Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 519,364
Bilder 106,561
Bøker 19,263
Relaterte filer 97,043
Video 1,384
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-...
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-k...
Bibliotek
Det som var vanskelig å lev...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Jan Dost: Danerê yekemîn ferhenga Kurdî/Erebî – Yûsiv Diyaaddîn Paşa Elxalidî (1842-1906)
Gruppe: Artikler | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Nivîskarê Kurd Jan Dost

Nivîskarê Kurd Jan Dost
Yûsiv Diyaaddîn, kurê qazîyê Meraş û Erzeromê Mihemmed Elî ye, kalikê wî ji hêla dê de, Mûsa Elxalidî, qaziyê Anadolê bû. Wî di biçûkanîya xwe de li camiya El Aqsayê li bajarê Qudsê xwend û pişt re xwest berê xwe bide zanîngeha El- Ezher ya Misrê li Qahirayê, lê bavê wî berê wî da girava Maltayê da ku di fakulta Protistantî de bixwîne.
Du salan li wir ma heta birayê wî Yasîn ew şande Stenbolê da ku bijîşkiyê bixwîne, lê dilê wî û wê xwendinê nebû, îca piştî salekê dev jê berda û tev li fakulta Robert a Endazyariyê bû. Sal û nîvekê li wir xwend û ew jî bi hoyê mirina bavê xwe, terikand û vegeriya Qudsê. Dema ew li Stenbolê bû destpêkirina vekirina dibistanên nûjen û modern dît û xwest li Qudsê jî tevgereke wiha bike. Bi alîkarîya Raşid Paşa waliyê Sûrî sala 1867’an de, yekemîn dibistan bi navê Dibistana Reşîdî vekir. Lê hêviyên wî hemû têkçûn dema gerînendeyekî tirk ji Stenbolê anîn û ew nekirin gerînende.
Piştre ew bû Serokê Şaredariya Qudsê û şeş salan di wî karî de ma. Di wan şeş salan de gelek xizmet ji bajêr re kirin, kolanên nû ji bo peyadeyan çirandin û rêyên asfalt ji bo erebaneyan di navbera Qudsê û Yafayê de û kehrîzên zêrzemîn û gelek karên din. Piştî demekê ew ji serokatiya şaredariyê hate pekandin.
Sala 1874’an de dostê wî Raşid Paşa bû wezîrê karên derve yê dewleta Osmanî, û ew vexwend Stembolê da ku wekî wergêrekî di Babi Alî de kar bike. Di wergeriyê de şeş mehan xebitî û piştre bû cîgirê Qonsolosê Osmanî li bendera Botî ya Rûsî li kenarê Derya Reş.
Lê Raşid Paşa di wezareta derve de dirêj nekir û Yûsiv jî bi wî re ji karê xwe hate avêtin. Wî ew yek wekî fersendekê dît ku li Rûsyayê bigere û ji nêzîk ve wê nas bike. Ew li bajarên wekî Moskov, Kiyev, Odîsa, Petesrburg heta sala 1875’an geriya.
Piştî wê bi alîkarîya dostê xwe yê kevin Raşid Paşa yê ku bûbû Balyozê Dewleta Osmanî li Otrîşê (Nemsayê) bû mamosteyê edebiyata erebî li Viyanayê.
Gelawêja 1875’an de ew vegeriya Qudsê û careke din bû serokê şaredariya wî bajarî. Di destpêka sala 1877’an ew wekî mebûsê muteserrifiya Qudsê, di Meclisa Mebûsan de hate hilbijartin. Ji filestiniyan ew bi tenê nûner bû, û ji çardeh nûnerên ereb bû. tevaya nûnerên meclisî mebûsan jî 120 kes bûn.
