Biblioteca Biblioteca
Ricerca

Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!


Search Options





Ricerca Avanzata      Keyboard


Ricerca
Ricerca Avanzata
Biblioteca
nomi curdi
Cronologia degli eventi
Fonti
Storia
collezioni degli utenti
Attività
Cerca Aiuto?
pubblicazione
Video
Classifiche
Voce a caso !
Invia
Invia l'articolo
Invia immagine
Survey
tuo feedback
Contatto
Che tipo di informazioni abbiamo bisogno !
Standards
Condizioni di utilizzo
Qualità Voce
Strumenti
A proposito
Kurdipedia Archivists
Articoli su di noi !
Kurdipedia Aggiungi al tuo sito web
Aggiungi / Elimina e-mail
Statistiche di accesso
Statistiche voce
Convertitore di font
Calendari Converter
Lingue e dialetti delle pagine
Keyboard
Link a portata di mano
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Lingue
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Il mio conto
Entra
appartenenza !
dimenticato la password !
Ricerca Invia Strumenti Lingue Il mio conto
Ricerca Avanzata
Biblioteca
nomi curdi
Cronologia degli eventi
Fonti
Storia
collezioni degli utenti
Attività
Cerca Aiuto?
pubblicazione
Video
Classifiche
Voce a caso !
Invia l'articolo
Invia immagine
Survey
tuo feedback
Contatto
Che tipo di informazioni abbiamo bisogno !
Standards
Condizioni di utilizzo
Qualità Voce
A proposito
Kurdipedia Archivists
Articoli su di noi !
Kurdipedia Aggiungi al tuo sito web
Aggiungi / Elimina e-mail
Statistiche di accesso
Statistiche voce
Convertitore di font
Calendari Converter
Lingue e dialetti delle pagine
Keyboard
Link a portata di mano
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Entra
appartenenza !
dimenticato la password !
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 A proposito
 Voce a caso !
 Condizioni di utilizzo
 Kurdipedia Archivists
 tuo feedback
 collezioni degli utenti
 Cronologia degli eventi
 Attività - Kurdipedia
 Aiuto
Nuovo elemento
Biblioteca
Essere Curdo ; Il più grande popolo senza Stato, tradito dalla storia
17-02-2020
زریان سەرچناری
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Canti d’amore e di libertà del popolo kurdo
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
I Curdi nella storia
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
Guerra e Pace in Kurdistan
11-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
GRAMMATICA E VOCABULARIO DELLA LINGUA KURDA
16-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistiche
Articoli 519,175
Immagini 106,512
Libri 19,250
File correlati 96,956
Video 1,384
Biblioteca
Kurdistan. Cucina e Tradizi...
Biblioteca
I curdi / Viaggio in un pae...
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio pos...
Biblioteca
Memorandum sulla situazione...
Biblioteca
Un destino in versi, lirici...
88 Saliya Wezîrê Eşo
Gruppo: Articoli | linguaggio articoli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
voce Classifica
Eccellente
Molto buono
media
Povero
Bad
Aggiungi alle mie collezioni
Scrivi il tuo commento su questo articolo!
elementi della cronologia
Metadata
RSS
ricerca in Google per le immagini relative alla voce selezionata !
ricerca in Google per la voce selezionata !
