteca
Essere Curdo ; Il più grande popolo senza Stato, tradito dalla storia
17-02-2020
زریان سەرچناری
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Canti d’amore e di libertà del popolo kurdo
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
I Curdi nella storia
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
Guerra e Pace in Kurdistan
11-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
GRAMMATICA E VOCABULARIO DELLA LINGUA KURDA
16-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistiche
Articoli 519,155
Immagini 106,480
Libri 19,249
File correlati 96,940
Video 1,379
Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Articoli
Storia dei curdi
Biblioteca
Kurdistan iraqeno: un caso di passaggio alla democrazia?
Biblioteca
La questione curda

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Contatto | CSS3 | HTML5

| Pagina tempo di generazione: 0.203 secondo (s)!