Di meclisê de wî dijberiya Siltan Ebdilhemîdê duyem kir û bû piştgirekî çalak ji bo destûrê (meşrûtiyetê). Ew yek ji dostên Cemaleddîn Elefxanî bû, ku ew jî di dawîya sedsala nozdehan de li Istanbulê bû. Li gor ku çavkaniyên dîrokî dibêjin, ew mirovekî cesûr û wêrek bû û bi dilêrî rexne li Sultanê sor( Ebdilhemîd) dikirin û di rojnameyên wê demê de behsa wî û daxuyanîyên wî yên di meclisê de dihate kirin. heta ku qonsulusê Emerîka bi xwe jî behsa wî kiribû û gotibû: wî di meclisê de bahozek bi cegermendiya xwe rakir, ew mirovekî jîr û zana ye, ew di gel ku misilman e jî , lîberal e û di dêreke xaçhebînên yûnanî de dijî.
Dema ku meclis bi biryara Siltan Ebdilhemîd di reşemiya 1878’an de hel bû, ew jî bi deh mebûsên din re hate sirgûn kirin û vegeriya Yafayê û piştre Qudsê û ji bo cara sêyemîn bû serokê şaredariyê. Sala 1881’ê de bû qaymeqamê Yafa û piştre Merciuyûn li Lubnanê. Di dawî de bû hakimê Mutkî li Bedlîsê û li wir fêrî zimanê kurdî bû û ferhenga xwe ya navdar “Elhediyye Elhemîdiyye” nivîsî. Ferhenga wî di sala 1893’yan de li Stenbolê çap bû. Hin dibêjin ku wî navê ferhengê kiriye Elhemîdiyye da ku destûra çapê werbigire, ji ber ku wateya navê ferhengê ev e: diyarîya hemîdî di zimanê kurdî de!! Lê ez ne bi vê nerînê re me, çiko me dît bê çawa ew dijberekî mezin bû ji Sultan re û destên wî jî dirêj bûn, ango dikarîbû ferhenga xwe li Viyannayê çap bike bêyî ku stuxwariyê ji sultanê sor re bide xuyakirin.
Sala 1893 ku ferheng tê de çap bû, kovara rojhilatnasiyê ya ku bi zimanê firensî derdiket(( Journal Asiatique)) jî behsa wê kir.
Her weha ew bi coşeke mezin ji hêla rewşnebîrên kurdan ve li herêmê hate pêşwazî kirin û gelek kesan mîna: Hesen Fehmî Efendî muderrisê dibistana Salihiyyê li Sêrtê, û Şêx Evdirrehman kurê miftiyê Sêrtê û Mele Mistefa kurê Şêx Hesenê navborî û hin kesên din, ku hemûyan jî helbest di pesnê wî û ferhenga wî de nivîsîn.
Hesen Fehmî dibêje:
Extera Qudsê Yûsiv paşa
Rastgoyê dewletê xwedanê hinerên navdar
Xwedayê alemê bide wî, wî rêyeke serbilindiyê vekir.
Her weha şêx Evdirrehman kurê miftîyê Sêrtê di pesnê wî û ferhenga wî de weha dibêje:
Şêrîntirîn pirtûk e di zimanê kurdî de
Her tişt di nav de ye û di ser her pirtûkî re ye
Erê, rewşenbîrên kurd yên wê demê( ku mela û miftî û şêx bûn) bi germahî çûne pêşwazîya wê ferhenga giranbiha. Ne tenê wisa lê wan alîkariya daner kiribûn û berê wî dabûne peyvên kurdî yên resen ku Daner bi xwe jî keda wan ji bîr nekir û navê wan melayên ku alîkarîya wî kiribûn, yeko yeko di rûpelên ferhengê de nivîsîn e.
Di vir de pirsek xwe dihavêje kevîkên pencereya mejîyê mirov, ew jî ev e: gelo çima wan melayan bi xwe, xwe nedane nav wî karê hêja û wan bi xwe ferheng ji bo zimanê kurdî nedanîn? Di nerîna min de danîna ferhengeke bi wî rengî û di wî zemanî de, bi hewceyî mejîyekî akademîk bû, ku mixabin e wmejî li ba zanayên me kurdan nebû. Hêjayî gotinê ye ku ferhenga Elhediyye Elhemîdiyye ya ku Dr. Muhammad Mukrî weşand, û li Lubnanê çap bû, bêyî pêşgotina daner bû. daner pêşgotinek di pesnê Sultan Ebdilhemîd de, û derbarî rêzimana kurdî û helbestên Ehmedê Xanî de, nivîsî bû. ji ber vê yekê ez dibêjim ku pêdivî bi çapeke nû heye ku jiyana daner û pêşgotina wî dîsa cih bigirin.