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Wezîrê Eşo

Wezîrê Eşo
Nihat GültekinXelata bi navê #Erebê Şemo# wê çaxê didin wî. Di jîyana #Wezîrê Eşo# de cihê Erebê Şemo dereca herî bilind e. Erebê Şemo bi rûsî nivîsiye wek Wezîrê Eşo hêjaye bibe endamê Yekîtiya Nivîskarên Yekîtiya Sovyetîye û Ermenistanê pêşniyar dike.Ez jî wek Kurdên Serhedê her tim bi meraq xebatên Kurdên Sovyêtê dişopînim. Herêma Serhedê, xwedî dîrokeke siyasî, çandî û civakî ya dewlemend û kevnar e. Kurd hawirdorên çemê Erezê yên nêzîkî çiyayên Araratê li ser erdnîgariya Serhedê dihesibînin, wan ji kûraniya dîrokê pê ve li van navçeyan jiyan dikir. Piştre, bi taybetî jî di heyamên şerên di navbera Osmaniyan û Rûsan yên di sedsala 19an, şerê cîhanê ê yekemîn û şoreşa Sovyetê de Kurdên Êzidî yên ku li seranserê Serhedê jiyan dikirin, bûn armanca tîrên çerxa dewletê koçberî Rûsyayê bûn. Kurdên Sovyêta berê bi piranî ji gund, navçe û bajarên Serhedê çûne erdnîgariya Kafkasya başûr. Bingeha wan Serhed e.Di ser weşandina pirtûka min di sala 2018an de amade kirîbû a bi sernavê Kilam û Pênûs, Kurdên Kafkasyaya Başûr Wezirê Eşo re pênc sal derbas bûye. Di dema amadekirina wê kitêbê de min rehmetî Wezîrê Eşo bêtir ji nêzik ve nas kir. Îro şikra xwe bi Xwedê tînim ku min di nav cimeata kurdan de bi dîrokzan û wêjazanekî eyan re mijûl bûme û min kitêba wî daye çapkirinê. Dikarim bibêjim di ronahî dîtina wê kitêbê de rola qîza Wezîrê Eşo Mîdia gelek hêja û rûmet e. A niha Midia li Belçikayê dijî, bi hemû destnivîsarên bavê xwe re mijûle. Piştî mirina bavê xwe hewil da û gelek kitêbên bavê xwe dan çapkirinê.Gundê Wezîrê Eşo*Nihat Gültekin tevî keçên Wezîrê Eşo, Mîdya û Karîne ye (Bruksel) Ew kitêba min amade kir jî ji gelek aliyan de bi min re bû alikar. Carna difikirim dinya birastî jî zehmet û çetine lê mirovên wiha dinyayê xweşiktir dikin. Ronahî dîtina kitêba Apê Wezîrê Eşo gelek reng li jiyana min zêde kir. Min gelek kesan re nasiya xwe da, di nav cimaeta me de qedir û qîmeta me jî tev mezin bû. Ez gelek bextewar, serfiraz û şanaz im, bextê min lêxist ez çûm Belçîka, mala qîza Wezîrê Eşo Midîa û Karîna. Ziyarete min hem ji bona min hem ji bona her dû xwûşka gelek hestiyar bû. Me ev çax jî Wezîrê Eşo bi rêz bîr anî.Dîsa ew pirtûk bû sebeb û ez çend sal berê li aliyê Elegezê geriyam. Ez li 12 gundên kurdan geriyam. Min kitêbên wî gundê Elegezê bir da neferên malbata wî. Ez li mala wan rûniştim û me galegala Ape Wezîr kir. Paşê ez li gundê Pampa Kurdan (Sipan), çûm mala Apê Wezîr a vala. Birastî dilê min gelek şewitî, dema min ew malan wusa dît. Kes lê tunebûn, sê mal ber hev bûn. Li gor gotina hevale bi min re digeriya yek ya wî bû, du heb jî yên birayê wî bûn.Di goristana gund de em çûn li ser merzele birayê wî Şîralî û qîza wî Leyla yê jî. Ewana erdhêja di sala 1988an de, jîyana xwe winda kiribûn. Me li vir dua xwend, li ser rûhê wan. Paşê ez çûm dibistana Fêrîkê Ûsiv. Di navbera salên 1958-1961an de Wezîrê Eşo di wê dibistanê de midûrtiya dibistanê kirîbû. Ew çax navê mektebê Fêrîkê Ûsiv nebû. Di çend salên dawî de ew nav dabûnê dibistanê. Dixwazim wê bibêjim, piştî çapkirina kitêba min, meraqa min li ser Kurdên Sovyetê hîn zêdetir bû. Piştî çapkirina kitêbê, gelek tiştên nehatibû hişê min, min dabû jîyankirinê.