Li ser bajarê #Kobanê# û gundewarê wê tevgereke zêde ya balafirên şer ên dagirkeriya Tirk heye.
Nûçegihana me ji herêmê ragihand ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker di van kêliyan de li ser navenda bajarê Kobanê û gundewarê wê digerin.
Beriya nêzî saetekê, dagirkeriya Tirk bi dijwarî êrişî 19 gundên li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê kir. Dagirkeriya Tirk gundên Zormixar, Beyadiyê û Şêxler Jorîn ên li rojavayê Kobanê bi balafirên şer bombebaran kiribûn.[1]