Ferhenga Elhediye elhemîdiye ferhengeke ku gelek peyvên kurdî yên resen ji windabûnê parastin e, ew hêjaye ku hîn bêtir li ser were xebitandin û hemî peyv û gotinên di nav de, cihên xwe di ferhengên nûjen de, her wisa di nivîsên her nivîskarekî kurd de cih bibînin.
Elxalidî Kurd bû yan na??
Elxalidî ji binemala Xalidîyan e ya ku ji zû de li Qudsê bi cih bûbûn. Vê malbata mezin jî tucarî negitine em kurdin û tu belgeyên dîrokî di destê me de nînin ku dibêjin ew kurdin. Ji ber vê jî ne ji mafê me ye ku em şerwelekî kurdî li bejna danerê ferhengê bikin. Ew mirovekî Ereb, lê ji zimanê kurdî hez kiribû û jiana kurdan ji nêzîk ve dîtibû û li pey xwe ji bo me kurdan ferhengeke hêja danî, îca kurdbûna wî û nekurdbûna wî tiştekî naguhere.
Yûsiv Diaeddîn paşayê ku ev xizmeta mezin ji bo zimanê kurdî kir, sala 1906’an de li Stenbolê wefat kir.
Jêrenot:
Wêne, wêneyê daner e. ji malpera xalidiyan hatiye wergirtin.
Resim 1: kopîya nameyeke danerê ferhnegê ye, ji konsolosê giştî yê Rûsyayê, li sûrî û Filistînê re şandiye. Di vê nameyê de ew spasiya konsolos dike, çiko konsolos bi xwe spasnameyek bi munasebeta derketina ferhengê ji wî re sala 1894 an şandibû.
Resim 2: nameya daner ji Idward Siega re, ku sala gerînendeyê Bîroya Imperatorî ya Almanî ya rojhilatê li Berlînê bû. di vê nameyê de daner spasîya Idward Siega dike ku wî pesnê ferhenga Elhemîdiyye kiriye, û jê dixwaze ku nivîsên wî yên derbarî ferhengê yên di kovarên wê demê de hatibin weşandin, jê re bişîne.
Jêder:
Navdarên Kurd û Kurdistan di serdema Islamî de- Mihemed Emîn Zekî. Çapxane ya el Tefeyyuz- Bexdad 1945.(مشاهير الكرد و كردستان في العصر الإسلامي. محمد أمين زكي )
Malpera malbata Xalidîyan. http://www.khalidi.info.
Hilperîna kurdan ya çandî û netewî di sedsala nozdan de. Pr.Dr. Celîlê Celî. Wergerandin ji rûsî: bavê Nazê. D. welato. Beyrût. Lubnan 1986( نهضة الأكراد الثقافية و القومية في القرن التاسع عشر. البروفيسور جليلى جليل. ترجمة بافى نازى. د. ولاتو. )
Elhediyye elhemîdiyye. Pêşkêşkirin û lêkolîna: Dr: muhammad Mukrî. Beyrût lubnan. Çapa duyem 1987.( . بيروت لبنان الطبعة الثانية الهدية الحميدية في اللغة الكردية يوسف ضياء الدين باشا الخالدي المقدسي
Jan Dost
[1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 458 ganger
HashTag
Kilder
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://pirtukweje.wordpress.com/- 23-11-2022
Koblede elementer: 3
Gruppe: Artikler
Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 31-03-2019 (5 År)
Bok: Ordbok
Dokumenttype: Originalspråket
Provinsen: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Element Kvalitet: 99%
99%
Lagt inn av ( ئاراس حسۆ ) på 23-11-2022
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 25-11-2022
Dette elementet nylig oppdatert av ( سارا ک ) på : 23-11-2022
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 458 ganger
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død

Actual
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Det som var vanskelig å leve med
21-03-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Det som var vanskelig å leve med
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 519,364
Bilder 106,561
Bøker 19,263
Relaterte filer 97,043
Video 1,384
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 0.5 andre!