*Nihat GültekinDi van rojên dawî de fuara pirtûkan li Stenbolê hebû. Fuar neh roja berdewam kir. Çar rojan ji seet 11an heta pêncê êvarê roja îmzaya min hebû. Min pirtûka derheqê Wezîrê Eşo, Kilam û Pênûs û pirtûkên min î îsal ronahî dîtibûn bi navê Jîyaneke Li Pey Zanyarîyên Kurdî – Kurdolog Prof.Dr. Celîlê Celîl tev pêşkeşî xwendevanan kir. Me gelek caran jî sohbet kir derheqa wan nivîskar û dîrokzanên me yên mezin de. Ez bi xwe wan rojan û wan hewldanan ji bo pîrozkirina 85 saliya Wezîrê Eşo dibînim. Birastî jî di wan rojan de her tim difikirim bona mamosteyê xweyî mezin û dilfireh.Li Gurcistanê tê dinêWezîrê Eşoyê Hûtî Begê 1ê Mijdara sala 1934an li payîtexta Gurcistanê-Tivlîsê hatiye dinê. Ew ji malbateke kurdên ezdî ya eşîra Eşoya Hûtî ye. Ji êl-eşîra Sîpka ji bereka Wîte ye. Pêşîyên wî, ji ber zor û zilma dewleta Osmanî û nemamiyên hinek serokên kurdên musluman yên nezan û dûrnedîtî her wa koç û bar kirine. Ji çiyayên Şengalê gihîştine Elaşgirê, Entavê. Cîwarê berê yê malbat û eşîra nivîskar û dîrokzan Wezîrê Eşo ji navçeya Elaşgira li ser Agirî ye. Ji wir jî dawiya sedsala 19an hatine navçeya Dîgorê. Li wira di nav gundên kurdên musluman de 16 gundên êzdî şênkirine. Sala 1918 a gava tirk êrîşê tînin ser qeza Qersê û Komara Ermenistanê, mala kalikê wî jî ji wir koç dikin. Tên navça Axbaranê gundê Pampê dihêwirin. Lê piştî zemanekî kin ji wir jî berê xwe didin paytextê Gurcistanê Tivlîsê. A lema pêşiyên wan dibêjin Me du bav li cîkî, warekî binax nekirine.*Wezîrê Eşo, Gulîzera Baro û zarokên wan Miraz, Mîdya û CemalLi wir di jîyana malbata Wezîrê Eşo de tiştên herî girîng mirov dikare bibêje, mamostetiya Kamiran Bedirxan û perwerda zimane kurdî ye. Rola Kamiran Bedirxan li ser malbata wî gelek mezin û watedare. Li wir ji bo kesên xwendin û nivîsandina wan tunebûye, dibistan tê vekirin. Dibistan malbata Bedirxanan Kamil Beg vekiribû û di wê de dersên ziman û lîteratûra kurdî didan. Bavê Wezîrê Eşo li Tivlîsê him kar dikir û him jî dixwend. Bavê wî dibe şagirtê wê dibistanê ya ku ji bona karkerên bajêr hatibû hazirkirin. Dayka wî jî diçe sewîxana Celaloxlî yê. Dayîka wî xwendina êlêmêntar di sêwîxanê de bi dest anî bû. Heyşt kur û keç pey dê û bavê wî dikevin. Hemû jî xwendina xwe temam dikin. Di sala bûyîna wî de malbata wî dîsa vedigere gundê Pampê. Wezîrê Eşo wan salan ji bavê xwe çîrokên Qersê guhdarî dike. Ew vegotina çîrokan ji bo jiyana wî gelek giring in.*Wezîrê Eşo, Gulîzera Baro û zarokên wan Miraz, Mîdya, Karîne û CemalDest bi dibistanê dikeXwendina xwe ya ewil û navîn di dibistana gundê xwe Pampê (niha Sîpan e navê wî. Li herêma Ermenîstanê ya Aragasotinê) û bi giranî bi zimanê ermenî bi cî aniye. Meta wî Meyane û mêrê wê Eloyê Ûsiv, Wezîrê Eşo dibin bal xwe Tivlîsê û li wira jî Lîseyê, di dibistana ermenî, jimara 23a de dane ber xwendinê. Pişti xilaskirina dibistanê, sala 1953ê dokûmanên xwe hildide û berê xwe dide Êrîvanê, hema wê salê jî întîhanên qebûlkirinê dide û ew di fakûltêta dîrokê de tê qebûlkirinê. Sala 1958ê fakûltêta beşa Zanîngeha payîtextê Ermenîstanê - Yêrêvanê ya dîrokê xilas dike.