Nav û paşnav: Gula Ebdî
Navê tevgerî: Hec Gul
Navê bav: Mihemed
Navê dayîkê: Ayşa .
Cih û dîroka ji dayîkbûnê: Gundê Xizênê di sala 6.10.1950’an de.
Cih û dîrok şehadetê: Bajarê kobanê, di sala 16. 6 .2015’ an de.
Şehîd Kula Ebdî. Li gundê Xizênî girêdayî bajarê #Kobani#yê ji dayîk bûye. Navê wê yê pê dihat nasîn jê re Hece Gul dihat binavkirin. Navê bavê xwe jî Mihemed e. Navê dayîka wê jî Ayşa ye. Di meha 6. 10 . 1950’an de ji dayîk bûye. Ew di nava malbateke oldar de mezin bûye. Ku tê zanîn bavê wê xocebê bûye, her wiha dayîka wê jî şêx bûye û navê Ocaxê wan jî Bobe bû. Lê ew dayîkeke welatparêz bû, ji ber ku ew di destpêka şerê kobaniyê de tevî zarokên xwe li ber êrîşên çeteyê da’şê koçberî Tirkê bûn. Piştî şeş mehan, piştî ku bajarê Kobanê hate rêzgar kirin, ew bi tevî zarokên xwe vegeriyan bajarê Kobaniyê. Wê demê dît her tiştê xwe weke xwe nemaye û mala xwe bigiştî hatiye roxandin. Lê ew bi dilekî xemgîn û dilekî kêfxweş derbasî mala xwe bû û mala xwe weke berê avakir. Hemû zarokên xwe li der dora xwe kom kir dîsa dest bi jiyana xwe kir. Şehîd Gulê Ebdî piştî ev êş û azarên dîtî hîsa netewî li ba wê hin ji berê gerimitir bû. Ew dayîk û dapîra gelek zarokan bû ji aliyekî din de jî beriya dehe salan berê ku koçber bibe çend zorokên xwe tirîzinekî çend zarokên xwe û ê kurê wê jiyana xwe ji destdan. Di wê demê de gelek zarokê xwe yèn sêwî xwedîkirin. Di wê demê heya roja jiyana xwe ji destda li rastî gelek êş û azar tevî ew êş azaran ew beşdarî gelek komxebatan dibû tevî ew meş û çalakiyên têde.
Ew dem dinya Rocî bû, Hec Gulê birayê xwe ji wê re goşt anîbû, Gulê pê zarokên xwe bigiştî mala xwe de’wet kirin bihev re fitara xwe vekirin. Gulê piştî rabû se’orên xwe û xwar. Bi azana sibê re çeteyê da’aşê ew û du kurên wê şehîd xistin.
Sedema mirina şehîda kulê ji ber ku careke din li ber ew êrîşa da’şê ya ku careke din li ser bajarê koban hate û gelek kes dikomkojiya kobanê de kesan jiyana xwe ji destda.Di meha 16.6.2015 ' an de sipartin axê. Navê Goristana ku tê de hate bin ax kirin navê wê lê hate kirin Komkonya kobanê hate kirin. Ango Goristana rojekê hate bi nav kirin.[1]