*Serokê dibistana Gundê Sîpanê (Pampa Kurdan) Wezîrê Eşo, tevî şagirtan. (1958-1961)Piştî mirina Stalîn sala 1953ê qedexa li ser çand û zimanê kurdî tê rakirinê. Rojnama kurdî Rîya Teze dîsa dest bi weşanê dike. Di Akedemîya Ermenistanê ya zanistîyê da beşa Kurdzaniyê vedibe. Di Radyoya Ermenistanê de beşa axaftinên bi Kurdî hatin vekirinê. Di Seksîyona helbestvan û nivîskarên Ermenistanê de dicivin ser hev. Li Êrîvanê xwendinxana Kurdî ya amadekirina dersdarên ziman û edebîyeta Kurdî tê vekirinê. Hela hê xwendakarê ûnîvêrsîtê ye dixwaze ciyê xwe bibîne nava vê meydana çanda kurdî ya fireh de. 1958ê xwendina xwe xilas dike û li gundê xwe Pampê weke berpirsiyarê dibistanê dest bi kar kiriye. Heta sala 1961ê weke serokê dibistana gundê xwe Pampê kar kiriye. Wan salan rojnama di Riya Teze de hêdî hêdî nivîsarên wî derdikevin. Di sala 1958an de çîroka wî ya bi navê Ala Sor tê weşandinê. Dîsa wan salan destpê dike ji bo wergeran. Di nava nivîskarên ermenî û rûsan de, dîsa di nav meydana edebiyatê de jî tê naskirinê.Lênîngiradê beşa kurdzaniyêji bona amadekirina Kurdzanan, beşa Kurdzaniyê tê vekirinê. Kêmasiya wî jî hema ew bû. Ew li ûnîvêrsêtê de bûbû zane, pisporê dîroka pir gelan, lê her tenê ne ya gelê xwe. Ji ber ku di programê de cî nedidan wê dîrokê. Ew û şaîrê bi nav û deng Şikoyê Hesen piştî îmtihanên beşa Kurdzaniyê de tên qebûlkirinê. Serokê Kurdzaniyê Hecîyê Cindî bû ew çax. Bona ewana bikaribin di arşîv û pirtûkxanên dewlemend de, li ber destê pisporên dîrok û zimanê Kurdî di nava wan zanebûnan de kûr bibin, wan dişînin bajarê Pêtersburgê. Li wir usa jî beşa Kurdzaniyê di înstîtûta rojhilatzaniyê de bi serokatiya Kurdzanê bi nav û deng Qanatê Kurdo hebû.Salên 1961-1963ê li Lênîngiradê (niha Pêtêrsbûrg) di beşa kurdzaniyê de ya Înstîtûta Rojhilatzaniyê, bûye pisporê dîroka Kurdistanê. Dema doktora xwe dixwaze temam bike, kesên navdar wek İ. Orbeli, Heciyê Cindî, Qanate Kurdo, Eminê Evdal ji nêzik de nas dike. Û paşê dibe asistane Heciyê Cindî û Eminê Evdal. Ew sal ji bo wî gelek kêrhatî derbas dibin. Ji ber ku kurdologên der dora Qanate Kurdo civiyane, berhemên klasîkên kurda yên Ehmedê Xanî, Feqîyê Teyran, Harîs Bitlisî, Silêman Selîm, Şerefxan Bîtlîsî, Xosra Xan, Benî Erdalan, Mestûrê Erdelanî, Mele Mehmûd Bayazidî vedigerîne zimanê rûsan. Ew jî di nav wan xebatan de turike xwe tijê dike û ew bi barxaneke Kurdzaniyê ya giran va sala 1963ê vedigere Erivan - Ermenîstanê.Di Radyoyê de kar dike*Wezîrê Eşo, tevî rewşenbîrên Kurdên KafkasyayêDi navbera salên 1964-1994ê de wek rêdaktor, serrastkir û kontrolkirekî çapemeniya Ermenîstanê yê sereke, her usa jî wek rêdaktor-wergerê beşa weşanên bi kurdî ya Radiyoya Ermenîstanê li Yêrêvanê kar û barên xwe bi cî tîne. Li ser du kurteromanên wî jî radyokompozîsya çêdike Koçekê derewîn û Tîgran û Mehmûd. Ew weke aktor jî di wan şanoyên radyoyê de peş da dihat. Wezîrê Eşo xizmeta şanogeriya kurdî jî gelek salan kiriye. Lê komêdiya Wezîrê Eşo ya bi sernavê Remo, Şemo, Temo û lawik çend salan ser sehna Têatiroya Elegezê ya kurdî ya gelêrî bi serkeftin hatiye nîşandanê. Di radyoya Yêrêvanê de ew pir salan şîretkarê derhênan bûye, di warê amadekirina şanoyên radiyoyê (radiokompozîsiyan) de yên li ser bingeha berhemên nivîskarên kurd û ermenî çêkirî. Di ber de jî karê nivîskariyê û yê cîvakî jî meşandiye.Di xebatên xwe ên radyoyê de salên dawî ew dibe cîgirê seroke Şewra Rewşenbîrên Kurd yê Ermenistanê. Di Rojnama nivîskarên Kurd ya Botan ê de wek endamê rêdaksiyona wê, kar dike. Di sala 1976 û sala 1978an de bi pêşniyariya Erebê Şemo û Hecîyê Cîndî dibe Endamê Yekîtiya Nivîskarên Ermenistanê û Sovyetê. Her i Yekitiya de jî wek endam tê qebûl kirinê. Wek nivîskar berhemên wî di rojnameya kurdî ya Riya Teze de û her wiha bi wergerên li ser ermenî û rûsî di rojname û kovarên Ermenîstanê yên wêjeyî de ji sala 1958ê û vir de hatine çapkirinê. Berhemên wî yên lîtêratûra bedewî weşanên kurdî yên bi radiyoyê jî xemilandine. Novêl û wergerên Wezîrê Eşo yên lîtêratûra bedewî, bi tayîbetî bîranînên wî li ser Erebê Şemo di berevokên berhemên nivîskarên kurd de jî hatine çapkirinê, ku salê carekê bi sernavên Bahara teze û Bahar li Yêrêvanê salên 80î û 90î hatine weşandinê.Tekiliya wî bi Ereb Şemo re*Ji Yekîtiya Nivîskarên Komara Ermenistanê ya Sovêtî ra! Pêşniyarnameya Erebê Şemo ji bo Wezîrê Eşo nivîsiyeXelata bi navê Erebê Şemo wê çaxê didin wî. Di jîyana Wezîrê Eşo de cihê Erebê Şemo dereca herî bilind e. Erebê Şemo bi rûsî nivîsiye wek Wezîrê Eşo hêjaye bibe endamê Yekîtiya Nivîskarên Yekîtiya Sovyetîye û Ermenistanê pêşniyar dike. Derheqe Erebê Şemode bîranînên xwe wiha qal dike; Min Erebê Şemonedît, min tenê nav û denge wî bihistî bû. Çimkî Erebê Şemodi sala 37an de li Leningradê sirgûn kirin Sibîrya ye. Li wira ma heta sala 1954an. Heta piştî mirina Stalîn, Stalîn di sala 1953an da mir. Min nav û dengê wî bihîstî bû. Erebê Şemowaxte vegeriya hat salek li Gurcistanê ma.Waxte Erebê Şemo vegeriya, sala 1954, 55, 56 bû, nayê bîra min. Ez rojek çûm redaksiyona Riya Teze min dît berpirsiyar Mîroyê Esed rûniştiye, camerek jî pêş berê wî ye. Min bala xwe daye, Erebê Şemomin careke ji dûr ve dîtibû. Lê ji nezîk ve min nedîti bû. Lê ji hev re nas bûn. Mîroyê Esed ji min re got, 'Keremke Wezîr were', ez cahil bûm, xort bûm. Min got 'na, biborîne, ez ê carekê din bêm'. Min got 'şerme, mêvan hene', Erebê Şemo bale. Ez dertêm, Erebê Şemo dixwest gelek mirov nas bikira. Eslê gişta zanibû, çiqas kurd hebû eslê gişta zanibû yên Ermenistanê, di bav û kalan de. Dipirse Mîro ew kî bû? Miro jî dibêje ew kurê Eşo ye. Eşo kurê kê bû, ew jî kurê Hûtî bû. Hûtî Beg jî serokê êla Sîpka bû, li alîye Qersê, Dîgorê. 'Pî' dibêje 'ez di bexte te de me, neviyê Hûtî Beg bîne cem min'. Dibê 'bîne were'.Li pey min ketin. Mikaîlê Reşîd rehmetî, helbestvanê me yê eyan pey min ket, Wezîr were gazî te dikin, Erebê Şemo gazî te dike. Min got Erebê Şemo ji ku min nas dike, ez zarok bûm, hê xort bûm. Ez çûm, ji min re got; Ez di mala kalke te de du meha mame. Min mêr kuştîbû, ez du meha di mala kalke te de mam. Çimkî şûpha dewletê nediçû ser, eze mala karmendekî dewletê de bimînim. Kalke min sereke êlê bû, wek karmende dewletê dihat hesibandin. Got ez du- sê mehan di mala kalke te de mame, min nanê mala kalke te xwariye. Navê pîrka min jî bibîr anî. Û wê şûn de tekiliyên min û Erebê Şemo bi hev re nêzik çêbû. Sala 81ê min dixwest ez bibim endamê Yekîtiya nivîskaran. Gotî çend nivîskarên kevn û navdar, gerekî kefîldarî bida min. Yek wan jî Erebê Şemo bû. Heta niha jî destnivîsa wî li cem mine. Bi rûsî nivîsiye wek Wezîrê Eşo hêjaye bibe endame Yekîtiya Nivîskarên Sovyetiye û Ermenistanê. Piştî mirina wî min di bîranîne xwe de weşandine, di berevoka bahar de.Kitêbên Wezîrê EşoHetanî niha ev pirtûkên Wezîrê Eşo yên berhemên lîtêratûra bedewî, zaniyariyê û wergeriyê hatine çapkirinê : Mizgînî (Yêrêvan, 1976); Xebera dosta (berevoka novêlên nivîskarên ermenî bi pêşgotin û wergera ser kurdî); Dengbêj kal bibû (Yêrêvan, 1983); Xaçatûr Abovyan, Kurd, Êzdî werger, pêşgotin, pênasîn û pêradanok yên Wezîrê Eşo (Yêrêvan, 1986) ; Pamp-Sîpan (Yêrêvan, 1986) ; Dosya Barzanî sandoqa Stalîn ya polayî da (bi kurdî, Hewlêr, 2007, bi wergera ser erebî : Hewlêr, 2008) ; Pariyê berdemayî (Hewlêr, 2008) ; Kurdzanê mezin Qanatê Kurdo (Bilxaristan, 2010) ; Zargotinzanê kurd yê mezin » (bi ermenî, Yêrêvan, 2010), ev pirtûk ser jiyan, kar û barê Heciyê Cindî hatiye nivîsandinê; Simoyê Şemo: jîyan û kar (bi kurdî, Yêrêvan, 2013); Pirtûkên Kurdî li Ser Kurdan- Li Ermenîstanê (bi kurdî, Brûksêl 2016); Sîber (bi kurdî, Diyarbekir, 2016); Qirme (bi kurdî, Diyarbekir, 2016); Tosinê Ûşan (bi kurdî, Diyarbekir, 2016); Îtbarî (bi kurdî, Diyarbekir, 2016); Hosta Hovannes (bi kurdî, Diyarbekir, 2016); Kilam û Pênûs (bi kurdî, Diyarbekir, 2018, Amadekar Nihat Gültekin), Pariyê Berdemayî (bi kurdî, Diyarbekir, 2020);Di 74 saliya xwe de zimanê kurdî hîn dibeDema di 74 saliya xwe de di hevpeyvîneke xwe de wiha gotibû, Ez hê zimanê kurdî hîn dibim. Hezkirina xwe ya zimane xwe aniye ziman û di nivîskariya xwe de her tim xwestiye moralê milete xwe bilind bike. Di rojnama Riya Teze de 200, di radyoya Rewanê de jî 800 heb maqale nivîsîne. Gotar û raporên wî yên bi tayîbetî li ser pirsên kurdzaniyê û li ser kurdzanan, li ser dîrok, wêje û çanda kurdên Yekîtiya Sovyêtiyê û Ermenîstanê bi şiklê lêkolînên zanyarî di berevok, rojname û kovarên Ermenîstanê, Rûsyayê, welatê Avrupayê û Herêma Kurdistanê ya Fêdêral de bi kurdî, ermenî, rûsî, almanî hatine çapkirin. Hinek nivîsarên wî jî piranî li ser jîyana rewşenbîr û nivîskarên eyan e. Redaktoriya 15 kitêban kiriye, pêşgotinên 14 kitêban jî nivîsiye. Ew kitêbana hatine çapkirinê, ku her yek ji wana wek xebat, lêgerîneke zanyarî tê dîtinê.Wergervaniya wîWezîrê Eşo di warê wergervaniyê de jî xizmeta pêşxistina wêjeya kurdî û xwendevanên wê kiriye. Ewî gelek berhemên nivîskarên ermenî yên kilasîk û hemdem yên dûznivîsarê bi giranî yên li ser jiyana kurdî û qehremanên kurd bi wergerên xwe, kirine mal û milkê xwendevanên kurd. Bi wergera wî her wisa jî kurteromana nivîskarê rûs yê mezin Arkadî Gayîdar ya bi sernavê Têmûr û koma wî beşa pirtûka fêran ya Zimanê kurdî ya ji bona sinifa çara hatiye bicîkirinê.Niha çend pirtûkên Wezîrê Eşo li ber çapêne û ji bona weşandinê tên amadekirinê.Wezîrê Eşo di dawiya jiyana xwe de bi giranî li ser lêkolîneke berfireh karê xwe berdewam dikir ya ser kar û barê Barzaniyê Nemir li Yekîtiya Sovyêtiyê ya berê salên 1947-1958an.Reşnivîsarên bîranînên Wezîrê Eşo, novêl û kurteromanên wî yên nû û çapnekirî têra dagirtina çend pirtûkên sitûr dikin. Hevîdarim wê di demek nêz de ronahî bibîne.Piştî hatina li Avropayê Wezîrê Eşo kar û barê xwe yê berhemdariyê û civakî berdewam dikir, wek endamê Instîtûya Kurdî ya Brûkselê. Lê pişt re bû endamê Bûroya Kurdî ya Pêwendî û Agahdariyê li eyînî bajarî. Wezîrê Eşo di dîroka 23.01.2015an de emrê Xwedê kir. Li pişt xwe xizmetek mezin û navêkî qenc hişt. Em îro carek din ji bo 88 saliya wî, Wezîrê Eşo bîr tînin, yê her dem di dilê me de be.(NG/FD) Çavkanî:Kurdzanê Mezin Qanatê Kurdo - Wezîrê EşoÇanda Kurdên Sovetê- Eskerê BoyikKilam û Pênûs (Diyarbekir, 2018, Amadekar Nihat Gültekin)*Fotograf: Arşîva Nihat GültekînîÇavkaniya Nivisê: Bîanet Kurdî  Kaynak: 88 Saliya Wezîrê Eşo[1]
Questo articolo è stato scritto in (Kurmancî - Kurdîy Serû) lingua, fare clic sull'icona per aprire l'articolo in lingua originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Questo oggetto è stato visto volte 676
HashTag
Fonti
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://bianet.org/- 28-11-2022
File correlati: 10
Articoli collegati: 3
Articoli
Biografia
Date & eventi
Gruppo: Articoli
linguaggio articoli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 26-11-2022 (2 Anno)
Libro: Memoir
Libro: Scenario
Publication Type: Born-digital
Tipo di documento: Lingua originale
Technical Metadata
Qualità Voce: 99%
99%
Aggiunto da ( ئاراس حسۆ ) su 27-11-2022
Questo articolo è stato esaminato e rilasciato da ( سارا ک ) su 30-11-2022
Questa voce recentemente aggiornato da ( ئاراس حسۆ ) in: 21-07-2023
URL
Questa voce secondo Kurdipedia di Standards è non ancora esauriti !
Questo oggetto è stato visto volte 676
Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!
Biblioteca
Kurdistan iraqeno: un caso di passaggio alla democrazia?
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
Biblioteca
La questione curda
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
Articoli
Storia dei curdi

Actual
Biblioteca
Kurdistan. Cucina e Tradizioni Del Popolo Curdo
21-11-2013
بەناز جۆڵا
Kurdistan. Cucina e Tradizioni Del Popolo Curdo
Biblioteca
I curdi / Viaggio in un paese che non c\'è
17-09-2013
هاوڕێ باخەوان
I curdi / Viaggio in un paese che non c\'è
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
Biblioteca
Un destino in versi, lirici curdi
28-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Un destino in versi, lirici curdi
Nuovo elemento
Biblioteca
Essere Curdo ; Il più grande popolo senza Stato, tradito dalla storia
17-02-2020
زریان سەرچناری
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Canti d’amore e di libertà del popolo kurdo
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
I Curdi nella storia
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
Guerra e Pace in Kurdistan
11-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
GRAMMATICA E VOCABULARIO DELLA LINGUA KURDA
16-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistiche
Articoli 519,175
Immagini 106,512
Libri 19,250
File correlati 96,956
Video 1,384
Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!
Biblioteca
Kurdistan iraqeno: un caso di passaggio alla democrazia?
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
Biblioteca
La questione curda
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
Articoli
Storia dei curdi

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Contatto | CSS3 | HTML5

| Pagina tempo di generazione: 0.75 secondo (s)!